Biyaniyên li trênekê – 1

Biyaniyên li trênekê – 1

Fermo, mêze bikin nivîskara Îngilîz çawa bi saya wergera

nivîskarê malpera me Welat Agirî bi kurdîyeke xweş diaxive.

Emê berhema nivîskarê bi tevayî di rûpelên xwe da çap bikin. Îro beşa wê a yekê bixwînin.

 

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî : Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Trên bi lezeke mezin diherikî û diçû. Gay li Mîrîamê difikirî, diponijî. Rû û dêmên wê ên penbeyî û devê wê ê nexweşik li ber çavên wî bûn. Qehirî, ji wê nefret dikir. Bi xemginî:

‘‘Dixwazim Mîrîamê berdim, ji wê xilaz bim, lê dibe ku, ew cihêbûnê nexwaze jî. Ducanî ye, zarok jî ne zaroka min e. Hebe tune be, wê bixwaze bi bavê zarokê bike, wê bi wî re mêr bike. Heger rewşa me ev be, gelo çima dixwaze min bibîne? Bê hevdîtin jî min dikaribi ew berda û em ji hev veqetiyana. Çi zanim! Belkî derdê wê ne cihêbûn be jî, dibe ku bona pera dixwaze min bibîne”.

Mîrîamê car caran pere ji Gay dixwest, wî jî jê re dişand, lêwma jinik jineke şerût, şûm û netebitî bû, ku Gay nedixwest Mîrîam bikeve pêsîra diya wî, jinikê bihetikîne. Mîrîamê li welêt diqijirand, derew dikirin, ji milet re digot malxwê min li Nîyorkê dijî û wê min jî bibe cem xwe, lê beriya min bibe, dixwaze xwe pêş bixe, bibe mîmarekî bi nav û deng.

Dilketiya Gay hate bîra wî, îca çiqas ji wê hez dikir. Hinekî li ser karê xwe yê li Florîdayê jî ponijî, karê wî jî karekî girîng bû. Beşera xwe xweş kir; “Hindik ma, hindik”, got û dest bi xwendina pirtûka xwe kir. Nîv per xwendibû nexwendibû, serê xwe bilind kir û zilamekî ciwan li qoltixa hemberî xwe dît. Zilamê xort merivekî zirav û dirêj bû, bi çavên şermoke awir li Gay vedidan, ku meriv digot qey nizane bipeyive. Gay qoltixa xwe bi virde, wêde bir-anî û bêhemd li lingê zilamê ciwan xist.

-Biborînê bira.

-Na, tiştek nabe heyran. De ka bêje em niha li ku ne gelo?

-Em li Texasê ne.

Ciwan şûşek wîskî ji berîka xwe derxist, bi bişirîneke geş, dirêjê Gay kir. Serîkî mezin lê bû, mirov nikaribû ji rû û sûretê wî tê derxita ka yekî gêj î bêhiş e, yan zana û bîrbir e, ne jî dikaribû bêje ciwan e yan navsere ye. Çavên wî soromoro û westiyayî dixuyan, lê rû û dêmên wî wek yê keçikan bê qisûr û bê kêmasî bûn.

Bi dirêjkirina şûşa vîskiyê ra, Gay razîbûna xwe anî ziman, lê ji destê wî negirt. Ciwan çend gulm wîskî bi ser xwe de kir û bi zimanekî kubar jê pirsî ;

-Rêwîtîya te ber bi ku ye?

-Diçim Metkalfê, Gay dixwest pirtûka xwe bixwîne.

-Wee navçeyeke xweş e bi Xwedê. Xêr e, tu bo kar diçî wira?

-Êêê erê bo kar,- Gay pera pirtûka xwe quliband. Zilamê ciwan fenanî zarokekî pirsî;

-Karekî çawa ye?

-Mîmar im ez, avahîsaz.

-Wee gelekî hewaskar e heyran,- got û destê xwe dirêj kir;

-Navê min Brûno ye, Çarls Antonî Brûno.

-Gay destê xwe da destê wî, ez jî Gay Heînz.

-Gay tu li Nîyorkê dimînî?

-Belê, li wê derê dijîim.

-Ez jî ji Long Aylindê me, niha bo tetîlê diçim Santafîyê.

Gay dixwest xwendina xwe bidomîne yan jî ji xwe re biponije, birame. Lê haya wî ji zilamê li hemberî wî hebû, ku hertim çavên zilêm li ser Gay bûn.

Trên ji bo molayê li îstasyoneke sekinî, Gay jî ji trênê peya bû, dixwest hewake paqij hilgire, lê li derva dinya germ bû, hewa jî ne paqij bû. Bi nêta xwarina şîva xwe vegeriya trênê.

-Merheba, Brûno got û li masa Gay rûnişt. Gotina xwe domand;

-Birayê te odeyeke xisûsî girtiye, şîv jî xwestiye û divê tu şîvê bi min re bixwî.

-Na bira, mala te ava be.

-Na nabe, bi serê te kim, tê bi min re şîva xwe bixwî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev