„Wê dahatên neftê ji kurdan re bin“!

„Wê dahatên neftê ji kurdan re bin“!

Şeyhmus Özzengin

 

Çemê Firatê di bajarokê Cerablûs re xwe berdide nav axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Di ber bajarê Raqqayê re berbijêr diherike û di nav bajarê Dêra Zorê re xwe digihîne bajarokê Mayadern û di bajarokê Ebû Kemal re derbasî nav xakâ İraqê dibe.

Kurdan ji xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê, beşa ku dikeve Rojavayê çemê Firatê, wek Carablûs, Efrîn, El Bab û heta Cindirêsê teslîmî tirkan û hêzên tundrew kir, ku bi tirkan re têkildar in. Tirkan ev herêm hemû hilweşand û bi demografîya herêmê lîst. Ji Tirkîyê 350 hezar ereb anîn û li ser mal û milkê kurdan, li ser xaka Kurdistanê bicîn kirin.

Ev tê çi wateyê?

Tê wateya ku kurdan di vê dema şerê heqanîyeta axê de beşek ji axa xwe wenda kir. Niha jî, ji Kobanê bigire heta Qamîşlo li ser kûraya 30 km ji Tirkîye û Rûsîyayê re dimîne. Lê aqûbeta van deverên ku ji dirêjaya 400 km û kuraya 30 km de wê ev xaka Kurdan, beşa Kurdistanê çawanî be, ne dîyare. Ji ber ku pîlan û projeyên navnetewî di vî warî de hîn ne zelal in.

Lê tiştek din heye a balkêş, Kurd raserî êrîşan dibin û ji axa xwe dûr dikevin, ber bi jêr de, li derdorê Hesekê û Dêra Zorê dicivin.

Pirs ewe; gelo xaka niştecîhî a Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê têt guhertin û wê Kurd li van deverên jêr, herêmên neftê, ku di destê Emerîka û HSD de ne bicîh bibin?

Divê di vî warî de em hinek li ser mijarê rawestin:

Senatorê Emerîkî Lindsey Graham, di gotareke xwe de daxwaz kir û got; „herêmên ku kurdan ji DAÎŞ rizgar kirine, divê di destê kurdan de bimîne“!

Li ser eynî mijarê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper jî eşkere kir ku; “Zevîyên petrolê yên Sûrîyê dibe ku bibe çavkanîyeke girîng a dahata YPGê.” Ji bona parastina van zevîyên neftê pîlanek Emerîkayê jî heye û eşkere kir ku; „Artêşa Amerîkayê bersiva her gefekê li ser zevîyên petrolê wê bidin û bîrên petrolê dikarin bibin çavkanîya dahata Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Di warê parastina herêmên ku zevîyên neftê lê hene de jî, Emerîka dest bi amadekarîyan kir. Biryar dan ku hêzek zirhpoş a emerîkî ku ji 30 tanqên Abrams pêk tê, li van herêmên zevîyên neftê bicîh bikin.

Di vê derbarê de Senatorê Emerîkî Lindsey Graham, di daxûyanîyek xwe de eşkere kir ku; „Wê Kurd û hêzên Emerîkî ji bona modernîzekirina zevîyên neftê bi hev re kar bikin û dahatên neftê jî wê ji kurdan re bin.“

Di daxûyanîyeke din de li ser sîyaseta Serokê Emerîkayê D.Trump de jî nirxên xwe tîne ziman û dibêje; „Trump di warê çareserkirina pirsgirêkan de çareserîyên ne di rêzê de dimeşîne“(!)

Ev çareserîyên Serokê Emerîkayê D. Trump çi ne?

Gelo di nexşa Sûrîyeke nû de çi guhertin di serê rayedarên Emerîkî de hene û Emerîka û Rusîya li ser çi rengî Sûrîye li hev kirine?

Çima Kurd ji xaka xwe tên dûrxistin û pîlanek ku Kurdan berbi Jêra Sûrîye de bibin û ji bona ku Kurd bibin xwedî bingehên aborîyê „dahatên zevîyên nefta Sûrîyê teslîmî kurdan“(!) dikin?

Di îhtîmala avakirina Sûrîyek Federal de ev tên çi wateyê?

Bi raya min Emerîka û Rûsîya li ser nexşa Sûrîyeke çawayî lihev kirine. Di vê nexşê de wê Sûrîyek federal ji sê herêmên federalî pêkwerin. Kurd û pêkhateyên ku bi kurdan re

birêkûpêk bûne, di federasyonekê de bi hev re wê bijîn. Li gor daxwazên tirkan jî, wê Kurd li ser kuraya 30-35 km. ji hudûdê Tirkîye dûrbixin. Ev jî tê wateya ku wê Kurd, ji xaka bavûkalan ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, beşek mezin wenda bikin. Li cîhê wê axa ku wenda dikin, wê kurdan li Rojhilatê Firat (ku çemê Firatê wek sînor tesbît bikin) Derdorê Dêra Zorê heta Ebû Kemal bicîh bikin. Ev jî guhertinekê bixwe re tîne ku ji kurdan re baş, an jî xerab e!

Kurdan bi Emerîka re li henber DAÎŞ di van herêman de pir qurbanî dan û ev herêm ji destê DAÎŞ rizgar kirin. Gelo di vî şerê bidestxistina axê de wê ev herêmên ku kurdan rizgar kirne wê ji kurdan re bimînin?

Dema ku em li hewlên nû yên li ser axa Sûrîye mêze dikin û daxûyanîyên aktorên sîyaseta Emerîka yên nû didin ber çavan, ev mijar derdikevin ber me. Gelo wê Kurd bi vê pîlanê razî bibin?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev