Rojava: Nûnerên diyaspora kurdan rastî karmendên Yekîtîya Awropayê li Brûksêlê hatin

Rojava: Nûnerên diyaspora kurdan rastî karmendên Yekîtîya Awropayê li Brûksêlê hatin

Duh, delegasyona diyaspora kurdan, ku ji nûnerên Şêwra Navbendî ya kurdên Almanîyayê, Rêxistina Kurdan-Awropayê ya li Bêlçîkayê û Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) pêk dihat, seredana serekîneya Komîsyona Awropî û Sazîya Awropayê ya karên bi der va ra girêdayî li Brukselê kir.

Nûnerên diyasporaya kurdan berî wê bi hûrgilî bala xwe dabûne rewşa penaberên li Kurdistana Rojava (Sûrîyê) û belgenameyek amade kiribûn bona desthilata YA ya derheqa hewcedarîyên penaberan da. Nûnerên delegasyona kurdan di dema rasthatina bi karmendên YA ra navnîşa alîkarîyên lazim raberî wan kirin. Ji hemûyan zêdetir hewcedarîya kincan, xurek, dermanan û nivîn, herwiha alîkarîya bizîşkî û psîkologî heye, xwesma ku zûtirekê zivistan e.

Karmendên YA bi awayekî ciddî guhdarî kirin, tevaya daxwezên delegasyonê cem xwe qeyd kirin û soz dan ku wê çi ji destê wan tê bikin, bona bikaribin pêdivîyên niştecîyên Rojava pêk bînin.

Ev kes di delegasyonê da hebûn: Karîna Reşîdova, Ahmed Alan, Ebdulhafiz Ebdulrehman, Hesen Mensûr, Xezal Peker, Elî Norî, Cemîl Îbrahîm û Qehreman Evsen.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev