”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê sisîyan” li Tirkîyê – 1

”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê sisîyan” li Tirkîyê – 1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê sisîyan” li Tirkîyê”. Em îro beşa pêşin raberî we dikin. Beşa duduyan emê heftêya bê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 201

 

Komên serkarîkir yên Tirkîya kemalîstîyê, ku serhildana Araratê di nav xwînê da mewicandin, badilhewa bawer dikirin, ku ji wan ra li hev hat ser demeke dirêj kurdên rohilata welêt mihalîm bikin. Hêza tevgera kurdan ya miletîyê şikest, lê ew hemû sebebên sosîalî û sîyasî wek berê man, ku dibûne bingehê nerazîbûnên kurdan. Rêwîyê Fransîyayê Balsan nivîsîye, ku di hindava kurdan da ”Kemal di hemû alîyan da çav daye zordestîyên sultanan”33. Di nav bangawazîya hukumeta Tirkîya Komarîyê ya ber bi kurdan da (têksta wê ya rasteqîn û roja nivîsara wê ne hatîye peydakirin) sozdayîn hebûn hemû serdestîyên medenîyetê bidine Kurdistana Tirkîyê – ango, rêyên otomobîlan û trênan çê bikin, dibistanan û nexweşxaneyan ava bikin, aramîya binecîyan ya di bin kefîltîya hukumetê da biparêzin û h.w.d. Lê di eynî wextê da li wir gef dixwerin, ku wê hemû dijmin û neyarên desthilatê ”bi bêwijdanî qir bikin”34. Beşa pêşin ya wê dêklarasyonê pir sînorkirî hate pêkanînê, hema bêje weke misqalekê, lê beşa duduyan – hema bêje bi temamî hate pêkanînê. Warê binecîyên Anatolîya Rohilatê, ku piranîya wan kurd bûn, wek berê warê welêt yê herî paşketî, belengaz, kesîb û bê maf bû. Lema jî hemû bingeh hebûn, ku kurd nerazî bin û serî hildin, û ew di nîveka salên 30î destpêkirî bi navbirîyên biçûk va qewimîn.

Zordestîyên herdemî yên desthilata Tirkîyê dijî kurdan ne tenê alî milahîmkirina rewşa aloz ne kirin, lê eksî wê, her tenê hêrsa kurdan rakirin, ew kîndar kirin. Di gulana sala 1934an da li Dêrsimê dest bi tevgerekê bû. 25 hezar leşkerên dewletê derxistine himberî kurdan. Li Edenê mehkemeya ser tevgelên serhildana Araratê xilaz bûbû. Ji bo 25 merivan cezayê mirinê derxistin (di nav wan da Şêx Elî û zabit Kyor Mustefa), 57 kes cezayê xebata pir dijwar sitendin, 90 kes jî kirine hebisê. Di tebaxa wê salê da sê kes darda kirin – Sewisogli Elî, Qulîxan Bekir û Ebduloxli Şukru (gorî malûmatîyên din 4 kes hatine dardakirin). Hema wan deman jimareke bê hesab mezin kurdên ser sînorên Farizistanê bi destî zorê sirgûn kirine (herwiha bi razîbûna desthilata Farizistanê jî, ji ber ku hinek ji wan hemwelatîyên Farizistanê bûn) navçeyên Tirkîyê yên roava welêt. Kurdên Botanê dema bihîstin, ku gefa dixwin, ku wê kurdan sirgûn bikin, rabûne tevgerê. Gelek kurdên Tirkîyê revîne Sûrîyê û tirkan herdem hewil dida wana careke din vegerîne Tirkîyê, lê ew yek jê ra ne çû serî35.

Ne tenê bi nav û nîşanên miletîyê, lê herwiha yên dînî jî dû kurdan diketin. Wan deman li tevaya Tirkîyê kampanîyake dijî dîn dihate derbazkirin. Di gulana sala 1935an da cara pêşin di nava kurdên mihacirkirî yên Başûr-Roava Tirkîyê da hişyarî xuya bû, pêşî li Mîlyasê, paşê Îspartê, Muxlê, Aydinê, Meraşê, Bolwedînê û li warên din. Serekê tevgerê navdarekî ruhanî Beddî Uzzeman Sehîd Kurdî bû (xuya ye, elewî bû), ku berê mehkemeya wî kiribûn bona tevî serhildana Şêx Sehîd bûye. Girtina wî li Mûşê, di tîrmeha sala 1935an da, herwiha girtinên kurdên elewî, ku hema di wan deman da li Mîlyasê, Bûrsê û Meraşê qewimîn, bûne sebeb, ku milet serî hilda û di pevçûnan da qaymeqaym û muftîyê sunnî hatine kuştin. Leşker şandin bona rewşê aram bikin36. Çapemenîya Tirkîyê û ya beşeke Roavayê hewil didan wê serhildanê bi tevbûna ji der va bidine girêdan, wek bersîva rêformên pêşverû yên Ataturk. Lê di rastîyê da di wê da ne tenê şikyatên kurdan yên di hêla dînî da xuya dibûn, lê herwiha yên di hêla miletîyê da jî: ji ber ku kurdên ne sunnî li Tirkîyê dubare dihatine zêrandinê.

Dema hukumeta Tirkîyê zora wê serhildanê bir, wisa bawer bû, ku qezîya ji herêmên kurdan yên welêt, ku li rex sînorên Îranê, Îraqê û Sûrîyê bûn, hatîye hilanîn. Gorî malûmatîyên baylozxaneya Amêrîkayê, eger di sala 1934an da ji sê parên ordîya Tirkîyê du par ji Enqereyê ber bi rohilatê hatibû bicîkirin, lê di sala 1935an da – ber bi roavayê. Dîplomatên Amêrîkayê sebebê wê yekê di wê da didîtin, ku piştî peymana bi Îranê ra û sirgûnkirina gelek kurdan ber bi roava û başûr-roava Tirkîyê, ”rewş li wilayetên rohilatê bi carekê va guhêrî”. Ewana ew yek wisa şirove dikirin, ku Tirkîye îdî hew ji ”Sovêtan” ditirsîya37. Meriv dikare di ser da zêde bike, ku li Enqereyê îdî kêm ji serhildanên kurdan ditirsîyan. Piştî ku ji heq-hesabên kurdên elewî yên Başûr-Roavayê hatine der, dima tenê ocaxên dawî yên berxwedana kurdan ya miletîyê bidine hilanînê, ku ji wana ya sereke Dêrsim bû, ku piranîya binecîyên wê kurdên zaza bûn û ew jî elewî bûn (diha rast, elî-îlahî an jî ehlê heq bûn). Kurdên Dêrsimê li warên çiyayî diman, xwedî rêxistineke sosîalî-eşîrtîyê yê serbixwe bûn, herdem hev digirtin û bi xurtî nîv serxwebûna xwe ya ji desthilata navbendî û herêmî diparastin. Her deman jî desthilata tirkan mecbûr bû bi statuya Dêrsimê ya hema bêje otonom ra hesaban bike. Hukumeta Ataturk biryar kir qira wana bîne.

Armanca sereke, hilbet, bikaranîna hêza leşkerî-polîsî bû, lê desthilatê ji derbazkirina mecalên admînîstratîv dest pê kir: kurdan asîmîle bikin, rê li ber her cûre daxwazên bona guhêrîna jîyana wan ya sîyasî bigirin, him di hêla sîyasî da, him jî di hêla kûltûrî da. Sîyaseta ji holê rakirina tevgera kurdan bi binpêkirina her mafên kûltûrî ya Kurdistanê ra tevayî dihate rêvebirin, lê hewil didan pirsên civakî-aborî çareser bikin (çêkirina rêyên otomobîlan, rêyên hesin, dibistanan, nexweşxanan û yên din)38. Karên ha bi destî zorê, bi rêyên ne dêmokratîyê dihatin derbazkirin û armanca wan ew bû, ku bidine xuyakirin, ku Enqere bi ciddî dixweze, bi gotina rohilatzanê Fransîyayê N. De Bîşof, wê ”pirsa bi xeter” ji holê bide rakirin. Sîyaseta wisa, rohilatzanê farnsiz bi heqî texmîn kirîye, ”dikare bi têorêtîkî bi ser keve û dijî mêkanîzma bûyerên sîyasî ye li Asîyayê” û lema jî wê bi ser nekeve; kurdên kêmjimar bingehê komarê yê miletîyê û ”rêxistina Tirkîyê ya sosîalîyê” nahedimînin39. Lê dîsa jî hukumeta Tirkîyê di hindava kurdên zaza yên azadîxwaz da sîyaseta wisa ya hovane derbaz dikir.

Bûyerên li Dêrsimê, ku zêdeyî du salan kişand (ji nîveka sala 1936an heta dawîya sala 1938an), di nivîsan da navê ”şerê kurdan sê şorişgerîyê yê sisîyan” lê kirin. Taybetmendîya wê di wê yekê da bû, ku ew ne kurd, lê hukumeta Tirkîyê destpê kir, ya duduyan jî, ew bûyereke lokal bû û tesîreke mezin li ser herêmên Kurdistanê yên din ne kir. Bi vî awahî, ew serhildana dawî bû ji zincîra wan serhildanan, ku di salên 20-30î yên sedsala 20î li tevaya herêmên kurdan qewimîn û meriv dibêje qey têkçûna dawî ya tevgera kurdan ya miletîyê bû di wê demê da.

Di hezîrana sala 1936an da hukumetê êrîşên ciddî bire ser kurdên zaza yên Dêrsimê. Her tişt ji bûyereke bi nav û nîşan dest pê bû – ji xerîta erdnîgarîyê navê ”Dêrsim” hate hilanîn, ku sîmvola azadîxwezîya kurdan bû. Navê wilayetê kirin Tuncelî û mezîla wê gelek kêmtir kirin. Dewsa Dêrsima berê wilayetên Elazigê (Elezîz an jî Mamûretul-Ezîza berê, ku jê ra herwiha Xarpût jî dihate gotin), Tuncelîyê û Bîngolê saz kirin û serekê wê jî cezakarê hov gênêral Ebdulle Alpdogan bû, ku di nav demeke kurt da li wan wilayetan rewşa awarte îlan kir40. Armancên hukumetê zelal bûn: hevgirtina kurdên zaza ya bi sal û zemanan sazbûyî, ji hev bixin, bona bikaribin beş-beş ji heq û hesabên eşîretên, ku nayêne rayê, bêne der. Tevaya binecîyên Dêrsimê bi van emelkarîyên desthilatê va pir aciz bû. Serekê kurdên Dêrsimê, serekê eşîreta Ebbasûşagî Sehîd Riza bû serokê serhildana kurdên Dêrsimê.

Lê ne kurdên Dêrsimê û ne Sehîd Riza, lê serokatîya Tirkîyê ya leşkerî ya bi serokatîya Alpdogan sûcadrên xwînrêtinê bûn, ku di havîna sala 1936an da destpê kirin bi cûrê zordestîyê Dêrsimê ”medenî” bikin. Di meha çileya paşin sala 1937an zagûnek hate qebûlkirin derheqa asîmîlekirina kurdan da, ziman û erf-edetên kurdî qedexe dikirin, ne dihîştin cil û bergên miletîyê li xwe bikin, şîn û şahîyên xwe gorî rê û rizma miletê xwe derbaz bikin û h.w.d. Binecî mecbûr dikirin xebata bi maeşekî hindik bikin û bacên mezin yên taybetî bidin. Li gundîyan qedexe dikirin titûnê biçînin, bona nehêlin ew reqîbên titûnbêcerkirên tirk bin. Bi destî zorê ne dihîştin gundî herine zozanan. Bi kurtî, bi her awahî cî li kurdan teng dikirin û dawîya vê yekê xuya ne dibû41.

Kurd li himber van hemû tirsfirandinan û çavtirsandinan çek hildan bona ber xwe bidin. Bi vî awahî, kurd hema di destpêkê da ne êrîşkar, lê xweparastvan bûn, lê hukumetê opêrasyona leşkerî-polîsî derbaz dikir, ku zûtirekê derbazî şerê rasteqîn yê dijî eşîretên zaza yên Dêrsimê bû42.

Payîza dereng û zivistana salên 1936-1937an da di rûyê hewa ne baş da li Dêrsimê her tenê şerên herêmî dibûn. Şer di havîna sala 1937an da tam sincirî. Rewşa li Dêrsimê ser dereceya dewletê dihate minaqeşekirin, li Meclîsê li ser wê rewşê sekinîn, serekên dewletê yên here mezin – serokkomar Kemal Ataturk, serekwezîr Îsmet Înenyu û Celal Beyar, wezîr çareserîya wê pirsgirêkê digerîyan.

Hewildan hatine kirinê berxwedana kurdên Dêrsimê bidine bendkirinê û ji bo wê yekê plana rêformên sosîalîyê û admînîstratîv li Kurdistana Tirkîyê îlan kirin. Soz dan, ku piştî aramîyê wê 1) riyan, piran, dibistanan û nexweşxaneyan çê bikin; 2) leşkerîya di ordîyê da û bac berevkirin wê rêform bikin; 3) desthilata derebegan, axan û şêxan wê bidine hilanînê; 4) wê ûsyanvanan sirgûnî wilayetên welêt yên bakur bikin43. Femdarî ye, ku kurdên Dêrsimê ev rêform qebûl kirin wek pêpeskirina erf-edetên xwe, wek nuxsankirina gelê xwe û destpê kirin bi her awahî mafên xwe biparêzin.

 

(dûmayîk di heftêya pêş me da bixwînin)

 

Riataza

 

33 Balsan F. Les surprises du Kurdistan. P., 1944, rûpel 16.

34 Hamilton A. M. Road through Kurdistan. The Narrative of an Engineer in Iraq. L., 1937, rûpel 295-296.

35 OM. 1934, hejmar 9, rûpel 441-442; NEI. Hejmar 1215, August 1934, rûpel 684; Schmidt D. A. Journey among Brave Men. Boston-Toronto, 1964, rûpel 58-59.

36 OM. 1935, hejmar 5, rûpel 204; hejmar 7, rûpel 314; NEI. Hejmar 1253, 23.05.1935, rûpel 642.

37 FR. 1935, vol 1. Wash, 1953, rûpel 1037. Baylozê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî li Tirkîyê Robêrt ji bo P. Skinnêr – sêkrêtarê dewletê ra. 03.07.1935.

38 Gênêral Arfa destnîşan kirîye, ku çêkirina riya hesin li Anatolîya Rohilatê ne tenê xwedî kemala stratêgî bû (dijî Yekîtîya Sovyet), lê herwiha ya dijî kurdan bû jî. Lê, çiqasî jî pereyên mezin xistine nava aborîya wê herêmê û çêkirina riyan da, herwiha hewildanên ku mihacirên ji Balkanan bînine wê herêmê, dîsa jî Anatolîya Rohilatê warekî bê rewş bû û mihacir ne bi kêfxweşî li wir bi cî dibûn. Kurd ji miletên êtnîkîyê dîsa jî yên here pirjimar bûn. Aborîya Kurdistana Tirkîyê wek berê sist pêşketî bû. Karê desthilatê yê sereke li wir ji holê rakirina sîstêma eşîrtîyê, bê çekkirina kurdan, nuxsankirina zimanê dayîkê, hilanîna çek-rihalên miletîyê, erf-edetan û h.w.d. bûn (Arfa H. Kurds, rûpel 44-45).

39 Bishoff N. de, La Turquie dans le monde. P., 1936, rûpel 174/176.

40 Binhêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da. Yêrêvan, 1990, rûpel 186-187; Tevgera kurdan di dema nû û ya here nû da. M., 1987, rûpel 159.

41 Rambout L. Les kurdes et le droit. P., 1947, rûpel 39-40; Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû ya wilayetên bakur-rohilatê yên Tirkîyê. Tb., 1948, rûpel 150.

42 Hûrgilîyên derheqa opêrasyonên leşkerî li Dêrsimê binihêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 185-200. Gavan sebebê acizîya kurdên Dêrsimê di sîyaseta tirkkirinê û mêtodên faşîstîyê yên di serkarîkirina herêmê da didît (Gavan S. S. Kurdistan: Divided Nation of the Middle East. L., 1948, rûpel 26-28).

43 OM. 1937, hejmar 37, rûpel 323-324.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev