Rûsya êdî şirîka rêvebirina Sûrîyê

Rûsya êdî şirîka rêvebirina Sûrîyê

Roşan Lezgîn

 

Rûsya êdî şirîka rêvebirina Sûrîyê ye, lewre her gotin û tevgera Rûsyayê gelek girîng e.

 

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî duhî got “Hûn neşên ji meseleya kurdan birevin!”

 

Diyar e, ev peyam ji bo miletên muqtedîr bû. Wî herwiha got “Divê mafên kurdan yên zimanî, kulturî û yên din bihên temînkirin.”

Qesda birêz Sergey Lavrovî ji “yên din” çi maf in, diyar nîne.

Eger wekî li qanûnê bingehîn yê Îraqê kurd li Sûrîyê jî bibin xwediyê statuyeka diyarkirî ya qanûnî, hingê dê bedêla ewqas xwîn û xwêdanê hasil bibe û kurd ber bi ronahîyê ve bimeşin.

 

Lê di qanûnê esasî de peyva “demokrasî” hebe û tenê behsa “mafên zimanî û kulturî” bibe, yanî ji bo kurdan statuyeka qanûnî neyê dayin, tu xêreka wê nîne. Çimkî dê îdareya Sûrîyê wekî berê di pratîkê de rê nede ku ev maf bihên bikaranîn!

Xuya ye, êdî dawî li şerê navxweyî yê li Sûrîyê tê. Qanûnê bingehîn ku niha dest bi amadekirina wî bûye dê sîstema îdarî ya Sûrîyê û îstîqbala miletên li nav sînorên siyasî yên Sûrîyê diyar bike. Ji vê çendê li Cenevreyê prosesa amadekirina qanûnê bingehîn ji her kesî bêhtir ji bo me kurdan girîng e.

Divê hemî kurd gelek bi baldarî bala xwe bidin ser proseya amadekirina qanûnê esasî yê Sûrîyê û bi hemî hêza xwe mudaxîl bin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *