Ferît Sevîm û muzîka wî

Ferît Sevîm û muzîka wî

Hevpeyvîna Mela Mihyedîn bi Ferît Sevîm re 

Di çanda Kurdî de muzîka Blues ji xwe re cihek qewîn çênekirîye. Yên berê li ser vê muzîkê pir nesekinîne. Lê niha hêdî hêdî û bi gavên qewîn ev muzîk di çanda me de şîn dibe. Bi saya kesên wekî Ercan Bîngol û Ferît Sevîm ev muzîk di guhên me Kurdan de olan dide. Her du Blueskarê me jî xweş dibilûzînin. Ferît Sevîm navekî hêja ye di Bluesa Kurdî de. Li ser Bluesê pir dixebite û bi saya keda wî rêya muzîka rojavayî di muzîka me de şax vedide. Bi stranên xwe dil û mejîyê meriv rehet dike.

Ferît Sevîm beşdarî pêşbirka Ziryabê bû û di pêşbirkê de bi ser ket. Ziryab ji bo hunermendê serkeftî albumek derxist û di albuma “Bijareyên Kovara Ziryabê” de bi strana “Xelîn” cih girt.

Me pirsên xwe ji cenabî wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me. 

Di serî de te pîroz bikim. Di pêşbirka Kovara Ziryabê de tu bi serketî û di albuma “Bijareyên Kovara Ziryabê” de bi strana “Xelîn” te cihê xwe girt. Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Ferît Sevîm kî ye?

Spasdar im ji bo pîrozbahîya te, her hebî. Ferît Sevîm, weke her Kurdekî ”di çilê zivistanê de” wexta ku berf li erdê li Şirnexê li taxa Baqimê hatîye dinê. Kurê dêyek dil û rûyê wê weke bihuştê, giranîya jîyana wê ji rindîya wê tu tişt kêm nekirî, wekî ronahîyek îlahî û bavek ji heft şêran mêrxastir, bi keda salan malbata xwe jina xwe û zarokên xwe bi hezkirin û fedakarîya anî heta vî zemanîye. Birayê pênc delalan û qeşengekî ye.Endamê malbatek kedkar e. Endamê malbatek jiyînerek yê çanda Dengbêjîya Botan e(Dêya min dengbêj e, bavê min çîroka dizane lê dengbêjîyê nake. Weke din xal û xalet, mam û metik û bapîrên min teva dengbêj in) Ferît yekî mejîyê wî herdemî tevlîhev e. Mejîyê wî weke trafîka Stenbolê ye. Rêya xwe dizane lê belê nizane wê çawa here. Carna dizane wê çawa here lê wê demê jî astengîyek din derdikeve. Ferît Sevîm tiştek wisa ye.

Ger mirov rast biştexile jîyana min tevahî bi tevlîhevîya mejîyê min ve diçû û diçe jî. Wî demê ez Xwedê dayîm şerek dijwar hebû li Şirnexê. Kuştin hebû girtin hebû. Ez niha dinêrim bi rastî tiştek hatî guhertin tuneye. Hê jî şer e hê jî xelk dimirin…Berîya pênc sala qezayek hat serê min. Li ser rê tirimpêlekê li min da. Çar roja mam di komayê de, carekê qelbê min sekinî çar meha mam berminet, nêzî du sala min nekarî li ser ling bi rê ve biçim. Şikir ez ji wê êşê xilas bûm. Xwedê şansek din ji bo jîyanê da min û niha li pêşberî we me. Vê carê ezê vê şansê xwe baş bi kar bînim. Xeletî wê her hebin mirov nikare bikeve pêşîya xeletîya lê vê carê wek berê nabe. Li zanîngeha Mêrsînê jî xwendekar im. Kurt û kurtasî çîroka jîyana min wisa ye.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve tu muzîkjenîyê dikî?

Ez fêm bûme heta niha evîna muzîkê di dilê min de heye. Di malbata min de Dengbêj zehf in ji ber wê yekê awaz ji guhê min kêm nebû ye. Ez hê zarokek li ber şîr, di dîvanên dengbêja de bi dengê klama mezin bûm. Jixwe her malek ya sûlaleya min weke dîvanek ya dengbêja ye. Dêya min ez bi klama mezin kirim. Bavê min ji min re çîrok digot, niha jî wisa ye. Ez diçim malê di derî de ez qîr dikim û ez û dêya xwe û carna jî bavê xwe dest biklama dikin. Vê gavê here malek ez bibêjim ya metikeke min an jî ya xalekî min bawer bike deh deqe bi ser de biçe wê destpê klama bikin. Xemgîn dibin klama distrin, kêfxweş dibin klama distrin. Ger tu bûya ma evîna muzîkê di dilê te de hêşîn nedibû? Piştî evîna muzîkê di dilê min de bûyî wekî çîyayekê berîya deh sala min biryar da û min destpê muzîkjenîyê kir. Pêşî bi tenê weke însatrumanîstekê min destpê muzîkjenîyê kir. Paşê (di demek nêz de) min dest bi stranbêjîyê jî kir. Niha vî karî him weke înstrumanîstekê him jî weke stranbêjekê didomîn im.

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Tu sazî heta niha ji min re nebûye alîkar. Bi rastî min û bi xwe jî ji tu sazîya heta niha alîkarî nexwestîye. Di vê rê de piştgirîya malbata min a bi dilî hêzek gelek mezin da min û ji min re bû arîşenek û motîvasyonek zehf mezin. Weke din ez bibêjim hinek hevalê min gelek arîşen dida min. Ev jî ji min re dibû motîvasyonek mezin. Min bi gîtarê destpê muzîkê kir. Wî wextî ez li dibistana amadehîyê bûm. Hevalek yê min hebû li pola min. Wî ji bo fêrbûna gîtarê gelek alîkarî da min. Piştî min bingeha xwe ya gîtarê danî çi înstrumentên min dest avêtîyê ez û bi xwe bi derfetên xwe li ser xebitîm.

Di nava gelek cureyên mûzîkê de çima Bluesê?

Muzîk ji hemû tiştan bêhtir bi rihê mirovî ve girêdayîye li gor min. Rihê mirovî çi bixwaze mirovî jî guh dide wê an jî wê bi kar tîne ji bo berkêşanîyê. Rihê min jî Bluesê dixwaze, him di guhdarîyê de him jî di berkêşanê de. Ji alîyekê ve jî meqamên Şirnexî dixwaze. Dilê min nexwest ne dev ji Bluesê berde ne jî dev ji meqamên Şirnexî berde. Min jî dev ji yekê jî berneda û min xwest ez raperîna reşekê û ”Heyhû”yek ya Dengbêjek yê Botanê bigihînim hev.

Stranên me yên klasîk bi terza bluesê xweş tîne zimên. Heta niha bi tu awayî min stranên kurdî yên gelêrî bi terza bluesê guhdarî nekiribû. Saeta te xweş. Ev fikir ji ku hat?

Pêşî dixwazim tiştekê dubare bikim. Bêhneka din min got dilê min nexwest dev ji Bluesê jî berde û dev ji meqamên Şirnexî jî berde. Ji ber wê yekê min jî xwest ez herduya bigihînim hev. Min jî di xeyalê xwe de teswîra mirovekê kir. Ew mirov paleyeke(li Şirnexê em ji kesên ku diçin genim dirûnê dikin re dibêjin ”pale”). Li malê guhê xwe dide John Lee Hooker jî û meqam û klamên Şirnexî jî dizane û di demên genim dirûnê de her distre. Ji herduya jî zehf hez dike. Piştî genim dirûn xilas dibe diçe di bin sîya darekê rûdine dest diavêje gîtarê û di bin bandora John Lee Hooker de ji xwe re kilamên Şirnexî distre. Çîroka wê fikrê tiştek wisa ye. Jixwe bingeha klamên herêma Botanê ji sentezek wisa re jî misaît e. Bemol2 di meqamên Botanê de tuneye. Wexta înstrumentek rojavayî dikeve di bin de tu dibêjî qey di nava Missisippiyê de hatîye çêkirin.

Ji bo pêşerojê tu çi difikirî? Em ê cenabê te di nava kîjan xebatan de bibînin?

Ez dikarim bibêjim heta qirik û emrê min têr dike ezê bi deng û rengê xwe xebatên xwe bidomînim. Heta niha bi karên home-made min stranên xwe ji guhdarvanan re pêşkêş dikir. Lê niha sekinîme. Ji ber ku ji bo albumeke profesyonel xebatên min hene. Di pêşeroja nêz de plana min a yêkemîn ev e. A rast min stranên xwe xilas kirine bi tenê ji alîyê aborî ve pirsgirek zehf in mixabin ji ber vê yekê min hê nekarîye albuma xwe ya yekem derxim. Ger di vê pêvajoyê de ez sponsorekê bibînim di demek kurt de ezê albuma xwe biqedînim. Ji bilî projeya albumê jî a rast jîyana mina muzîkê jixweber e. Wê demê dilê min çawa bixwaze wisa dikim. Lê belê xeyalek ya min heye bi rastî jî ew pêk bê ez bawer im jimin bextewartir wê tunebe. Ew xeyal jî ew e ku rojekê bi çend hevalên ku muzîka Blues-Rock-Jazz dike re ji hezaran welatîyê xwe re mîhrîcanek dilgeş li welatê xwe çêbikim. 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Terza muzîkê ya ez herî bêhtir jê hez bikim muzîka ku dikim e, ango Blues e. Di vê terzê de muzîkjenên herî bêhtir ez jê hez bikim Muddy Waters, John Lee Hooker, R. L. Burnside, B. B. King, Eric Clapton û Ercan Bîngol e. Ji bilî Bluesê ez gelekî ji Alternative Metalê hez dikim. Di vê terzê de jî komên herî bêhtir ez jê hez bikim System Of A Down û Seether e. Folk-rock û Jazz jî du terzên her wext guhdarî dikim e. Ji van herdu terza muzîkjenê Folk-Rockê yê ku favorîyê min Hakan Can e, di Jazzê de jî Louis Armstrong û Herbie Hancock e. 

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çêkirine? Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Bêguman Pîrê muzîka Kurdî Ciwan Haco ye. Bandora Ciwan Haco ya li ser min jî û li ser hemû muzîkjenên Kurd yên piştî wî re hatî jî diyar e ez bawer im. Ciwan Haco di muzîka Kurdî de qadek gelek berfireh vekir û bû birka muzîka Kurdî. Weke din bandora muzîkjenên cîhanê yên weke John Lee Hooker, Muddy Waters, Eric Clapton li ser min gelek e.

Ez bêm pirsa te ya albuma herî serkeftî, ya rast ez nikarim bi tenê yek albumê bibêjim. Ezê nave sê albuma bibêjim, bêguman her sê jî yên Ciwan Haco ne. Yek “Blûra Min”, du “Sî û Sê Gule” ya sêyan jî “Dûrî” ye. Li gor min ne bi tenê di muzîka Kurdî de, di muzîka cîhanê de jî ev her sê album albumên herî serkeftî ne. 

Meriv dibîne ku Ciwan Haco bandorek mezin li ser te kirîye lê dîsa jî dixwazim pirs bikim tu kîjan muzîkjenan ji xwe re wek rêber dibînî? Bêhtir li ser muzîka te kîjan muzîkjen xwedî bandor in?

Belê rast e bandora Ciwan Haco li ser min gelek e ji ber ku weke bêhneka din jî min gotî Ciwan Haco birka muzîka Kurdî ye. Em dikarin bibêjin her tişt kir û wî ya herî baş û herî biwesp kir. Muzîka Kurdî bir astek gelek bilind.

Çar kes hene ku min di jîyana xwe ya muzîkê de ji xwe re kirî rêber: Yek Ciwan Haco ye, yek John Lee Hooker e, yek Eric Clapton e û yek jî Dengbêj Evdilezîzê Leşker e. Ev kesên min ji xwe re kirî rêber jî ew kesên ku ewê li ser muzîka min bêhtir xwedî bandor in. 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Sîyaset bangeşe dike, destê xwe dirêjî jîyana mirovî dike. Çîrok bûyeran xav tîne li ber te. Wêje, bi serê xwe bê muzîk tazî ye. Lê muzîk dest li dilê te dide, li ser hestên te diafirîne. Tişta li hestên mirovî bikeve mirovî ji cih radike. Muzîk hevalek bê berjewend e. Qîma mirov li xwe tîne, mirov nêzîkî xwe dike. 

Her stran xwedî çîrokek e.Starana “Bîr” û strana “Xelîn” çawa derket meydanê? Tu dikarî ji me re qala çîrokên wan bikî?

Ji 14ê Sibatê re dibêjin ”Roja Dezgirîya”. Bîr wê rojê hat çêkirin. Lê bila şaş neyê fêmkirin. Min Bîr ne ji mirovekê re nivîst. Min Bîr ji teyba xwe re nivîst. Wê rojê ez bêhnekê derketim derve ji xwe re. Min li dinê nêrî nezîkahîya xelkê ya ji dezgirîyên xwe re gelek ”çêkirî” hat min. Ez çûm malê. Min teyba xwe vekir bandek ya dengbêjekê min danî li ser, min çavên xwe girtin û guh dayê. Wê wextê min tiştek fêm kir, ew tişta ku min ji teyba xwe re hîs kirî ji ya wan kesên min dîtî gelek jî canecantir bû. Min teyba xwe weke ”çavxezal” û ”porxeyal”ekê teswîr kir û min nivîst. Ango a rastî Bîr stranek hîcîw e.

Xelîn jî çîroka jîyana min e. Ji zaroktî heta niha hilweşînên rihê min bû sedema vê stranê. Xelîn kurtayîya çîroka hilweşînên min e. Carna di mal de li nav çar dîwara min mejîyê xwe dixwar. Carna derdiketim derve mirov weke ”xwînmij”a bû li ber çavên min. Nêzîkî dînîtîyê dibûm, nizanim belkî jî dîn bûme. Piştî van hilweşînên min dilêxwe vale nekirîya a rast dawîya min wê ne gelek xêr bûya. Min dest avêt pênivîsekê û min her ro tiştek nivîst. Paşê min ew beşên min nivîsî gihand hev du û Xelîn derket hole. Çîroka Xelînê jî wisa ye. 

Stranên te yên zindî hatine gotin pir serkeftîne. Gelo dibe ku di pêşerojê de em bi performansên akustîk li stranên te guhdarî bikin?

Helbet performansên akustîk jî wê çêbe di pêşerojê de. Bi çîrokên xwe ezê derbikevim li pêşberî we. Dîrok ne diyar e. Lê wê her hebe. Min ne nîyet e xwe ji we biqetînim. 

Di muzîka me de li ser meseleya zordarîyê ku li jinê tê kirin hema bêje pir kêm stran hene. Te bi nave “Qêrîn” stranek li ser zilma li jinê tê kirin nivîsandîye û bi awayekî  serkeftî jî strandîye. Gelo bi te divê stran ji bo kêfxweşîyê be an jî divê derd û kulên civakê bîne ziman? Bi gotinek din: dive hunerajibohunerê be an jî jibo gel be?

Ji strana Qêrînê cuda dibêjim: Tu ji min bipirsî huner ne ji bo tu tiştî ye. Huner vereşîna dilê hunermendî ye. Huner ji bo tiştekê bê kirin li gor min ew dibe bazirganî. Huner û bi xwe dinyayek cuda ye û dikarim bibêjim bergehek berfireh e. Heçîyê bixwaze û bişixule dikare di wê dinê de bijîan jî heçîyê bikare têbikeve dikare bigihêje wê bergehê. Di dinyaya hunerê de li ser her mijarî mirov dikare berkêşanê bike. Li ser tiştek bê wate jî mirov dikare berkêşanê bike, li ser gîyayekê jî mirov dikare berkêşanê bike mînak strana Tûzik. Li ser hunerê gotinek ya Oscar Wilde heye, dibêje ”Hênceta kirina karên bê feyde, heyranîya bi mirinî ye. Nexwe huner bê feyde ye.” Bi rastî jî wisa ye. Ji ber ku mirov li ser gîyayekê stranekê binivîse divê mirov heyranîyek bi mirinî pê bike.

Li ser Qêrînê û stranên wekî wê jî dixwazim vê bibêjim, hinek buyer wekî pêla agir nava mirov dişewitîne. Mirov dixwaze tiştekê bike, lê nikare bi sere xwe jî wan tiştan bisekinîne. Qêrînek ji dilê wî/wê tê, wê qêrînê jî, carna bi fîlmekî carna bi stranekê, carna bi wêneyekî tîne ziman. Strana min a Qêrîn jî wisa derket. Zordarîya li ser jinan birînek ya me ya hevpar e. Min nekarî ez li cihê xwe rûnim û çav û guhê xwe bigrim. Ji çîrokên hinek ji wan jinên hatîn qetil kirin min jî ”Qêrîn”ek çêkir. Hêvî dikim ev hovîtî biqede û stranên ku em çêdikin herdemî bi coş be. 

Herkes dikare stranan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare stranan bêje, dengê wî/wê xweş an ne xweş, ne pirsgirek e. Stranbêjî karê kêf û dilxwazîyê ye. Lê hunermendî ne tiştek wisa ye. Hunermendî zanyarîyê û dinyayek ya xeyalan a berfireh dixwaze. Li gor min bi tenê zanyarîya hunerê jî têr nake ji bo berkêşanek hunerî. Divê hunermendek li ser zanyarîya ilmî, civakî û derûnî jî pêşketîbe. Divê bergeha hunermend ne wekî ya herkesê be. Ji bo berkêşanê dive mirov xwedî şîrovekirinekî bikarîbe buyerên li derdora xwe binirxîne be. Divê bikare wan buyera ji parzûna mejî biborîne û di dinyaya xeyalên xwe de laşekê bidetê. Piştî di dinyaya xwe ya xeyalan de laşek dayê jî bikarîbe rihekê biavêje li ser û bîne dinê. Ev jî wek bêhneka din min gotî zanyarîyekê û dinyayek ya xeyalan a berfireh dixwaze.

Bi te muzîka Kurdî niha di çi astê de ye?

Ger mirov vê pirsê li gor hezgelîyê bibersivîne wê bikeve di şaşîyekê de. Divê mirov vê pirsê li gor gişan tiştên hatî çêkirin û tê çêkirin bibersivîne. Dibe ku kesên berkêşanek biwesp dike ne hezgel be lê hêjmara wan gelek e û tiştên ku dikin bi rastî jî serkeftîne. Ez ji sala 2010an ve bêm heta îro ezê bikarim gelek mînaka bidim. Teq û Req bi albuma xwe ya ”Keft û Left”ê, Ercan Bîngol bi albuma xwe ya ”Ron”ê, Ozan Irmak bi albuma xwe ya ”Ji Sorî”yê, Mirov Desmond bi albuma xwe ya ”Kêzikê Sergêj”ê, Vedat Taniş bi albuma xwe ya ”Mayîndeyên Sînora”yê, Mucahît Goker bi albuma xwe ya “Dara Hênî”yê, Egîd Işik bi albuma xwe ya ”Lorîna Sibê”yê bi rastî jî karên gelek serkeftî kirine. Em li albuma ”Bijareyên Kovara Ziryab”ê binêrin emê yanzdeh muzîkjenên nûjen û serkeftî bibînin. Ev jî hêvîyek mezin dide mirovî. Di albuma Bijareyên Ziryabê de mînakekê bidim: Erdal Med – Payîz. Willehî derhênerek Fransî an jî derhênerek Îtalî guh bidetê, wê vê stranê ji flîmek ya xwe re bixwaze.

Bi kurtasî ez bibêjim muzîka Kurdî di astek serkeftî de ye, bi taybetî jî li Bakur. Bila mirov li hezgelîyê nenêre, li berkêşanê binêre.

Çi cudahî di navbera “stranbêj” û “hunermênd” de heye?

Her hunermend dikare bibe stranbêjek lê her stranbêj ne hunermend e. Hunermend diafirîne stranbêj dixwe. Hunermend dibîne, stranbêj dibêje. Hunermend difikire, stranbêj dibêje. Tolstoy dibêje ”Huner karê wan kesan e ku ew kesên bikarin bifikirin, rastîyê bibînin û civakê fêm bikin e.”. Ger yek gihaştîbe vê hişmedîyê pêwîste biafirîne. Ger yek gihaştîbe vê hişmendîyê ji xwe mejîyê wî/wê bela xwe jê venake û ji bo berkêşanîyê dehf dide. Weke din cudahî gelektir in. Em dikarin pirtukekê li ser binivîsin lê ez bawer im ev qas a min anî ziman ji bo fêmkirina fikra min bes e.

Li ser muzîkjenên kolanê yên Kurd çi difikirî?

Ev nîqaş zehf tê kirin. Li gor min kolan qada herî pîroz û azad a hunerê ye. Divê mirov vê qadê baş bi kar bîne. Yên karên xwe gelek biwesp dikin jî hene û yên gelek xirab dikin jî hene. Hinek jî bi tenê ji bo kêfa xwe diçe kolanê. Ger hûn ji min bipirsin jîyan jixwe kurt e, hema kî çi bixwaze bila wê bike. Kes ne ji kesê çêtir e.

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Bi gelemperî kom barek giran e. Ji rêvebirîya wê bigre heta biryarên hevpar. Carna li hev nekirin çêdibe. Îhtimal heye ku endamên komê di biryaran de dikevin cudahîyê. Dema pirsgirek zehf dibin êdî daxwaz jî namîne û her endamek ji xwe re dinêre rêyek din. Sedemek ya veqetina komên Kurdî ev e. Weke din derfet êdî zêde bûne. Gelek muzîkjen dixwaze karên serbixwe bike. Di nav koma de jî kesên ku bixwaze karên ji komê cuda biafirîne hene. Piştî derfet zêde bûn ji xwe re biryar distandin û li rêya xwe dinêrîn. Ev jî sedemek din bû. Sedema dawîyê jî, di demên komên muzîka Kurdî de pirsgirêkên polîtîk jî zehf bû. Nasnameya me di bin zordarîyê de bû. Qedexe li ser zimanê me hebû. Endamên gelek komên muzîka Kurdî ji ber ku muzîka Kurdî dikin ketin girtîgehan gelek hatin sirgûnkirin. Mijûlahîya van pirsgirêkan jî bû sedemek ya veqetinê. ”Erdnîgar bext e”

Li gor min sedemên veqetinên wan ev bûn.

Têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Ger mirov bixwaze ji alîyê darêjnivîsê ve stranek serkeftî derxe divê xwedîyê zanyarîyek wêjeyî be. Divê hunermend wêjeyê bixwîne. Wêje, pênivîsê xurt dike. Pênivîs xurt be helbest jî wê xurt bibe. Gelo ma stran bi xwe jî ne xwendina helbestan a melodik e? Rêyek ya darêjnivîsek xurt ji wêjeye dibore. Xwendina helbesta pêwîstek e ji bo muzîkjena.

Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Muzîka baş dibe sîyek û bi hezaran sala li ser me dimîne. Sîya muzîka xirab tuneye.

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Li min biborin ezê bersivek piçek dirêj bidim. Dibe ku gelek kes ji min jî û ji bersiva min jî aciz bibin. Lê ez nikarim derewan bikim. Ezê eşkere biştexilim. Gelek sebebên vê hene. Ezê rêz bikim.

Ya yekem: fikirîna li ser huner mirovî diwestîne. Di nav civakê de kesên ji tiştên westîner hez neke ji yên hez bike zehftir in. Fikirîna berkêşanek hunerî zehf tişta dixwaze. Zanyarîyê dixwaze, behremendîya nirxandinê dixwaze, bergehek berfireh dixwaze. Ji bo van tiştan jî şixul pêwîste, pêşketin pêwîste. Teknolojîyê her tişt xistîye di bin destê mirovan de. Piştî ku hewce nema mirov laş û mejîyê xwe biwestîne êdî bêxîretîyê destpê kir. Ev pirsgirêkek giştî ye. Piştî van bûyeran êdî mirov bi nêrînek hunerî nêzîkî berkêşana nebû. Bi tenê kêfa wî bînetê besbû ji bo wan. An jî li guhên wan xweş bikeve besbû. Binêrin ew kesên keda muzîka Kurdî dixwin jî li ser vê xwestekê distrin. Li ser bêxîratîya vê hengamê anî berkêşanên hunerî jî xwe pêş nexist, qad jî ma ji kedxwara re. Bi rastî mejîyên wan kedxwara ji vê tiştê nedigirt ew bi tenê li pey hezgelîya xwe û pereyê xwe bûn lê mixabin wan kedxwara her çiqas bêhemdî jî be kodên nû yên çandî çêkirin. Civak jî li pey xwe xistin.

Sedema duyem: Ew kedxwar bi awayekî dîtbarî her wext xwe ji civakê re bazar dikin. Civak jî ji awayên wisa hez dike. Qîmeta dengî û biwespîyê zehf tuneye mixabin. Civak dixwaze dengî jî bibîne. Kêfa civakê ji rûyê xwedîyê dengî re bêtê xwe lê xwedî jî dike. Êdî zêde li stranê jî mijûl nabe. Bi tenê li stranbêjê/stranbêjî mijûl dibe. Stranbêj çi bistre li civaka ku xwe lê xwedî kirî xweş tê.

Sedema Sêyem: Çanda hezgelî bûye wek penceşêrê û di nav civakê de belav bûye. Ew kesên kedxwar jî hêmanên çanda hezgelî baş bi kar tînin. Civakê jî bi rêyek wisa jî li xwe ve girê didin.

Kedxwar her awayî baş bi kar tînin. Rewşa civakê jî ji ber ku şertên di nav de gelek misaîd e ji bo wan jî. Encam jî dibe tiştek wisa. Hunermend ji xwe re holek ya konsertê nabîne lê kedxwar li ser pereya diraze. Heyf û sed mixabin…

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike. Bê derfetî û taybetî jî

bindestî nahêle muzîka Kurdî zikê xebatkarên xwe têr bike. Ev muzîka nûjen a niha bi taybetî li Bakurê tê kirin li welatên rojavayî bihatîya kirin ez bawer im ji alîyê aborî ve wê bibûya piştgirek zehf mezin. Çavê bindestîyê kor bibe… 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e? 

Bi tenê yek tişt: Xebat!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev