Pirsa we û bersîva me – 151

Pirsa we û bersîva me – 151

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: – Gelo hûn dikarin hinekî behsa taybetmendîyên standardkirina zimanê kurdî bikin?

 

Bersîv: Ziman xwezayî û civakî ye, ji midaxeleyên endezyarî zehf hez nake. Divê peywira zanista rêzimanê, tesbîtkirina vê xwezayê be, neku sererastkirinên şexsî lê bike û zimanekî ji jîyana rojane dûr, ji gel qut û ji rastîya xwezayî derketî biafirîne.

Lêbelê li ser navê zimanekî standard û pêşxistina wî, di dil xwe da ji qencîy zimên; wî li wî midaxeleyan ên ziman nikare wan ti caran daqurtîne lê dikin û wî diguvêşin.

Ji hêla sîyasî ve em kurd, weke yekî xwê xwarî em tî û şewitîyên yekîtîyekê ne. Vêca ev xeyala me, xwe di gelek warên dî da jî dide der. Em li mijara standardkirina zimên jî bi vê derûnîyê lê dimeyzînin. Helbet standardek ji zimên ra lazim e lê divê li gorî xwezaya zimên be.

Bi egerên dûrî xwezaya zimên, midaxeleyên şexsî yên li zimên têne kirin, ti caran ji yekîtî û stadndartkirina kurdî ra nabin alîkar, ji xisarê pê ve ti karê wan nîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev