Koma Kurmancî bo civîna 65an li Zaxoyê bû

Koma Kurmancî bo civîna 65an li Zaxoyê bû

Mehmed Salih Bedirxan

 

BasNews- Koma Kurmancî ya Enstîtûya Parîsê civîna xwe ya 65an li bajarê Zaxoyê, Herêma Kurdistanê li dar xist.

Koma Kurmancî ya zêdetir ji 35 sala ye li ser kurdî kar dike û ji her parçeyê Kurdistanê û dîasporayê akademisyen û zimannas tê da beşdar in, îsal civîna xwe ya 65an li navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê li dar xist. Mazûbanê civîna Kurmancîyê Zanîngeha Zaxoyê bû.

Di vê civînê de endamên Koma Kurmancî zimannas Reşo Zîlan, Mahmûd Lewendî, Hemîd Kiliçaslan, Têmûrê Xelîl, Lezgîn Çalî, Rênas Awdal, Abdilwahab Musa, Newzad Hirorî, Xusro Abdullahî, Selam Nûman û Zinar Soran beşdar bûne.

Ev kesên zaneyê kurmancî wek mêvan beşdarî civînan dibûn: Fazil Omar, Omîdê Mistefa, Îsmaîl Şahîn, Eyub Kiran.

Xebatên civînê hefteyekê berdewam kirin. Koma Kurmancîyê roja yekşemê 27.10.2019an li hola Xelîl Xeyalî, civînek bi xwendekar û mamosteyên beşê kurmancîyê yê Zanîngeha Zaxoyê pêk anî.

Koma Kurmancîyê seredana Lalişa Nûranî kir. Amadebûna kesayetîyên wisa binavûdeng li Lalişê wek Mîrê Êzdîyên tevaya cihanê Mîr Hazim Beg, serokê Înstîtûya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, cîgirê rektorê Zankoya Zaxoyê Abdilwahab Musa, serokê Bingeha Lalişê Şêx Şemo, zaneyê dîroka Êzdîxanê Kerîm Silêman qîmetê vê rasthatina kurdewarî û Kurdistanî pir da bilindkirinê.  Koma Kurmancî herweha tevî du konferansên kurdzanîyê bû, yek li Dihokê, a din jî li Koyê, ku kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, herweha kurdzanên biyanî ji gelek welatên Ewropayê û Kanadayê tê da amade bûn û bi xebatên xwe yên di hêla zaravayê kurmancî û dîroka Kurdistanê da amadekar heyr û hijmekar hîştin.

 

Di wêne da: Koma Kurmancîyê civînek bi xwendekar û mamosteyên beşê kurmancîyê yê Zanîngeha Zaxoyê pêk anî. 

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *