Nameyên evînî – 104

Nameyên evînî – 104

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.


¤¤¤


Weke ku her ro evîna me ji rojên din cuda ye, lê ji rojên din xweştir û germtir e, herdem zindî û dewlemend e, ew evîn gelek daxwezên jîyanê yên din asteng kirîye, ji ber ku hemû daxwezên dervayî evîna me biçûktir in. Lê em wek şîrketên mezin hêza xwe bi kar naynin bona şîrketên biçûk ji nav bibin, em wek miletên mezin hêza xwe bi kar naynin bona miletên biçûk bihelînin, em wek ajalên bihêz hêza xwe bi kar naynin bona ajalên biçûk bixwin. Em hêza xwe bi kar tînin bona her kes çav bide evîna me û evîna wan jî bi hêz be.
Weke ku roja min bi evîna min dertê, lê weke ku naçe ava.

 

¤¤¤


Ezîza min, hîseke ji bextewarîyê wêdatir cem min çê dibe, weke ku wê hîsê binivîsim, ezê ne tenê bi mejû, dil, aqil û destan binivîsim, weke ku ezê bi canê xwe binivîsim, lê wextê nivîsê wê herf xaromaro derên, ji ber ku canê min dilerize.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *