Peymana Rûsya-Dewleta Tirk û Makezagona Nû û Neteweya Kurd

Peymana Rûsya-Dewleta Tirk û Makezagona Nû û Neteweya Kurd

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Sûriye li Rojhilata Navîn di dema şerê sar de jî û nûha jî dewleteke girîng e.

Di dema Şerê sar de Yekîtiya Sovyetan, bi riya Sûriyeyê Rojhilata Navîn kontrol dikir. Di sedsala 21an de, piştî Bihara Ereban û bi taybetî jî piştî ku li Sîriyeyê şerê hûndir geşedan, li dinyayê û bi taybetî jî li dewletên derdora xwe bandor û tesîreke mezin kir. Nûha jî ev tesîr û bandora didomîne.

Li Rojhilata Navîn û heger mibalaxa nebe, dinya bi Sûriyeyê xew dike û bi Suriyeyê radibe.

Sûriye xwediyê beşekî Kurdistanê ye. Loma jî bûyerên li Suriyeyê diqewimin, raste rast li ser neteweya kurd û li ser hemû beşên Kurdistanê tesîr dike û bandora xwe çê dike.

Li Sûriyeyê jî guhertinên gelek bi lezûbez tên rojevê.

Divê em qebûl bikin ku di van rojên dawî de du peymanên girîng, Peymana Dewleta Tirk-Emerîkayê, Peymana Rusyayê-Dewleta Tirk raste rast li ser neteweya kurd bandor danî. Bi wateyeke din, ev herdu peymanan, ji bona kurdan û neteweya kurd çêbûn.

 

PEYMANA EMERÎKAYÊ-RÛSYAYÊ-DEWLETA TIRK LI BERJEWENDIYA NETEWEYA KURD E…

Demekî dirêj bû ku di derbarê Menbîçê û Herêma Ewlewî de di navbeyna Emerîkayê û Dewleta Tirk de li Rojavayê Kurdistanê danûstandin û xebat hebûn. Lê di van danûstandinan de serkeftinek çênebû.

Ev mijara li Civîna Astana ya li Tirkiyeyê jî hat niqaşe kirin. Wek min nivîsandin jî di Civîna Astanayê de di navbeyna sê dewletan (Dewleta Tirk, Îranê û Rûsyayê de),  mijara Herêma Ewlewî de lihevkirinek çêbû. Rusya û Îranê di vê mijarê de Peymana Edeneyê (1998) dest nîşan kirin.

Dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagir kir, li tevayî Rojavayê Kurdistanê jî, ji operasyonekê qal dikir û ji bona vê jî amadekariya xwe dikir.

Piştî Civîna Astanayê ya li Dewleta Tirk, operasyona li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir (9ê Cotmehê). Dewleta Tirk Serê Kaniyê û Grê Spî di demek kurt de kontrol û dagir kir.

Emerîkayê jî, piştî ku operasyona Dewleta Tirk dest pê kir, biryar da ku leşkerên Emerîkayê ji Kurdistanê derkevin. Loma Dewleta Tirk di demekê kurt de serkeftinek nîşan da, ji bona dagirkirinê herdu bajaran pêş ket.

Wê demê Emerîkayê Menbîç teslîmî Rûsyayê û Rejîma Baasê kir. Bi lezûbez jî, bi Dewleta Tirk re ji bona peyman çê bike, gav avêt. Hikûmeta Emerîkayê hat berpirsiyarên Dewleta Tirk re danûstandin kir. Piştî danûstandineke dirêj di navbeyna wan de peymanek çêbû.

Gor vê peymanê: Dewleta Tirk dê li Grê Spî û Serêkaniyê, 120 km li sînor kontrolê bigre destê xwe. PKK/PYDê dê ji wan herdu bajaran dê derkeve, dakevin bin 30-32 kîlometreyan. Ew jî dê di 120 seatan de pêk bê.  Herêma Ewlewî dê di kûraniya 30-32 km.an de ava bibe. Ew herêma dê di kontrola Dewleta Tirk de be.

Peyman di wexta xwe de cî bi cî bû.

Lê piştî Peymana di derbarê Sûriyeyê de him li hundirê Emerîkayê û him jî di navbeyna Dewleta Tirk-Emerîkayê şerekî dijwar, şerekî siyasî û aborî didomîne.

Meclîsa Emerîkayê di (30.10.2019) de ji bona Dewleta Tirk biryara ambargoyê û Qirqirina Ermeniyan du qanûn pejirand.

Piştî Peymana Dewleta-Tirk û Emerîkayê diyar bû ku Dewleta Tirk, divê li rojavayê û rojhilata Grê Spî û Serê Kaniyê bi Rusyayê ve li hev bikin.

Di 22ê Cotmeha 2019an de li Soçîyê di navbeyna Dewleta Tirk û Rusyayê de civîn çê bû. Encama danûstandineke dirêj (6 saet û nîv) peymanek hat li darxistin.

Li Soçiyê Rûsyayê û Dewleta Tirk li hev kirin, ku PKK/PYD ji Tel Rifatê, Menbîcê, ji Kobaniyê, li hemû sînor 30 km. dûr bikeve, di hemû sînor de (Qamişli ne tê de) 10 km. di kûranî de Rûsya û Dewleta Tirk herêma ewlewî çê bikin. Bi hev re kontrol bikin. Dewleta Tirk li Serê Kaniyê û Grê Spî jî desthilatdar be.

Ji bona ku peyman cî bi cî bibe, 150 saet hat pejirandin. Piştî ku ev dema tijî bû, Rûsyayê ji Dewleta Tirk re diyar kir ku PKK/PYD ji herêman derketiye.

Ev peymanan li berjewendiya neteweya kurd e.Herdu  Peyman bûn sedem ku kurd zêde telef nebin û nayên kûştin.

 

MAKEZAGONA SÛRIYEYÊ Û PÊŞEROJA NETEWEYA KURD…

Wek tê zanîn ji bona ku makezagona Sûriyeyê çê bibe, li ser komîsyoneke ji 150 kesî pêkhatî li hev hat kirin. Berpirsiyarên kurdan jî di vê komîteyê cî digrin.

Li Cenevreyê duho xebata Komîsyona Makezagona Sûriyeyê dest pê kir.

Makezagon, qerektera dewletan, rejîman, dezgehên dewletê, berpirsiuyariya wan, hîyerarjiya li dewletê, maf û azadiyan terîf dike.

Makezagon divê peymaneke civakî be. Wê demê divê ji aliyê gelên ereb û  gelê Kurd û kêmneteweyên li Sûriyeyê bi referandûmê bê pejirandin.

Li Sûriyeyê makezagoneke di qerektera peymana civakî de tune ye. Makezagona Baasê û mezheba elewiyan heye.

Loma jî dewlet ya baasê ye, rejîm ne demokrat e û faşîst e, mezhebî ye. Maf û azadiyên hemwelatiyan nayê pejirandin û parastin.

Rejîm, dîktator û totalîter e.

Neteweya kurd û kemneteweyên li Sûriyeyê di makezagona heyî de xwediyê maf û azadiyan nîn in. Nasnameyên wan nayên nas kirin.

Makezagona nû divê dewletê bike dewleta hemû gelê ereb û neteweya kurd û kêmneteweyan.

Rejîm demokrat be, plural be, pirpartîtî be, partlamenter be; ne unîter be.

Ev makezagon divê rastiya sosyalojiya Suriyeyê qebûl bike, gor rastiya sosyolojiyê li çareseriyê bigere.

Dewlet diyar e ku gor sosyolojiya Sûriyeyê û Kurdistanê divê ji herêmên otonom û federal ava bibe.

Kurdistan otonom û an jî federal be.

Neteweya kurd, li Kurdistanê serwer û desthilatdar be.

Hemû maf û azadiyên xwe yên neteweyî, civakî, siyasî qezenç bike.

Zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî.

Ji bona Sûriyeyeke hevgirtî federal/otonom, orduyeke û hêzeke ewlekarî hevbeş divê ava bibe. Hemû hêzên çekdar bêçek bibin. Ordu ji hemû neteweyan û kêmneteweyan ava bibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev