Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” – 5

Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” – 5

Xwendevanên delal, em tevaya kitêba serbilindîya gelê me Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi sernavê ”Adetên Kurdistanê” bi amadekarîya heyranê malpera me birêz Qasimê Xelîlî beş bi beş raberî we dikin. Qasimê Xelîlî herwiha karê dîjîtalîzekirin û redaktekirinê jî kirîye.

Malpera me jî wê hinek şaşîtîyên di dema amadekirina berhemê rast bike, wek navên nivîskar û lêkolînerên biyanî, ku di pirtûkê da şaş hatine çapkirin.

Fermo, îro em berdewama destpêka wê berhemê raberî we dikin, weke ku Mele Mehmûd Bazîdî nivîsîye.

 

Û adetêd jinêd wan in ko li ser zarokêd xwe rûtinin û naçine şû (naçine mêr). Wekî dinê ekserêd wan di muharebe û şerî de temenî dikin. Eger merovek bi ecela xwe fewt bibe dibêjin, “Mixabin, xwazîya di şerî de fewt bibuwa.” Wekî din, Ekrad di şerî de ji hevûdu şerm dikin. Eger di dil de jî cesaret tune bin, elbette ji şerma oldaşan dê şerî bike û ya bête kuştin. Ekrad di şerî de gazî yekûdu dikin û xeyret didine yekûdu. Eger mirovek bireve, paşê êdî qedrê wî namîne û jin û mêr tif (tû) dikin ruyêd wî û mesxere pê dikin û di meclisan de qehweyê di qûna fincanê de didine wî merovê revî û midetekê jina wî jî ewî nadite xeberdan û her rojê ewî pîs dikin. Yanî di Ekradan de di şerî de “revîn ji mirinê xirabtir e”. Merov bi mirinê razî ye, lakin bi wan rezaletan razî nîne. Ji boy wê xeberê Kurd narevin…

Zehf ta’îfe heyîn ko daîm digel yekûdu dijmin in. Û kî derê rast yekûdu bên eger firsetê bibînin hevûdu dikujin û bi xweser bê emrê hakimê leşker dikin û diçine ser malêd yekûdu û talan dikin. Lakin jin di nîva wan de muraxass in. Ew destê xwe li jinan hilnagirin û dijminahî digel jinan nakin û qewî zêde xatirêd jinan çav re dikin. Jin biçe rica xwînê jî, dibexşînin…

Di welatê Bohtan û Hekarî û Bahdînan de di nîva xwecihan de jî zehf neyarî dibe. Du gund ya du qeza û yaxûd di gundekî de nîvî kenarek û nîvî dinê kenarek dibin û digel yekûdu rojekê de du sê şerî dikin û ji du terefan merov telef dibin û çeperan girê didin û şeşxanan davêne yekûdu. Esla mêrek nikare ji mala xwe bi derkeve. Dîsanê jin di nava gundî digerin û diçine malêd yekûdu. Jin muraxass in. Kesek ewan nakuje. Îlla ji boy şola xirab êdî kes ricaê jî nakin, îlla dikujin. Weko weha nebit jinêd Ekradan ji xelkê narevin, paşê gelek xirabî dibî. Lakîn ji kuştinê ditirsin. Çawanî bibe ko yek şola xirab dikin û têne kuştin. Bê kuştin qet’a mimkun nabin…

Ekrad rojêd înîyan seferê nakin. Şowm dizanin û roja sêşenbê jî nehs dizanin. Weko merovek li ser şolekî bibehnije, eger carek be “sebr” dibêjin, elbette wî şewlî û yaxûd wê seferê nakin. Eger du caran bibêhnije “tehcîl” dibêjin ew î zerar nîne ewî şolî dikin. Wekî merovek biçite seferê îptîda ko ji mala xwe bi derdikevit eger jin bête oxira wan û yaxûd cerî vala bête oxira wan zehf şowm hesêb dikin…

Û nezer heye. Ekrad nezerê rast dizanin û gelek jê îxtirazê dikin. Guya merovê ko kose û mûzer û çavşîn bibe ji nezera wî merovî elbette ditirsin. Weko merovî bi vî sûretî bibînin ji wî zehf îxtirazê dikin…

Ekrad di reşê de jî weko ê berfê û korî rêçê û dewsê digerînin û dizanin. Weko bi şev sehêd wan direyin ew ji rêyîna seî fehm dikin ko ew se merov dîtiye û yaxûd dehbe dîtiye û bi şev guhêd xwe didine erdê, guhdarî dikin ji dûr ve eger siwar bên ew ji dengê erdê fehm dikin û bi wî terefî diçin.

Gelek şolêd wan heyîn, guya ewan ceribandine. Ji wan alametan guya fehma şewlekî bûyînê dikin. Mesela: Weko bizin qemçika xwe berjorê bike ew dizanin ko wê rojê baran nabare. Eger bizin qemçika xwe berjêrê bikitin ew dizanin ko di wê rojê elbette baran dê bibarit…

Weko têrek bête derîê malê û bike gazî, ew dizanin ko dê ji misafirî xeber û cewab bêtin.

Weko kitik (pisîng) bi destê xwe rûyê xwe bimalin, ew dizanin ko dê mêvan bêtin.

Weko parî di destan bifiritin û yaxûd ji hevîrê weko jin dibirrin kerîk bifire ew dizanin ko dê mêvan bêtin.

Eger li dora şemalê (mûm) pîrîk peyda bibin ew dizanin ko dê ji bo wan ji der ve kaxez bêtin.

Eger solêd wan yekûdu siwar bibin guya sefer waq’ia dibî.

Eger nîva destê rastê bixure guya ji boy wan ji cihekî diraf têtin. Eger nîva destê çepê bixure elbette dê şerek peyda bibe û ji boy şerî hazir dibin.

Eger qapaxa çavê rastê bavêje ji boy wan guya mizgîn têtin û şa dibin Eger qapaxa çavê çepê bavêje bela nazil dibî û mehzûn dibin. Xulasa ji boy hereketa temarêd bedenê hemûyan her yek tecrûbeyek li nik wan heye.

Eger keskesor li kenarekî peyda bibî, guya li wî kenarî dibitin erzanî û eger êvarê û sibê şewqekê sor li damana ezmanan peyda bibitin, guya li wî kenarî şer û ceng peyda dibitin.

Eger navê yekî bi xeletî bi mirinê bi der keve guya ew merov paşê dijî.

Weko keçek dayîne (dane) mêr -bişû- lakin hêj nebirine, mêrê wê bi emrê Xwedê mir, ewê jinê şowm hesêb dikin û “serxure” dibêjin û zehf kes êdî nabine talibê wê jinê. Îlla eger du caran weqia bibe êdî mazalla kesek li wê jinê naxwazî. Lakin eger jin bimire û mêr bimîne ewî bi şom hesêb nakin. Bilanê deh caran jî weq’ia bibe…

Extiyar û pîrejinêd wan, ciwanan berhevdora xwe dikin û şewlêd dinê û emwarêd lazime ji boy wan dibêjin û hewarîya wan dikin û ji serpêhatîyêd xwe ji boy wan neql dikin, ko filan weqtî weha bûye, filan bi vî terzî kiriye û li filan şerî weha bûye. Tarz û rusum û ayînêd şerî ew îxtiyar ji boy lawan neql dikin û ehwalêd malan û rusumêd (resmiyet) jinan ew pîrejin ji boy keçan û bûkan neql dikin. Û şîreta wan dikin, çawanê mele dersêd suxteyêd xwe diditin û ew ciwan jî şîretêd wan digirin û ji xebera wan bi der nakevin. Weko şayed şolekî dijwar û zehmet li wan peyda bibitin û ji wan kal û pîran tedbîra wê şewlê pirsiyar dikin û ji emrêd mezinêd xwe bi der nakevin…

Ehlê Ekrad eger xwecih -yên nekoçer- û eger rewend, qewî zêde hakimperest û axaperest in. Zêde îtaeta hakiman û mîr û axan dikin. Bilanê hakimêd wan fileyek jî bibitin êdî zêde îtaet dikin, lakin ji hemcinsêd xwe dexsê dikin. Bi înad û kîn û qideret in. Eger ji cinsê wan yekî jê re bibine hakim û axayêd wan, îcarê ewî qebûl nakin û îtaeta wî nakin. Elbette fesadîyekê peyda dikin…

Eger Ekrad îhsan û kerem û qencîyê ji yekî bibînin ji bîhr qeh nakin. Daîma wê qencîyê di nava xelkê de di meclisan de dibêjin, û xirabî jî kezalîk. Û ji ber awza qencihê daîm merama wan ew e ko xizmetekê bikin, ji ber xirabîyê jî mibadele wê bi xirabî û heyfê bikin. Ew dibêjin ko qencî jî û xirabî jî winda nabin. Û xeberdan û cewabê de bêperwa dibin, hakim bit jî elbette cewaba heq dibêjin û natirsin. Bilanê ewî teezîr jî bikin. Elbette wê cewabê dê bibêjîn. Ji xeberdanê de xwedîcesaret in, eger bibine kuştin jî dîsanê ji xemê nîne. Yanî birastî ji kuştinê weko melalêd mayî ji kuştinê natirsin û dilêr in…

Û hespêd sipehî û cins di nîva wan de heyîn. Çar cins hesp heyîn: keêl, hed, seklawî, mîeng. Necdî jî peyda dibin, lakin kêm heyîn…

Û her siwarekî cengê pênc-agirî dixebitin. Cotek tabanca di qeborê da û cotek tabanca li ber piştan û qerebîne û rim û şûr û sê zirgan jî li ber tenga hespî da dikin. Xulasa siwarekî de deh derb heyîn. Wisan siwarêd mahir heyîn ko agir ji agirî nabire, qewî çapik siwar dibin…

Hespêd wan qewî zêde bi dewam û şewlekar dibin. Lewranê dibêjin şev û rojê lê suwar dibin û zehf zorê didine hespa û di şeran de jî Ekrad hespêd bieylem diemilînin û çi qas ko nebûye tengî, zorê li hespêd xwe nakin û dihewêşînin.

Hespêd wanî cins şev û rojan ji tirsa dizan revandinê bi qeyd dibin û mifteh jî li nik xweyê malê dibî. Lakin daîm hespêd suwarîya şev û rojê; zîn û hazirlixab li qerpuza zîn dibin û çek û sîlehêd wan tijî û tîzkirî ye. Lewranê weko îqtiza bikitin ew Ekrad filhal li ser pişta hespî lazim in. Daîm ew hespêd xweyîzînan ceh didin û qenc xweyî dikin. Yanî ew qeder îhtibar nakin ko hespêd xweyîzînan bibin û bitewlînin. Bila ko rojekê de du û sê hewarî peyda dibitin. Lewra li ber derê konî girê didin û hazir dibe. Biharan weko biderketina konan çek û sîlehêd daim şev û rojan heta diketine qişlaxin xanîyan. Lakin di xanîyan da êdî rehet in. Hewar û gazî nabî.

Ekserêd ekradêd dewlemend diraf û giranîya malêd xwe dibin û li bazaran dostêd wan heyîn, biemanet datînine nik dostêd xwe, weko lazim dibî diçin û tînin. Lewranê îtibara wan li konan nabî. Ji dizan û ji talan û dijminan emîn nabin. Ekrad bi xwe dibêjin ko dewleta me ya qişlax e û ya qûşlix e. Bê îhtibar e yanî heyam e yanî eger pez û dewar bi zivistanekî şedîd qir dibî û xilas dibe û yaxud bi taştiyekê ew mal û dewar diçine talanê û dijminek tê dibitin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *