KALAŞNÎKOV – 100

KALAŞNÎKOV – 100

Prîskê Mihoyî, rojnamevanê Rûsîyayê yê emekdar

 

Fermo, haya we jê hebe, ku kurdekî meyî navdar, rojnamevanê Rûsîyayê yê emekdar Prîskê Mihoyî çend bîranînên xwe yên kurdewarî bi Kalaşnîkovê binavûdeng ra bi we ra parve dike. Di dema sohbeta wan da Kalaşnîkov kurdan wek miletekî mêrxas bi nav dike.

Di hemû wêneyan da Prîskê Mihoyî û Mîxaîl Kalaşnîkov hene.

 

Duh100 sal ji roja bûyîna konstrûktor û çeksazê li cîhanê naskirî Mîxayîl Kalaşnîkov temam bû. Gelo di nava gelê me da qedirê vî camêrî û çeka wî çiqas hatîye û tê girtinê û qîmetkirinê? Ez nizanim! Her tenê ez wê yekê dizanim, ku ji kurdan (çi êzdî û çi musulman), bila pesin tê tunebe, tek min ew dît, hiz kir, qedirê wî girt û spasî da wî…

 

Tiştekî eşkere ye, ku Kalaşnîkov jîyana xwe bi temamî dîyarî karê çeksazîyê û îcatvanîyê kir. Ewî çeka gullekirinê ya li cîhanê here amin, teyax û belabûyî – «AK-47» saz kir û dû ra jî li ser bingeha wê çekê gelek şêwêyên nûjene dinê dîhar kir…

 

«Min çek saz kirîye, ne ku ji bo kuştinê, lê ji bo parastina welatê xwe», – ewî herdem digot. Ew mirovekî gelek dilrehm û bi îsaf bû. Ecêb ewe, ku ev sazdarê çekan li cîhanê bû hizkirîyê hemû gelan… Û hema di vê yekê da ne fênomêna Kalaşnîkov!

 

Îro em çend wêneyên xwe tevî çekzasê herî mezin diweşînin û li ber bîranîna wî serê xwe berjêr dikin û temene dibin, yê ku qedirê hemû gelan digirt, xasma gelên ku ji bo azadîyê û serxwebûnê ji ber xwe didan û heya roja îro jî didin, di wê jimarê da usa jî gelê meyî bindest…

 

Salên karmendîya xwe ya li rojnamên rûsîye «Prîgorodnîyê vêstî» û «Ûdmûrtskaya pravda» ez car-caran rastî wî dihatim. Mirovekî zarşîrin û berbihêr bû. Ewî bi laqirdî digot, ku hinek welatan çeka wî danîne li ser ala xweye dewletê û qet destûr jî ji wî nexwestine û heq jî nedane wî. Li bal hinek netewan jî bûye edet: gava zarokên kurîn wana ra dibin, li ser xatirê çeka wî navê wan datînin «Kalaş». Carekê min jî bi laqidî gote wî, ku kurdan berî gişkan ew hiz kirine, ji ber ku di nava me da Keleş (bi rûsî Kalaş) gelek hene. Me li ser çeka wî jî stran sêwirandîye: «Qelêşa min, Qelêşa min!». Kalşnîkov vedibeşirî, digot, ku hûn mêrxasin!..

 

10 sal berê Kalaşnîkov bû mêvanê rêdaksyona rojnama «Ûdmûrtskaya pravda». Wê demê ez wek cîgirê berpirsyarê rojnamê yê sereke bûm. Me bi wî ra gotebêja çapemenîyê pêk anî…

Û îro ez çend wêneyên tevî Mîxayîl Kalaşnîkovê mezin diweşînim…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev