ORWELL Lİ TİRKİYEYÊ

ORWELL Lİ TİRKİYEYÊ

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa), endamê Koma KURMANCÎ

ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin bi daxweza malpera me

çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî çendekê me gotareke wî çap kir. Îro em gotareke din raberî we dikin,

bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

Mesele vedigere meha sibatê ya 2005ê: Bernameya Neteweyên Yekgirtî ji bo Geşepêdanê (BNYG) biryarê digire ku arîkarîya darayî bide projeya Weqfa Nêçîr û Parastina Heywanên Kûvî ya ji bo parastina çendîn heywanên ku cinsê wan di metirsiya nemanê de ye. Heywanên babetê: mîya Ovis Armeniana, xezala Capreolus Capreolus Armenius û roviyê gevez Vulpes Vulpes Kurdistanicum. BNYG di danûstandinên xwe yên digel Weqfa tirk de navên termsaziya zanistî ya navneteweyî bi kar tîne, ku du binemayên wê yên serekî ew in ku navên latînî ne û cihê jiyana cinsan di têrman de diyar dibe. Wezareta Daristan û Jîngehê di wir de “gef û xetereke li dijî yekpareyiya dewletê” dibîne. Û tîne jinûve navan li heywanan dike. Ovis Armeniana dibe Ovis Orientalis Anatolicus, Capreolus Capreolus Armenius dadigere Capreolus Caprelus Capreolus, û Vulpes Vulpes Kurdistanicum, roviyê gevez ê Kurdistanê, êdî li Tirkiyeyê navê Vulpes Vulpes hildigire.ûyer hat û çû kes pê nehesiya, civata zanistî ya nawneteweyî bi pêş ve xwe nelivand, lê tiştê qewimî heçko parçeyek bû ji “1984” ya George Orwell: berî bi çend mehan, Wezareta Daristan û Jîngehê ya Tirkiyeyê navê sê cinsên heywanan guherîn bi hêceta ku peyvên Ermenistan û Kurdistan digirtin nav xwe. Kiryara wezareta tirk, ku çend nûçeyên ajansan ragihand û vegotina Ph. Videlier behs lê kir[1], gelek baş li têgeha “polîsê peyvan” ya P. Siblot tê[2].

  1. Doganê ji rojnameya Hürriyetê xwe nerihet dike[3]. Lê belê, ne ji ber biryara wezaretê. Bêtir ji destê wan navan aciz û zivêr e ku “biyaniyan ji bo parçekirina Tirkiyeyê” danîne. Heman îdia li ba dibe li aliyê wezaretê: “Niyeta wan xirab e, lewre heta ew cinsên ku bi tenê li welatê me peyda dibin jî bi navên li dijî yekîtiya Tirkiyeyê ji nûve hatine binavkirin”. Civata zanistî ya navneteweyî xwe li meseleyê kerr kiriye, di demekê de ku gotûbêjên endametîya Tirkiyeyê yên ji bo Yekîtiya Ewrûpayê berdewam in. Lêkolîner û akademîsyenên tirk jî her wisa dengê xwe lê berz nakin: bêyî ku bêdengiya wan meşrû bike, divê bête diyarkirin ku bêdengiya wan dibe ji ber wê yekê be ku kar û kariyera wan di metirsiyê de ye heke li dijî “berjewendiyên neteweyî” dengê xwe derxin û helwêstan wergirin. Hêja yê bibîrxistinê ye ku Tirkiyeyê I. Beşikçi bo 17 salan xiste girtîgehê ji ber lêkolînên wî yên li ser Kurdan, û îro zêdetir ji 22 akademîsyen, nivîskar û rojnameger ji tawanên fikrî têne dadgeh kirin[4].

Em vegerin ser Orwell. Li Tirkiyeyê, îdeolojiya resmî li ser înkara hebûna Kurdan hatiye avakirin. Ji ber ku Kurd nîne, nabe navên ku heqîqeta Kurdan bi bîr bixin jî hebin, te bivê bila bi rêya navên cinsên heywan û rivekan be. Xuya ye, bi ya vê îlûzyona çavsor, bi jêbirin û jinavbirina navê tiştî mirov dikare tiştî bi xwe jî ji nav bibe, ku bi heman mentiqê rayedarên tirk ji Kurdan re digotin “Tirkên çiyayî”. Herwiha, bi heman mentiqê, bi sedan navên cinsên heywan û rivekên taybet bi Kurdistanê û ji ber vê yekê di termsaziya zanistî ya navneteweyî de navên weke Kurdistanicus, Kurdistanica, Kurdica, Kurdicum, Kurdicus hildigirin di dersên biyolojiyê yên lîse û zanîngehê de nayêne fêrkirin. Heman rêbaza dapoşînê ji bo Ermeniyan jî derbaz dibe. Li Tirkiyeyê gelek caran mirov dibîne ku îdeolojî ketiye nava zanistê jî. Îro erka lêkolînerên dinyayê hemûyî dê rê nedin kiryarên wiha, ew ê li dijî vê derkewîn û li hember sansorkeran rabin.

 

[1]En Turquie, le déni à l’œuvre, Le Monde, 24-25ê nîsanê 2005ê

[2]P. Siblot, 1995, “La police des mots”, di nav de: Discours social / Social Discourse, n. 7, r. 49-72, Montréal.

[3]Hürriyet,1ê adarê 2005ê

[4]Libération, 29ê kanûnê 2005ê

 

Kurtejiyana Dr. Salih Akin:

Salih Akin di sala 1968ê de li bajarê Hezoyê ji dayik bû. Piştî xwendina xwe ya bilind li Beşa Ziman û Edebiyata Fransî li Universiteya Dîcleyê (Diyarbekir), ew di sala 1989ê de çû Fransayê. Di sala 1992 de wî Mastira zimannasî qedand û teza xwe ya doktorayê di sala 1995ê de li ser mijara  “Binavkirina gel, welat û zimanê kurdî di vegotina siyasî û zanistîya tirk de” li Universîteya Rouenê parast.  S. Akin di sala 1998ê de ezmûna doçentiyê karkir û li Universiteya Rouenê wek doçent dest bi kar kir. Di navbera salên 2013 û 2016an de, S Akin serokatiya beşa zimannasiya Universiteya Rouenê kir. Di sala 2013 de, teza habilîtasyonê parast û pileya profesorîyê wergirt. S Akin di heman demê de midûrê kovara “Etudes Kurdes” e ku li Parîsê çap dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev