Ermenî di nava şahîyê da ne, tirk di nava şînê da ne

Ermenî di nava şahîyê da ne, tirk di nava şînê da ne

Ermenîyên tevaya cihanê zêdeyî 100 salan li benda vê rojê bûn.

 Îro bo ermenîyên cihanê roja cejinê ye, lê bo tirkên cihanê roja şînê ye.

 

Qebûlkirina gelkujîya ermenîyan qebûlkirina gelkujîya kurdên êzdî ye jî

Senata Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî (DAY) 2ê cotmehê sala 2019an, bi 405 dengên ”ERÊ” û 11 dengên ”DIJ”, emelên Tirkîyê yên berî zêdeyî 100 salan di hindava ermenîyan da wek gelkujî qebûl kir. Ji ber ku di vê gelkujîyê da herwiha kurdên êzdî jî bûne xurê qetila tirkên xwînmij, lema qebûlkirina gelkujîya ermenîyan qebûlkirina gelkujîya kurdên êzdî ye jî.

Ermenîyan bi awayekî aqilane, karkirina bê westan, bi îzbatan va gihîştine vê rojê, ango, ji cihanê ra dane îzbatkirin, ku berî zêdeyî sed salan serokatîya dewleta tirkan biryara qirkirin-ji holê rakirina tevaya miletê ermenîyan derxistîye û pêk anîye. Di vî karî da kurd gerekê çav bidine ermenîyan û bawer bin, ku tirkan di hindava kurdan da jî eynî qirkirin pêk anîye û heta îro jî berdewam e.

Îro cejina kurdên êzdî yên Sovyeta berê ye jî, ji ber ku piranîya wan sala 1915an bi ermenîyan ra tevayî ketine ber devê şûrê Roma Reş.

 

Em li jêr perçeyek ji têkoşîna ermenîyan raberî we dikin, ku bi saya hereketên ha îro gihîştine mirazê xwe.

Ermenî ne tenê heta îro jî bi tirkên hov ra dijminayê dajon, lê herwiha her firsendek bi kar anîne bona bi her awahî heyfa xwe ji tirkan hilînin. Ev gotara han ya bi sernivîsara “Heyfhildan” ya nivîskarê rûs Pavel Şêxtman, ku Têmûrê Xelîl ji rûsî wergerandîye kurdî, derheqa nimûneyeke wê heyfhildanê da ne, ku çawa ermenîyekî welatparêz yek ji mirovên sereke yê di gelkujîya ermenîyan da gunehkar – Talat paşa kuştîye û hatîye efûkirinê.

 

HEYFHILDAN

 

15ê adarê sala 1921ê li Berlînê, li kolana Hardenberg-strasse, mirovekî kincên germ lê, lihevhatî derketibû seyranê. Ji nişkê va yekî qirme danî ber qirka wî û gulle berdayê. Ew mirovê qerase qirqilî, bû repîna cendekê wî, ket, li erdê vegevizî, di xwînê da mewicî û can da. Mirovên der û dorê êrîşî xort kirin…

Xort bi almanîyekî şikestî kire qêrîn: -Ez ermenî me, ew tirk e, tu zirara almanan di vî karî da tune.

Ew dane ber derban û birine polîsxaneyê.

 

Zûtirekê mehkemeya Soxomon Têylêryanê 25 salî kirin. Ew bi kuştina wezîrê Tirkîyê yê berê Talat paşa dihate gunehkarkirin.

-Gelo hûn xwe gunehkar dibînin? – dadwer jê pirsî.

-Na,- Têylêryan got û di ser da zêde kir, -ez xwe gunehkar nabînim, ji ber ku wijdana min paqij e. Min mirovek kuştîye, lê ez xwe mirovkuj nahesibînim.

Wezîrê karên der yê Tirkîyê, yê berê Talat paşa wek karmendekî postexaneyê dest bi karê xwe kiribû. Ew di dema Ebdulhemîd da bû, ku navê ”Sultanê xwînxwer” lê kiribûn û di dema dewrana zêrandina hovane, fanatîzma sedsalên navîn û qirkirina xaçparêzan da bû. Talatê genc dikeve nava rêxistina surî ya contirkan ”Ittihat ve Teraki” (”Yekîtî û Pêşveçûn”).Wî digrin û sirgûnî Makedonîyayê dikin. Li wir ew dibe organîzatorekî wê serhildana ku contirk bi saya serê wê di sala 1908an da hatine ser hukum. Sala 1909an dibe wezîrê karên der.

Şoreşa sala 1908an bû cejineke bi heytehol. Te digot qey li Tirkîyê dewraneke nû dest pê dibû. Dewsa mirovên berê yên hov, mirovên dema nû û pêşketî hatin. Li ser alayên wan ”Azadî, wekhevî, biratî” hatibûn nivîsar. Milet digot qey dawîya zordestîyê, dijminaya dînî, şêlandin û şuhurandinê hatîye. Li her cîyan behsa wekehevtîya gelan dikirin. Li kûçeyan hemû miletên ji dînê cihê-cihê bi hev ra şa dibûn.

Lê, dema her tişt hate parzûnkirin û zelalkirin, desthilatdarên nû ”wekehevtî” bi awayê xwe derc dikirin. Ber miletên mayîn (em destnîşan bikin, ku ew ji tirkan kevintir û medenîtir bûn) pêşnîyar hate kirinê, ku bi lez hemû dest ji miletîya xwe bikişînin û bibin ”miletê osmanî”. ”Hûn dikarin dînê xwe biparêzin, lê zimanê xwe nikarin”, ji silavîyan û huruman (yûnanî), ermenîyan û mexînan (aşûrî) ra dihate gotin.

Lê ne silavî, ne hurum, lo hela ne jî alban û erebên ku dînê wan û tirkan yek bû, qe jî nedixwestin dest ji miletîya xwe bikişînin. Û gava dest bi şerê bi Îtalîyayê û dewletên Balkanan ra bû, wana bi awayekî hêsa ”xayîntî” ji ”welatê xwe yê Osmanî”ra kirin. Împêratorîya sedsalên navîn, ku bi saya serê hovîtîyê xwe li ser text digirt, ber çavan ji hev diçû, difelişî… Çarneçar contirkan dest avîtine bîr û bawerîyên nû – Panturkîzmê.

”Osmanîyan” ji nişkêva diyar kirin (ji pirtûkên Ewrupîyan), ku ew turk in (ne tirk), ji zureta koçerên ji berrîya ”Tûrana Mezin”. Destpê kirin pesin û payê mêrxasên ”ji Tûranê” – Atîlla û Cengizxan dan. Bi pêşketina xwe va wan turkan xwe li ser îngilîsan û firansizan ra digirtin. Îdêya wan a pêşin ew bû, ku Împêratorîya Panturkîzmê saz bikin. Sînorên wê digîhandine hetanî Monxolîyayê û Mançyûrîyayê, heta bê bigihîje Okêana Aştî. Bona pêkanîna vê armanca mezin gerekê Împêratorîya Osmanîyê bihata qewînkirin… Bi saya wê yekê, ku hemû miletên misilman bikirana turk, lê miletên ne misilman qir bikirana. Wana xwesma diranên xwe li ermenîyan tûj kiribûn, wana xaçparêz wek ”kula piçengê” didîtin û bi bawerîya wan, ermenîyan ne dihîşt turk bigihîjine birayên xwe yên Kavkazê û di alîkî va jî herdem firsend didane Ewrupayê, ku tevî karên wan bibin. Biryara derheqa qirkirin û tunekirina ermenîyan da hela di sala 1911an da hate qebûlkirin (li kongrêya Salonîkê); tenê li benda firsendê bûn.

Û dest bi şerê hemcihanê bû. Wisa xuya bû, ku xeyala tirkan zûtirîn wext wê pêk bê. Wana dixwest bi lez ermenîyan ji holê rakin. Lê berîya wê hewil didan wana bi kar bînin. Hema di rojên şer yên pêşin da endamên komîtêya ”Ittihat ve Teraki” li Erzurumê rastî serokên partîya ermenîyan ”Daşnaktsûtyûn” hatin. Ber ermenîyan pêşnîyar kirin: -Ermenî gerekê dijî rûsan serhildanê bikin û bi wî awahî alî tirkan bikin bona ew Kavkazê zevt bikin. Ber wê va tirk wê otonomî bidana ermenîyan. Ermenîyan bersiveke ha dan: -Ewê erkê xwe ber ”wetenê Osmanîyê” pêk bînin, lê wê dernekevine dijî rûsan.

Bi vê bersîvê qedera ermenîyan hate biryarkirin. Biryara derheqa destpêka xezakirin-qirkirina ermenîyan da li şêwrdarîya li mala Talat paşa hate qebûkirin. Rêvebirê civînê doktor Nazim bû, yê ku got:

”Ermenî wek birîna kêmgirtî bi xeter in. Pêwîst e bi lez kar bikin û çareyekê bibînin. Eger em hinek kesan ji wan qir bikin… ewê zirarê ji me ra bîne, ji ber ku bi wê yekê emê wan kesan hişyar bikin, ku em dixwezin di paşdemê da wana jî ji ser riya xwe rakin. Ew ereb û kurd in. Gelê ermenî gerekê bi kokê va bê qirkirin, gerekê ji rûbarê cihanê hilînin, ku yek jî ji wan nemîne. Ez dixwezim li ser vî erdî tirk û tenê tirk bijîn û xwedî-xudantî bikin. Bira hemû gelên ne tirk bicehimin, herin, ji kîjan miletî û ji kîjan dînî dibe, bira bibe. Dînê me hemûyan Tûran e”.

Belê, ”Sultanê xwînxwer” bi hovîtîya xwe va ber contirka ne tiştek bû. Wana qirkirina 2 mîlyon ermenîyan bi zanyarî û bikaranîna hemû destkeftîyên sedsala 20î dane organîzekirinê. Li bajaran tu ermenîyekî ne dikuştin, ku mirovên biyanî wê yekê nebînin. Hate biryarkirinê, ku xudêgiravî wê ermenîyan ”cîguhastî” cîyekî din bikin û di bin wê perdeyê da daxweza wan ew bû, ku wana kokbir bikin.

”Mafê ermenîyan yê jîyan û karkirinê li Tirkîyê qedexe ye! – Talat derheqa vê yekê da ji hemû wilayetan ra têlêgram şand. –Hukumetê emir kirîye hîç zarokekê jî di landikan da nehêlin”.

Şeva 24ê nîsanê sala 1915an li Konstantînopolê 600 ronakbîrên ermenî girtin. Gelkujî dest pê bû.

Haya Soxomon Têylêryanê 17 salî ji vê yekê tunebû. Ew bi wê hêvîyê çûbû Ewrupayê, ku li Ûnîversîteyekê bixwîne. Paşê, dema behsa qirkirina gelê wî dikeve guhan, dilezîne mal. Ew bi dijwarîyeke mezin va digihîje mala xwe ya li Erzîncanê. Û dibîne, ku mala wan hilweşandine û ji wî tenê kelefe mane. Paşê pê dihese, ku ji 20 hezar ermenîyên deverê tenê 20 kes mane.

Ji wî ra gotin, ku di destpêka sala 1915an mirovxurek milet berevî meydana sûkê kirîye û ji wan ra ev fermana derheqa ermenîyan da xwendîye: ”Filan rojê hazir bibin bona we cîguhastî warekî din bikin. Pere û xemil-xişirên xwe yên giranbuha dikarin bidine hukumetê, bona paşê bikaribin wana paşda bistînin”.

Sê rojan ser hev ermenî deste-deste terka bajêr dikirin. Cendirmeyan û leşkeran berê ew dibirine Gelîyê Kemaxê, ku ber devê Diclê ye. Li wir gişkan qir kirin.

Piştî sê rojan tu ermenîyek li Erzîncanê nema. Lê gelek ermenîyên din dianîn vî bajarî û berê wan didane wî gelîyî… ”Zarokên ku nikaribûn rê biçûyana, qalpaxê serê wan dişkênandin, davîtine gêlî, li gundên ser riya xwe gundî dişêlandin û keç û jinan dişuhurandin”. –Ev gotinên cendirmeyekî tirkan in, ku ewî ji hemşîreyên nexweşxaneke Almanîyayê ya li Erzîncanê ra gotine. Paşê di mehkemeya Bêrlînê da van hemşîreyan şehedet dane. Wana derheqa wehîştîya tirkan da gilî dikirin û nimûneyek anîn, ku çawa jinebîyeke ermenî, ku hema bêje hişê xwe winda kiribû, dikire hewar-gazî: ”Em amade ne bibin misilman, em amade ne bibin alman, tenê me ji vê xezebê xilaz bikin. Ewê niha me bibine gelîyê Kemaxê û li wir wê gewrîyên me jêkin”. Û gava alman mecbûr bûn ji bajêr derkevin, ewana xwe ji rê didane alîkî, ku desteyên ermenyan yên nû derbaz bibin:

”Di nav wan da çend mêr hebûn, yên din jin û zaro bûn, yên bi porên zer û çavên şîn û wisa guneh û bi dêmê aqil li me dinihêrîn, ku kizîn li dilê me dihat, dil-hinavên me tevlihev dibû. Hemû ermenî bi kindirekî dirêj va bi hevdu ra girê dabûn, ku paşê bikaribin wan bi hêsanî ji girekî bilind bavêjine çemê Ava Mezin, ku li rex besta Kemax Boxazê bû”.

Hurumeke (jineke yûnanî) porkuruşkî şirove dikir: ”Em di cîyê xwe da bûne risas… Cendirmeyekî digot, ku berî çend rojan ewî komikeke ji 3 hezar jin û zarokan birîye wir. Û gişkan jî kuştine”.

30ê çirîya pêşin sala 1918an Tirkîye di şerê bi Rûsîyayê ra bi sosretî da der, ango têk çû. Serokên wan ji welêt revîn. Têylêryan tê Konstantînopolê bona derheqa mirovên xwe da malûmatîyan bihese. Û pê dihese, ku ji 84 mirovên wî tenê 3 kes ji wê qetilê filitîne. Ew, Mîsakê birayê wî û birazîya wî. Û wî çaxî fikirek dikeve serê wî: Celadê sereke bibîne û bikuje. Ew li Ewrupayê ji welatekî diçe welatekî din û dû Talat digere. Û li Bêrlînê rast pê tê.

Mehkemeyê Têylêryan efû kir. Piştî girtinê Têylêryan yekser gotibû, ku bi taybetî hatibû Bêrlînê bona Talat bikuje. Avûqatan digotin, ku ew xwemukurhatin wî ber bi dardakirinê dibe (cezayê ”kuştin bi zanebûn” îdamkirin e), lê wî karibû wisa bigota, ku ewî bin tesîra bîranînên tal û reş da ew kuştîye (cezayekî mezin nadine kuştineke wisa).

Lê Têylêryan li mehkemeyê çîrokek ji ber xwe va derxist û got, ku xudêgiravî ew jî ketîye ber devê şûrê tirkan, birîndar bûye û xwe cem kurdan veşartîye, xwe parastîye. ”…Ew kurd mirovên gelekî camêr û dilpak bûn, wana alî min kirin, ku ez derbazî Farizistanê bibim. Cilên kurdî dane min, ji ber ku kincên min hemî di nav xwînê da mabûn…”.

Evê yekê ermenî ruhdar kirin. Di navbera salên 1921-1922an da wana piranîya serokên contirka kuştin. Wezîrê Tirkîyê yê parastinê yê berê Enver Paşa, ku paşê bûbû serekê basmaçan, bi destî ermenîyekî di artêşa Rûsîyayê da hate kuştin. Soxomon Têylêryan, ku di nav miletê xwe da bûbû efsane, sala 1968an li San-Fransîskoyê mir. Lê hest-pestên Talat sala 1943an li Stembolê bi heytehol hatine binaxkirinê. Û hetanî niha jî navê Talat paşayê xwînxwer di nav wan mêrxasan da ne, ku Tirkîye bi wan serbilind e.

Belê, her welatek xwedî mêrxasên hinkûfî xwe ye…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev