Encama rapora şerê Xendeqan: 400 hezar kes koçber bûne

Encama rapora şerê Xendeqan: 400 hezar kes koçber bûne

Amadekar û wergera ji tirkî: Nura Şane

 

Li gorî rapora ”Bajarê wêran” ya TMMOB (Yekîtîya Odeyên Mîmar û Endezarîyê ya Tirkîye) li bajarên kurdên bakûr di navbera salên 2015-2016an da di şerê xendeqan û barîkatan da 400 hezar kes koçber bûne. Rapora TMMOBê lêkolîna piştî şerên ku li merkeza Şirnexê û navçeyên wê; Cizîr, Sîlopî, Hezex. Nisêbîna Mêrdînê, Gevera Hekkarî û navçeya Sûrê ku girêdayî Dîyarbekirê qewimîbû, hatiye amade kirin.

Li gorî raporê wêrankirina Cîzirê bi taybetî li ser 4 taxên wê giran bûye. 5 caran îlama qedexekirina derketina kolanan bûye, 251 cenaze hatine tespîtkirin, bi tevayî zêdeyî 280 kesên mirî tên texmîn kirin. Ji bo tespît kirina wêrankirinê jî di raporê da ev xet derbaz dibe: “Di êrîşan da gelek xanîyên ku hîç zirar negihîştî bûn jî agir berdane, kavil û wêran mane. Ser rapora (GABB) dîyar kiriye ku 1200 xanî zirarek pir mezin û nêzî 10 hezar xanî jî zirar dîtine.” Li navçeya Hezexê qedexekirina derketina kolanan 43 roj dom kirîye, ji sedî 80ê binecîyên wir koç kirine. Li navçeya Geverê jî qedexekirina kolanan37 roj dom kiriye, li vir 29 kes mirine, 11 hezar kes jî koçber bûne.

Gelemperî di navçeyê da 351 xanî hilweşîyane. Di raporê da destnîşan dikin qedexekirina derketina kolanan bi 391 rojan li navenda Şirnexê dom kirîye. Ji merkeza Şirnexê 64 hezar kes ji cîyên xwe bûne. 7 taxên wê bi temamî kavil bûne. Bi tevayî ser 89 hektar erd da 2 hezar û 84 xanî û avahî hilweşîyane. Li Gevera navçeya Hekkarî şer 79 roj dom kirîye, 96 kes mirine.

Ji xeynî vê, di raporê da cî dane raporeke tespîtkirina ziraran ku piştî rabûna qedexekirina derketina kolanan ji alîyê Odeya Mihendisên Înşeatê Şubeya Wanê hatiye amade kirin. Li gor vê raporê; Li Geverê 3193 avahî kêm zirar, 647 avahî orte zirar, 787 avahî jî zirarek mezin dîtine. 867 avahî hilweşîyane, 1336 xanî jî şewitîne. Li gorî agahîyên TÜİK ê, li Geverê 70 hezar 497 kes dijîn. Em xanîyên ku zirar dîtine bidin ber çavan, tê maneya ku ji sedî 35 xelqên Geverê bêmal û hal mane. Di raporê da bal kişandine ser 16 taxên Nisêbîna Mêrdînê. Qedexekirina derketina kolanan ji 14ê adara sala 2016an wê da bi sîstematîk hetanî 21ê nîsana 2018an dom kiriye. Di navçê da 5 hezar û 72 xanî hilweşîyane, 45 hezar kes jî ji navçê koç kirinê. Sûra Diyarbekirê jî di raporê da cî girtîye ku bibû simbola şerê kolanan.

Li Sûrê qedexekirina derketina kolanan 5 caran hatîye îlamkirin. Şer 103 roj dom kirîye, qedexekirina 5an heta niha jî dom dike. Di raporê da bi taybet tê gotin ku 6 taxên Sûrê bi temamî xira bûne, ji xerîteyê jê çûne. Û li gorî xebatên tespîtkirina zirarê bo kolanên nû û ji bo xizmeta ewlekarîyê jî 17 heb avahîyên tescîl kirî, 42 heb jî avahîyên dîrokî yanî serûhev 976 heb avahî li gorî qerarên plankirî hatine xira kirin. Di encama raporê da jî tê gotin di şerê xendeqan da 400 hezar kes ji cîyê xwe bûne.

Di van bajarên ku şer tê da qewimîye, ji bilî hilweşandina avahîyan pirsgirekên psîkolojîk,sosyolojîk û ekonomîk jî serî rakirine. Bi taybet kal û pîr, zarok û jinan di vê pêvajoyê da mexdûr bûne. Piştî van bûyeran travmayên pir ciddî di zarok û jinan da derketine meydanê. Bi koçberîyê va binecîyên van bajaran hemû jiyan û bîranînên xwe li dû xwe hiştîne, ser da tiştên xweyên herî elzem jî bi xwe ra nebirine, bêmal û bêxwedîtî rêya kambaxî û feqîrtîyê li ber wan raxistîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev