DÎSA GELŞA PÊŞEROJ Û PAŞEROJÊ

DÎSA GELŞA PÊŞEROJ Û PAŞEROJÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Ez jî di şaşî û çewtiyên di Zimanê Kurdî de bûme wek Eloyê Xemxur.
Niha min dît ku biraderekî weha nivîsiye:
”Dembaş hevalno, dema ko merif tiştekî jixwere bihêle gelo merif bibêje jibo paşe rojê? Yan jî pêşe rojê?”

Wî biraderê ku bi kurdiyeke Zemanê Deqnanos nivîsiye û hin car du peyv bi hev ve, hin car sê peyv bi hev, hin car jî peyvekê kiriye du peyv, nivîsiye, di ser de jî çend şiroveyên li biniya nivîsa wî jî bi piranî ”paşeroj”ê wek dema hêj dê bê û peyva ”pêşeroj”ê jî wek dema bihurî dane xuyakirin, malwêraniya Zimanê Kurdî eşkere dikin.

Bêguman e, dema ku neteweyek bibe biyaniyê çanda xwe, pir normal e ku pêşiya xwe û paşiya xwe ji hevûdu nas neke.

Li vê gêtiyê (dunya) hemû tiştên ku di heyînê de hene, dabeşê ser du tiştan bûne: Hinek zindî ne; tên û diçin. Hinek jî mayînde ne û li şûna xwe dimînin.

Di Zimanê Kurdî de gotina PÊŞ, ew alî ye ku ruyê meriv lê ye. Gotina PAŞ jî, ew alî ye ku pişta meriv lê ye.
Baş e, eger tu ji roja bihurî re bêjî PAŞEROJ, divê tu bêjî PAŞECÎ û yên din jî. Yanî dema ku tu bixwazî ji Stembolê herî Amedê, nexwe divê tu pişta xwe bidî Amedê û ruyê xwe bidî Stembolê û paşpaşkî herî. Hingê Amed dibe PAŞECÎ û Stembol jî dibe PÊŞECÎya te.

Me li jorê gotiye ZINDÎ, ango ruhber. Roja ku ZINDÎ ji maka xwe cuda dibe, ew roj roja ZINDÎ ya pêşî ye. Roja ku ZINDÎ bimre jî, roja ZINDÎ ya paşî ye. Yanî ji zindiyan re PAŞEROJ dema bihurî ye û PÊŞEROJ dema ku hêj dê were ye.

Lê tiştê ku ne zindî be weke ax, kevir, çiya, deşt û temamiya dinyayê û exterên dî, herweha galaksiyên din jî tê de, ji wan re gotina PAŞEROJê dema bihurî ye, lewra ne diyar e ku ew kengê derketine holê û PÊŞEROJ jî dema ku hêj dê were ye.

Ha ev jî heye, li gor baweriya olî, dinyayeke din jî heye. Bawermend dibêjin, DINYAYA DIN an DINYAYA WÎ ALÎ.
Ew roja ku dibêjin ROJA QIYAMETÊ jî, eynî ev dinya ye, lê wek demsalan, guhertin dikeve dinyayê.
Binerim, Mihemed Pêxember gotiye ku cihê behişta wî şûna bajarê ŞAMê ye, lê Îsa Pêxember gotiye ku cihê behişta wî bajarê WANê ye.
Yanî dinyaya diduyan jî, her ev dinya ye.

Herweha neteweyên li jiyanê jî, mayinde ne.
Ji bo neteweyan, roja bihuriye PAŞEROJ e. Roja wan a ku hêj dê were, PÊŞEROJ e.

Hêvîdar im ku ev nivîs bibe rêgir ji bo şaşiyên wisa çewt ku têne kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev