Alîkarîya kurdên Qazaxistanê bo Rojavayê Kurdistanê

Alîkarîya kurdên Qazaxistanê bo Rojavayê Kurdistanê

Dilê kurdên pênc hezar kîlomêtran ji welatê kal û bavan dûr

bi her serketineke kurd û Kurdistanê va hildipeke û bi her behseke nebixêrîyê ra dadikeve.

Ev miletê ewqas mêrxas, paqij, serbilind, xêrxwaz û dilovan wê bi ser keve, ji ber ku tu rêyeke din tune.

 

Îbrahîmê Filît

 

Em kurdên Qazaxistanê, wek her kurdekî dinyayê, li kû hebin jî, bi gênêtîkî girêdayê koka dara welatê xwe ne!

Ev bûye sed sal, ku em ji hêlîna xwe veqetiyane û ji welatê bav û kala koçber bûne, lê benda kokê dirêj e!

Her kes li vê dinê bila bizanibe, kû heya dilê kurdekî lê dide û heya em hene, tu kes nikare me bişkîne û tune bike! Kurd namirin!

Bila dinya zanibe, em berî Mîladê hebûn, em îro hene û emê di pêşerojê da jî hebin!

HEBÛN doza meye!

Êrîşên dijminan û leyîstokên dewletên qewat ser miletê me îro ji me ra dîsa dibe ders! Derseke kewandina kul û birînên me! Xwînê û mirinê wana danî pêşiya me! Lê rîya miletê kurd rîya hev heskirinê û avakirina welatê me ye! Ev rîya here rast e!

Rêberên kurdan bila bizanibin, her şaşîyek wan, dibe destdaneke zarokên wî! Kurda nekin qurbanî! Êdî bes e!

 

Me ev alîkarîya bo Rojavayê Kurdistanê nav gencên kûrdên Qazaxistanê, nêzînga 10 rojan da berev kir û derbasî welat kir. Wextê tirka êrîşê Rojava kiribu û me dît wekî miletê me (keç,  xort, bav û dayîk) tên birîndar kirin û kuştinê, me kampanîya alîkarîyê destpê kir! Me dizanî, wekî em dûrî wela inn û bi fizîkî nikarin alîkar bin, lê agirê dilê me ewqasî gurr bû, beden pê dişewitî, me fem kir kû lazim e em gaveke bratîyê û komekîyê bidin pêş!

 

Dema êrîşa wan dehşika li ser Şengala meyî rengîn, em alîkar bûn û dema êrîşa wan xinzîran li ser Kobanî, em disa jî alîkar bûn!

 

Bi xwedê, çiqas ji destê me tê, em dikin, li gorî îmkana me!

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev