”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê sisîyan” li Tirkîyê – 2

”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê sisîyan” li Tirkîyê – 2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Şerê kurdan yê şorişgerîyê yê sisîyan” li Tirkîyê”. Em îro beşa duduyan raberî we dikin. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 202 

Şerên giran di havîna sala 1937an da qewimîn. Pêşî weke 1.500 leşkerên Sehîd Riza hebûn, lê zûtirekê jimara ûsyanvanan gihîşte 30 hezarî û zêde jî. Bi gotina mihacirên, ku hatibûne Sûrîyê, li Dêrsimê di dawîya havîna sala 1937an da zêdeyî 15 hezar ûsyanvan hebûn û 54 hezar jî amade bûn tevî serhildanê bibin, lê hinekan digotin 100 hezar jî (xuya ye, ev reqem hatîye zêdekirin). Bi gotina wan, serhildan belayî heta berpalên çiyayê Araratê jî bû, lê bawerî bi vê yekê jî nayê44. Li Dêrsimê bi xwe da jî ne hemû eşîret tevî serhildanê bûn, lê hinekan jî xwe dane alîyê hukumetê: sebebê vê yekê dijberîya di navbera eşîretan da bû, ku di nav kurdan da herdem hebû45. Leşkerên ordîyê derxistine dijî ûsyanvanan (zêdeyî 20 hezar leşker, lê gorî hinek malûmatîyên din – heta 50 hezar jî). Gelek serekên kurdan hatine girtinê û ew şandine Enqereyê. Leşkerên tirkan hemû rêyên ketina Dêrsimê û derketina ji wê girtin. Di wê opêrasyonê da gelek balafir hatine bikaranînê (xwesma balafirçî Sebîha Gyokçen berbiçav ket, ku keça Ataturk ya hildayî bû)46.

Heta meha îlonê sala 1937an ne xuya bû, ka di şêr da kê zora kê dibe. Kurd gelek şehîd didan, lê bi xurtî ber xwe didan. Serdestîya desthilatê tenê piştî wê yekê xuya bû, gava 5ê îlonê bi fesadî Sehîd Riza dîl girtin. Lê serketina wan ya di havîn-payîza sala 1937an da (zivistanan li çiyan hema bêje şer betal dibû) ne ya dawî bû.

10ê çirîya paşin ya wê salê li Elazigê mehkemeya Sehîd Riza û hevalbendên wî kirin. 15ê çirîya paşin bi biryara dadgehê 7 serekên kurdan (gorî çavkanîyên kurdan – 11 serek), di nav wan da Sehîd Riza jî, hatine dardakirin, çar kes cezayê 30 salan sitendin, 33 kes salên cuda-cuda, 14 kes jî hatine efûkirin47. Desthilata Tirkîyê serokatîya serhildana kurdên Dêrsimê bê serî kir, lê sebebên wê ne da hilanînê, lema jî kurd dikaribûn dîsa serî hildana. Û saltira din – sala 1938an wisa jî bû, gelek desteyên kurdan êrîş birine ser garnîzonên Tirkîyê. Opêrasyonên parleşkerên ordîya Tirkîyê ya 3an dijî ûsyanvanên Dêrsimê (wilayeta Tuncelîyê û der û dorên wê) heta payîza dereng ya sala 1938an kişand. Lê paşê jî kurdên partîzan li çiyan şer berdewam kir. Tenê di nîveka sala 1939an da, bi mukurhatina wezîrê karên der yê Tirkîyê Faîz Yeztrak, li wir weke 16 hezar çekên cuda-cuda, di nav wan da yên nûjen, hate berevkirinê48.

Bi vî awahî, serhildana kurdan ya mezin ya sisîyan li Tirkîyê di navbera dawîya Şerê hemcihanê yê pêşin û destpêka Şerê hemcihanê yê duduyan da hate têkbirin. Kurdan bê hesab gelek şehîd dan (gorî malûmatîyên cuda-cuda, ji 40 hezarî heta 70 hezar meriv hatine kuştin)49, Dêrsim di nav kelefeyan da bû. Piştî 10 salan berpirsyarê rojnameya ”Son posta” Osman Mete dema seredana Dêrsimê dike, destnîşan dike, ku hukumet qet guh nade ser vê herêmê; meriv li wira her tenê rastî berevkarên bacan û cendirmeyan tê. Nivîskarê kurd Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe ya bi sernavê ”Dêrsim di dîroka Kurdistanê da” nivîsî: ”Li vira ne senayî heye, ne malhebûna gundîtîyê, ne bazirganî… ne jî bizîşk, gel nizane gotina ”bizîşkî” çi ye. Li vira rêyên, ku gundan bigihînine hev, tunene”50.

Rast e, serhildana Dêrsimê axeke mezin hilnegirte nav xwe, lê ew him di nav kurdan da, him li Tirkîyê, him jî li welatên dereke gelekî deng da. Bi wê ra girêdayî gelek kurdên Îranê şikyat û gazinên xwe kirin, cezakarên Tirkîyê di wê yekê da gunehkar dikirin, ku ewana gazên jehrdadanê bi kar tînin. Kurdên Sûrîyê jî şikyat kirin û hewil didan alî ûsyanvanên Dêrsimê bikin, lê ew ji wan ra ne çû serî51. Serekên kurdan yên ruhanî yên bi nav û deng ji Kêrkûkê Îmam Qasim û Îsmaîl Hekki hîvî ji dewletên Roavayê û hukumeta Îraqê kirin kurdên Dêrsimê biparêzin û komîsyoneke serbixwe saz bikin bona lêgerînên li ser hovîtîyên, ku tînine serê kurdan52.

Komên Tirkîyê yên fermî, hukumet, parlamênt, çapemenî bi yekdengî serhildana dêrsimîyan bi nav kirin wek ya rêaksyon, ya eşîretên nîv hov bi serokatîya derebegan, axan û şêxan, ku dijî rêformên pêşverû ne, ku armanca wan ew bû, ku kurdan çavnasî berên medenîyet û kûltûra pêşketî bikin. Bi wê ra tevayî, desthilat û aparata wê ya propagandîstîyê hewil didan hêz û xurttîya wê serhildanê kêmtir bikin, digotin, ku ew xweserîtîyên çend cerdbaşîyan, qaçaxan û şerletanan e û bona hilanîna wan opêrasyonên cendirmetîyê lazim in53. Li Tirkîyê firsendeke sîyasî jî dihate bikaranînê bona kêmkirina kemala tevgera kurdan, ji bo nimûne, li her deran bela dikirin, ku hêzên cesûsîyê ew serhildan teşkîl kirine û tilîya ji der va di nav wî karî da heye. Vê carê di wî karî da ne îngilîsan gunehkar dikirin (ku ji bo propaganda Tirkîyê îdî kevin bûbû), lê rûsan (ango, ”Sovyetan”).

Têma derheqa Sovyet da ne tesedûf bû. Dem guhêrîye, ”kilamên teze” têne sitiran… Hema di wan deman da Tirkîye dest pê kir ji riya xwe ya parastina pêwendîyên dostanîyê bi Yekîtîya Sovyet ra paşda vekişîya û xwe li sîyaseta milahîm girt – dostanîyê bi dewletên faşîstîyê û bi bloka Îngilîs-Fransîyayê ra bike. Û propaganda Almanîyayê û Îtalîyayê jî ev firsend bi kar anî bona Moskvayê di wê yekê da gunehkar bike, ku ew li Tirkîyê sêparatîzma kurdan tevradike, lê çapemenîya Tirkîyê jî ew gotinên ji ber xwe derxistî ji bo berjewendîyên xwe bi kar dianî. Îtalîyan dinivîsandin, ku ”çek û pereyên rûsan” di serhildana kurdên Dêrsimê da roleke mezin lîstin54. Lê fikireke rojnameya ber dilê Gêbbêls ezîz – ”Fyolkîşêr bêobahtêr” (19ê hezîranê sala 1937an) ha bû: ”Serhildana kurdan bi helandayîna Moskvayê dest pê bû… Ev serhildan di zû da ji alîyê cesûsên Moskvayê da hatibû amadekirin bona ji bo Tirkîyê dijwarîyan saz bikin. Sebebên vê yekê di sîyaseta Tirkîyê ya di hindava Moskvayê da bû û wek ku Sovyet li konfêransa Montrê destnîşan kir, ew helwêst ne gorî berjewendîyên Yekîtîya Sovyet e. Sovyet alî serekên serhildanê kir birevine ser axa Yekîtîya Sovyet”55. Behsên derheqa wê yekê da, ku Yekîtîya Sovyet xudêgiravî bi pereyan û çekan alî ûsyanvanên Dêrsimê kirîye li ser rûpelên çapemenîya Fransîyayê û Îngilîs jî xuya bûn û armanca wan ew bû, ku Tirkîyê û Îranê qane bikin dijî tevgera kurdan bi hev ra hevkarîyê bikin56.

Vêrsyona tevbûna Yekîtîya Sovyet di nava serhildana Dêrsimê da, herwiha hemû tevgerên kurdan yên berê li Tirkîyê an jî Îranê, bi sebebên jorê kivşkirî bê bingeh in. Rast e, di nîveka salên 30î da bi rastî jî di nav pêwendîyên Sovyet-Tirkîyê da dilsarî saz bû57, lê Moskva bi sebebên gêopolîtîkîyê herdem hewil dida tevî şer û cengên li rohilata Tirkîyê nebe. Lê eger ew yek ne herdem li hev dihat, ew jî ne di rûyê Sovyet da bû. Ji baylozxaneya Sovyet li Enqereyê malûmatî dihatin derheqa emelên desthilata Tirkîyê yên xêrnexwezîyê di hindava hemwelatîyên Sovyet yên wilayetên rohilatê da, derheqa astengên, ku ji bo bazirganîya Sovyet saz dikirin û herwiha derheqa gelek pevçûnên ser sînor da, ku bi wê yekê va girêdayî bû, ku kesên çekdar ji Tirkîyê derbazî ser axa Sovyet dibûn. Lê Enqere hemû gunehkarîyên di hindava xwe da înkar dikir û heta desthilatên li herêman gunehkar dikir58.

Bûyareke dîplomatîyê ya balkêş qewimî. 23ê çileya pêşin sala 1934an baylozxaneya Tirkîyê nota şande Komîsarîata Gelî ya karên der ya Sovyet ra derheqa konfêransa kurdzanên Yekîtîya Soveyt li Yêrêvanê di tîrmeha wê salê da. Ji bersîva komîsarê gelî M. M. Lîtvînov ya 2ê çileya paşin sala 1935an, ku ewî ji baylozê Tirkîyê Vasif Çînar ra şandibû, naveroka wê notayê xuya dibe. Lîtvînov dinivîsî, ku li Yêrêvanê ne ku kongrêya kurdan ya bi armancên sîyasî hate derbazkirin, wek ku di notayê da tê gotin, lê ew konfêransa zanyarî ya kurdzanan bû. Li wir behsa pirsgirêkên sîyasî nekirine û tu gotareke derheqa ”serxwebûna Kurdistanê” da nehatîye xwendin. ”Qet behsa kurdên Tirkîyê an jî komara Tirkîyê nehatîye kirinê”. Di tîrmeha sala 1935an da konfêranseke kurdzanîyê ya din jî bi heman armancê gerekê li Bekûyê bê derbazkirinê59.

Heta beşeke çapemenîya tirkan jî, ku piranîya wê xeta fermî diparêze, bawerî bi wê yekê ne dianîn, ku Yekîtîya Sovyet helanan dide kurdan, lê tu îzbatî tunebûn. Ji bo nimûne, rojnameya ”Kurun” di gotara xwe ya bi sernavê ”Enqere-Êrîvan” da, ku derheqa dostanîya Sovyet-Tirkîyê da bû û wan kesan rexne dikir, ku dixwezin di pêwendîyên bi Ermenîstanê ra tenê xalên reş bibînin, 21ê tîrmehê sala 1935an derheqa gotara rojnameya ”Tan” ya Parîsê da ha nivîsî: ”Hukumeta Êrîvanê gelek hereket dirêje bona di nav sînorên xwe da miletê kurd saz bike û dibistana Êrîvanê ya kurdî veke. Gelo ev hemû derew in? Eger ew derew in, çima heta niha wêya înkar nakin?”60.

Çi jî hebe, îzbatîyên, ku ”tilîya Moskvayê” di nav serhildana Dêrsimê da heye, ne hatine dîtin. Îzbatîya ku ew yek ne di hesabê Yekîtîya Sovyet da ne ew e, ku çapemenîya wê qet behsa wê yekê nake. Derheqa wê yekê di berhema D. S. Zavrîêv da tê behskirinê, ku me li jor behsa wê kirîye, ew jî bi sivikayî û bi cûrê wan lêkolîneran hatîye nivîsar, ku hinkûfî wê demê bûn, ango helwêsta Moskvaya fermî ya di hindava pirsa kurdan da tîne ber çavan: ”Serhildana kurdan, ku şêx serokatîyê lê dikin û ji alîyê împêrîyalîstan da tê bikaranînê bona sistkirina hêzên dijî împêrîyalîstîyê (û lema jî ya rêaksyonîyê), di eynî demê da şikyatê kurdan e dijî sîyaseta nasyonalîstên tirk di herêmên kurdan da, ku sîyaseta zêrandinê, zordarîyê û tirkkirina wî gelî ye, ku di nav gelên kêmjimar da yê herî pirjimar e”61. Femdarî ye, ku helwêsta ha ya îdêatîyê-sîyasî înkar dike, ku Sovyet piştgirîya kurdên Tirkîyê kirîye.

Di nîveka duduyan ya salên 30î da serhildana kurdên Tirkîyê bala Roavayê kişand, xwesma jî ya Brîtanîya Mezin. Lê rêaksyona wan ne wek berê bû, meriv dikare bêje ya bêxem bû. Mehkemkirina pêwendîyan bi Enqereyê ra diha zef tişt dida dêmokratîya Roavayê, ne ku hewildanên bikaranîna tevgera kurdan ji bo berjewendîyên xwe.

Ji bo nimûne, kovara ”Nir Ist and India” her tenê sê nivîs derheqa wê serhildanê da çap kir. Kovar sebebê wê bi wê yekê va şirove dikir, ku kurd bi rêformên desthilata Kemal va ne razî ne û dixwezin qeyde û qanûnên eşîrtîyê û derebegîyê biparêzin. Yek ji nivîsên kovarê ya bi sernivîsara ”Tevlihevîyên li Tirkîya Rohilatê”, ku rêaksyona hukumeta Tirkîyê ya berk û sext di hindava serhildana kurdên Dêrsimê da şirove dikir, taybetmendîya vê serhildanê di wê yekê da didît, ku tirk vê carê nabêjin destê ji der va di nav vî karî da ye. Bi gotineke din, qalmeqalmên derheqa ”tilîya Moskvayê” da rojnameyên tirkan û hinek jî yên welatên dereke yên ne gelekî ciddî bela dikirin. Zanyarên bi nav û deng wan gotinên kovarê tam înkar dikirin. Koka wî şerî di hevketin-dijberîya ”pêşverûtîya” tirkan û ”şûndamayîna” kurdan da bû. ”Qeyde û qanûnên kevin nikarin bi yên nû ra bimeşin… Pirsgirêka kurdan ji bo Tirkîyê ne wek ya dema Ottomanîyê bû”,- di gotarê da dihate gotin û dû ra sebebên wê didane rêzê: 1) Enqere nêzîkî warê serhildanê ye, lê Konstantînopol dûr bû; 2) ewqas wextê kemalîstan tune, çiqas ku wextê ottomanan hebû, desthilat dixweze di nava wextê jîyana nisletekê da rêforman pêk bîne. Di gotareke din da ew mecal û rêform dane rêzê, ku kurd dijî wan derdiketin: dewletê dixwest dest dayne ser milkê eşîretan, riyan, piran, dibistanan û qereqolan çê bike, çekan ji dest eşîretan hilde û sîstêma bacan ya nû rikin bike. Piştî çêkirina komûnîkasyonên nû wê bi hêsanî ji heq û hesabên kurdan bihatana der,- di dawîya gotara wê kovarê ya derheqa pirsa kurdan da tê gotinê, ku gotara dawî bû berî destpêka Şerê Hemcihanê yê yekê62.

Helwêsta kovara Îngilîs ya bi nav û deng li ser serhildana kurdên Tirkîyê pir balkêş e. Ya pêşin, di wê da tu bawerîyên wisa tunene, ku serhildana kurdan ji Brîtanîya Mezin an jî dewletên Awropayê yên din ra dest dide. Lê berê hebû. Ya duduyan, şerê çekdarî li Anatolîya Rohilatê tê ronîkirin wek dijberîhevtîya di navbera Enqereya, ku pêşda diçe û nûjen dibe, û komên derebegîyê-paşverûtîyê yên wilayetên rohilatê; Awropa, hilbet, piştgirîya Enqereyê dikir. Pir ecêb e, lê helwêsta wisa di hindava serhildana kurdan da mîna helwêsta rohilatzanên Sovyet yên wê demê bû û ferq her tenê di wê yekê da bû, ku rohiltzanên Sovyet hema bêje timê şovînîstên tirk û yên din rexne dikirin. Lê zanyarên Roavayê, ku mêla xwe didane ser sîyaseta berî şêr ya hukumetên xwe, ku hewil didan dewletên Rohilata Nêzîk bikine dostên xwe, dest pê kirin xwe ji sîyaseta wisa dûr bixin. Bi vî awahî, rewşeke wisa saz bûbû, ku li ser bingehê dijî kurdan di hêlekê va London û Parîs nêzîkî hev bibin, di hêleke din da jî Enqere, Tehran û Bexda.

 

Riataza

 

44 OM. 1937, hejmar 9, rûpel 441.

45 Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 187.

46 Safrastian A. Kurds and Kurdistan. L., 1948, rûpel 86-87.

47 AVPRF, fonda 132, 1935, çente 20, belge 7, defter 40. Naveroka çapemenîya wilayetên rohilatê yên Tirkîyê (ji konsûlxaneya Sovyet li Qersê), belge 142; OM. 1937, hejmar 10, rûpel 507.

48 OM. 1939, hejmar 8, rûpel 459.

49 Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 198; Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 39.

50 Ghassemlou A. R. Kurdistan and the Kurds. Praha, 1965, rûpel 60.

51 Arfa H. The Kurds, rûpel 43-44; OM. 1937, hejmar 12, rûpel 601.

52 OM. 1937, hejmar 9, rûpel 441.

53 Rambout L. Les Kurdes et le droit, rûpel 37. Em çend bawerîyên çapemenîya Tirkîyê ya Anatolîya Rohilatê bînin derheqa bûyerên Dêrsimê da. ”Gumuşeli” ya 24ê gulanê, sala 1937an: ”Bêxemîya sultanetê rû daye eşîretên serserî”, şêx bertîl didane desthilatê, talanên xelkê dibirin û h.w.d.; ”çend rêvebirên bê serî yên eşîretên koçer li Tuncelîyê destpê kirin derheqa bacan da bi hukumetê ra ketine nava bazarê, wana heta şertên xwe datanîn”, leşker şandin bona wana milahîm bikin. Rojnameya ”Qers” ya 30ê hezîranê sala 1937an: ”çareserkirina pirsên ha ji bo me mîna fireke av e”. Di nivîsên çapemenîyê yên derheqa seredanên Ataturk, serekwezîr Beyar û çend wezîran li wilayetên rohilatê di meha çirîya paşin sala 1937an da fikirên ha hebûn: ”Ez şahidê wê yekê bûm, ku bingehê kûltûra bilind tê danînê”, ”Tirk ji bo temamîya kûltûra cihanê û temamîya merivayê nimûne ne” (AVPRF, fonda 132, 1935, çente 20, dexle 7, defter 40, belge 73, 140-141).

54 OM. 1938, hejmar 8, rûpel 423.

55 AVPRF, fonda 132, 1935, çente 20, dexle 7, defter 40, belge 51.

56 Ghassemlou A. R. Kurdistan and the Kurds, rûpel 61-62.

57 Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka Tirkîyê ya nû da, rûpel 182-186.

58 DVP. Cild 17. M., 1973, rûpel 644, hejmar 277. Nameya komîsarê Gelî yê karên der yê Yekîtîya Sovyet M. M. Lîtvînov ji bo baylozê li Tirkîyê G. A. Sankînd 17.06.1935; Jibernivîsa sohbeta Zalkînd bi sêkrêtarê sereke yê Wezîreta karên der ya Tirkîyê T. Bati 11.10.1937 (dîsa li wir, cild 20. M., 1976, rûpel 538-540, hejmar 360).

59 AVPRF, fonda 132, 1935, çente 20, dexle 7, defter 40, belge 1. Derheqa xebata wê konfêransê da: Nîkîtîn V. Kurd. M., 1964, rûpel 397-399. Balkêş e, ku konfêransa Bekûyê nehate derbazkirin; dibe şikyatên tirkan yên bê bingeh tesîra xwe hîştin?

60 AVPRF, fonda 132, 1935, çente 20, dexle 7, defter 40, belge 21.

61 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû ya wilayetên Tirkîyê yên bakur-rohilatê. Tb., 1948, rûpel 151.

62 NEI. Hejmar 1361, 24.06.1937, rûpel 897; hejmar 1363, 08.07.1937, rûpel 64; hejmar 1458, 04.05.1939, rûpel 495.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev