Salvegera rizgarkirina Şingalê ya bi destê Pêşmergeyan

Salvegera rizgarkirina Şingalê ya bi destê Pêşmergeyan

Qaymeqamê qeza Şingalê dîyar kir, ku 13.11.2015ê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştîya rasterast a birêz Serok Barzanî ve Şingal ji dest terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

Navenda Nûçeyan– Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragihand, Şingal bi du qonaxan hate rizgar kirin ji dest terorîstên DAIŞê, qonaxa yekem de nehiya Sinûnê li gel çîyayê Şingalê hate rizgar kirin, di qonaxa duyem de jî 13.11.2015ê Şingal ji dest terorîstên DAIŞê bi serpereştîya birêz Serok Barzanî ve hate azad kirin.

Pêşmergeyên Kurdistanê çûn nav Şingalê û alaya pîroz a Kurdistanê li Şingalê hate bilind kirin û wê roja dîrokî de hêvîyek mezin bo xelkê Şingalê ava bû ku vegerin ser mal û halên xwe, lê 16ê cotmeha 2017ê nehêla Şingal bê avadanî kirin û xelk vegere û naha jî Şingal ber bi pêşerojekî ne dîyar ve diçe.”

Herwiha got: ”Xelkê Şingalê li bendê bû Şingal bê avadanî kirin û xelk vegere cîhê xwe û dest bi qerebû kirina zereran bê kirin. Herwaha dadgeh rola xwe bilîze bo ceza kirina wan kesên destê wan tewana Şingalê de hebûn û alîkar û piştevanîya terorîstên DAIŞê kirine û hemû bên ceza kirin. Lê ev hemû jî bo Şingalê nehatîye kirin, hîn gorên komî nehatine vekirin û xelkê Şingalê hîn venegeryaye ser malên xwe û Şingal jî nehatîye avadanî kirin.”

Çavkanî: Basnews

 

http://www.rupelanu.com/iro-bi-deste-pesmerge-salvegera-azad-kirina-singale-ye-7676h.htm

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev