Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 61

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 61

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 61an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, Koma Kurmancî ya Instîtûya Parîsê civîna xwe ya 65an di navbera rojên 26ê cotmehê heta 5ê meha mijdarê li Zanîngeha Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê li dar xist.



Koma Kurmancî ji 35 sal zêdetire li ser zaravê kurmancî yê zimanê kurdî kar dike û ji her parçeyê Kurdistanê û dîasporayê akademisyen, zimannas, lêkolîner, nivîskar û rewşenbîrên Kurd tê da beşdar in.

Xebata Koma Kurmancî di sala 1987an de ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve dest pê kiriye û heta niha bê navbir, her 6 mehan carekê kom dibe, bê mûçe, bi êginî civînan çêdike û hercar zêdeyî heftêyekê û her roj ji 10 seatan pirtir li ser peyvên zaravaya Kurmancî dixebite. Herweha gelek lêkolîner, nivîskar û zimanzanên kurd wek mêvan beşdarî nav vê xebatê Koma Kurmancî bûne.

Piranîya endamên komê ji ber gelek sedeman ji derveyî Kurdistanê jîyana xwe derbaz dikin. Kar û xebata Kurmancîyê hîmlî li ser van mijarane: berhevkirina gotinên devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye. Encama ku ji civîna Koma Kurmancî derdikeve di kovara ”Kurmancî” de çap dikin û herwiha heya niha jî encamên xebatên xwe weke 2 pirtûkan jî belav kirine.

Endamên Koma Kurmancî cara yekem li bajarê Barcelona ya Îspanyayê û herî dawî jî li îsal civîna xwe ya 65an li navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê li dar xist.

Zanîngeha Zaxoyê sponsorî û piştgirîya komê kir û ew vexwende Kurdistanê. Zanîngehê bi pêşwazîyeke germ ew kirin mêvan û herweha ji bo piştgirîkirina vê xebatê û xurtkirina tevkarîya di gel Instîtuya Kurdî ya Parîsê soz da ku salê carekê vê komê vexwîne Kurdistanê.

Di vê civînê de endamên Koma Kurmancî zimannas: Reşo Zîlan (Agirî), Mahmûd Lewendî (Qerejdax), Hemîd Kiliçaslan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Yêrêvan), Lezgîn Çalî (Barzan), Rênas Awdal (Zaxo), Abdulwehab Xalid Musa (Duhok), Newzad Hirorî (Duhok), Xosro Ebdulahî (Selmas), Selam Numan (Qamîşlo) û Zinar Soran (Dêrik) beşdar bûn.

Ev kesên zaneyê kurmancî wek mêvan beşdarî civînan dibûn: Fazil Omer (Duhok), Ismail Şahîn (Sêmêl), Eyub Kiran (Siwêrek), Umîdê Mistefayê Celalî (Bazîd). Xebatên civînê hefteyekê berdewam kirin.

Bernameya babetên yên civînê ev bûn:

Peyvên berîya Mêrdînê (Hemîd Kilicaslan)

Hin peyvên kêmnas-nenas (Reşo Zîlan)

Peyvên kêmnas an nenas yên devera Bedînan (Lezgîn Çalî)

Hinek heywanên navê wan bi kurd û Kurdistanê hatine binavkirin (Eyub Kiran)

Erd, av û hewa di devoka celalîyan de (Umîdê Mistefa Celalî)

Peyvên Zaxoyî (Rênas Awdal)

Hin peyv ji ”Zargotina Kurda” (Zinar Soran)

Koma Kurmancîyê roja yekşemê 27.10.2019an li hola Xelîl Xeyalî, civînek bi xwendekar û mamosteyên beşê kurmancîyê yê Zanîngeha Zaxoyê pêk anî, herwiha parestgeha Ezdîyan Lalişa Nuranî ziyaret kir. Kesayetîyên binavûdeng wek Mîrê Êzdîyên tevaya cihanê Mîr Hazim Beg, serokê Înstîtûya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, cîgirê rektorê Zankoya Zaxoyê Abdilwahab Musa, serokê Bingeha Lalişê Şêx Şemo, zaneyê dîroka Êzdîxanê Kerîm Silêman li Lalişê amadebûn û ev yek nirxê rasthatina kurdewarî û Kurdistanî pir da bilindkirinê.

Koma Kurmancî herweha tevî du konferansên kurdzanîyê bû, yek li Dihokê, a din jî li Koyê, ku kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê, herweha kurdzanên biyanî ji gelek welatên Ewropayê û Kanadayê tê da amade bûn û bi xebatên xwe yên di hêla zaravayê kurmancî û dîroka Kurdistanê da amadekar heyr û hijmekar hîştin.

Vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina encamên kar û xebata civîna 65an ya koma Kurmancî mêvandarîya bi yek ji endamên Koma Kurmancî, prorêktorê Zanîngeha Zaxo, profesor D-r Ebdulwehab Musa kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me ezê bi kurtî nasîya we bidim jîyannameya mevanê bernameyê d-r Abdulwehab Musa.

Abdulwehab Musa kî ye?

Abdulwehab Xalid Musa sala 1964an li bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye. Li salên 1984-1988 di liceya Ziman û Edeba Kurdî de xwandiye. 1999-2000 Zanîngeha Selaheddîn, Fakûltêya Ziman temam kirîye û hema vê salê mastera bi Zimanê Kurdî wergirtye. Di 2007an li Zanîngeha Selaheddîn, li fakulteya Ziman û Felsefeya Ziman temam kirîye.

Cîyên karkirinê:

2000an Dersdarê Kolîja Edebîyatê ya Zanîngeha Duhokê bû.

2006an Serokê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Fakultêya Edebîyatê ya Zanîngeha Duhokê bû.

2009an Pirofêsor ê Harîkar li Zanîngeha Duhokê ya Fakûltêya Zanistên Mirovayetî.

2011an Serokê Mekteba Edebiyatê li Fekultêya Zanistên Mirovayetî ya Zanîngeha Duhokê.

2013an Mamosta Abdulwehab wek Serokê Beşa Ziman û Edebîyata Tirkî li Fakultêya Zanistên Mirovayetî ya Zanîngeha Zaxoyê kar kirîye.

Ji 2005an heya 2019an Serpereştî û şêwirmendîya jimareyeka mezin a xwendikarên Master û Doktorayê kirîye li Zanîngehên Duhok, Selaheddîn, Silêmanî, Germiyan, Soran, Zaxo, û Artûklûya Mêrdînê. Doktor Abdulwehab Musa endamê komxebat û komîteyên taybet bi ziman û wêjeya Kurdî ye (Mezopotamya), herwiha endamê Koma Kurmancî ye. Ew demekê birêvebirê Radiyo u Televizyona Kurdistanê bû. Abdulwehab Musa endamê Yekîtiya nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistanê û endamê borda akademîyayê ye. Birêz Abdulwehab xwediyê çend pirtûk û kovarên akadêmîk e li ser ziman û edebîyata kurdî. Têkilî û hevkarîya wî ligel nivîskarên (Zaza) û ( Soran) jî hene di warê lêkolîna ziman da.

Birêz Ebdulwehab Musa re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistane ra em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Mamosta Abdulwehab Xalid Musa bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev