Modernîzm û Kurd

Modernîzm û Kurd

Ali Gurdilî 

 

Modernîzm, wekî tevgereke ramanî di nîvê Sedsala 19 an de li Fransayê derketiye holê,  kêm zêde di navbera salên 1884-1915an de wekî ramaneke serwer, hebûnatiya xwe domandî ye. Sedemê derketina holê ya tevgera Modernîzmê ev bû ku awa yan terzê jiyana rojane ya kevin, kevneşopiya edebî û hunerî û hemû organîsyonên civakî yên berê, wateya xwe wenda kirine û li cîhanê divê kultureke nû were afirandin, bû. Modernîzm ji felsefeyê heta ekonomiyê, pirsyarîkirineke nû diparêze. Bi vî awayî, wê hêmanên kulturê yên kevin, bikaribin bi yên nû re werin guherandin. Ango wê ûnsûrên çanda nû, xwe berdin dewsa yên kevin.

 

Dîsa li gor ramana Modernîzmê, nûjeniyên ku di Sedsala 20 an de derketine holê nûjeniyên mayende ne û ji ber ku ew nû ne, ew baş in û spehî ne jî. Lewma jî divabû ku civak, nêrînên xwe yên li ser cîhanê biguherînin û li gor qaîdeyên nêrîna nû (nûjen), carekê dinê werin lê rikibandin. Herweha dîsa mirov dikare bibêje Modernîzm, di wateya awa (stîla) ku kevneşopiyên navdar dişkêne de jî hatiye bikaranîn. Bi rêya vê stîla nû, wisa hatiye xwestin ku bila formên kevin yên berê ji holê werin rakirin û formên nû,  xwe berdin dewsa wan. Hinek zanyaran jî Modernîzma ku di Sedsala 20 an de hatiye dîtin, wekî Modernîzm û Postmodernîzmê kirine du beş û wekî du tevgerên cuda lê vekolane. Hinek zanyaran jî, dabeşkirineke bi vî rengî qebûl nakirine û li gor bîr û baweriya wan jî, ev du xal jî tenê du xwiyakirinên tevgera Modernîzmê bûn.

 

Taybetmendiyên xweser yên Modernîzmê (Ramana Modern)

 

1- Modernîzm, di wateya di ramanê de vekirîbûn, ji desthilatan serbixwetî û di wateya ramanên herî nû yên ku hatine vegotin de tê bikaranîn.

2- Di vê tevgera ramanî de, di dewsa Xwedê de mirov weke navend têne dîtin.

3- Modernîzm, rûyê xwe ji irf û adetên kevneşopî re ba dide.

4- Modernîzm, di zanistê de ezmûnperest e û serweriya aqil diparêze.

5- Modernîzm, hewl dide xwe da ku bikaribe bandûra fîlozofên kevin ya ku li ser pêşveçûna ramanê heye, kêm bike.

6- Modernîzm, dixwaze ku mirov derfetên ramana azad bidest bixin.

7- Modernîzm, xwezayê weke qadeka lêkolînê dibîne û xwediyê nêrînek/terzeka mekanîk e.

8- Modernîzm, hawirdorê wekî qada serweriya mirov dibîne.

9- Modernîzm, dilêrîna ehlaqa ku di bin bandûra ol de bi pêş dikeve red dike.

10- Modernîzm, dilêrîneke ehlaqê ya serbixwe dipejrîne ku di vê dilêrîna exlaqê de hilbijartinên azad yên mirovan girîng têne dîtin.

11- Modernîzm, di dilêrîna xwe ya dewletê de dixwaze ku laîq be.

12- Modernîzm, ramana dewleta razber/nedîtbar red dike.

13- Modernîzm, ramana netewe dewletê diparêze.

 

Modernîzm, carinan jî tê wateya ‘di jiyana rojanê de cîbicîkirina zanistê’ jî. Ji ber vê çendê jî, ji aletên ku di encama rêbazeke zanistî de têne hilberandin, yên ku van haletan bikar tînin û ji warên ku lê ev alet têne bikaranîn re jî, nûjen (modern) tê gotin. Wekî tê zanîn, em Kurd wekî gel an neteweyekê, em ne xwediyê wesfên homojen in. Ji hêla nifûs, erdnîgarî, aborî, siyasî, çandî û olî ve, cihêrengîyeke me ya dewlemend heye û ev rewş, rê li yekkerbûna civakê dadide. Ji dema Peymana Qesra Şîrîn ve, Kurdistan hatiye perçekirin û ji aliyê dagirkeran ve, hemû dewlemendiyên Kurdan, hatine talankirin. Helbet dijwar e ku welatek bikaribe di rewşeke wiha de, li ber xwe bide û saziyên xwe yên modern ava bike. Dema ez dibêjim sazî, ev yek ne tenê tê wateya saziyên civakî yên girgîn (somut, berbiçav) gotina min herweha saziyên nedîtbat (soyut) jî diguncîne. Saziyên wekî ol, siyaset, ehlaq, malbat, ekonomî û hwd. Bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku piraniya Kurdan, bi awayekî vekirî û eşkere hêjî nikarin ramanên xwe vebêjin û hêjî ji bandûra desthilatdaran, xwe rizgar nekirine. Ev yek jî, rê li ber belavbûna raman û zanayiyan digire. Raman û zanayiyên ku em behsa wan dikin, yên şexsên serbixwe û azad in.

 

Di nav Kurdan de, her tişt li gor partiyên wan yên siyasî û rêveberan tê nirxandin û dîtin. Herweha, mirov hêjî wekî navend nayên dîtin. Ramana ebdîtiyê, xwediyê zemîneke berfireh e û xwedîbandûr e. Bandûra ol, li çar perçeyên Kurdistanê hêjî gelekî zêde (mezin) e. Ol, çavkaniya herî mezin ya şirovekirina jiyana gerdûnî û civakî ye. Di rewşekê weha de, şirove an jî ravekirinên şexsan yên wekî takekes û şexs, gelekî dijwar e ku werin dîtin. Fikra laîsîzmê jî, mirov nikare bibêje ku bi temamî di civakê de serwer e. Di rewşeka wiha de, baweriya olî di warê jiyana civakî de gelekî destnîşankar e. Hejmara kuştinên namûsê, tehde û zordestiya li ser jinan û cihêtiya zayendetiyê, rewşeka berbiçav ya civaka kurdan radixe holê û ev rewş, nîşanî me dide ku Kurd, hêjî bi rêbazeke gelek şidyayî bi irf û adetên xwe ve girêdayî ne û behna civakeke feodal xwe dide der. Dibe ku ev rewşa aloz, ji bo kurdên ku li metropolên dagirkeran dijîn ne guncan be, lê ji xwe yên ku em behsa wan dikin, kurdên ku li Kurdistanê dijîn, ne.

 

Rewşa civaka kurdan ya hişkbawer, rê li ber derketina holê ya ramanwer, akademîsyên û fîlozofên nû digire û yên berê jî, mirov nikare bibêje ku baş hatine (têne) têgihiştin. Felsefeya fîlozofên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqîyê Teyran, Mansûrê Hallacvan û gellekî din, hêjî di civakê de baş ne hatiye têgihiştin û vekolandin, da ku li ser fikrên wan felsefeyên nû werin afirandin. Ango, ramanên felsefîk bi awayekî sîstematik berdewam nakirine û nakin mixabin. Di rewşeka wiha de, divê em rastiya mêtingehiya Kurdistanê û qedexeya li ser ziman û çanda kurdan jî ji bîra nekin. Ehlaqa civaka kurdan, xwe li gor ola civaka kurdan organîze dike û bi temamî di bin bandûra ol de ye. Di rewşeka wiha de, ehlaqeke ku ne di bin bandûra ol de ye, dijwar e ku bi pêş bikeve û xurt jî bibe. Herweha, mixabin ku kurd hê ne bûne xwedî dewlet jî (ji bilî perçeyê Başûrê Kurdistanê) û mirov nikare bibêje ku dewleteke wan a girgîn (ji bo hemwelatiyan) heye. Bi tenê, mirov dikare bibêje ramana netewe dewletê di nav Kurdan de gelekî bi pêş ketiye û kurd, bi pirranî dixwazin ku dewleteke wan ya netewî hebe.

 

Ji bilî hebûna dewleteke netewî, armanca gihêjtina dewleta netewî jî, yek ji taybetmendiyên modernîzmê ye, ku mirov dikare bibêje ku ev yek, di civaka kurdan tê dîtin. Nûjeniyên ku di edebiyat û çend warên cihê de têne dîtin jî, ji ber ku li derveyê welêt pêşketine, mixabin ku hê bi temamî ne bûne malê civaka kurdan. Tiştek wiha bi hêsanî nabe malê hemû civakê, ku mirov bikaribe jêre bibêje ev yek wesfekê civakê ye. Ango, divê di civakê de bi gelemperî were dîtin û belav bibe. Afirandina hinek berhemên modern (nûjen), mixabin têra modernîzekirina temamiya civakê nake û bi tenê wiha, wekî hewl danên takekesî dimînin. Wekî gotina dawî, bi hesteke dilşikestî be jî mirov dikare bibêje ku civaka kurdan hêjî ji ‘Modernîzma Kurd’ dûr e û heta ku kurf arîşeyên civaka xwe safî nekin, wê nikaribin xwe bighînin asta modernîzmê jî.

 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Weşanên Soran – 2015 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev