”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 6

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 6

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a duduyan çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA -2

Ji dîroka vekolîna zimanê kurdî

Malûmatîyên pêşin derheqa zimanê kurdî da li Rûsîyayê sala 1787an hatine çapkirin, dema bi daxweza padîşah (qiralîçe) Yekaterîna Mezin akademîsyan Pallas “Ferhengên himberîhevkirinê yên ziman û zaravan” amade kir, li wir ewî cara pêşin 276 gotinên kurdî çap kir. Em wê jî bêjin, ku hema wê salê gramera kurdî ya pêşin ya mîsyonerê katolîk M. Garzonî (Garzoni M. Grammatica e vocabulario della lingua kurda. Roma, 1787) çap bû.

Bingehên kurdzanîya Rûsîyayê û, herwiha zimanzanîya kurdî, di nîveka sedsala XIX – destpêka sedsala XX ji alîyê koma zanyaran ya bêhempa (piranî jî ji Peterburgê bûn), yên wek V. F. Dittel, P. Î. Lerx, A. D. Jaba, V. A. Jûkovskîy, V. F. Mînorskî, N. Ya. Marr, V. P. Nîkîtîn, Î. A. Orbelî û kesên din da hatine danîn.

Yek ji lêkolînerên kurdan û zimanê wan yê pêşin rohilatzanê ji Peterburgê V. F. Dittel bû. Wî dema rêwîtîya xwe ya di salên 1844-1846an ber bi Rohilatê (Farizistanê û Tirkîyê) da, nivîsên bêhempa yên derheqa êtnografîya û zimanê kurdî da berev kir, ku ji bo rojên îroyîn jî xwedî qîmetekî mezin in. Wî nivîsîye: “Dema min lêkolînên li ser zimanê eşîreta pirjimar ya Kurdan (Kyurdî) dikir, min texmîn kir, ku ew pareveyî li ser gelek zaravan dibin, ku derheqa wan da heta niha tu kesî nenivîsîye, behs ne kirîye”3. Dû ra ew berdewam dike: “Li Farizistanê gelek eşîretên kurdan xwe bi nav dikin wek Lekî û bi zimanekî wisa dipeyivin, ku ji zaravê Lorî ferq dike; eşîreteke din a pir mezin – Bextîyar jî hema bêje wek wan, û eynî weke Lekîyan xwedî edebîyeta xwe ne”4.

Berhema zanyarî ya pêşin derheqa rêzimana kurdî da ji ber qelema kurdzanê Peterburgê yê binavûdeng P. Î. Lerx derketîye, ku xudanê berhema sê cilde ya derheqa kurdan da ne û wî di dawîya pêşgotina berhema xwe a pêşin da ha nivîsîye: “Ez serbilind im, ku cihana zanyarîyê wê deyndarê welatê min be bo berhema zanyarî a pêşin a derheqa eşîreta kurdan da, ku bi gelek alîyan va giring e”5. Di beşa zimanzanîyê ya berhema xwe da P. Î. Lerx zimanê kurdî pareveyî li ser pênc zaravan dike: kurmancî, lorî, kelhorî, goranî û zaza, ji wana wî bi xwe li ser zaravên kurmancî û zazakî (kirdkî, dimilî.- Not ya redaktor e) lêkolîn kirine, ku wî di sala 1856an da ji zarê (ji devê) kurdên dîlgirtî, ku wê demê li herêma Rûsîyayê – Smolenskê hêsîr bûn, wergirtine.

Di karê lêkolînên li ser ziman û wêjeya kurdî herwiha A. D. Jaba xwedî kedeke mezin e, ku xudanê ferhenga kurdî-zimanê biyanî ya xeberdanê ya pêşin e6, herwiha xudanê ferhenga fransî-kurdî-rûsî ye, ku heta niha jî çap nebûye û xudanê ferhenga bo sohbetê ya fransî-kurdî ye. Xênji van karên bêhempa, A. D Jaba xwedîyê koleksyoneke destxetên kurdî ya pir bi qîmet e, ku wî di dema xebata xwe ya dîplomatîyê li Tirkîyê berev kirîye. Beşeke mezin ya wan destxetan li Kitêbxaneya Rûsîyayê ya Neteweyî li Peterburgê têne parastin, beşa dinê di para destnivîsaran û belgeyan ya Înstîtûya destnivîsarên Rohilatê ya ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê (Sankt-Peterburgê)7 da nin.

Hema di wan salan da konsûlê Rûsîyayê yê din li Parîsê, îranzan Aleksandr Xodzko (Alelksander Chodzko) cara pêşin nivîsên zanyarî yên derheqa yek ji zaravên kurdîya başûr – suleymanîyê8 dane çapkirin. Ser zaravekî din yê kurdîya başûr – goranîyê – zaneyê wêjeya farisî V. A. Jûkovskîy9 nivîsîye. Li vira hêja ye em navê pirtûka binavûdeng ya V. F. Mînorskî “Kurd” bi bîr bînin, ku di wê da behsa pirsa derheqa rola zaravê goranî wek zimanê wêjeyî li Kurdistana Başûr10 tê kirinê.

Bi lêkolînên li ser zaravê bakur (kurmancî) profêsorê Zanîngeha Kazanê Î. Berezin xwedî nirxekî hêja ye, ku sala 1853an nivîsên zanyarî yên derheqa kurmancîya Xorasanê (devoka kurdên Xorasanê û Turkmenistanê) dad aye çapkirinê11.

Sala 1880î li Peterburgê berhemeke tomerî ya F. Yustî (F. Justi) derheqa rêzimana kurdî da (li ser bingehê nivîsên p. Lerx, A. Jaba) da çap bû. Ew gramera zimanê kurdî ya himberîhevkirinê-dîrokî ya pêşin bû12.

Piştî rêzimana F. Yustî berhemeke S. A. Yexîazarov ya êtnografîyê ya mezin hate weşandin, ku tê da nivîsên pir bi qîmet derheqa zimanê kurdên Ermenîstanê (kurmancî) da cîwar bûne.

Di dawîya sedsala XIX li Rûsîya berî Şoreşê bingeheke xurt hate sazkirinê bona diha pêşdabirina zimanzanîya kurdî, ku pişt ra bi berhemên zanyar-kurdzanên Sovêtîyê ew tradîsyonên kardar û pir kêrhatî berdewam bûn. Di salên 20-30î yên sedsala XX pirtûkên dersan û yên rêzimanîyê yên pêşin bi zimanên kurdî û ermenî çap bûn (xudanên wan pirtûkan A. Xaçatryan, Qanatê Kurdo Kurdoyev û yên din bûn).

Di salên 1960-1970î bûne dewranên gelek giring û berhemdar di karê pêşketina kurdzanîya Rûsîyayê da. Ew yek piranî bi saya serê wê yekê pêk hat, ku sala 1959an bi serokatîya akademîsyan Î. A. Orbelî – bingehdarê kurdzanîya Sovêtîyê yê naskirî – Koma kurdzanîyê ya li rex Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet hate vekirinê. Ji wê demê destpêkirî karê zanyarî yê kurdzan-zimanzanên Lênîngradê bi serokatîya zanyarê bêhempa, şagirtê Î. A. Orbelî Q. K. Kurdoyev bi sê alîyan va pêşda çû: 1) amadekirina rêzimanên zimanê kurdî; 2) lêkolînên hevbeş yên dialektologiyê; 3) amadekirina ferhengan. Di vî karî da rola here giring berhemên destpêkarên zimanzanîya kurdî ya dewrana Sovêtîyê bûn: yên Qanatê Kurdo Kurdoyev, Î. Î. Sukerman, Yû. Yû. Avalîanî, ku lêkolînên li ser zaravên kurdîya bakur (kurmancî, zazakî) bûn.

Ji ber qelema Q. K. Kurdoyev, ku zêdeyî çarêk sedsalê serokatî li Koma kurdzanîyê kirîye, berhemên bingehîn yên wisa derketine, ku tesîreke mezin li ser pêşketina kurdzanîyê hîştine, him li Rûsîyayê, him jî ji sînorên wê der, – ew rêzimana akademik a zimanê kurdî a pêşin (bi zimanê rûsî) (M., 1957) û ferhengên pêşin yên kurdî-rûsî ne (M., 1960, 1983). Yek ji berhemên (neçapkirî) dawî yê Q. K. Kurdoyev, ku derheqa zaravê zazakî da ne û destnivîsa xudanê berhemê li beşa destxetan û belgeyan ya Înstîtûya destnivîsarên Rohilatê ya AZR da ne, li Almanîyayê (Bonn, sal 2016) bi wergera ser zimanê kurdî (zaravê kurmancî) hatîye çapkirinê. Pişt ra şagirtên Q. K. Kurdoyev ser zaravê zazakî lêkolîn kirin, wek M. Û. Xemoyan (1972), herwiha Î. A. Smîrnova û K. R. Eyûbî – xudanên monografîya derheqa zaravê zazakî da (yê herêma Dêrsimê) (1998).

Berhemên Î. Î. Sûkerman derheqa lêkolînên li ser kurmancîya kurdên Ermenîstanê (M., 1956, 1962) û Turkmenistanê da ne (M., 1986).

Hema wan salan berhemên kurdzanê ji Moskvayê Çerkezê Xudo Bakayev derheqa kurmancîya kurdên Azirbêcanê (M., 1955), Turkmenistanê (M., 1986), herwiha berhema himberîhevkirina kurmancîyên Ermenîstanê, Turkmenistanê û Azirbêcanê (M., 1973) da çap dibin. Berhemên kurdzanekî Moskvayê yê din jî – yên R. L. Sabolov – “Lêkolînek derheqa fonetîka dîrokî ya zimanê kurdî” (M., 1976) û “Lêkolînek li ser morfologîya dîrokî ya zimanê kurdî” (M., 1978) çap dibin.

Berhemên Yû. Yû. Avalîanî çend gotarên zanyarî ne, ku derheqa pirsên formên demkî yên lêkeran e di zimanên îranî da (gorî nivîsên ser zimanê kurdî) (1955-1958)13.

Di dawîya salên 1970î da kurdzanên Lênîngradê destbi lêkolînên li ser zaravên kurdîya başûr kirin, ku bi wî zaravî xelkên li ser axeke mezin yên Kurdistana Îranê û Kurdistana Îraqê dipeyîvin, û di vî karî da wan kurdên genc yên ji Îranê û Îraqê alîkarîyeke mezin kirin, ku di wan salan da hatibûn Lênîngradê bona li aspîrantûrayê bixwînin. Di encamê da zaravên mukrî (bi navbenda bajarê Mehabadê)14, zaravê suleymanî (bi navbenda bajarê Suleymanîyê)15, zaravê seneyî (bi navbneda bajarê Sene, an jî Senendecê)16, ku bi wî zaravî kurdên ostana (herêma) Kurdistanê û ser sînorê Îranê yê bakur-roavayê bi Îraqê ra hatin lêkolînkirinê û derheqa wan da berhemên zanyarî hatine çapkirinê. Sala 1978an rêzimana himberîhevkirinê ya zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî – ya Q. K. Kurdoyev17 hate çapkirin. Lê sala 1983an ferhenga kurdî-rûsî ya pêşin (ya soranî) hate çapkirinê, ku Q. K. Kurdoyev û Z. E. Yûsûpova (M., 1983) amade kiribûn.

Di destpêka salên 90î yên sedsala buhurî da li Koma kurdzanîyê dest bi xebata li ser lêkolînên zimanê sertacên kurdî yên nivîskî bû. Û bingehê xebateke ha – cara pêşin di nava kurdzanîyê da – sertacên wêjeyî yên bi zaravên zimanê kurdî yên başûr goranî û hewramî (hewremanî) bûn, ku bi wan zaravan edebîyeteke sivîl û ruhanî ya dewlemend heye. Sala 1992an Z. E. Yûsûpova dîsertasyona xwe ya doktorîyê pewan kir, ku derheqa lêkolînên li ser komek berhemên bi zaravê goranî bûn, ku di sedsalên XVIII-XIX hatibûn nivîsar û ew bûn bingehê weşandina monografîyakê (berhemeke zanyarî)18. Bingehê bona lêkolînan berevokên helbestan yên wan pênc şairên kurd bûn ku bi goranîya lîteratur nivîsîbûn û ji alîyê Akademîya Kurdî ya li Îraqê (li Bexdayê) hatibûn çapkirin. Sala 2000î Z. E. Yûsûpovayê monografîyayeke li ser lêkolînên zaravê hewremanî (li ser bingehê zimanê berhema bi navê “Dîwan” ya Saîdî, ku di nîveka pêşin a sedsala XIX da hatîye nivîsar) da çapkirinê19, ku li wir ferqa rêzimanî ya wê berhemê ji zaravê goranî hatîye destnîşankirinê. Qîmetê sereke yê wê xebata zanyarî encameke ha bû: ev zaravên destnîşankirî him di hêla erdnîgarîyê da, him bi zimanewanî, him jî di hêla pevgirêdanên çandî yên bikarhênerên wan dikevine nava herêmeke kurdîaxêf.

Dîsertasyona namzetîya zanyarî ya şagirta Z. E. Yûsûpovayê – N. G. Safonovayê derheqa lêkolînên li ser zimanê versyona folklorî ya destana binavûdeng “Bîcan û Menîce” (bi goranî) bû, ku di sedsala XVII hatîye nivîsar20. Ew xebat li ser bingehê teksteke rexneyî hatîye pêkanîn, ku îranzan-kurdzanê binavûdeng M. Mukrî li Parîsê çap kirîye. M. Mukrî herwiha xudanê çapkirina çend sertacên nivîskî yên ruhanî ye, ku bi zaravê goranî hatine nivîsar.

Eger em behsa zaravê zaza bikin, em dikarin bêjin, ku pirsa ka ew zaravekî zimanê kurdî ye an na, ji alîyê çend zanyaran da dibe pirsa minaqeşeyê, heta tê înkarkirinê jî, lê di lêkolînên taybet yên ser wî zaravî, him yên Rûsîyayê, him jî yên welatên biyanî li ser bingehê zanyarî yê pêbawer hatîye îzbatkirinê, ku ew zarav dikeve nava koma zaravên kurdîya bakur (Q. K. Kurdoyev, T. Todd, Î. A. Smîrnova, K. R. Eyubî, M. Û. Xemoyan).

Bi vî awahî, bi hesabê îroyîn li ser hemû zaravên kurdî yên mezin (kurmancî, zazakî, soranî, hewremanî, goranî) lêkolîn hatine kirinê. Heta îro zaravê kermanşahî (li Kurdistana Îranê), herwiha zaravên ji koma lûrî, ku yek ji wan feylî ye û ji alîyê zimanzanê Îraqê A. Germîyanî da, xudanê çend gotarên derheqa dîrok, ziman û wêjeya kurdên feylî hatîye lêkolînê, kêm hatine lêkolînkirinê.

Yek ji xebatên dawî yên zimanzanîyê yên kurdzanên Peterburgê berhemeke bêhempa ya dagirtî ya Î. A. Smîrnovayê û K. R. Eyubî “Rêziman dîrokî-zaravayî ya zimanê kurdî” ye (SPb., 1999). Xudanên berhemê li ser bingehê nivîsên komê yên ser zaravên bakur û başûr têne ser wê bawerîyê, ku di navbera wan zaravan da hinek ferq hebin jî, lê di hêla fonêtîkê, rêzimanîyê û bilêvkirinê da mînanîhevbûnên berbiçav hene. Derheqa vê yekê da berî wana rohilatzanê rûs yê binavûdeng V. F. Mînorskî gotîye. ”Fern di navbera wan zaravan da hebin jî,- wî nivîsîye,- ew zimanekî yekgirtî ye him bi fonêtîka xwe va, him jî bi rêzimanîya xwe va. Ew zimanê îranî ye, lê dîsa jî ji zimanê Farizistanê yê sereke – farsî cuda ye”21.

Di karê pêşxistina zimanzanîya kurdî da keda zanyarên Awropaya Rojavayê jî pir e. Bi taybet berhema bêhempa ya rohilatzanê Fransayê J. de Morgan hêjayî qîmetê bilind e, ku tê da lêkolînên kûr hatine kirinê ser zaravên kurdî yên Kurdistana Farizistanê bi xerîteya warên jîyîna wan. Berhema îranzanê alman yê binavûdeng O. Mann lêkolînên li ser zaravê mukrî ye. Wî herwiha nivîsên zanyarî yên ser zaravên kurdî yên zazakî û goranî jî nivîsîne û wana wek zimanên Îranî yên serbixwe nîşan daye. Sala 1913an Rêzimana kurdî ya E. Soane çap bû, di wê da xudanê berhemê hewil dide ferqa di navbera zaravên bakur û başûr da bide xuyakirin. Xebatên îranzanê Îngilîs D. N. Makkenzî jî hêjayî guhdarîyê ne, ku xudanê berhema ducilde ya derheqa zaravên kurdî da ne. Di cildeya duduyan da nivîsên dewlemend hene, ku xudanê wê di salên 1954-1955an da li Kurdistana Îraqê berev kirine û qeyd kirine. Ew zanyar herwiha pirtûkeke ser zaravê hewremanî jî weşandîye. Lê D. N. Makkenzî hewremanî, herwiha zaravên zazakî û goranî jî, zaravayekî kurdî nahesibîne. Ew vê yekê di gotara xwe ya bi sernavê “Kurmancî, kurdî û goranî” da ji dinivîse û di wê da bêy argumenan têr û tije van zaravan ji zimanê kurdî dide qetandin.

Sala 1958an li New-Yorkê gramera zimanê kurdî ya praktîk (zaravê suleymanî) ya E. Makkarus çap bû, ku herwiha yek ji xudanên ferhenga kurdî-îngilîsî ya bi zaravê suleymanî ye. Di salên dû wê ra E. Makkarus bi zanyarê kurd Cemal Celal Ebdulle ra tevayî çend berhemên derheqa zaravê suleymanîyê da çap kir.

Zanyarê Amêrîkayê T. Todd nivîseke zanyarî nivîsîye ser zaravê kurdî yê zazakî (yê herêma Siwêrekê). Di wê da beşên fonetîkayê û gramerê, herwiha nivîs û ferheng cî girtine.

Lêkolînên li ser zimanê kurdî ji alîyê kurdan da xwedî tradîsyonên taybet e. Xudanên rêzimanên kurdî yên pêşin û kitêbên dersan piranî zanyarên ji Kurdistana Îraqê bûn: Seîd Sidqî, Tofîq Wehbî, Nûrî Elî Emîn, Mihemed Xal, Gîvî Mukrîanî. Gerekê bê destnîşankirinê, ku zimanê kurdî yek ji kêm zimanên îranî ye, ku ne tenê xwedî rêzomaneke kevinare ye, lê herwiha xwedî xezîneya gotinan a dewlemend e. Heta aîro bi dehan ferhengên cuda cuda hatine çapkirinê, ku tê da xezîneya gotinên di zimanê kurdî da merivan heyr û hijmekar dihêle.

Keda zanyarên kurd yên binavûdeng ji binemala ronahîdaran ya Bedirxanîyan – Celadet Elî Bedirxan û Kamûran Elî Bedirxan, xudanên gramerên bêhempa, kitêbên hînbûnê, yên dersan, herwiha antolojîyayên ku bi zimanên kurdî, tirkî û fransî derketine, pir e di karê pêşketina ziman û çanda gelê xwe da.

 

Di wêne da: kurdzanên mezin Hecîyê Cindî û Emînê Evdal

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *