Çend pirs, çend anekdotên bibîranînê

Çend pirs, çend anekdotên bibîranînê

Özzengin Seyhmus

 

Li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê rêveberîya ku bi darê zorê hertişt girt destê xwe û meşand, bê ku rêveberîyê bi hemû hêzên Kurd-siyasî ve parve bike.

Ev rêveberî, berpirsîyarê dema borî û bûyerên ku niha li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê diqewimin e.

Ji dêlva ku bibin hîmê avakirina bingehek hevpar, Kurd û Kurdistanî, çûn bi ereb, keldanî, Aşûrî û çepên tirkan re gundên ekolojik, kanton avakirin. Nehiştin ku bi bingehîn hestên Kurd û kurdewarî geş bibin li ser vê beşê Kurdistanê.

Dijminatîya Başûrê Kurdistanê, dijminatîya Barzanîyan kirin ku beşek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi çavekî dijminane li Başûrê Kurdistanê û malbata Barzanîyan binerin.

Mixabin Başûr bi sebir her piştgirî da wan. Di qada parastinê de, di qada lojîstîk de, di qada dîplomasîyê de her piştgirî da wan. Bi sedhezaran mahacirên Rojavayê Kurdistanê girt cem xwe û bû alîkarê wan.

PYD/PKK/YPG çi kir?

Her dijminatîya wan kir. Ala Kurdistanê wek “ala Barzanîyan”(!) da nasîn, binpê kir, şewitand û êrîş anî ser çalakîyên wan yên medenî.

Êrîş anî ser merasimên cenazên cangorîyên wan. Her cûre hevkarî bi muhalefeta xwe re red kir û ew layîqî koçberî, zindan û gullebaranê dît.

Bi şêweyek dîktatorî her tişt girt destê xwe û rê neda ku hêzên kurdan li ser axa xwe, bi hev re rêveberîyê parve bikin, bibin şirîk û bi hev re axa xwe, miletê xwe biparêzin.

Kurdan Efrîn wenda kir. Cerablûs û El-Bab wenda kir. Niha li van deveran Tirk û kuçikbavên wan bicîh bûne.

Niha jî me Girê Spî, Serê Kanîyê û heta Amûdê û Tiltemir wenda kir. Ev pîlana ku niha dimeşe, tehdîdek mezin e li seranserê axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê.

Kurd axa xwe a bav û kalan wenda dikin û roj bi roj di bin tehdîda koçberîyeke mezin de dibin mahacir. Li axa ku ne a wan e, wek mahaciran bicîh dibin. Lê rastî ew e ku axa xwe, ew axa ku navê wê Kurdistan e wenda dikin û ji lûgata xwe jî derdixin.
Mazlûm Kobanî îro wek ku tiştek nebûye banga “yekitîyê” dike. Gelo çima?

Her Kurd divê bipirse çima Mazlûm Kobanî vê bangê niha dike, bê ku ji kurdan uzrê xwe bixwazin?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev