Pirsa we û bersîva me – 150

Pirsa we û bersîva me – 150

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: Gelo hûn dikarin hinekî behsa LÊKERA HEBÛNÊ Û BÛNÊ bikin?

 

Bersîv: Neyîniya lêkera BÛNê “ne”bûn û ya HEBÛNê jî “tine”bûn an jî “nîn”bûn e.

 

Lêkera bûnê:

 

Ez … im.

Tu … î.

Ew … e.

Em … in.

Hûn … in.

Ew … in.

 

Mînak:

 

neyînî ji bo BÛNê:

 

Ez ne dîn im. 

Tu ne dîn î.

Ew ne dîn e.

Em ne dîn in.

Hûn ne dîn in.

Ew ne dîn in.

 

neyînî ji bo HEBÛNê:

 

Dareke min tine/nîn e.

Dareke te tine/nîn e.

Dareke wî/wê tine/nîn e.

Dareke me tine/nîn e.

Dareke we tine/nîn e.

Dareke wan tine/nîn e.

 

Lê carinan neyîniya lêkera BÛNê jî weke ya HEBÛNê bi awayê “tinebûn/nînbûn”ê tê çêkirin.

 

bo nimûne:

 

Ez dîn nîn im.

Tu dîn nîn î.

Ew dîn nîn e.

Em dîn nîn in.

Hûn dîn nîn in.

Ew dîn nîn in.

 

Çavkanî: Hussein Muhammed

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev