Serkirdeyekî berê yê Gorranê: Bila Barzanî rêbertiya hemû kurdan bike

Serkirdeyekî berê yê Gorranê: Bila Barzanî rêbertiya hemû kurdan bike

Ew tişta ku Serok Barzanî dikare, kesekî din nikare bike

 

BasNews – Serkirdeyekî berê yê Gorranê dibêje, ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê û misogerkirina mafên gelê Kurdistanê bila Serok Mesûd Barzanî wek “rêberê gelê kurd” bê nasandin û qebûlkirin.

Siyasetmedarê kurd û endamê berê yê civata niştimanî ya Gorranê, Dr. Sabîr Îsmaîl ji BasNewsê re got, eger rewşa Iraqê zêdetir aloz bibe, wê çaxê tirsa wê heye rewşa Herêma Kurdistanê jî bikeve metirsiyê. Ji ber wê jî divê kurd li hember vê rewşê yekhelwest û yekdeng bin.

Dr. Sabîr Îsmaîl her wiha got, xwepêşandan û aloziyên Iraqê pilankirî ne, ji ber wê jî divê kurd li Bexdayê yekdeng bin. Helbet di nav kurdan de hinek kes hene ku tenê di xema berjewendiyên xwe de ne û dixwazin rewşa Herêma Kurdistanê aloz bikin. Ji ber wê jî divê em hişyar bin.

Wî siyasetmedarê kurd anî ziman, di nav wan mezinên kurdan de yên ku serkirdetiya serhildan û xebatên kurdan kirine, tenê Serok Barzanî maye û got, piştî wefata Mam Celal û Newşîrwan Mistefa tenê Serok Barzanî maye. Ew tişta ku Serok Barzanî dikare, kesekî din nikare bike, ji ber ku tenê guh didin wî.

Dr. Sabîr Îsmaîl wiha dawî bi gotinên xwe anî: -Divê em hizra wê yekê bikin ku Serok Barzanî bikin rêberê gelê kurd û jê bixwazin rêbertiya hemû kurdan û Kurdistanê bike. Ji ber ku ti kes nikare mîna Serok Barzanî hemiyan himbêz bike. Ez mîna kurdekî diaxifim, ne endamekî Gorranê. Pêwîstiya kurdan bi kesekî wisa heye ku bikaribe hemiyan kom bike û tehemula wî ji hemiyan zêdetir be. Bê guman ew kes jî Serok Barzanî ye.

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/559271#.XcQDWp3PBjM.facebook

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *