MIRINA ZANEYÊ MEZIN QANATÊ KURDO

MIRINA ZANEYÊ MEZIN QANATÊ KURDO

Ji kovara ”Hêvî” ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê, hejmar 5/ 1986

 

Joyce BLAU, kurdzan

Di şeva 31.10.1985 de zane û welatparêzê navdar Qanatê Kurdo li Lenîngradê wefat kir. Bi mirina wî gelê kurd yek ji hêjatirîn zaneyên xwe, Enstîtuya Kurdî, carek din, hîmdarekî xwe yî giranbiha winda kir.

Kurdo di sala 1909 de li gundê Sûsizê, nêzikî Qaxizmanê, di navçeya Qersê de hatibû dinê. Ev navçe, ku niha di tixûbên Komara Tirkiyê de ye, hindê li jêr hikmê Rûsya tsarî de bû. Bavê wî, Keleş Xidir, gundiyekî belengazî ji eşîra yezîdî ya Şerqî bû. Şerê Cihanî yê yeka vê navçeyê serobînî kiribû û xesareke mezin gihandibû rûniştevanên wê yên kurdî. Malbata Qanat ji ber şer û ji ber hovîtî û xwînrêjiya ordûyên osmanî mecbûr ma axa bav û kalên xwe biterikîne û ber bi Bakur ve here. Ew pêşiyê li Çinkanîyê (Koblaxê), di navçeya Aparanê cîwar dibe, lê pêşveçûna leşkerên osmanî mihacirên kurdî mecbûr dike ku hê dûrtir herin. Malbat, di dawiyê de, xwe dighîne Tîflîsê û li wir, pey çend mehan, di 1921 de bavê Qanat, Keleş dimire. Mala wan belangaz û şerpeze dimîne.

Cîwarbûna berebereyî ya rejîma Sovyetî hêdî hêdî jiyana wan û ya hemû cemaeta kurdî ya Qafqasyayê diguherîne. Hakob (“Lazo”) û Olga Gazarian ji bo xortên kurd ên bajarê Tîflîsê yekemîn xwendegeha kurdî vedikin. Ji bo hînkirina wan Lazo ji tîpên ermenî alfabeyeke kurdî çê dike. Qanat jî diçe vê xwendegehê û gava ku ew di 1928 de wî diqedîne, Ereb Şemo, ku bi çend salan ji wî mestir bû, ji Partiya Komunîst a Ermenîstanê heşt bûrs stendibû ji bo xwendekarên kurd herin li Zanîngeha Lenîngradê xwendina bilind bixwînin. Qanat dibe yek ji wan bûrsdaran. Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û li wir, li ber destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê. Ew wisa jî li cem l.l. Zarubîn fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N.Y. Marr hînî zimanevaniya giştî dibe.

Hê xwendina wî xelas nebûye ku Q. Kurdo di 1934 de, dibe mamosteyê kurdî, pêşiyê li Fakulta Fîlolojiyê û dûre jî li Enstîtuya Xebatkaran. Di nav teqereqa Şerê Cihanî yê duwemîn de teza xwe ya doktorayê li ser “avahiya bêjeyên lêkerî (fiîlî) di zimanê kurdî de” temam dike û wê di 1941 de dide çap kirin. Kurdnasiya sovyetî sal bi sal pêşve diçe û Kurd bi xwe di vê xebata zanistî de roleke berebere mestir dileyizin. Qanat bi xurtî beşdarî şerê li dijî neyarê nazî bûbû û gemaroya (mihasera) xedar a Lenîngradê bi xwe jiyabû. Piştî perçiqandina neyar, bi vegera aşitiyê ew dibe endamê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetî. Di 1945 de ew dibe mamosteyê zimanê kurdî di beşê irannasî yê Fakulta Rohelatnasî ya Lenîngradê. Di 1959 de I.A. Orbelî di Enstîtuya Gelên Asyayê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetî de beşekî kurdî yê serbixwe datîne û ji 1961 pê ve şerefa sermiyaniya vî beşî dibe para Qanatê Kurdo. Xebatkarê westiyannenas, Q. Kurdo di gelek warên kurdnasiyê de afirandinên girîng dihêle. Ji bo çêkirina lîsteke xebatên zanistî yên wî me ji kaniyên cihê kelk girt û mixabin me nikaribû têkûziya tevahiya van agahdariyan kontrol bikin. Me stêrkekê daniye ber hin agahdariyên ku dereca rastiya wan baş ronak nîne lê dikarin bi kêrî xwendevan bên. Bibliyografya jêrîn li gora pergala dîrokî hatiye çêkirin û me ew bi çar waran dabeş kir: zimanevanî, folklor û edebiyat, dîrok, ferheng.

 

A – ZIMANEVANÎ

1 .* Nasandina gramera kurdîyaA. Xaturian, di Riya Taze, N°. 36 û 37, Erîvan, 1937.

  1. Bi hevkariya A. Şamîlov û I. Cukerman, O probleme roda v kurdskom jazyke (Li ser pirsa cisnê di kurdî de), di Revolijucija i Pis’mennost (Şoreş û Edebiyat), N°. 1, Moskva-Leningrad, 1933, r. 160-178.
  2. Bi hevkariya A. Şamîlov û I. cukerman, Ob izafete v kurdskom jazyke (izafe di zimanê kurdî de), di Revolijucija i Pis’mennost (Şoreş û Edebiyat) N°. 1 (16), Moskva-Leningrad, 1933, r. 51-56

4.”Li ser zimanê edebî yê kurdî yê Ermenîstana Sovyetî, di Riya Teze, N°. 31 , Erîvan, 1933.

5.* Qaîdeyên nivîsandina zimanê kurdî, di Riya Taze, N°. 33, Erîvan, 1933

6.* Pêşvebihna zimanê kurdî, di Riya Taze, N°. 68, Erîvan, 1934.

  1. Obrazovanie sloznyx glagolov v kurdskom jazyke (avahiya bêjeyên lêkerî di zimanê kurdî de), kurteya teza doktorayê, Lenîngrad, 1940, 4 r.
  2. Gramatika zmanê körmanjî ya kört ji bona dersxanêd lll-IV, Erîvan, Neşîreta dewleta Ermenîstan, 1949, 157 r. Ev rêzimana kurmancî roleke girîng leyist di xwendegahên kurdî yên Ermenîstana sovyetî de ; bi alfabeya kîrîlîk (rûsî) hatiye nivîsîn.

9.’Rastnivîsîna kurdî, di Riya Teze, N° 58, Erîvan, 1955.

  1. Kritika oşiboçnyx vzgljadov na kurdskij jazyk (Rexneya dîtinên xelet li ser zimanê kurdî), di Kratkie Soobşçniya Instituta Vostokovedeniya, KS IV, cild XII, Moskva, 1 955, r. 43-61 (Rexneya teoriyên jafetî yên Marr ku B. Miller, O. Vilçevskij û I. Cukerman tetbîqê zimanê kurdî kirine). Ewirehman Hacî Marif vê lêgerîne bi navê “Rexne le bîr û bawerî hele le barey zimanî kurdiyewe” wergerandiye kurmanciya xwarê (soranî) û di Hendêk bîr û bawerî hele le barey zimanî û mêjûy kurdewe de derxistiye, Bexda, 1973-1974, weşana Kora Zanyarî ya kurdî, r. 69-105.
  2. Gramatika z’manê kördî ser zaravê k’örmancî bona komêd V-VI, Erîvan, Weşanxana Haypethrat, 1956, 175 r. Çapa nû ya pirtûka ku di 1949 de derketibû.
  3. Numerativnye slova v kurdskom jazyke (Peyivên hejmartinê di zimanê kurdî de), di KSIV, cild XXII, Moskva-Lenîngrad, 1956, r. 28-36.
  4. Grammatika kurdskogo jazyka (kurmandzî), fonetika, morfologia (Rêzimana zimanê kurdî, kurmancî, fonetîk, morfolojî), Moskva-Lenîngrad, 1957, 343 r. Weşana Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetî. Ev rêzimana kurmancî, bi zimanê rûsî, bi bîranîna lêgerînên rêzimanî ku heta salên 1950 hatine kirin, dest pê dike (r. 4-14). Di dawiya wê de pênc çîrok û helbestên kurdî bi tîpên latînî û kîrîlîk nivîsî (r. 300-334) û pirtûknasiyeke helbijartî (r. 336-338) hene.
  5. Kurdkij jazyk (Zimanê kurdî), di Sovremennyj Iran (Irana hemderm), Moskva, 1957, Weşana Akademiya Zanîstî ya Yekîtiya Sovyetî, r. 60-75.
  6. K voprosam slovoobrazovaniya v kurdskom jazyke. 1 -leksiko-grammatiçeskoe znaçenie udvoenija slov v kurdskom jazyke. 2- Obrazovanie otvleçennyx imen v kurdskom jazyke (Li ser pirsên çêkirina peyivan di zimanê kurdî de 1 . Mana ferhengî û rêzmanî ya ducarbûna peyivan 2. Çêkirina navên muceret di zimanê kurdî de), di voprosy Grammatiki i istorii Vostoçnyx jazykov -VGIV, Moskva-Lenîngrad, 1958,r. 109-142.
  7. O dvux principax obrazovanija sloznyx slov podçinitel’nogo tipa v kurdkom jazyke (Li ser du bingehên çêkirina peyivên hevedudanî yên pêgir di zimanê kurdî de) di KSIV, N°. XXIX, 1959, r. 65-74.
  8. Ob’ektnoe i sub’ektnoe sprjazenie perexodnogo glagola y kurdskom jazyke na materiale dialektov kurmandzi i sorani (Bikaranîna lêkera derbasek di zimanê kurdî de. Ji ber materyelên zaravên kurmancî û soranî). Gotar di Kongra navneteweyî ya XXV a rohelatnasan, Moskva, 1960, 9 r.
  9. O znaçenijax i funkcijax suffiksa -k (-aka) v kurdskom jazyke (Rûmet û karîneyên paşdaniya -k (-aka) di zimanê kurdî de) di Issledovanija po istorii kul’tury narodov Vostoka. Sbornik v çest Akademika I.A. Orbeli (Lêgerîn li ser dîroka çandên gelên Rohelat. Berhevoka diyarî ji akademîvan I. A. Orbeli), Moskva-Lenîngrad, weşana Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetî, 1 960, r. 361 -368.
  10. Gramatîka zmanê k’ördî bona dersxanêd V-VIII, Erîvan, 1960, 206 r. Ev afirandin çapa nû ya pirtûka ku di 1956 de derketî ye. Nivîskar beşek li ser fonetîkê bi serve kiriye, ku di çapên berê de nebû.
  11. Kurdskij Jazyk (Zimanê Kurdî), Moskva, 1 961 , 79 r. Izdatel’stvo Vostoçnoj Literatury Jazyki Zarubeznogo Vostoka i Afriki, pod obşçey redakciej Prof. G.P. Serdjuçenko. Kurteyek piçûk, bi zimanê rûsî, a rêzimana kurmancîya jorîn û havendî. Kurdî bi alfabeya kîrîlîk hatiye nivîsîn.

21 . Suffiksacija v kurdskom jazyke (Paşdanî di zimanê kurdî de), di KSIV N°. 67, Moskva-Leningrad, 1963.

  1. Zimanê K’ördî, rêziman, k’itêba dersê bona dersxanêd IV-VII. Çapa nû ya pirtûka di 1960 de derketî. Weşanên Komkar vê pirtûkê qelibandine tîpên latînî û di 1981 de li Frankfûrtê çap kirine.
  2. Kategorija roda i ob’ektnaja konstrukcija v zaza (Cisn û avahiya yekser di zazayî de), di Iranskoe Jazykoznanie, Moskva, 1975, r. 104-118. Ibrahîm Ezîz Ibrahîm vê bendê bi navê “haletekanî cins û binay berkar le zaza de” wergerandiye kurmanciya navendî (soranî) û di Govarî Korî Zanyarî Kurd, cild 5, Bexda, 1977, r. 236-263 de belav kiriye.
  3. Eşçê raz o formax mnozectvennogo çisla imena v kurdskom jazyke (Carek din li ser teşeyên pirejmariya navan di zimanê kurdî de) di Inst-Vost. A.N., Leningradskoe otdelenie, cild I, Moskva, 1977, r. 256-259.
  4. Grammatika kurdskogo jazyka, na materiale dialektov kurmandzî î soranî, (Rêzimana zimanê kurdî, bi materyelên zaravên kurmancî û soranî), Akademiya Zanîstî ya Yekîtiya Sovyetî, Enstîtuya Rohelatnasiyê, Moskva, 1978, 294 r. Rêzimanek berhevdayî ya her du zaravên edebî yên kurdî.

 

FOLKLOR Û EDEBIYAT

  1. Bi hevkariya l.l. Cukerman, Kurdskie Teksty (Metnên Kurdî), di Iranskie jazyki, cild II, Moskva-Leningrad, 1950, r. 29-61. Metn û wergerandinên Mamê Eyşê û Ebûzêtê bin Helal, tevî nîşeyen ronakker.
  2. Tarîxa nivîsandin û çapkirina ferhengêt kurdî, di Ronahî, N° 8 û 9, Bexda, 1 961 .
  3. Bi hevkariya M. Rudenko, Kurdskie poslovicy i pogovorki (Methelokên kurdî) di Poslovicy pogovorki narodov vostoka, M.I.V.L., Moskva, 1961, r. 330-339.

29.* SêvaAcî, destaneke romantîk a kurdî, Moskva, 1962.

30.* Qelay Dimdim, destaneke mêrxasî ya kurdî, Moskva, 1962.

31 .* Memê Eyşê, destaneke romantîk a kurdî, Moskva, 1962.

  1. Pêşgotina (r. 5-11) pirtûka Marûf Xeznedar Kêş û qafiye li şi’rî kurdî da, Bexda, 1962, 67 r.
  2. Bi hevkariya l.l. Cukerman, Iz Kurdkogo eposa (Ji destanên kurdî), di Iranskij sbornik k semidesjatipjtiletiju Prof. /./. Zarubina, Moskva, 1963, I.Z. Vostoçnoj Literatury, Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetî + Inst. Jazykovnanija + Inst. Narod Aziî, I.V.L, r. 249-255.
  3. Bîr û bawera kurdayetiyê di nivîsarêd Ehmedê Xanî.de, di Çiya N° 7, Berlîn, tebax 1969, r. 3-6 û N°. 8, kanûn 1970, r. 3-4.

35.* Lêgerîn II ser edebiyata kurdî li Iraqê, di NAA (Kovara gelên Asya û Afrîkayê), N°. 2, Moskva, 1975, r. 143-155. Şukriya Resûl vê xebatê wergerandiye kurman ciya navendî û di Govarî Korî Zanyarî Eraq, destey kurdî, cild VII, Bexda, 1980, r. 81-112 de belav kiriye. Lêgerîn li ser edebiyata kurdî li Iraqê ji dawiya sedsala dawîn ta salên 1960 e. Stî Resûl tenê bendê wemegerandiye hin şaşiyên wê jî rast kiriye.

  1. Komele têkstî folklorî kurdî, Bexda, weşana Korî Zanyarî Kurd, 1976, 273 r. Şukir Mistefa û Enwer Qadir Mihemed van metnên kurmancî qelibandine tîpên erebî yên ku li Iraqê bikar tînin. Pirtûk bi ketiniyeke Ewirehman Hacî Marif li ser dîroka pêkanîna berhevokên folklora kurdî dest pê dike. Tê de destanên : Elî Memedê nêçîrvan ; Ebûzêdê bin Helal ; Mîrze Memûd ; Çîroka tûtî ; Fêr û porsor ; Mîr Mih ; Ehmedê Bextewar ; Du rêwî ; Ehmedê pale ; Dimdim ; Pendêd pêşînan ; Folklora Kurdên Azêrbêcana Sovêtiyê ; Gepê pêşînan ; Du para şêr ; Têderxistinok hene.
  2. Derheqa şovêd Mem û Zînê, zargotî û şova Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji nivîsara peywendiya folklor û lêtêratûra kurdî, di Govarî KorîZanyarî Kurd, cild. VI, Bexda, 1978, r. 78-110.
  3. Bîr û bawera wetenperweriyê li folklor û lîteratûra Kurda da, di Kurdistan, dengê Yeketiya Xwendekar û Lawanên Kurdistan li Awrûpa, N°. 2, tebax 1983, r. 15-24. Ev nivîsar paşê bi kurmanciya navendî bi navê bi navê “Bîr û bawerî niştimanperwerî le folklor û edebî kurdî da” di kovara Pêşeng, organa Partî Demokratî Gelî Kurd, N°. 4. kanûn 1983 de derketiye.
  4. Tarîxa Edebyeta Kurdî, cild 1 , Stockholm, weşanên Roja Nû, 1983, 192 r. Cildê yekemîn ê vê pirtûka ku bi kurmancî û tîpên latînî hatiye nivîsîn li ser jiyan û afirandinên şairên Kurdistana bakur e : Elî Herîrî, Ehmed Mele Batê, Feqê Teyran, Meleyê Cizîrî, Selîm Sulêman, Ehmedê Xanî, Xaris Bitlîsî, Pertew Begê Hekarê, Şêx Xalid, Siyahpûş, Cigerxwîn, Osman Sebrî û Qedrîcan. Tê de wisa jî ketiniyeke dirêj heye li ser tevahiya xebatên ku ji weşana Recueil de notices et rêcits kourdes a A. Jaba li St. Petersburgê di 1880 de ta îro li ser edebiyata kurdî hatine kirin. Nivîsar li ser rola çapemeniya kurdî pir radiweste.
  5. Tarîxa Edebyeta kurdî, cild 2, Stockholm, 1985, 178 r. Ev cildê duwem aTarîxê li ser jînenigariyên û afirandinên şairên ku bi kurmanciya navendî nivîsîne ye : Nalî, Kurdî, Hacî Qadir Koyî, Şêx Reza Telebanî, Edeb Ebdila Misbah, Mela Mihemed Koyî, Wefayî, Xerîq, Bêhûd, Zîver, Sebrî, Selam, Salim, Qane Muzher, Ahmed Muxtar Beg, Pîremêr, Ebdullah Goran, Dildar, Bêkes, Remzî, Mela Marif, Hejar.

 

  1. DÎROK

41 . Zarubeznaja kurdskaja literatura o SSSR (Weşanên Kurdên dereke li ser YKSS) di Nauçnaja sessija 1948 g. Leningradskaja Gosudarstvennogo ordena Lenina Univ. im. A.A. __danova, Leningrad, 1948, r. 45-46.

  1. Zaruberznaja kurdskaja literatura o polozenii Kurdov v SSSR (Weşanên Kurdên dereke li ser rewşa Kurdên YKSS) di Uçênye Zapiski LGL/,1952, N°. 128, rêza rohelatnasiya zanistî, N°. 3, Istorija i Filologija Vostoka, r. 136-150.
  2. Falsifikacija istorii Kurdov v persidskoj burzuaznoj istoriografii (Tehrîfa dîroka Kurdan di dîroknivîsiya bûrjûwayî ya farisî de). Leningrad, N°. 179, rêza rohelatnasiya zanistî, N°. 4, 1 954, r. 1 20-1 37. Ev nivîsar rexneyek e li ser pirtûka Xolam Reza Reşîd Yasemî Kord ve peyvestegiyê tarîxî ve nejadiyê (Kurd û peywendiyên wan ên dîrokî û rêgezî). Ewirehman Hacî Marif vê benda Q. Kurdo wergerandiye kurdiya navendî û di Hendêk bîr û bawerî hele le barey ziman û mêjûy kurdewe, Bexda, weşana Korî Zanyarî Kurd, 1973-1974, r. 34-68 belav kiriye û Abdullah Merdûx jî wê kiriye farisî û di kovara AlifBa, N°. 5, Paris, 1984 de çap kiriye.
  3. Xaçatur Abovian kak kurdoved – etnograf (Xaçatur Abovian wekî kurdnas -etnograf) di Izvestija A.N. Arm. SSSR, rêza zanistiyên civakî, cild XX, Erîvan, 1955, r. 89-98.
  4. Xaçatur Abovian kak kurdoved – issledovatel (Xaçatur Abovian wekî kurdnas – lêger) di Oçerki po istorii Russkogo vostokevedenija (Nêrîn li ser dîroka rohelatnasiya rûsî), cild 2, Moskva, 1956, r. 360-380.
  5. Kurdy (Kurd) di Narody Perednej Azii (Gelên Asya nêzîk), Moskva, Akademiya Zanistî ya YKSS, 1957, r. 242-260.
  6. Uspexi Sovetskogo kurdovedenija (Pêşveçûnên kurdnasiya sovyetî) di Kommunist, Erivan, 6.10.1959, N°. 236 (7709), r. 3.
  7. Trudy P.L. Lerxa po kurdovedeniju – K voprosu ob izuçenii istorii Kurdov v Rossii (Xebatên P.L. Lerch li ser kurdnasiyê. Li ser pirsa dahûriniya dîroka Kurdan li Rûsyayê) di Oçerki po Istorii Russkogo Vostokovedenija, Moskva, Akademiya Zanistiyan, Enstîtuya Rohelatnasiyê, cild IV, 1959, r. 39-51. Ev Xebat hatiye wergerandinê kurdiya navendî û li jêr navê “Nûsrawekanî Lêrx le barey kurdewe” di Govarî Korî Zanyarî Kurd, cild 2, Bexda, 1974, r. 624-663 de çap bûye.
  8. Razvitie sovetskogo kurdovedenija (Pêşveçûna kurdnasiya sovyetî), di Uçênye Zapiski Instituta Vostokovedenija, Akademiya Zanistî ya YKSS, cild XXV, Moskva, 1960, r. 57-67.
  9. Tarîxa çêkirin û neşriyata ferhengên kurdî, di Ronahî, Bexda, N°. 9 û 10, 1961 .

51 . Birê kurdnasiyê li Leningrad di Çiya, N°. 4-5, 1 967-1 968, r. 4-5.

  1. Kitêb û miqalêd kurdnasî, di Çiya, N°. 6 û 7, 1968-1969.
  2. Le babet nevîskar, ziman û elîfbayê pertûkêt dînê êzîdiyan, di Govarî Korî ZanyarîKurd, cild 1, 1973, r. 132-179.
  3. Şîkirdinewey belgekanî Geznefon’ derbarey Karduxekan, di Hendêk bîr û bawerî hele le barey ziman û mêjûy kurdewe, Bexda, 1973-1974, r. 106-120. Ewirehmanî Hacî Marif tevahiya gotara ku Qanatê Kurdo di Konferansa Irannasan a ji bo xatirê şêst saliya Profesor Boldirev de xwendibû wergerandiye kurmanciya navendî. Kurteyek vê gotarê di 1969 de li Moskovayê derketibû. Marûf Xeznedar vê kurteyê kiribû kurdî û di Defterî kurdewarî N°. 1, kanûn 1970, r. 121-126 de belav kiribû. * Geznefon : nivîskarê Yewnanistana kevnare Ksenefon.
  4. Çend têbiniyek le ser kitêbekey Vilchevski, di Hendêk bîr û bawerîhele le barey ziman û mêjûj kurdewe, Bexda, 1973-1974, r. 121-141. Ev nivîsara ku bi rûsî hatiye nivîsîn lê çap nebûye Ewirehmanî Hacî Marûf wergerandiye kurdiya navendî. O.L. Vilchevsky şagirtê akademîvan Marr bû û teoriyên wî yên “Jafetî” tetbîqê kurdî dike. Q. Kurdo li ber wî radibe.
  5. Serincek le nûsirawekey Akopov, rexney mêjûyî le meseley nejadî kurd da, di Hindêk bîr û bawerî hele le barey ziman û mêjûy kurdewe, Bexda, 1973-1974, r. 1 42-1 66. G.B. Akopov, îro serokê beşê kurdnasî yê Zanîngeha Erîvanê, şagirtekî akademîvan Marr e ; Q. Kurdo bi xurtî li dijî tezên wî yên li ser eslê Kurdan derdikeve.
  6. I.A. Orbelî û kurdnasî, wergerandin û têbiniyên Ewirehmanî Hacî Marif, di Govarî Korî Zanyarî Kurd, cild 3, Bexda, 1975, r. 113-142.
  7. Margarîta Borisnova Rudenko, 1926-1977. di N.A.A., 1977, N°.4, r. 147. Nîvîsarek li ser mirina kurdnasa sovyetî ya navdar Rudenko.
  8. K. istorii kurdskoj periodiçeskoj peçati (gazeta Kurdistan) (Li ser dîroka kovara kurdî Kurdistan), di Pis’mennye pamjatniki i problemy istorii kul’tury narodov vostoka, Akademiya Zanîstî ya YKSS, cild II, Enstîtuya Rohelatnasiyê, Moskva, 1982, r. 119-125.
  9. Disêrtasiyên kurdnasiyê,,ö\ Roja Nû, kovara hunerî, çandî û edebî, N°. 8, Stockholm, 1985, r. 477. Nivîskar qala hemû tezên doktorayê ku xwendekarên sovyetî an ne sovyetî li Yekîtiya Sovyetiyê di warê kurdnasiyê de çêkirine dike : 38 tez li ser edebiyat û folklora Kurdan ; 1 8 tez li ser zimanê kurdî û zaravên wî.
  10. Nivîsara kurteberî ya tarîxa kurdnasiya Rûsistan û Sovêtistanê,d\ Roja Nû, kovara hunerî, çandî û edebî, N°. 11, Stockholm, 1986, r. 8-1 1 .

 

D – FERHENG

62.* Çend gotin li ser ferhenga fileyî – kurdî, di Riya Taze, N°. 31, Erîvan, 1933. Nivîsareke kurt li ser Armjano-Kurdskij slovar a V. Petoyan, Emînê Evdal, Heciyê Cindî û Ç. Genco, Erîvan, 1933, 330 r, 9000 gotin.

  1. Kurdsko-Russkij slovar, Ferhenga Kurdi-Rûsî, Moskva, 1960, 890 r. Bi 34.000 gotinên xwe ev ferheng firehtirîn ferhenga kurdî ye ku ta îro hatiye çap kirin. Ew alfabeya Hawarê bi kar tîne û dengên e’, h’ û x bi ser ve zêde dike ji bo nîşandana hin xasitiyên axaftina kurdî. Kaniyên xebata Q. Kurdo afirandinên kurdî yên ku li Sovyetistan û li welatên din derketine ne. Gotinên berhevkirî, bi piraniya mezin, ên kurmancî ne.
  2. Bi hevkariya Zerê E. Yusupova, Kurdsko-Russkij slovar (Soranî), Moskva, 1983, 752 r., dora 25000 gotinan. Ev ferhengeke girîng a kurmanciya navendî ye (zaravên Sulêmaniye, Hewlêr, Rewandûz, Koy Sancaq, Kirkûk, Mahabad, Şno, Banê, Senendej). Kurdî bi tîpên erebî yên ku Kurdên Iraq û Iranê bi kar tînin hatiye nivîsîn û gotin li gora rêza vê alfabeyê hatine bi rêz kirin. Gelek pisporên kurdîyên ji Kurdistana Iraqê beşdarî pêkanîna vê ferhengê bûne. Piştî her gotinê nivîsandina wê ya bi tîpên latînî (alfabeya Hawarê) hatiye danîn. Ferheng haletekî xebatê î hêja ye û bi ser de bi awayekî xweşik hatiye çap û pêşkêş kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev