ROJÊD EMIRÊ FÊRÎKE DAWIYÊ

ROJÊD EMIRÊ FÊRÎKE DAWIYÊ

Ev xanima delal, keça profêsor Hecîyê Cindî û xanima helbestvanê mezin Fêrîkî Ûsiv

piştî mirina bavê xwe û helalê xwe hemû berhemên wan yên çapnebûyî amade kir

û da çapkirinê, herwiha yên çapkirî jî ji tîpên kirîlî kir latînî û weşand,

ew berhemên bêhempa kir milkê tevaya gelê kurd.

Îro em nivîseke wê derheqa rojên dawî yên jîyana Fêrîkê Ûsiv raberî we dikin,

ku nivîseke delal e bona 85 salîya helbestvanê me yê mezin, ku van rojan temam bû.

Em nivîsê wek hatîye nivîsîn çap dikin.

 

Firîda Hecî Cewarî

 

Payîza sala1996 a dereng Fêrîk go:

– Dixwezim herime şeherê Nîjnî Tagîle, cem Zera qîza xwe û nevîyêd xwe – Narê, Alîk- jêra digo Elo,- zivistana xwe, mîna zivistana sala1994-a, dixwezim li wir derbazkim.

Bona nexweşîyêd wî em dudilî bûn: here-neçe? Fêrîk go:

– Qet nefikirin, gunê min jî nekine sitûyê xwe. Ezê xwexwe herim, bilêta balefirê bistînim. Tenê Zoro roja çûyînê bira min verêke.

Ûsa jî kir. Çû bilêta xwe bi xwe stend û çû gihîşte qîz û nevîyêd xwe. Pênc meha Fêrîk ma wî şeherîda.

28-ê nîsana sala1997-a Fêrîk vegerîya, hate Yêrêvanê. Çawa kete malê, go:

– Şikir ji tera, Xwedê, ez saxî hatim-gihîştime malê…

Û gilî kir, wekî balefirêda dilkê wî pirr êşyaye, tirsyaye tişt wî biqewime… negihîje malê… Gilî kir, go:

– Bi gotina we ez Tagîlêda hatime xweykirinê, qîz û nevîyê mine ezîz pirr heyra minda bûn. Go: – Ez naka hatime malê, lê hişê min bal zarane…

Sibetirê go, wekî du-sê rojê din wê here gund, go:

– Par min terka gîhadirûnê da, îsal jî ezê terka kartol avîtinê bidim. Hela wê kî minra nîvekarî bavêje…? Go:

-Li min pir bûne nexweşî û êş. Nexweşîyê nemam, xirav û xayîn…

Nexweşya şêkir – dîabêt, zor lê dikir. Lingê wî diha werimîn, êşyan, dil jî alîkîda…

Go: – Min bibine nexweşxanê…

Me Fêrîk yekê gulanê bire nexweşxanê. Doxtirê nihêrî, serê xwe hejand, go:

– Lez van dermana destxin, bînin.

Zoro ha-hanga ew derman dest xistin, anîn. Heta êvara dereng em cem bûn.

Wê êvarê Fêrîk gilî kir, go:

– Şevekê Tagîlêda êşê min zef bûn. Min nava cîyada Xwedêra gilîyê nepak digot, gazinê xwe dikirin. Sivetirê Zera min go: “Bavo, ez ji te hîvî dikim Xwedêra gilîyê xrab nebêje”. Min go: “Qîza min, çawa nebêjim? Ewî aqa êş-êşûk dane min, nexweşîya dil, dîabêt, paşê hemîn neyara jî ruhê min xwerin… Bê Xwedê, tu çira meriva dinê dixî û awqa dizêrînî? – Lê min Zera xwera got: – Eger tu hîvî dikî, bira adbe, qirarbe – îdî gilîyê nerê Xwedêra nabêjim…”

Paşê, nexweşxanêda, Fêrîk zivirî berbi min û minra go:

– Tu rind zanibe, hergê Xwedê êz baxşandibim, wê ruhê min zû ji min bistîne, hergê na – ezê sala nava cî-nivînada awa binelim-biêşim… Xwezla min yê usa tê, kî carekêra dimire.

Min go:- Terka wan gilîya bide, tuyê pakbî û çendekî dinê tuyê vegerî malê. Havînê jî nevîyê teyê bên, û emê hersê nevîya –Narê, Alîk, Lînayê hildin – herine gund…

Odêda nexweş zef bûn, doxtirê nehişt, Fêrîk jî nexwest ku em şev cem bimînin.

2-ê gulanê Zoro çû bal bavê xwe. Xurek biribû. Hat, go:

– Şikir hevekî pake.

Êvarê ez çûme nexweşxanê. Minra jî go:

– Doxtirê gotîye, wekî ez berbi pakbûnê diçim. Werma lingê min jî danîye…

Paşê go: – Tu sivê neyê. Tenê bira Zoro berî êvarê bê. Xwerina cem min pirre… Tu ledê were, emê derên derva – hevekî bigerin…

Wê şûnda go: – Min poêma xwe ya “Hisretdeftera Hebesê Evdî”, ya ku derheqa emirê mindane, par serhevda anî û, sed heyf, cem du lawika xwend… Tiştê zêde têda hene… Pey mirina minra… îda tu zanî… yazîya poêmê dihêlim ser te…

Paşê gilî kir, çawa Tagîlêda bona eyda jinaye 8-ê adarê helbestek pêşkêşî Zera qîza xwe kirîye.

Fêrîk tevî min sivderêra hat heta pêpelînga, ez verêkirim û dîsa go:

– Sivê neyêyî…

Ew bû xeberdana meye paşin…

Şemîyê, 3-ê gulanê, ez neçûme nexweşxanê. Min Zoro şande cem bavê.

Zoro paşê gilî kir, go:

– Çawa ez ketime nexweşxanê, dilê min zerp kuta. Min texmîn kir, wekî tiştek qewimîye. Min lezand, gihîştime oda bavê xwe: ecêveke giran…Min dî cem wî doxtir berev bûne, bavê min derzî dikin, tevî hev bûne. Min xwe avîte pêsîra bavê xwe. Ewî ez dîtim, nas kir…Beşerxweş bû. Hêsirek ji çeva barî. Ez digiryam, “bavo, bavoya” min bû. Lê, yazix, ewî tu gilî nikaribû minra bigota…

Û 15-20 deqa şûnda, ro, nêzîkaya seheta yanzda, Fêrîk kerr û lal, serê wî ser milê kurê xwe, derdê Kurdistanê dilê wîda, çevê xwe heta-hetê digire…

Halê Kurdistanê, bindestî û perçe-perçe bûna wê ji nexwaşîyê jî zortir Fêrîkê Ûsiv dizêrandin û dil-hinavê wî şayîrê nazik diêşandin, dixişivandin….

Bi xwestina Fêrîkê Ûsiv ew li berpala çîyayê Dibûrî hate definkirinê, ku çawa ewî dixwest –

… batan kerî, batana sûrî.

 

Dora tirba min çîyayê Dibûrî –

Hingê ruhê min-berxvanê berê,

Hêlbiya hisreta xubara qebrê…,

Tevî kerê pêz ji çîyayê bilind,

Êvara bata belabiya nav gund…

 

P.S. Rehme li ruhê Hecîyê Cindî, Fêrîkê Ûsiv û herwiha Frîda Cewarî be…

 

Portre ya Rebwar K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev