Nameyên evînî – 105

Nameyên evînî – 105

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤


Ez dibêjim bi saya Nura xwe ez paqij bûm, bi aqil bûm, ciwantir bûm. Gelo Nura min tiştekî taybet kir, ku ez biguhêrim? Na, Nura min wek xwe ma, min hewil da bigihîjime wê. Weke ku ne hewce ye dê û bav metodan bibînin bona zaroka xwe terbîye bikin.

Zarok eger her ro bibîne dê û bavê wî çawa ji hev hez dikin, ew hezkirin çiqas eşq û şabûnê ji wan ra tîne, texmîn dike ku ew cûrê jîyanê çiqas xweş e, ew hezkirin di giyana wî da jî bi cî dibe, dibe beşeke jîyana wî a rojane. Ew dest pê dike ji xwe jî hez dike, ew hezkirin jê ra eşqê tîne, ew dibe mirovekî xwedî hîsên ciwan.

Û dema ez jîyana xwe a berê û piştî naskirina Nura xwe himberî hev dikim, encamek ha dertê: weke ku berê li warekî dimam, li kolanan digerîyam, min didît her kes cixara xwe davêje erdê, min jî davît. Lê niha weke ku li warekî wisa dijîm, ku kolan pir paqij in û destê min naçe cixarê bavêjim erdê û kolanê qirêj bikim.

Weke ku berê min li cîyekî xwerin dixwer ji bo birçîbûna xwe bidim hilanîn, lê niha weke ku ne ji bo têrbûnê dixum, lê ji bo ku lezetê ji xwerinê bibînim. Niha jî, dema Nura min ji min dûr e, berî ku ez jê ra dinivîsim, porên xwe şe dikim, cilên paqij li xwe dikim, hewil didim bişibime wê. Dişibim, lê nagihîjimê. Hewildana ku bigihîjime wê jî beşeke jîyana min e û xweş e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev