Li ser çapbûna kovara “Jîn”ê 100 sal derbas bûn

Li ser çapbûna kovara “Jîn”ê 100 sal derbas bûn

Seîd Veroj, lêkolîner

1. Rewşa piştî Şerê Giştî yê Yekemîn û damezirandina CTKê

 

Dema ku mijar li ser çapemenîya kurd a destpêka sedsala 20an be, bêguman divê em bi çend hevokan behsa rewşa sîyasî û rêxistinî ya wê demê jî bikin. Lewra pirranîya rojname û kovarên wê demê, bi cemîyet û rêxistinên wê demê ve girêdayî hatine weşandin û çapkirin. Kovara Jîn jî, yek ji weşanên wê demê ye ku bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) hatîye weşandin. Ji ber vê, ji bona rast xwendina pêvajoyê, divê bi kurtayî em behsa CTKê jî bikin.

Piştî bi dawîhatina Şerê Giştî yê Yekemîn, Dewleta Osmanî bi temamî têk çû û bi tevî îmzekirina Paymana Mondrosê (30.10.1918) rewşeke nû peyda bû. Di vê rewşa hanê de kurd, ji nû ve dest bi xebatê dikin; digel cemîyet û rêxistinên nû, hinek cemîyet û rêxistinên ku berîya Şerê Giştî hatibûn damezirandin ji nû ve sazdikin. Piştî Şerê Giştî, yekemîn rêxistin û partîya sîyasî bi serokatîya rojnamevan Mewlanzade Rifat, Mihemed Emîn Bedirxan û hevalên wan ve hatîye damezirandin bi navê Radîkal Avam Fırkası [Partîya Gel a Radîkal (22.10.1918)]. Nêzîkê mehek ji damezirandina vê partîyê şûn ve, bi serokatîya Seyîd Abdulqdirê Nehrî Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê [Komela Pêşketina Kurdistanê (17.11.1918)] tête damezirandin. Paşê bi hewldanên Seyid Abdulqadir Efendî, damezirêner û rêvebirên Partîya Gel a Radîkal jî tevlî CTKê dibin.

Di kongireya damezirandina cemîyetê de, ji bo Civata Kargêrîya Cemîyetê ev şexisîyet hatine hilbijartin: “Seyîd Evdilqadir (serok, Şemdînan), Emîn Alî Bedirxan (alîkarê serok ê yekemin), Fuad Paşa (alîkarê serok ê diduyan, Silêmanî), Hemdî Paşa (Sekreterê Giştî), Seyîd Evdila (muhasib), Mîralay Xelîl Beg (endam, Dêrsim), Mîralay M. Elî Bedirxan (endam, Botan), M. Emîn Feyzî Beg (endam, Silêmanî), Xoce Elî Efendî (endam), Şefîq Arwasî (endam, Wan), Prof Şukrî Baban (endam, Silêmanî), Fetullah Efendî, Mevlanzâde Rifat û Dr. Şukrî Mihemedê Paxirmadenî.

Her weha gelek kurdên navdar û naskirî jî bûne endamên Komelê û bi awayekî aktîf xebitîne. Hinek endamên tewr naskirî û xebatkar ev bûn: Dr. Fuad Berxo (Amed), Kemal Fewzî (Bedlîs), Necmeddîn Huseynî (Kerkûk), Kamran Alî Bedirxan (Botan), Reşîd Axa (serokê karkerên kurd li Îstenbol), Qazîzade Mistefa Şewqî (Mehabad), Mihemed Mîhrî (Sinê), Emîn Feyzî (Silêmanî), Memduh Selîm (Wan), Evdilwahid Berzencî (Silêmanî), Dr. Hamid Şakir, Law Reşîd, Yamulkîzade Evdilezîz (Silêmanî), Evdirehîm Rehmî (Hekarî).[1]

Navenda CTKê li Îstenbolê bû û li dervayê navenda Îstenbolê “19 (nozdeh) şubeyên wê hebûn.”[2] Wê demê kurdan bi damezirandina van rêxistinan, ji alîyek ve dixwestin texrîbatên Şerê Giştî /Şerê Umûmî çareser bikin û ji alîyê din ve jî dixebitîn ku di çarçoveya Pirensîbên Wîlson de, meseleya neteweyî ya kurdan bête çareserkirin.

Tariq Zafer Tunay jî dibêje: “Emîn Alî Bedirxan, Dr. Şûrkî Mehmed Sekban, Kamiran Alî Bedirxan, sernivîskarê kovara Kurdistan Mehmed Şefîq Arwasî û midurmesûlê wê Mehmed Mîhrî, midurmesûlê kovara Jînê Hemze, Ebdilwahîd Berzencîzade, Ezîz Yamulkîzade û hwd. endamên lijneya rêvebirî û kadirên tewr aktîf yên Komeleya Tealî ya Kurdistanê bûn.”[3]

 

2. Kovara Jîn

Piştî çêbûna rêvebirîyê, CTKê (Komela Pêşketina Kurdistanê) dest bi çapkirin û belavkirina rojnameya hefteyî ya Jînê dike. Jîn, weşana CTKê ye, ji hefteyê carek tête weşandin û hejmara wê ya yekemîn di roja 7ê Teşrînasanî ya 1334an de (07/11/1918) de hatîye çapkirin. Li ser beşê kunyeya hejmara yekemîn a Jînê, ev motto nivisandîye û heta hejmara 25an hatîye tekrarkirin: “Kovareke bi zimanê kurdî-tirkî ye, behsa dîn, edebîyat, îctîmaîyat û îqtîsadîyatê dike.” Xwedî û berpirsyarê Jînê, Hemzeyê Muksî bû. Jîn, di çapxaneya “Necmî Îstiqbal” de hatîye çapkirin. Ji bo ciyê kovarê weha hatîye nivisîn: Bab-ı Alî civarı Ebu-Suud caddesinde Necm-i İstikbal müessesinde Jîn idarehanesi”. 20 hejmarên Jînê (Hejmara 20an: 4ê Hezîrana 1335an/4ê Hezîrana 1919an), di bin berpirsyarîya Hemzeyê Muksî de hatine çapkirin û hejmara 21 û ji wê pê ve jî (hejmara 21an: 18 Hezîrana 1335an/18ê Hezîrana 1919) Memduh Selîm Beg bûye berpirsyarê kovarê. Li gor nivîsandina Seyda M. Emîn Bozarslan hejmara 25an, hejmara dawî ya kovara Jînê ye.[4]

25 hejmarên Jînê bi kedeke mezin ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve hatine latînîzekirin û bi wergera wan a tirkî-kurdî sala 1985ê li Swêd, di nav weşanên Deng de hatine çapkirin. Li gor agadarîya M. Emîn Bozarslan, kovara Jîn, li ser hev 25 hejmar hatine çapkirin û hejmara wê ya dawî jî roja 02/10/1919 hatîye çapkirin. Lêbelê li gor agadarîyên me yên nûha, kovara Jîn, bi kêmanî 36 hejmar hatine çapkirin û hejmara 36an, di 20ê Hezîrana 1920an[5] de hatîye belavkirin û li ser bergê wê peyva “journal” hatîye nivîsandin. Îro li gor hejmarên ber destan, em dizanin ku 36 hejmarên kovara Jînê hatine çapkirin. Lêgerînên li ser vê mijarê bêne berfirehkirin, mimkun e ku hejmarên piştî 36an jî hebin. Lêbelê em dibînin ku di vê demê CTKê, ji xeynî navenda Îstenbolê, hemû şubeyên wê, ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve hatine girtin.

Di rûpela pêşî ya hejmara 33an de, bi sernivîsa “Şubeyên Cemîyeta Kurd çima hatine girtin?” meqeleyek bênav hatîye nivîsandin û nivîskar di vê meqeleya xwe de, bi nîşandana xeletî û nakokîyên biryara girtina CTKê, bi çend pirsan arasteyê rêvebirên hikumet û dadgeha wê demê dike û dibêje:

  • “Nozdeh (19) şubeyên me hene, gelo di dema nezareta Begefendî de hemûyan bi hev re ji qanûnê re muxalefet kirin.
  • Ev şubeyên me, ji ber muxalefetkirina kîjan qanûnê hatine girtin.
  • Şubeyên navborî bi girêdayî navenda me ya Îstenbolê ne, navenda me ya Îstenbolê jî nehatîye girtin. Gelo navenda me ya Îstenbolê, bi qasî dereceya ku Adil Beg dibêje muxalefet nekirîye ku nehatîye girtin?
  • Gelo di dema nezareta we de, ji xeynî cemîyeta me, li seranserê memleketê Osmanî hîç cemîyet û qulubên din nînin ku muxalefeta qanûnê kiribin. Em ji girtina tu cemîyetekê din ne agadar in.

Na! Bi kurtayî, em li ser navê Wezîrê Navxweyî bersivê bidin: Ji ber ku ev cemîyet yên kurdan bûn, hatin girtin. Lewra armanca sîyasî û sereke ya hemû hikumetan ev ku kurd negihîjin mafên xwe.[6]

Digel zixtên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê, di vê hengameyê de ji ber nakokîyên fikrî û sîyasî yên navxweyî, CTKê ber bi parçebûnê ve diçe. Ji ber vê rewşa hanê, mimkun e ku hejmara 36an hejmara dawî be û piştî wê jî nehatibe çapkirin. Wisa xuya dibe ku girtin û betalkirina xebata CTKê, dawî bi çapkirina kovara Jînê anîye.

 

2.1. Hejmarên 33-36an

Ji hejmara 25an şûn ve, ji 11 (yanzdeh) hejmarên çapkirî, tenê du hejmar yanî hejmarên 33 û 36an li ber destê me hene. Mixabin 9 hejmarên din vê gavê li meydanê xuya nabin. Hejmara 33 ya Jînê, di roja 9ê Adara 1336an (9ê Adara1920an) de hatîye çapkirin û di beşê kunyeya vê hejmarê de mottoya: “Rojnameyeke hefteyî yê sîyasî û îlmî ye, yekîtîya kurdan û hiquqa wan a millî diparêze”[7] hatîye nivisîn. Hejmara 36an jî, di roja duşem a 21ê Hazirana 1336 (21 Hazîran 1920an) de hatîye çapkirin.

Di hejmara 33an de, di derbarê abonetî û rûpelsazîya nû ya kovarê de agadarîyek weha hatîye belavkirin: “Cerîdeya me ji hejmara 26an wir ve, bi çar rûpelên mezin û wekî rojnameyekê rojane tête çapkirin. Ji ber vê, mesref jî zêde bûne û ew ên ku bi karê rojnamevanî re mijûl in dizanin. Ew ên ku heta niha aboneyê cerîdeya me bûn, dema abonetîya wan bi vê hejmarê xelas bûye. Ji vir û şûn ve abonetîya salek 130 û ya şeş mehan jî 70 quriş e.”[8]

 

2.2. Nûçeya “Girtin û şehîdkirina Mehzeyê Muksî”

Hemzeyê Muksî, sala 1892yê li navçeya Muksê ji dayik bûye, beşa farisî ya Universîteya Îstenbolê xwendî ye û di dema xwendevanîya xwe de tevlî tevgera Cemîyeta Hêvî ya xwendekarên kurd bûye. Piştî Şerê Umûmî ku CTKê hate damezirandin, ew jî tevlî vê rêxistina nû dibe û bi awayekî çalak dixebite. Dema ku kovara Jîn tê weşandin, ew, bi biryara cemîyetê dibe xwedî û mesulmidurê Jînê. Hetanî hejmara 20an, ew, mesulmidurê kovara Jînê ye. Piştî ku CTKê, ji bo xebat û rêxistina xelkê, biryara şandina kadroyan ji bo Kurdistanê dide, kesên wek Ekrem Cemîl Paşa, Hemzeyê Muksî û wd. dihêne wezîfedarkirin ji alîyê rêvebirîya CTKê ve. Hemze jî di serê meha Hezîrana 1919an de ji Îstenbolê tê Kurdistanê, li wîlayeta Diyarbekir û herêma Mêrdînê dest bi xebata rêxistinî dike. Di vê pêvajoyê de, îstixbarat û polîsên osmanî, wî gav bi gav dişopînin. Di vê hengameyê de, ew, li Mêrdînê ji alîyê polîsan ve tê girtin, hepiskirin û gelek êşkenceyên giran li wî dikin. Demekê agadarî ji wî nayê girtin û hevalên wî zan dikin ku Hemze hatîye şehîdkirin. Ev agadarî digihîje navenda kovara Jînê jî. Lewma ji bona bîranîn û yadkirina wî, di hejmara 36an (21ê Hezîrana 1920an) a kovara Jînê de helbesteke weha hatîye belavkirin.

 

“Şehîdê Kurdistan Hemza

Rabe ji xewa xwe Hemze rabe!

Xwîna te naçit heba tu şa be

Di rêya vê welatî da şehîd î

Lewra tu mucahîdek seîd î.

Rabe here pêş liqayê Yezdan

Bi xwîna diçîtin ji wan birînan

Sorke kefenî bi rengê alal

Me’lumî bike tû arzê ehwal.

Bêjî: Tu elîm î û bêmîsal î

Bêjî: Semî î la yezal î

Zulma li me hatî tu dizanî

Lewra tu qedîr û kun fekan î.….”[9]

 

2.3. Naveroka hejmarên 33-36an

Piranîya nivîsên hejmarên 33-36an, bê îmze hatine nivisîn. Di hemû nivîsên van her du hejmaran de tenê navê pênc nivîskaran hene: Dr. Abdullah Cevdet, Îbrahîm Heqî yê Mardî, A. Y., Hîzanîzâde Kemal Fevzî û Zaxoyî.

Ji kovara “Bîr”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev