Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” -4

Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” -4

Xwendevanên delal, em tevaya kitêba serbilindîya gelê me Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi sernavê ”Adetên Kurdistanê” bi amadekarîya heyranê malpera me birêz Qasimê Xelîlî beş bi beş raberî we dikin. Qasimê Xelîlî herwiha karê dîjîtalîzekirin û redaktekirinê jî kirîye.

Malpera me jî wê hinek şaşîtîyên di dema amadekirina berhemê rast bike, wek navên nivîskar û lêkolînerên biyanî, ku di pirtûkê da şaş hatine çapkirin.

Fermo, îro em berdewama destpêka wê berhemê raberî we dikin, weke ku Mele Mehmûd Bazîdî nivîsîye.

 

Û taîfeyêd Ekradan weko xwîndarî nebitin qewî mayîlê qetlê nînin. Di şerî de weya rêbirê de mirovan digirin û dişêlînin, berdidin. Lakin ji boy şola xirab elbette mirovan dikujin. Heta jinêd xwe û keç û da û xweha xwe jî elbette qetl dikin. Û jin jî ji boy şola xirab mesela: Da-keça xwe, û xwesî-bûka xwe, û xweh-xweha xwe bi şev dixeniqînîn. Weyaxût jarî didinê û qetl dikin. Ji axa û rîspîêd wan kesek pirsiyarî nakin ko te ji bo çi ewa kuşt…

Weqi’a revîna jinan ji mêran di nîv wan de adet nînin. Jîn û keçêd wan ji kesî narevin. Weko miletê Efrencî ye. Ew jî serbest in lakin boy îhtiqadê ko ew xirabîyê nakin. Îllah eger yekî ji wan şola xirab kirinn, çare nînin elbette ewî dikujîn.

Jin û keçêd wan qewî şolekar û cesûr û xweyîhiner in. Kulav û berr û xalî û têrran çêdikin û malêd ko xulam tê nînin hesêbekî xulamê malê jin in. Herçî şola malê bibe jin dikin, heta hespêd mêrên xwe jî jin xwedî dikin. Mêr bi xeyrî şerî tev şewlekî (şol) qewî nakin. Bazar û dayîn û standin jî bi jinan dibin û têne meclisê û îqtiza bikitin tevî şêwr û îdare û emûrî (derbazkirin) dibin û kerem û êkrama mêvanan dikin.

Weqtê Ekrad ji warekî bar dikin diçin warê din malêd xwe bar dikin û çend siwarêd wê zomeyê heyin hemû rimêd wan li ser milan û destvedayî li berayîka koçan diçin û jin koçan dajon. Ew pez û deve û garanêd wan li pê koçan diçin. Ji wan siwaran re pêşkoçî dibêjin. Şayed weko dijmin ji pêş ve peyda bibî; ew, şerî li berayîka dikin weko bûye şerî û jinêd di nîva koçan de barêd xwe berhev cihekî dikin. Weko meterîsan çêdikin û hewş dikin û zarokan dikine nîva wê hewşê û tifing û tabançan heldigirin û muntazirî şerêd mêrêd xwe dibin. Eger siwarêd wan li dijminan xalib bûn qewî qenc e. Bi xwe jî dîsanê koçêd xwe dajon û diçin û eger şayed dijmin li siwarêd wan xalib bûn, ew siwar direvin û tên dikevine nîva koçêd xwe hesarê (mudafaa-cih) û dîsanê şerî dikin, heta hewar ji cihekî peyda dibe. Lewranê adetê Ekradan e, heman boy şer elbette ew mirovan ji boy hewarê bi etrafan da belav dikin û jinêd maqûlêd wan jî roja koçê li hespê çê siwar dibin û çek û sîlehan girê didin û rim digirine destêd xwe û ew jî dikevine pêşîya koçêd bixeml û serbizêr. Bi vî terzî dikevine pêşîya koçêd xwe. Lakin, jinêd feqîran zarok jî li goşê koçêd xwe dajon û diçin…

Û her zomeyekê du nobeddar heyîn. Bi heq şevê her yek li kenarekî dipeyîn. Weko hêsa dijminan bikin, dikine gazî û xelqê zomeyê radibin û diçine wê semtê.

Weko bi şev şayed dost û mêvan bêne zomeyê ew nobeddar diçine berayîkê û gazî dikin. Weko qiralêd ordîyan. Paşê ewan tînîne nîva zomeê. Çi qeder mêvan bêne zomeê mêvanê axayî û rîspîyan e. Îlle eger zehf mêvan heyîn, îcarê serê konê du û sê û zêde siwaran belav dikin…

Û axayêd wan maqûl û dewletlûyêd wan, hemû xweyîqehwe û taxim in. Eger şayed mêvan jî qehwe û taxim heye nahêlînîn ko taxima mêvanan bi der kevin û bidine şewlê (şolê) bila ko qehwe û taxima xweyê malê dixebite û axa û rîspîyan çît û perde heyîn. Yanî nîva konê birrîne û çît û perde kêşane û kirine yalî mêran û dîwanxane. Mêvan li wê derê sakin dibin. Mêvanan re berx û pez ser jê dikin û îkram dikin…

Axa û rîspîyêd her zomekê meleyek li malan de dibin ko bang didin û bi cimaat nimêjan dikin û dersa zarokêd wan dibêjin û îqtiza bike nîkahbirrîn û mirêd wan li ser dixwînin û defn dikin. Ew zome jî her çi miqdar zekatêd pez û dirafêd wan û fitarêd wan heyîn hemû didine wî meleyî û zêde jî îkram dikin. Di salekê de meleyê zomeyekê du sê hezar quriş bi dest dikevê. Weko di malekê de mewta hebit, cilêd wî mewtayî jî didine meleyî û caran ewan cilêd wî nafiroşin. Li mewta ciwanan zêde şîn û matem digirin. Lîbasêd reş werdigirin û serêd xwe reş girê didin û jin û keç û xweh, gulîyêd xwe jê dikin, qewî zêde matem û şînê dikin…

Eger ew merî mîr e û xwedîhesp û çek û taxim e, hesêd wî dixemilînîn û çek û sîlehêd li ser hespan girê didin, ewan hespan li beriyakê cinazeî dikêşin û ew jin û keç û da û xwehêd wî dilaw û lawejêk (lawijêk, lawêc, lawc) dibêjin: “Wî li min bao, wî li min brao, wî li min pismam.” dibêjin û digirîn ûdeng û sedaya bavobavoya wan diçite gelekê. Yanî merovekî biyanî raste şîna wan bêtin elbette dilê wî disoje û digirîn. Bi vî terzî bi îhtişam dibin çal (defn) dikin. Ew jinêd ko guliyêd xwe birrîne ewan gulîyan li ser qebra wî meyitî li kêlekêd wî dilawêsin. Heta panzdeh rojan sibê û êvaran jin û mêr û cîran têne zîyareta qebra wî, dixwînin û digirîn û sedeqe û xeyran dikin. Ew mirî eger mêr e, libasekî wî biqiymet mesela qapût û kurik û yaxûd şalê bibiha davêjine ser cinazeyê wî û eger jin e, dîsanê lîbasekî wê biqiymet davêjine ser cinazê û dibine qebrê. Ew lîbasê ko avêtine ser cinazeyî ew ji boy melan in. Ew dibin û mele difiroşin û li yek û du parve dikin. Heta sê rojan zad û taam li mala meyîtî nayête patin. Cîran zadî tênin û bi mêr û jinêd wê malê didine xwarin.

Heft roj ko temam bûyîn cîran diçin û lîbasêd meyîtî dişon û paşê didine jar û feqîran. Weko bîst roj bûyî mala meyîtî zehf helwa û zadan çêdikin û cîran û gundî û biyanîyan dikine gazî û bi xêra meyîtî didine xwarin û belav dikin û ew lîbasêd reş heta şeş mehan û yaxûd salekê li ser ehlê meyîtî dimînin. Ew ehlê meyîtî heta ji şînê bi dernekevin naçine dawat û kêfxwaşan. Weko midetê hiznê temam bûyî axayêd wan û xizîmekî wan ji boy her yekî ehlê meyîtî anegore halê xwe tiştekî tîne û reşêd wan heldigire ji şînê bi der dikevin. Lakin eger ew meyît begzade û yaxud axa û merovekî kifşbû ye elbette paşê panzdeh rojan hakimê wî welatî xelatek hazir dikirin û dişande pê warîsê meyîtî û têtana hizûra xwe û digotin: “Emrê Xwedê ye, bilanê tu xwaş bî, mirin riya me hemûyan e.” Ew xelat li wî warisî dikirin û ji reşê bi der danîn. Merovêd maqûl xeftan dibin û li ser qebra meyîtî vedidin. Anegore halê wî mehekê û panzdeh rojan xeft dimîne û mele bi ucret Qur’anê dixwînin û rojê du danan zad û taam dibine xeftê û ew mele dixwin…

Wekî dinê Ekrad zêde bikîn û biqidiret in û xweyî-înad in. Eger dijminî digel yekî heyîn, daîm li zerara wî digerin û qesda xesara wî dikin û diçine reya yekûdu û hevûdu birîndar dikin û ya dikujin û eger qet’a nebî, ji pê nîva şev ji dûr ve bi gulekê yaxûd xewê de razayî, bi gulê li hevûdu dikujin, ew jî nebî bi dizî agirî bere malê yekûdu didin û yaxud bi xef rast hesp û deve û dewarêd yekûdu bibin, ewan heywanan pê dikin. Eger mimkun dibe bila ko jehrê jî tevî zadêd yekûdu dikin.Xulasa dijminahîa wan qewî bela ye…

Ekserî; jin ya mela ya şêx dikevine nîva wan neyaran û li hevûdu tênin. Lewranê, ta’îfeêd Ekradan qewî zêde qedrê mele û şêxan û jinan digirin. Ew her sê taîfe her çi ricaya bikin, ewan meyûs nakin. Zehf dibe duta’îfe li meydanê dikine şer û ji her du kenaran jî telafiyet bûye weko jin bê û laçeka xwe raxîne nîva wan elbette ew du ta’îfe ji yekûdu dibin û ya mele an şêxek bê bikeve nîva wan def’a şerî dibe, û Ekrad nêzûkî malêd mele û şêxan nabin û xirabîya wan nakin. Dibêjin ko ew ocax in, paşê bi me ve didin îhtiqada wan ew e.Lakin ekserî şêxêd wan cahil û nexwandî ne; guya berê, ecdadêd wan şêx bûne. Weko merovek qebehatekê bikit û bireve xwe bavêje malêd şêxan xilas dibe…

Keçrevandin di Ekradan da ayib nîne, lakin bi riza; bê riza keçê nabe. Weko keç û kurî hevûdu hebandin û bav û da keçê nadine wî kurî, îcarê kur ewê keçê direvîne. Dibine mala axayekî yan şêxekî û xweyêêd keçê bi pêy dikevin. Eger li rêrast hatin, keç û kurî her duyan jî dikujin, eger rast nehatin, selamet çûn êdî xweyîê keçê qadirê tiştekî nabî. Îcarê ew axa û ya ew şêx ko keç û kur çûne malê dikevine mabeynê. Eger malê wî kurî jî tune be ji kîsê xwe û yan ji cîranan miqdarekê mal û diraf ber hev dikin û dibin diçine mala xweyî keçê û rica dikin. Elbette selaha wan dikin û ewê keçê li wî kurî mar dikin û dijminahî radibe…

Keç û jinêd Ekradan bi xwe bi nefsa xwe mixtar nînin. Bila ko bav û braê keçê weko ew dayine merovekî, keç qederê manî nabe.Elbette xuya an nexuya keçê di wî merovî bistîne. Bilanê keç ji wî xoşnûd jî nebe. Ewa adetê şerî’atê nîne. Bila ko şermî ye di Ekradan qewî ayib e ko bav û bra bidit, ew bibêjin ko em nastînin…

Kumreşî bedgomanî (bidogmanî) li nik ta’ifeêd Ekradan tu nînin. Mesela jinêd wan ê ciwan digel mêrêd biyanî xeber bidin û bikenin rûnin û rabin ew bedgomanîyê nakin. Îlla ko xirabî bibînin û yeqîn bikin elbette bîlamecal ewê jinê dikujin û mêrî jî. Edî ewan xwîn tune. Kesek li wan nabî xweyî. Ekrad hemû qebehatan dibine xweyî lakin li şola xirab nabine xweyî. Lewranê li nik wan qewî ayib e…

Yek jî adetê Ekradan e, xwîndar şûrê xwe davê stoyê xwe û topekî cawî didine bin çengê xwe û diçit xwe davêjite mala xweyî xwînê ko “Ew e şûr, ew e kefen, yan min bikuje yan min aza bike.” Îcarê xweyîê xwînê elbette wî xwîndarî aza dike…

Ekrad tabi’et-cahilin heyîn. Bi fal û muneccim û hindik tiştan bawer dikin û hindikan siûn û hindikan şewm (şom) dizanin û bi nisxeyan bawerî dikin. Bo ew dereceyê ko çawan miletê Efrenc bê hekîm nabin, ew jî bê nisxe nabin. Herçi îllet û derd dibe bilanê bibe, elbette nivişt dikin. Lakin îhtiqada wan bi hekîman nîne, guhdarîya hekîman nakin. Ew dibêjin hekîm Xwedê ye, derd û derman her du jî ji nik wî ye. Welakin Ekrad jî wekî Efrencan qewî zêde ji nexweşî û webaê û îlletêd ko sarî ne ditirsin û bi dûr dikevin. Heta kur û bav û bra, eger yek ji wan bi vê merezê bimirin ewî mirîyî diterikînin û bi xwe û bi xwe helnagirin. Dirafî didine melan, mela diçine wî mirîyî defn dikin. Eger mele jî tune bin wisanê ewî mirîyî di cihdanî dihêlin û bar dikin direvin û eger di gund û zomeyekê de weba hebit kes naçite wî gundî û zomeyê û merovêd ko ji gundê nexwaşî tê heye nahêlin nîva xwe û naçin û nayên. Ew jî weko Efrencan îxtirazê ji nexwaşî dikin, lakin ne ji hemû nexwaşiya bila, koji weba û qolêra û halî evna ko sarî ne êdî ji nexwaşêd mayî narevin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev