RÛN, DON û BEZ

RÛN, DON û BEZ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Bi Zimanê Kurdî gotina RÛN, DON û BEZ ku piraniya wan ji bo mirovan xurekên herdemî ne, gelek şaş têne gotin, xasma jî di van demên dawîn de ji ber heşifandina nivşên Kurd ji aliyê Kemalîzmê ew nav pir çewt têne bikaranîn. Ez ê li jêrê yek bi yek û her yekê ji wan ji çi çêdibe, di çend pêngavan re derbas dibe û çewa têne bikaranîn, pêşkêşê xwendevanên hêja bikim:

 

RÛN:
Pêgireke tîrehişk e û ji şîr çêdibe.
Yan rasterast adana şîr tê girtin û dibe rûn, yan jî şîr bi meyandinê dibe mast û piştre mast tê kilandin, rûn jê derdikeve.
Çend navên rûn ên cuda hene: Bi giştî nav RÛN e.
Lê dema nû derdikeve, navê wî NIVÎŞK e, jê re Rûnê Nivîşk tê gotin.
Rûnê Nivîşk bi têwerkirina xwê, demeke nedirêj tê parastin, lê zû rengê xwe diguhêre û mezeya wî xiradibe.
Îcar Rûnê Nivîşk ji bo qûtê salane dema tê hildan, tê helandin û di kûpan de tê parastin, hingê navê wî dibe TEWAŞ. Rûnê Tewaş xizxizokî ye û demeke pir dirêj tê parastin û xira nabe.

Herweha RÛN ji (urun) hin cûreyên biwêrk, fêkî û dexl jî çêdibe. Weke dendik, şoqil, behîv, bitim, hevsudand (reşreşk) û hin giya û pincarên cuda…

Ev rûnê ku ji van bi dest dikeve, ger tîr be, jê re Rûnê Giyayê, rûnê filantiştê û hwd. tê gotin. Lê eger ev rûn ruhn be, bi giştî jê re DON tê gotin: Donê Zeytê, donê genekan, donê gula berberoj, donê filan û yê bêvan…

 

DON:
Çewa ku li jorê jî hatiye gotin, dema adana zeytûnê, ya genek, behîv, biwêrk û wekî din dexl û giyayên cuda derdikeve û ew adan ruhn be, jê re DON tê gotin.

Du cûreyên don hene:
. Donê Xwarinê:
Ev don di xwarina mirovan de tê bikaranîn weke Donê Zeytê, Donê Gula Berberoj û hwd.
Lê eger don tîr be, jê re rûnê filantiştî tê gotin, mînak ”Rûnê Giyayê/Vîta” tê gotin û navê wê biwêrka ku jê çêbûye tê gotin.

Donê Motorê:
. Donê ku nayê xwarin lê di makîne û motoran de tê bikaranîn.

Donê ku di makîne û motoran de tê bikaranîn, du cûre ne:
. Donê Tîrehişk.
. Donê Ruhn/ron.
Ev donê Tîr, bi tirkî jê re ”Kati yax” dibêjin.
Ev donê ruhn, bi tirkî jê re ”Ince yax” dibêjin.

Gelek kes ji vî donê motorê re dibêjin RÛNê Makînê, Ev gotin, çewtiyeke mezin e. Navê wan ev e: Donê Makînê yê Tîr û Donê Makînê yê Ruhn.

 

BEZ:
Di nava goştê ganiyan de, ji pêgira sipî re BEZ tê gotin.
Dema sewal têne serjêkirin, di nava goştê wan de, xasma li ser hûrê wan, li ser dil û kezeba wan tewek sipî û qulqulkî ye. Navê wî bi giştî BEZ e.
Herweha gera dûvê sewalên weke berx, mih û beranan jî, bez e. Lê jêre bi giştî, DÛV û Bezê Dûv tê gotin.

Binavkirina cûreyên bez, weha tê binavkirin:
Bezê navê, li ser hûr û roviyên heywanan e.
Bezê ser dil û kezebê.
Bezê dûv.

Ev bezên hatin gotin, têne helandin û biwermayîyên wan jê derdikevin, hingê navê wan dibe

 

KIZIRK:
Ev kizirk, di şorbeya nîskan de zivistanê pir xweş in.
Bezê ku hatiye helandin jî, di kûpan de tê parastin û eynî wek rûn hişk dibe.
Ev cûre çendî ku tîrehişk e jî, lê jê re Donê Bez tê gotin.
Donê Bez di hemû xwarinan de tê bikaranîn.

Li Kurdistanê ji Donê Bez sabûn jî tê çêkirin:
Dema bez di beroşan de hate helandin, kizir ji navê derdixin û tozeke spî heye dixin navê, piştre wî donî dixin amanên piçûk, dema sar dibe hişk dibe û weke sabûn bi kar tînin (Ger ez ne şaş bim, navê wê toza spî NIŞADIR e).

Diyar e hirçên ku li çiyayên Kurdistanê dijîn, pir qelew in. Kurd payîzê wan dikujin û bezê wan dihelînin, dikin sabûn.

Min bi xwe li Çiyayên Kosorê dîtiye ku sabûn ji bezê hirçan çêkirine.

Hin caran Rûnê Tewaş ku demeke dirêj dimîne, mezeya wî xira dibe, kebaniya malê careke din tewaşî dihelîne û dike sabûn.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser babetên wisa, her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *