Ji nimûneyên zargotina me – 201

Ji nimûneyên zargotina me – 201

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 200î me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Kilamêd cimaeta kurdaye lîrîkîyê” hildaye, ku sala 1972an li Yêrêvanê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya AKADÊMÎYA ULMA YA RSS ERMENÎSTANÊ” da hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê çend stiranên gelêrî raberî we bikin.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne.Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

HA HAY LI MIN

 

Ha hay li min, ha hay li min,

Serê xanîngê sekinîye lawikê mine,

Şilvar yeke, cêv dudune,

Gula Mîrekê ez û tune.

 

Îşev şeve, şevereşe,

Berf dibare, erd qerqaşe,

Divê, yê orta min û kewa gozelda xeber bide,

Belkî dîn-har bive,

Here ber ocaxa şêxê Reşe.

 

Te çev reşê, dil xişûşê,

Zozan xweşin deşta Mûşê,

Ezê terka çev û birûyê belek nakim,

Heyanî nekevî ber darek dara vê dergûşê.

 

Gundê me gundê van Mîreka,

Emê çirê daynin ser pêteka,

Meyê yarê teze girtine,

Yarê kevin bûne qirik, qijikê ser kuleka.

 

Divê navê hespê gedê min Tahare,

Qevza qema wî kar û bare,

Oro, lawiko, de tu were min birevîne,

Alîkî sûrtê min tera sêve, yek hinare.

 

Ha li ser mera mîrê mezin,

Binîya meda avê gola dilerizin,

Erê bedewê, wextê tê diçî welatê xerîbîyê-xerîbistanê,

Divê xerîb tuyî, deyndar ezim.

 

Hevraz diçim bîn dimîne,

Berjêr diçim bîn çikîne,

Belkî xwedê axayê Mîrekêra qebûl neke,

Çawa nahêle kewa gozel mal bimîne.

 

Divê, navê yara min Eyşane,

Morî-mircanê zenda wê qetyane,

Koka diranê min êşyane,

Ramûsanê qîza kerê pir dermane.

 

Divê, ezê ne Kîkîme, ne Milîme,

Kevotkeke pê xirxale, stu narincîme,

Sedik sî salî kavila Mîrekêda emrê min be,

Welle dîsa rojekê ser gede kurxalê xwe bengîme.

 

Divê, gede lawikê min xeyîdîye bav û birê,

Daye serê rênga, rênga vê Îdirê,

Çawa kesekî xudanê xêra tunîne,

Vegerîne ber sînge, sînga vê çadirê.

 

Kastyûm reşo, kastyûm xweke,

Kêpke xar bû, tu rast meke,

Gava ber derê mala bavê minra diçî-têyî,

Nezera dê û bavê min xirabe bejina tera.

 

Domamê, ez hatime mala bavê te mêvanî,

Tu şerjêke mînga qere ser beranî,

Hergê dê û bavê te go, kanê mînga qere serberanî,

Bê şivanî tole yar bû, çolê nanî.

 

Ezê teyrim, teyrê zivistanê,

Were binhêre gundê Mîrekêda

Heval û hogirê min çûne,

Ez evdalê xudê mame tenê.

 

Gede lawiko, nesekine ber pencerê,

Heyanî stêrka sivê min te derê.

Xelqê têlî delal ketîye derdê hal û malê dinyalikê,

Ez evdalê xudê ketime derdê kewa gozel wê gund derê.

 

Êlê domamê, ezê bostanekî biçînim kundirê bejî,

Ezê avdim pê hêstirê çevê xwe û te jî,

Ezê du rojîya mala bavê tera bigirim,

Qurbanekê bidim –

Bira xudê huba dilê min bavê dilê te jî.

 

Lê bi ziyaretê, lê bi ziyaretê,

Te sor, sipî xale xetê,

Mînga qurbanê wê pey me tê,

De tu were, emê sala îsalin destê xwe bidne destê hevda,

Bivin xûşk û birê vê axiretê.

 

Rênga Tilbîsê kursî-mirsî,

Heçkê hatî, heçkê çûyî, min lê pirsî,

Divê keleş lawikê te

Dixwe ava Kurê, nanê tisî.

 

Bangê Elegezê tê fîke-fîke,

Divê, çawa kesekî xudanê xêra tune

Mîreka mehemda qasekî kêleka min rûnî,

Birînê dilê min derzîke.

 

Mîreka mezin dev gêlîda,

Karxana şewitî serda sîda,

Heyfa te qîzê, heyfa te bûkê,

Çawa destê te girtin dane mêrê bîda.

 

Derê malê pêcedeye,

Pişta malê pêcedeye,

Keleş lawikê min hatîye-çûye, bêmedeye,

Bira xudê xirav bike mala bavê teye,

Her û hergav qirara serê min û teye.

 

Teze hatî vî welatî,

Dêre çîtê, mêzer qatê,

Par vî çaxî ramûsanê tereza terez yek manat bû,

Îsal pêra bextê minra bûye sed manatî.

 

Çûme çiya, çiya melûle,

Daketim rasta genim hûre,

Bira xudê mala qomsî-nemama xirav bike,

Çira îsal pêra dilê min kewa gozel hev dimîne.

 

Lê, lê terezê, xerîb ez û tune,

Gundê Mîrekêda hizreta xeverdanê hevdu bûne,

Bira xudê kurê qomsî nemama bikuje,

Çima sala îsalin dilê min û tereza terez hev dimîne.

 

Mîreka çûk çend mal têda,

Ezê agir berdimê ji sibêda,

Wekî xelqê têlî delal go çiye, çi nîne,

Ezê bêjim dengê kew gozelê nayê têda.

 

Gelî kûr bû, ez daketim,

Qicî hûr bû, pêda ketim,

Ezê kavila Mîrekêda

Bilind firîm, alçax ketim.

 

Sibeye, sibe nabe,

Dengê kewa gozel binîya malê betal nabe,

Wekî yazîke xudê kiribe, destê evda betal nabe.

 

Dilê min hêlûna teyrê narîn,

Teyrê narîn hêlûna xwe çêkirîye kanîya Qaplan, hafa vî zinarî,

Teyê usa serê min kirîye,

Nanîye serê Îvongê kurmexarî.

 

Ezê teyrim, teyrê baxa,

Ezê hêlûna xwe çêkim Mîreka mezin, orta herdu taxa,

Teyê sala îsalin dilê min daye ber van daxa.

 

Ewirê payîzê min kirine gazî,

Dara belgê xwe avîtin, mane rût û tezî,

Wî gundîno, hûnê Mîrekêda çi ruyê min dixwezin.

 

Lo, lo gede, mesekine ser palkonê vê belayê,

Kincê formê xwedikî,

Kincê mişakîyê qe lê nayê,

Ezê dikim pêra birevim,

Kurê bêbextane, îtbara min lê nayê.

 

Êrê terezê, nesekine ber îstolê,

Neqetîne benê solê,

Ezê derdê dil îsal pêra dîn-har bûme, ketime çolê.

 

Ezê çûkim, çûka devî benda,

Xwezka minê zimanê dê û bavê te bixwenda,

Minê bigota darekê şîn bûye hewşa mala bavê teda.

 

Îro şeşe, sibê hefte,

Ezê serê rênga vê Mîrekê bûme darik-texte,

Çira sala îsalin halê dilê minra kewa gozel wê bêbexte.

 

RÊZA GUNDA

 

Ezê vê sibê hêdî-hêdî, ûşîk-ûşîk, yêla-yêlan, kamas-kamas

Minê berê xwe dabû Eşterekê way-way,

Eşterek wê cîyê sêvane, tirîyane,

Karpî cîyê qawin û qerpûzane,

Îlan-çalanê poşta qazaxane,

Ekmek gyût wê çelêdane,

Qerekilîse mêrg û çîmane,

Kûçek nav kirane,

Aparan gundê çem-kanîyane,

Qeranix nav mêşane,

Tenegirmes dêmî-dêmistane,

Mîreka Mezin gundê li şêxan û pîrane,

Mîreka Biçûk gundê began û beglerane,

Mêlîkend gundê melîkane,

Quruboxaz cîyê sertenîyane,

Qundexsaz gundê dewletîyane,

Korbilax serê çiyane,

Herdu Poşt û Senger ew jî ser Rojkane,

Camûşvana Mezin gundê cêcane,

Camûşvana Biçûk gundê şêxane,

Pampe cîyê gewrane,

Dive ezê vê sibê hêdî-hêdî, yavaş-yavaş, ûşîk-ûşîk, yêlan-yêlan, kamas-kamas,

Minê berê xwe dabû Cercerîsê way, way, way,

Taxa pişva ya Pîvazane, ya pêşva ya Beravane,

Ya ortê halê dilê minra ya çîla, bedewa, dupa van rindane.

 

Divê, tilîyê min here çevê dê û bavêra,

Çi mêrekî dîtibûn qîzêra,

Kirasekî hatibû nav malane,

Berxkêlê li berxane,

Revêd revê li pane,

Kavrane-kavranê gane,

Tase şîrê qîzane,

Elbe şîrê teyrane,

Barek sturîyê li merane,

Ev kirasê hana ne layîqî teye,

Layîqî Seyrana Melle Mûsane.

 

LÊ DÎNÊ

 

Lê-lê, lê, lê, lê dînê!

Dînê, kavlî gunda serê min dêşe, kêfa min tunîne,

De tu rave, hêdî-hêdî, yavaş-yavaş, kilîtê derê qutîya Magarê xîne,

Titûnek ji titûna Mûşê minra cixarekê bipêç, bîne,

Destê xwe ber pişta kirman hilgerîne,

Qutîya darik û darçîna, mêxik, zencefîla jê derîne.

Destê xwe ber qolê zêra hilgerîne,

Hebekê xuêdana enîya xwe paqiş bike, niqitk-niqitk pê bireşîne.

Ez evdalê xudê qulabekî lêxim, welatê xerîba bila sebra dilê min evdalê xudê birevîne.

 

Dînê, ha dînê!

Wekê li germa havînê mêrê te bimire,

Minê sond xarîye nayême şînê.

Dînê, ha dînê!

Ezê gava dinê kavlî gundada berjêr diçûm,

Zerî sekinîne li bindarûkê,

Zerîya dilê minê kete hay dudya –

Yek koçera serî çiya, yek qîza riaeta jê di gundîya,

Ezê çûme pêşîya qîza riaeta jê di gundîya,

Minê go – domam, tê sibê zû dikevî nanê pala, teştê, nîvro-firavînê,

Êvarê, teybîrê û şîvê,

Minê terka qîza riaeta gundîya dabû,

Ezê gihîştime koçera li serê çiya,

Ezê ketime nava reşkona,

Gulan û sosina,

Minê bala xwe dayê, xelqê delal li derê siya konekî sekinîbûn,

Minê silav dabûyê,

Ewê silava min evdalê xudê elekvedabû,

Kirasekê ser çoka didrû bi derzîya,

Kula dilê minra dineqşîne bi tilîya,

Ezê pêra ketime gilî û gotina, henek û laqirdîya.

Minê destê xwe avîtîye kêrî mila,

Destê minê kete baqê reşgulîya,

Ser minda xar bûye hesavê so û pêjekê çevkanîya,

Ezê hêja pêra ketime henek û laqirdîya.

Minê go: -Domam, heft salê min û te hene ji bona evînîya dilan û çar çeva,

Were ramûsanekê min keremke.

Go: -Lawiko, ji te xwestine, ji min îzine,

Ez evdalî xudê hêja çûme mala berî rûya,

Xwe filitîm, ji kerba sêsid şêstûşeş movikê pişta min hevra ha dêşyan.

 

Dîna min, ha dînê!

Wekî mêrê te ji germa havînê bimire,

Minê sond xarîye, nayême şînê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev