Biyaniyên li trênekê – 2

Biyaniyên li trênekê – 2

Fermo, mêze bikin nivîskara Îngilîz çawa bi saya wergera

nivîskarê malpera me Welat Agirî bi kurdîyeke xweş diaxive.

Emê berhema nivîskarê bi tevayî di rûpelên xwe da çap bikin. Îro beşa wê a duduyan bixwînin.

 

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Brûno hahanka rabû serxwe, serxweş dixuya. Bo du kesa sparîşa şîvê da, û bi gavên giran ji wir dûr ket.

Gay jî rabû da dû wî, ‘‘çima nebe, ew jî merivek e û dixwaze bi yekî re xeber de’’.

Oda Brûno bi gemar û gildîn bû. Li erdê û li ser qoltixan kinc, cixare, çikolat û kovarên belavbûyî mabûn. Gay çar şûşeyên wîskîyê ên rêzkirî li orta odê dît. Garsonekî şîva wan anî û wan jî dest bi xwarin û vexwarina xwe kirin.

Brûno bi gepên xwe ên tijî xwarin;

-Tê li Metkalfê avahiyekî çawa çêbikî Guy?

-Ez bo înşakirina avahiyekî naçim wira, ciya min li wê derê dimîne, Metkalf bajarê min e. Brûno navberek da xwarina xwe ;

-Tu qedr û qîmeta ciya xwe digirî Guy?

-Erê, helbet.

-Lê bavê te, qedrê wî jî digirî?

-Bavê min çûye ber rehma Xwedê.

-Hmm, tu zanî ez jî gelekî ji dayka xwe hez dikim. Ciya min tê Santafîyê, ez hema wextê xwe bi wê re dibûhirînim. Dibe ku bi te ecêb tê, tu vê rewşa me ecêb û sosret dibînî?

-Na, tiştekî normal e.

-Ez pera ji diya xwe dixwazim, Brûno got, cixarek vêxist û hinek wîskî bi ser xwe de kir. “Bavê min jî zengîn e, lê tu car tiştekî nade min’’. Bi dengekî bilind, ‘‘Ez dixwazim êdî mal û milkê min jî hebe’’.

Dû van gotinên xwe keniya û domand:

-Bav lawên wek te hez dikin Gay, tu kesekî baş û cidî yî, herweha karê te jî heye. Lê ez? Ez ji xebatê hez nakim. Ka ez ê bo çi ji kar û xebatê hez bikim? Kêfa min ji şixul re nayê, got û dîsa keniya. “Bavê min, gazî min dike, dibê were cem min, di karê min de bixebite. Çi ferqa wê derê û dojehê heye!’’ Cixara xwe kire nava tasa rûnê nivişk a kêleka xwe, ‘‘heta niha qurişek pere nedaye min, ez zanim ew ji min hez nake. Ez jî wî hez nakim, Gay ez car caran dixwazim wî bikujim’’. Brûno serê xwe rakir, li Guy nihêrî û domand:

-Te jî qet heya niha xwastiye kesek bikujta Gay? Guhê Gay li wî nebû, ew li Mîrîamê, Anê û derheq Florîdayê de difikirî. Hişê wî tevîhev bûbû.

-De ji min ra bêje Guy, tu avahiyên çawa çê dikî?

-Te go çi? Haa avahiyên wek xanî, ofîs û wekî din…

-Tu zewicî yî?

-Na, imm erê, çawa bêjim, min jinik berdaye, sê sal berê min ew berda, got lê nedixwest qala wan tiştan ji Brûno ra bike.

-Heqet? Te çima jinik berda Gay?

-Ez dibêm, em gelekî ciwan bûn bo zewacê…

-Te ji wê hez dikir Gay? Çavên Brûno westiyayî nedixuyan êdî, dibiriqîn û yekser li Gay dimêzandin.

-Ji bo te dilketin tiştekî mezin e, ne wisa Gay?, Gay bersîv nedayê.

-De ka bêje xanima te jineke çawa bû?

-Jineke delal bû, porê wê reş û piçekî qelew bû. Em ê ji hev veqetin.

-Çima? Çima niha? Hûn çima berê ji hev neqetiyan.

-Jinik ducanî ye, Gay got, lê nedixwest bêje.

-Wey birayo ez ji jinên wisa nefret dikim. Lê tu?

-Na heyran çima nefret bikim, tiştên weha normal in. Brûno kota cixara xwe di tebaxa nivişk da bir û anî:

-Ha mêrên diçin cem jinên wisa ha kêzikên diçin rêxê, got û domand, navê wê çiye?

-Mîrîam, Mîrîam Joys. Gay dixwest wê mijarê biguhirîne, behsa tiştekî din bike;

-Ê baş e Brûno ger tu ji xebatê hez nakî, tu dixwazî çi bikî?

-Bi ya min, divê însan hertiştî carekê biceribîne. Hema her tişt, ger, jin, imm dizî, imm kuştin. Piştî wan gotinên xwe, sekinî û bi endîşe li Gay nihêrî.

-Te qe dixwest yekî bikujî Gay?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev