NEBÊJİN “KURD”, BIBÊJİN “HEVWELATİYÊN TİRK”

NEBÊJİN “KURD”, BIBÊJİN “HEVWELATİYÊN TİRK”

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa), endamê Koma KURMANCÎ

ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin bi daxweza malpera me

çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Îro em yek ji wana raberî we dikin, bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Univesiteya Rouenê, Fransa

Aliyê zimanî yê siyaseta înkar a netewî ya Kurdan ku li Tirkiyeyê ji salên 1920ê vir de diqewime bi sansureke nû tê guhertin, û ev jî careke din nîşandide ku karbidestên tirk çendî di vegotinên xwe de girîngiyeke mezin didin serpûşkirina rastiya kurdî. Namedoreke bi jimara 096 ku di 26ê nîsanê ya 1999ê de, ji aliyê wezîrê navxweyî ve ji birêvebirî û saziyên giştî (televizyona dewletê TRT, ajansa nûçeyan a Anatolyayê, Birêvebiriya Giştî ya Çapemeniyê, Weşan û Agahdariyê û hwd.) re hatibû şandin, bi rastî jî dixwest ku di ragihandinên xwe de 79 peyv û vegotinan qedexe bike û ji bo vê jî lîsteyeke 57 peyv û vegotinî jî ji bo guhastinê ligel hatibû rê kirin. Di vegotineke bi sernivîsa “Peyvên sensûrkirî: bikaranîna jimareyek peyvên têkiliya wan bi pirsa Başûrêrojhilat ve heye hatin qedexe kirin”, rojnameya tirk Milliyetê (20ê gulanê ya 1999ê), ku xwedî meyleke lîberal e, namedor ragihand û lîsteya peyvên nû yên fermî yên li ser rastiya kurdî belav kir.[1] Analîza navên nû, dê ne tenê derfeta tesbîtkirina stratejiyên binbirkirina peyvên “Kurd” û “Kurdistan” ê di ravekirinê de bide, lê her wiha, şiklên ku birêvebirên tirk hewl didin ku bidin rastiya kurdî û karîgeriya van peyvan di birêvebirina siyasî û vegotina pirsê de jî dîyar bike.

Rojnameya Milliyetê teksta li gel termsaziya ku diviya ji niha û pê ve bikarbihata çap nekir. Lê tevî vê jî, destnîşan kir ku “peyvên divê li şûna yên bikaranîna wan xeter e bên bikaranîn yek biyek di encama gelek xebatên bi nûnerên sazî û birêvebirên giştî re de hatine tesbît kirin”. Ev amadekirin, di asta saziyên cihê yên dewletê de pêk hatiye “da ku têgehên, di pêşerojê de, karibin bên ihmal kirin û bibin jêdera polemîkan bikar neyên”, ev yek pirr dişibe tiştê ku P. Siblot weke “polîsê peyvan”[2] binav dike, û ku G. Orwell jî hîn di 1950yê de, di romana xwe ya bi navê 1984ê de eşkere dike, ku desthilat îmtiyaza bikêfa xwe bikaranîna peyvan dide xwe ku bandora xwe li ser mirovan xurt bike.

Karbidestên tirk bi tenê bikaranîna peyvên ku bi siyaseta wan re lihevnakin qedexe nakin, her wiha kategorîzekirin û binavkirinên nû yên rastiya sensûrkirî jî li ser xelkê ferz dikin, ev jî nîşan dide ku sensura bi tevahî xwe bi jinavêbirinê bi tenê mahdûd nake ; dixwaze ku erênî be, û cihê ya ku ji navê dibe bigire. Navên qedexekirî û yên ku diviya ciyên wan bigrin di namedoreke ji 37 beşan pêkhatî de hatine kom kirin ; ku pirraniya van koman di nav xwe de jî hatine tesnîf kirin. Qedexekirina binavkirineke bi tenê pirê caran dibe sedema gelek qedexekirinên din: bi vî awayî binavkirina “hevwelatiyê tirk” divê di axavtinê de cihê “kurd, Kurdên tirk, bieslê xwe kurd, hevwelatiyê kurd” bigire. Termsaziya leşkerî cihekî girîng di namedorê de digre û bandoreke wê ya serdest tê de heye. Ji 79 binavkirinan 62yê wan bi rastî jî ji ber stratejiya danasîna yê hemberî xwe, bi peyvan navlêkirina operasyonên eskerî û awayê gotûbêj û aştiyê pêk tên. 11 binavkirinên din jî referansa gelê kurd dikin, ji ber ku 6ên mayî ji bo destnîşankirina axa wî ne.

 

  1. Mirov çawan dikare rastiyeke civakî di vegotinê de veşêre? 

Bi taybetî di warê binavkirina rastiya kurdî de, mirov dikare baştir serpûşkirinê bibîne: 20 binavkirinên ku rengdêrê gotina “kurd” in bi vî awayî hatine qedexe kirin. Mirov di nav binavkirinên destûrdayî de bi tenê carekê vî rengdêrî di bikaranîneke zimanê serdest de dibîne. Ev daxwaza binbirkirina peyva “kurd” nîşan dide ku birêvebirên tirk ji herdem bêtir li siyaseta xwe ya inkarkirina qewmî xwedî derdikevin, ku bingeha wê ya zimanî hîn ji 1924ê de, bi qedexekirina bikaranîna peyva “Kurd” û “Kurdistanê” weke di hemî weșanan de û di axavtina rojane de jî hatibû danîn[3]. Weke ku P. Siblot jî dinivîse, her cure sensûr înkar e, û bi înkarkirina tiştekî ye: mirov bi tenê tiştê ku dikare binav bike qedexe dike[4]. Bi vî awayî, namedor ferz dike ku li şûna binavkirinên “yên ku bieslê xwe kurd, yên bibinyata xwe kurd, gelê bi nijada xwe kurd” divê yên “hevwelatiyên kurd” an “hevwelatiyên me yên ku ji aliyê derdorên cudaxwaz ve weke kurd tên binavkirin” bên bikaranîn.

Serîlêdana stratejiya metalingîstîk dibe sedemê polemîkan bi vegotinên li dijî îdeolojiya fermî re di derbarê rastiya kurdî de û van vegotinan bi navkirineke li dijî rastiyê berpisyar dike. Etnîsîteya kurdî ji wê demê pê ve dê weke stratejiyeke vegotinê ya “cudaxwazan” bê dîtin, ew jî dê bibe sedema ku ew weke cure etnîsîteyeke tirkî ya sexte bê nas kirin.

Ev şerê vegotinî, li vir eşkere diyar dibe, ew di binavkirinên din ên fermî de jî heye, ji ber ku, gelek caran di bin hin peyvan de “hin peyvên din” tên gotin: ev avasaziya materyal a zimanî ye ku destûrê dide, di nav rêzexelekên her zincîrekê de dide bihîstin ku xwe bi pirdengiyeke bizanabûn an bêzanebûn diyar dike[5].

Binavkirinek tenê di cih û şûna binavkirinên din de dikare hebe, ku li ser rastiyê nêrînên cihêreng ravebikin.

Heke Kurd nikaribin bi navê xwe yê rastî bên destnîşankirin, divê ew bidestnîşankirina navekî din ku cure taybetmendiyeke qewmî bide wan qet neyên binav kirin. Her bi vî awayî ravekirinên “gelê Başûrêrojhilat, gelê Anatolyaya Rojhilat û Başûrêrojhilat” hatin qedexe kirin û li şûna wan formulasyoneke din ji nû ve pêk hat, pirwatetiya gotina “gel” ji navê bir ku wê biguhere, bi temamî têxe bin kontrola dewletê û li ser bikaranîna kesê yekem ê pirjimar ê xwedîtiyê raweste: “hevwelatiyên me yên li rojhilatê Tirkiyeyê”. Weke ku têkoşîna Kurdan a ji bo mafên çandî û zimanî jî dide diyar kirin, em dibînin ku, ev paradîgmayên binavkirinê yên di warekî diyarkirî de, berî hatine destnîşan kirin û paşê jî hatine qedexe kirin. Binavkirina “çalakiyên teroristan” beriya her tiştî cihê peyvên “serîhildana kurdî, şerê neteweyî yê azadiyê yê kurdî, têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê, berxwedana kurdî, şerê çekdarî û serîhildanê” digre. Ev ravekirinên ku ji ber raboriya xwe ya vegotinî ya bibar û rastiyên civakî û siyasî yên ku wan digrin nava xwe hatine mahkûm kirin divê êdî cihê xwe ji kategorîkirineke bi tenê ya cezaker re bihêle. Binavkirina xaka Kurdan jî her wiha divê xwe ji hemî şopên kurdî bişo: binavkirinên “Kurdistana başûr” û “Kurdistana bakur” ku li gor rêzê erdê Kurdan ê li Iraq û li Tirkiyeyê destnîşan dikin, cihê xwe bidin vegotinên “Bakurê Iraqê” û “Rojhilatê Tirkiyeyê”. Ev binavkirinên fermî ji ber parvekirina îdarî ya vê axê tên.

 

  1. Serpûşkirina şerî, tawanbarkirina rikeberî

 

Lêhûrbûneke di warê termsaziya leşkerî de stratejiyên bincilkirina şerî û sucdarkirina rikeberî bigotinê derdixe holê. Binavkirinên têkiliya wan bi operasyonên eskerî yên dema şerî re hene tên veşartin ku ji xeynî “şerekî li dijî terorîzmê” pê ve nehêle tiştekî din bê dîtin: ev binavkirin şûna “şerekî negur” digire, hemî weke ku “lêgerîna terorîstan û tawanbaran, mehkemekirina tawanbaran” kete şûna “operasyon, seferberiya paqijiyê, seferberiya ewlehiyê”. Heke ev binavkirinên ku bi aweyekî berxwedar dixwazin şer bi vegotinê di warê mekan, zeman û armancên wî de bisînor bikin, han didin wî daxin asteke ku bê “qebûl kirin” jî, destnîşankirina dijminî dîsa weke “pêdiviyekê” derdikeve holê. Ji ber vê yekê ye ku binavkirinên “terorîst, mirovê terorîst, eşqiya, heydûd” cihê “gerîla (gerîlayê çiyayî, gerîlayê bajarî), serîhildêr” digre. Reşkirina yê hemberî xwe bi tenê bi têkoşerên çekdar ne sînorkirî ye, her wiha Kurdên di nav têkoşîna siyasî û dîplomatîk de cih digrin jî digre nav xwe: peyvên “parlamenterê kurd, parlamenterê / endamê Parlamentoya kurdî ya li sirgûnê” cihê xwe didin yên weke “mirovên rêkxistina terorîst”.

Binavkirina “rawestandina katî ya çalakiyên terorîstî” li şuna “banga aştiyê” nîşan dide ku karbidestên tirk naxwazin li çareseriyeke siyasî bigerin ji pirsa ku ji 1984ê vir de bûye sedema bi hezaran qurbaniyan.

Li vir tiştek bala mirov dikşîne: em dibînin ku di van binavkirinên nû de li ser hev 30 carî peyva “terorîst” hatiye bikaranîn. Peyva “cudaxwaz” a ku 7 caran bikar hatiye jî her wiha bi vê kategorîkirina tawanbar re hatiye guhaztin û ev peyv hew careke bi tenê di lîsteya nû de tê dîtin. Ev guhaztina bi zanebûn a peyva “cudaxwaz” bi ya “terorîst” xuya ye bi mebesta jinavêbirina karekterê siyasî yê pirsa kurdî ango şerî ye. Gelek caran bikaranîna vê peyva ku ji aliyê cîhanê ve hatiye mehkûm kirin da ku pê dijmin bê nîşandan û kiryarên wî pê bên binavkirin derfetê dide ku mirov wan di nav tawanbarên adî de veşêre û bi vî awayî binav bike ji bo ku li hemberî wî bikaranîna şideta profesyonel meşrû nîşan bide.

Tawanbarkirina dijminî, bi xwe re di heman demê de, di siyaseta wan a “kokbirkirinê” de neberpirsiyarkirina hêzên artêşê jî bi xwe re tîne, ku di du binavkirinan de kirdeyê diguhere: “gundên valakirî, gundên şewitandî”, ku ji wan re berpirsiyarek û hêzên ku ev kar kirine divên, hatine guhaztin û bûne “gundên bicîhiştî, gundên ku xelkê ew bicîh hiştine”. Mebesta vê yekê serpûşkirina şerî û hemî berpirsiyariya dewletê ya di hilweşandin û valakirina 3185 gundên Kurdan de ye.[6] Binavkirinên resmî yên bi tenê li gundiyên ku înîsiyatîfa “bicihiştina” warê xwe girtine hatine danîn. Binavkirineke bi tenê têkiliya wê bi awayê divê çawan karbidestên fermî bên binavkirinê re heye: “berpirsek” şûna “komutan, walî” digre, ji ber ku yên dawîn bêtir leşker tînin bîra mirov.  

  1. Şerê peyvan

 

Binavkirinên şirovekirî bi tenê nîşan nadin ku çawan şerê li meydanê dikare derbasî asta vegotinê bibe, lê her wiha jî çawan ev dîmena ravekirinê yek ji pêkhatên bingehîn ê şerî ye. Li vir mijar şerê peyvan e ku tê de bereyek çawan naçar dimîne ji seranû ve xwe rêkbixe ku divê dezgehên wî yên cihê bi çi awayî bahsa dijmin, şer û encamên wî bikin. Ev yek jî şadetiya çarçove û bandora vegotinê ya li ser rastiya kurdî nîşan dide. Heke armanca lîsteya nû ya fermî ya navan jinavêbirina peyvên yê din, serpûşkirina hebûna wî be, ew tiştê ku dixwaze lê bide mandelê piştrast dike. Ravekirin, peyvlihevgerandin, peyvên sergirtî, di pirdengiya ravekirinê de, aliyê rastiyê derdixin holê. Her çend ku ew bi awayekî din binav bikin û rastiyê bi rengekî din bînin ziman jî, pirengî di binavkirinên nû de xwe nîşan dide û hertim ji tiştên ku ew pêşniyaz dikin bêtir tiştan bi wan dide gotin.

 

[1] Gotar dikare li ser navnîşana: www.milliyet.com.tr/1999/05/20/haber/hab00.html a malpera Internetê ya rojnamê bê xwendin. Ji aliyê din ve kovara Le Courrier International (n°449, 10-18yê hezîranê ya 1999ê) beşek ji van binavkirinan di gotara bi sernavê “ La langue de bois pour dire Kurde “ (Ji bo binavkirina Kurdan leqleqa vala). Di vê şirovekirinê de, binavkirinên qedexekirî û yên ku ji bo cihê wan bigrin hatine amade kirin ji tirkî ji alî me ve hatine wergerandin ser zimanê fransî.     

[2]   P. Siblot, 1995, “ La police des mots “, Discours social / Social Discourse, n°7, r. 49-72, Montréal

[3] S. Akin, 1995, Désignation du peuple, du territoire et de la langue kurdes dans le discours scientifique et politique turc, thèse de doctorat, Université de Rouen, 500 r.

[4] P. Siblot, 1995, “ La police des mots “, Discours social / Social Discourse, n°7, r. 49-72, Montréal

[5] J. Authier-Revuz, 1984, «Hétérogénéité(s) énonciative(s)», Langages, 73, r.101

[6] Rapora Konseya Ewrûpa ya bi navê “Rewşa mirovî ya penaber û kesên derkirî yên kurd li başûrê rojhilat ê Tirkiyê û bakurê Iraqê”, 1998.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev