Bi Vedat Taniş re li ser muzîkê çend galegal

Bi Vedat Taniş re li ser muzîkê çend galegal

Mela Mihyedîn

 

Navê wî hatibû guhê min. Min ji çend muzîsyenan pesnê wî seh kiribû. Bi meraqdarî li ser hesabê wî yê Twîtter û Youtubê min lê guhdarî kir û min gellekî eciband. Dengekî nerm, gotinên zelal û muzîkên zîz ji berhemên wî ber bi guhên merivan ve diherikîn. Vedat Taniş hunera xwe wisa saz dike meriv qet ji hunera wî aciz nabe. Piştre bi saya pêşbirka Kovara Ziryabê gelek kesan navê wî bihîst. Ziryab ji bo hunermenden serkeftî albumek derxist û di albuma “Bijareyên Kovara Ziryabê” de bi strana “Balada Şivanekî” silavek xurt da muzîka kurdî. Niha jî bi albuma xwe ya pêşîn ya bi navê Mayîndeyên Sînora” li peşberî guhdarvanên xwe ye.

Me xwest Vadat Tanişî bi we bide naskirin. Me pirsên xwe ji canabî wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

 

Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Vedat Taniş kî ye?

Jîyana min ji du beşan pêk tê: şev û roj. Bi ro ji bo jîyana xwe bidomînim mamostetîyê dikim. Li Wêranşarê dijîm, û ji Wêranşarê me. Wekî her mirovên karker rojevek min, hevalên min û malbatek min heye. Bi şev ji bo gîyanê xwe bihewînim bi hûnerê ve mijûl im. Wekî gelek hûnermendan hezên min, êşên min û tenêtîyek min heye. 

 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve tu muzîkjenîyê dikî?

Di salên dibistana navîn, dikanek bavê min ya biçûk hebû, û teybek li ser tiştên dikanê bi dîyarî hatibû danîn. Çend kasetên komên Tirk li ba min hebû. Min bi seetan di wê dikana bê kiryar de di sermê de guhdarîya wan koman dikir. Ji wê rojê muzîk ket jîyana min û heya vê demê tu tişt bala min nekişand. Bala min li ser afirînê jî her dem hebû, bi awayekî min xwe qeliband ser muzîkjenîyê. An jî ji xwe ev rê li benda min bû. 

 

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Çîrokek min a wisa tine ku ez bêjim bi alikarîya vî kesî an vê deverê ez bûm muzîkjen. Lêbelê ez nikarim bi quretî bêjim ez bixwe fêri her tiştî bûm. Geh bi pêşnîyaran geh bi lêkolînên înternetê geh bi ceribandinan rêyek vebû li pêş min. 

 

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxînî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albumê de ji te re bûne alîkar?

Malbatek min a têgihiştî heye û astengî tu car nedane ser karên min. Derdora min jî wisa. Di pêvajoya albûmê de jî alîkarîya wan hebû helbet.

 

Navê Albuma te ji ku tê? Çîroka wê heye gelo?

Her kes bi temenekî ji berê ve hatîye nivîsandin û bi rêyeke xuya tê dinê. Ev ne tiştekî olî ye. Ji xwe civaka ku meriv lê bûyî ev rê xêz kirîye. Heke meriv li gorî

vî temenî bijî ew merivekî dilşad e û sînorek di jîyana wî de tine ye hebe jî lê ne hay e. Hin kes jî ji civakê diqete û wî temenî qebûl nake, ew dixwaze rêya xwe bi xwe xêz bike. Ji ber

ku haya wî ji sînora çêdibe û dixwaze azad bibe. Bi rêya xwe de diçe. Wekî çivîkekî difire ser rêya xwe lê çi li pêş e ne xuya ye. Esman mezin e xweş e lê ne ewle ye.

Temenê ji Kurda re hatiye xêz kirin jixwe di stranê de jî tê gotin, kolanên bê nav, tarî, bi çirûskan qayil bûn û hwd. nin. Xweda ji Kurdan re ne comerd e. Li alîyekî din li civakên din em dinêrin Xwedayekî wan ê comerd heye, salonên wan ê heftereng hene, ronahîya wan zêde ye derfetên wan bilind in û hwd. Kurd tê pirsîn, ew tên dîtin.

Kesê di stran de Kurdeke sînorê ji Kurdan hatiye xêz kirin qebûl nake ji mala xwe bar dike wek çivîkekê difire. Dixwaze ji comerdîya Xwedayê wan ew jî para xwe bistîne wê rêyê ji xwe re xêz bike. Dihere, dikeve nav wan pêşî kêfa wî jê re tê, fêrî gelek tiştan dibe, piştre gîyanê xwe wenda dike, dibîne ku li wir jî sînorek heye. Ew kes xwe jî wenda dike, ji hebûna xwe vediqete û parçeyên xwe yî mayî bar dike û vedigere rastîya xwe. Lê êdî ji herdû sînoran jî hay e. Ji ber wê nikare dilşad be. Nikare azad bibe. Di navbera du jîyana de dimîne. Ne ji civaka xwe ye ne ji yên din e. Dibe Mayîndeyên Sînora. 

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Rock’a progresîf” ne tenê hez, ji bo min sedema destpê kirina muzîkê ye. Guhdarên Kurd hê bi vê muzîkê re hevnas nebûye. Hêvidar im ku bi Mayîndeyên Sînora” nas bikin û jê hez bikin. Komên Pink Floyd, Camel, Kingston Wall bi vê tarzê muzîkê çê dikin û bandora wan li ser min gelek e.

“Rock’a folk” jî bala min gelekî dikişîne û ji vê tarzê Bob Dylan, Mazzy Star favorîyên min in. 

 

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine? Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Ez ne ew kes im ku biryara “Pîrê Muzîka Kurdî” bidim lê ez te naşkînim û dibêjim guman tine ye ku Ciwan Haco pîr e. Di muzîka Kurdî de yê herî li ser min bandora wan heye Koma Rewşen e. Min rock’a Kurdî bi wan nas kir. Hê jî guhdar dikim ev nizanim bû çend sal. Sîya Şevê û Teq û Req jî komên li ser min bi bandor e. Albûmên herî serkeftî bi ya min “Pola Nû” û “Keft û Left”e. 

 

Tu kîjan muzîkjenan ji xwe re wek rêber dibîne? Bêhtir li ser muzîka te kîjan muzîkjen xwedî bandor in?

Di muzîka cihanê de Pink Floyd, Camel, Led Zeppelin, Deep Purple û ew jenarasyona, di muzîka Kurdî de Koma Rewşen(Harûn Elkî), Sîya Şevê xwedî bandor in li ser muzîka min. 

 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Wekî te got muzîk van hemû disîplînan di hundirê xwe de dihewîne. Tu dikare bi muzîkê sîyasetê jî bike behsa dîrokê jî bike, çîrokan jî bêje û hwd. Ev sedemek e. Li alîyekî din muzîk rasterast xwe bi hestan ve girê dide, guhdarvanan pasîf berdide û wan dixe sînorê hestên xwe. Tiştên herî bi hêz hest in. Em bêjin bûyerek nepak çê bûye. Em dixwazin mirovan pê hay bikin û wan xemgîn bikin. Sîyasetmedar wê li qadan behsa vê bûyerê bike, çiqas ji dil bêje jî li ber bextê temaşevanên xwe ye û ew bi hestên xwe aktîf in. Xemgînî hê bi deste wan e. Helbestvan an jî nivîskar wê binivîse bi hevokên xwe yî xurt. Lê xwendin di ramanan re derbasî hestan dibe. Rêya wê dirêj e. Xwendin zehmet e, divê xwîner hepkî xwe biwestînin û bi hestên xwe ew aktîf in. Xemgînî ber bextê wan dimîne dîsa. Dîrok zû ji bîr diçe, divê ew dîrok ji bo nifşên nû dîsa were jîyin. Lê muzîk heke muzîkek ji dil be guhdarvanan dixe hundirê bûyerê û bûyer di hundirê guhdarvanan de ji nû ve tê jîyin. Guhdarvan pasîf dimîne û dikeve ber bextê muzîkjen. Carinan stranên em ji gotinên wan fêm nakin me dixe nava jîyanekê. Ew jîyan sînorê ku muzîkjen ji me re xêz kirîye. Li alîyekî din ev tiştên me behsa wê kir hemû demên taybet dixwaze, jîyana rojane ji demên taybet re bê wijdan e. Lê muzîk her demê tê guhdar kirin. 

 

Her stran xwedî çîrokek e. Starana “Wêneyên Do” û “Qedexe” çawa derket meydanê? Tu dikarî ji me re qala çîrokên wan bikî?

Stranên “Qedexe, Revîn û Mayîndeyên Sînora” bi heve girêdayî ne, di hundirê albûmê de wekî albûmek xweser e û çîroka wan ji serî heyanî niha tevahîya jîyana min e. Divê ji bo wan em rojekî rû bi rû pevaxaftinek dirêj çê bikin.

Ez ji te re behsa Wêneyên Do bikim. Piştî heşt salên li derve ez bi westek gîyanî vegerîyam ba malbata xwe. Wekî di stranekê de ez dibêjim “vegerîyam pêşa dîya xwe”. Rojek payîzê bû gîtara min di destê min de, stranên nû min dinihiçînin û dahwa albûmekê dikin. Piştî demekê baranek xweş lê da û ji bo temaşê ez derketim ber şibakê, min dît zarok dilêzin, mezin direvin mala û piştî demek din karkerên nav erdan bi pîkaba vedigerîyan malên xwe. Ew kêfa zû terikandina kar li ser rûyên wan bû û ez wê kêfê baş dizanim. Taxa me bi pirranî vî karî dikin û min jî di zarokatîya xwe de ev kar kirîye. Ew ambîyans ez birim bîrewerîyekê, min rahişt saqoyê xwe û min kolan dan ber gav. Ez çûm zarokatîya xwe ku em li ser kar bûn û xoşewîsteke min hebû wan salan, bi dizî karkerên din me hev didît. Evînek pak bû. Rojekê dîsa baran barîya bû û me kar zû terikandi bû. Em tevde şil bûbûn di vegerê de. Xoşewîsta min wê gave ji min re gotibû “Baran li te tê”. Ew hevok û ew dem hatin bîra min û “Wêneyên Do” bû stran. 

 

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Kesên ku kişfa dengê xwe kiribe hemû dikarin stranan bêjin, xweş an ne xweş. Lê herkes nikare bibe hûnermend, ew hepkî din kompleks e. 

 

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Ya li ber çava em binêrin, muzîka Kurdî şûnde çû ye, û hundirê wê vala bû ye. Lê ew ji bela medyaya civakî ye. Êdî li ser melodîyan an wateyan sekinandin, ser êşandin gelek zehmet tê û tiştên daxwarina wî hêsan bêhtir li ber çav e. Lê li alîyekî din hêzek veşartî jî heye. Hewl danên kesane heye. Ew hêza veşartî mifta pêşeroja muzîka Kurdî ye hêvîdar im ku wenda nebe. 

 

Çi cudahî di navbera “stranbêj” û “hunermênd” de heye?

Hunermend agirek di hundirê wî de ye û ji bo vemirîne her dem koledarê afirînê ye. Jîyana rojane ji bo wî fonek e, ew her dem di fikara hewîna agirê xwe de ye. Hinek bi stranan dihewîne hinek bi nivîsan û hwd.

Stranbêj di hundirê wî de hezek heye dixwaze stranan bêje û dibêje. Hezkirinek e. 

 

Li ser muzîkjenên kolanê yên Kurd çi difikirî?

Gelek kes jê aciz in. Hevalên min ên hunermend jî gelek car behsa wan kirine û gazinên xwe danîne. Lê ez pir li ser nasekinim tenê yek duduyên zêde ber çav, min dîtîye. Bi ya min kî çi dixwaze bila bike. Em nikarin ji kesan re bibêjin em baş in û hûn ne baş in û wan tine bikin. Divê em hêza xwe bidin ser hewîna agirê xwe, bi “çima?” yan û bi gazinan em li cihê xwe disekinin. Li alîyekî din ev muzîkjen derîyeke, em dixwazin derî bigrin. Em derî bigrin tiştên li paş derî tine dibe; na. 

 

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Şêweyên muzîk çêkirinê yê berê û yê niha ji hev cûda bûne. Hin kes li gorî şêweyên berê çêdikin lê ew mijarek din e. Berê ji bo meriv albûmekê derxe jê re heval pêwîst bûn ji ber ku bi tena serê xwe ne mimkun bû albûm derxistin an stran çêkirin. Ji ber wê ya muzîkjen bêhtir hevalhez bûn û bi awayekî hevdû didîtin. Berê NÇM zêde aktîf bû û di destpêka fêrbûna amûrekî de meriv dikarîbû heval çê bikira û tev biba komek. Berê muzik di destê civateke xwedî derfet bû. Berê zeman jî zemanek hevpar bû.

Lê aniha form hatine guhertin, materyalên muzîk çêkirinê zêde bûne, vebijark çêbûne. Merivek dikare bi tena serê xwe stranan çêbike. Ev derfeta helbet felsefeya muzîkê jî guherandîye, gotinên stranan jî guherandîye, melodî jî guherandîye û tekilîyên muzîkjenan jî guherandîye. Êdî nifşekî nû derketîye, ev nifş di taldeyan de tena serê xwe stranan çêdike. Ez jî yek ji vî nifşî me. Ne tenê di muzikê de, di jîyana rojane de jî hevparî kêm bû ye, ji ber ku êdî tişt dost û hevalên me ne. Aniha zeman zemanê tenetîyê ye. 

 

Têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Her gotinek stranekê helbesteke û her helbestek xwedî melodîyekê ye. Her dû jî ji hev cûda xweş e lê eşqek di navbera wan de çêbibe mimkûn e xweşayîyek bilindtir wê derbikeve. Divê navbeynkarê vê eşqê gelekî bidîqat be, muzîkek dikare helbestekê bikuje, helbestek dikare muzîkekê bikuje. Jixwe evîn jî ne tiştekî wisa ye? 

 

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Ev bi hişmendîya guhdarvan re têkildar e. Ji bo min muzîkek baş ji te re dikare xirab were, em nikarin têxin qaîdeyekê. 

 

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Ji ber ku mesele ne muzîk e. Muzîk tenê materyalê wan e. Foneke. Ew kes dizanin xwe baş bifiroşin, giringîya muzîkê tine ye. Şopînerên wan jî muzîkê naecibînin, berçavbûna wan kesan diecibînin. Herdû hevdû dixapînin, lê yên şopînerên wan kêm li xwe danayînin xwe bifiroşin tenê muzîkê çê dikin. 

 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Zikê birçî xwarina gîyan e.

Na nikare, lê bila nikaribe hunermendî bi derfetên kêm bilind dibe.

 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

 

Divê muzîkjen ji jîyana xwe “çima”yan derxe “wisa”yan têxe şûna wan. Şev û roj bixebite û biafirîne. Li bendî rewş û derfetên baş nesekine. Hûner ji rawestinê hez nake û zû difire.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev