”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 8

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 8

Malpera me bi awayê rêzenivîsê berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî çap dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Îro em beşek ji berdewama berhema zanyarî ya bi sernavê ”Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê” çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

V. Vêrtyayêv

M. Rewandî-Fedaî

 

Fonda ”Dêpartamênta Asîyayê” ya Arşîva Sîyaseta Der ya Rûsîyayê ji sala 1813an da heye. Ew bi armanca berevkirina înformasyona casûsîyê û bûyerên herêman derheqa ”warên ser sînor” yên Rûsîyayê û Asîya Pêş hatibû sazkirin.

 

Wek ji çavkanîyên dîplomatik xuya dibe, têkçûyînên artêşa Farizistanê di her şerekî di navbera salên 1804-1813an da, qedirê hukumeta Farizistanê û nûnerê şah li Azirbêcana Îranê Abbas-mîrze di nava kurdan da gelek exist. Di salên 1817-1818 da eşîreta kurdan ya Bîlbas dijî desthilata şahê Îranê serhildan kir. Serleşkerê li Kavkazê general Yêrmolov cara pêşin pêşnîyar kir bi eşîretên kurdan ra hevkarîya aram ya bê çekdarî bikin, lê wê demê guh nedan banga wî, piranîya kurdan wek berê aminaya xwe bi rûsan nedianîn.

Pêwendîyên artêşa rûsan û kurdan, ku di şerê navbera Rûsîyayê, Tirkîyê û Farizistanê da xwe li riya neytral, bê alî girtibûn, ne herdem baş bûn. Artêşa Qiralîyeta Rûsîyayê li Kurdistanê wek her artêşeke dagirkar hereket dikir: bi bertîlkirina serekeşîran ra tevayî êkspêdîsyonên cezakirinê û çavtirsandinê dihatine pêkanîn. Lê şerê bi siyarîyên kurdan ra, bi bawerîya dîrokzanê leşkerî P. Î. Averyanov, ew fikira serleşkerên rûsan testîq kir, ku siyarîyên kurdan tam ser leşkerên kazakan ra nin. Gênêral A. X. Benkendorf herwiha destnîşan kir, ku ”kazakên Donê nikarin himberî siyarîyên kurdan yên çeleng ber xwe bidin”11.

Sala 1826an li Farizistanê weke 80-100 malbetên kurdan hebûn. Di rûyê pêwendîyên sist di navbera kurdên Êrîvanê û Rûsîyayê da heta sala 1827an kurd bi helalî qulixî serdarên Êrîvanê dikirin, ku welîyên şahê Farizistanê bûn. Lê dema kurd texmîn kirin ku wê zora Êrîvanê bibin, bi pêşnîyara leşkerîya Rûsîyayê vê carê ne piştgirîya welîyên Farizistanê, lê piştgirîya azadîya xwe, malbetên xwe û serxwebûna xwe kirin.

 

Di salên 1826–1828, di dema şerê Rûsîyayê-Farizistanê, di pêwendîyên Rûsîyayê û kurdan da mîrlaw Îvan Paskêvîç roleke giring lîst.

 

Bi saya hereketên wî yên dîplomatîk, serekê kurdên Êrîvanê Huseyn axa bi kurdên xwe va kete nava leşkerên rûsan. Sala 1928an welîyê Bazîdê Bîlyul paşa rê digerîya, ku rastî Paskêvîç bê bona di şerê dijî Tirkîyê da piştgirîya rûsan bike. Pevgirêdanên Paskêvîç bi eşîretên kurdan ra wê wisa bikira, ku piranîya kurdan di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê da bê alî bin.

Bi saya hereketên Paskêvîç di dema şerê 1828an yê Tirkîyê û Rûsîyayê Mîrê Hekkarîyê îlan kir, ku ew tevî şer nabe û hema bêje hemû xantîyên kurdan yên din jî tev ne bûn. Serekê paşalixîya Mûşê Emîn paşa jî daxwaz kir bi Paskêvîç ra bikevine nava hevraxeberdanan, yê ku dixwest ji kurdan desteya 12 hezar siyarîyan saz bike. Paskêvîç soz da bona xwedîkirina wê desteyê her meh 10 hezar pereyê rûsan (rûblan) bide. Serekqumandarê Rûsîyayê ji bo bertîlkirina serekeşîrên kurdan û paşayên tirkan ji qiral 100 hezar rûbl xwest, ku di wan deman da pereyekî gelekî mezin bû. Qiral Nikolayê 1 hemû pêwendîyên bi kurdan ra pejirand û ferman da ji vir şûnda jî kurdan bikine piştgirên leşkerên Rûsîyayê.

Piştî vê yekê artêşa qiralîyetê her tişt kir bona bihêzkirina alayên musulmanan yên siyarî. Di desteya Qersê da êdî taxbûra kurdan hebû. Herwiha kurdên êzdî jî ketine nava desteya Êrîvanê. Taxbûra kurdan ji çarsed siyarîyan bû û her sed kes dikete nava komekê. Qumandarên taxbûran zabitên rûs hatine kivşkirin, lê begên navdar yên xwedî erd bûne cîgirên wan. Qumandarîya Rûsîyayê rind derc dikir, ku bidestxistina Bazîdê ra tesîra rûsan li Kurdistana Jorîn wê bê xurtkirinê û dema bi Tirkîyê ra şer derkeve, ew dikare syarîyên pirjimar bîne hewarê, ku li Asîyayê yên herî bi hêz bûn. Lê kurdên navçeyên Kurdistanê yên rojava ji kurdên Kurdistana Rohilatê zêdetir dijminatîya rûsan dikirin. Wê demê ew yek li Rûsîyayê bi wê sebebê va şirove dikirin, ku ”hukumê ulmê mehmedîyê li ser kurdên rojava xurttir bû”.

 

Di dem û dewrana ku di nava gelên Kavkazê da mirîdîya sûfîzmê dihate belakirinê12, beşeke kurdên binavûdeng ji biratîya Neqişbendîyan bi îmamê Daxistanê û Çeçenistanê Şamil ra di nava pêwendîyan da bûn, yê ku sala 1840î ”Îmamîyeta Kavkaza Bakur” (dewleta Xuda li Kavkazê) saz kir, dijî Împêratorîya Rûsîyayê cîhad îlan kir.

 

Şamil li her deran bo artêşa xwe kesên rezadil digerîya, lema jî casûsên qiral bi dû her gaveke êmîsarên wî bûn, ku him li Tirkîyê hebûn, him jî li Farizistanê. Di encama gerîna dû êmîsarên Şamil da ewana derheqa biratîya sûfîzmê ya Neqişbendîyan da hayadar bûn, ku heta wî çaxî li Rûsîyayê derheqa wan da tu tişt nizanibûn. Şamil bi Şêxê kurdan yê binavûdeng Sehîd Taha ra di nava pêwendîyan da bû û ew herdu mirîdên (şagirtên) sûfîyê kurdan yê Mewlanî yê xwedî hukumê pir û navdar Xalid Bexdadîyê ji biratîya Neqişbendî bûn. Cîgirê wî Şêx Tahir, ku li Farizistanê bû, serokatî li bangawazîya wan kurdên Farizistanê dikir, ku alîgirên şerê dijî Rûsîyayê bûn. Lema jî Rûsîyayê hereketên dîplomatî xerc kirin bona wê yekê, ku Şêx Tahir ji Farizistanê raqetandin.

Di paşdemê da ilmê îmam Şamil roleke giring lîst di karê lihevhatina gelên Kavkazê bi rûsan ra, lê hukumeta Qiralîyetê hela demeke dirêj aminaya xwe bi kesên ji biratîya Neqişbendîyan nedianî, dibe jî hema bi wê sebebê jî piştgirîya serhildana şêxê Neqişbendîyan Ubeydullah (Nehrî) ya sala 1880î ne kir, ku hewil dida Kurdistana serbixwe damezirîne.

 

Navçeyên Kavkazê yên ser sînor bo Împêratorîya Rûsîyayê xwedî kemaleke leşkerî-stratêgî ya pir giring bûn, û ew yek ji pêwendîyên Rûsîyayê bi Tirkîyê û Îranê ra bi awayekî zelal xuya dibe.

 

Malûmatîyên bi qîmet derheqa Kurdistanê da di devtera rêwîtîyê ya Yê. Î. Çîrîkov da hatine berevkirin, ku di salên 1849-1852an da komîsarê Rûsîyayê bû li ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê. Di dema Şerê Rohilatê (Qrîmê) yê sala 1853-1855an da bi karê pevgirêdanên bi kurdên Qersê ra serhing M. D. Lîxûtîn mijûl dibû, ku serekê barêgeha leşkerî ya Êrîvanê bû. Di pirtûka wî ya bi sernavê ”Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854-1855an da” bi awayekî hûrgilî behsa jîyana rojane, erf-edet û warên kurdan, herwiha axa Kurdistanê tê kirinê. M. D. Lîxûtîn dema behsa Kurdistana Biçûk dike, ku berjewendîyên Rûsîyayê yên gêopolîtîk li wir hebûn, qesta wî Bazîd, beşa bakur ya Wanê û Mûşê, beşa başûr ya Qersê û başûrê devera Êrîvanê bû, lê li Farizistanê – Xantîya Makûyê bû. Gorî malûmatîyên wî, li Kurdistana Mezin di sala 1855an da weke nîv mîlyon malbetên kurdan diman, ji wana her malekê bi kêmanî siyarîyek dikaribû bida. M. D. Laxûtîn dinivîse: ”Koka eşîretên sereke yên Kurdistana Biçûk… ji esilê sê birayan tê: Mehmûd, Heyder û Zîlan û tên binavkirinê Celalî, Heyderî û Zîlanî. Ev eşîret jî pareveyî ser van qebûlan dibin: Celalî – ser qebîlên xalikanli, sekanli, hesen-anli, ali-anli, bilxikanli, radikî û yên din; Heyderî – ser qebîlên zoravanli û adamanli, û evên dawî jî li ser – mukayli, şemsikanli, kasikanli, badoyanli, hemdikanli, başîmanli, atasanekî, malayanli, hemdikanli, şêx-hesenli, laçakilî, akubî, xalîsanli, torup; û Zîlanî – ser qebîlên mamanli, berazanli û yên din…  Xênji wê, li paşalixîya Bazîdê100 malbetên êzdî yên koçer hebûn, ku xelkên Kurdistana Mezin bûn, û herwiha heta 120 malbetên wan êzdîyan hebûn, ku musulmanî qebûl kiribûn û esilê wan ji binemala Pîsiyan bû û xwe bi nav dikirin pîsiyanî, lê zêde bi navê Sîpikî an jî Sîpikanli dihatine naskirin”13. M. D. Lîxûtîn destnîşan dike, ku li Kurdistana Biçûk kurdên riat jî dijîn, yên ku piranî karê nanbêcerkirinê dikin, lê pez û dewarên wan ji yên kurdên koçer ne kêmtir in.

Bi gotina M. D. Lîxûtîn yên herî pir bi rûsan ra amin bûn, êzdî bûn, ku ”ji hemû kurdan yên herî aştîxwaz bûn”. Kurdên ji eşîreta Celalî berî henûyan razî bûn bi14 Celalî berî hemûyan razî bûn bi rûsan ra bikevin nava hevkarîyê. Karmendên qiralîyetê hediyayên bi qîmet didane serekeşîran: siet û gustîlên zêr û zîv, qirme, şûr, qumaşên bedew û hinek pere. Lê dema qiralê rûsan destpê kir bi erênî li çûyîna kurdan li ser axa xwe nihêrî, serhing Lîxûtîn bi awayekî berk derkete dijî wê yekê, sebeb jî ew bû, ku kurd miletekî nerehet e. Wî di wê yekê da ji bo Rûsîyayê tu kar nedidît, ew jî wê demê, ku nabe hemû kurdan bînine ser axa Rûsîyayê, çimkî Kurdistan pir mezin e15. Bi bawerîya wî karmendê leşkerî kurd gerekê li Tirkîyê bimînin, ”wek ji aletên sistkirin û hilweşandina tirkîyê”16.

 

Çavkanî:

11) Averyanov P. Î. Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra sedsala 19an da: Rewşa sîyasî ya nû ya kurdên Tirkîyê, Farizistanê û Rûsîyayê. Tîflîs, 1900. Rûpel 35.

12) Mirîdî – yek ji baskên Sûfîzmê ye. Li Rûsîyayê ew term herwiha tê bikaranînê bo navên tevgerên miletîyê-azadarîyê yên binecîyên çiyayî yên Kavkazê (nîveka sedsala 19an).

13) Lîxûtîn M. D. Rûs li Tirkîya Asîya di salên 1854 û 1855an da: Ji bîranînên derheqa emelên şêr yên desteya Êrîvanê. SPb., 1863. Rûpel 147-148.

14) Eşîret – binemal an qebîlên kurdan.

15) Lîxûtîn M. D. Rûs li Tirkîya Asîya di salên 1854 û 1855an da. SPb., 1863. Rûpel 171.

16) Dîsa li wir, Rûpel 172. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev