Pirsa we û bersîva me – 152

Pirsa we û bersîva me – 152

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Jêhatê Biradost û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Hinek malbetên kurdan bi nav û nîşanên taybet va têne naskirinê. Ew jî beşeke ji çanda gelê me ye. Gelo hûn dikarin navên hinekan ji wana bêjin?

 

Bersiv: – Me bingehê bersîva we di belavkirineke rojnamevan Ferîd Mîtan da dît, ku wî navê ”Ji kurmancîyê xweştir, kurmancî bi xwe ye” lê kirîye.

 

Fermo: çend navên balkêş û dilkêş ên çend malbetên Cizîra Rojavayê Kurdistanê: 

Mala Qelûndirêjan, Mala Çardehbihostan, Mala Şeştilîyan, Mala Qazan, Mala Rihzeran, Mala Elîyê Berazkuj, Mala Kabreşan, Mala Bîrkolan, Mala Qazdizan, Mala Dondizan û çend navên din jî hene ku nayên gotin… 

Di bin belavkirina Birêz Ferîd Mîtanî da şiroveyên çend kesan ser vê mijarê hene. 

Ji bo nimûne, Rukiye Özman dibêje, ku li Cizîra Botan pir malbet bi navên nebatan, lawiran, ajalan, pîşe û alavan têne naskirin. Zohrab Qado jî dinivîse, ku malbetên bi van navan cem wan hene: Mala Teqreq, Mala Şûrtazî, Mala Hivdeh kutilk, Mala Tirlihewa. 

Herwiha navê malbetên din jî li Kurdistanê hene, ku nîşaneya mêrxasîyê ne, wek Mala Elikê Batê, Mala Çargurçikan. 

Hinek malbet jî bi qerfî têne binavkirin, wek Mala Ziravqetîyayîyan, Mala Bizdonekan, Mala Çavtirsîyayîyan û h.w.d. 

Gelê me herwiha bi qerfî navên malbetan sêwirandine, wek ji xortê nezewicandî ra dibêjin: ”Emê ji malbeta Çarsim axa keçeke delal ji te ra bixwezin”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev