Nameyên evînî – 106

Nameyên evînî – 106

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tiştên me dûrî hev dixe, ne em in: qeder e, bext e, neheqîya cihanê ye. Tiştên me nêzîkî hev dike – em in, ez û tu ne. Em hevdu hez dikin û ev ne gunehkarî ye. Em hev hez dikin, ji ber ku zanin hezkirin çi ye. Em di hişê hev da nin, ji ber ku dilê me wisa dixweze. Hemû hezkirî xwe û hezkirîya xwe difikirin. Ez jî wisa me. Lê ferqeke min ji wana belkî heye: ez hazir im tenê li te bifikirim û bo wê ezê her tişt bikim. Ezê tenê tiştên tu nexwezî, nekim.
Rehet razê dilê min, belkî ew fikir ji bêrîkirinê têne serê te, belkî ji hezkirinê ye, belkî ji rênedîtinê ye.

 

¤¤¤

Roj baş xweşika min, ezîza min, mal û halê min. Weke ku ez her ro cara pêşin di jîyanê da bengî dibim û her ro jî ser te. Weke ku ez her ro kesekî din im û tu jî keseke din î. Her kes dikare bêje: -Yekî dilçivîk e, rojê yekê hez dike, her carê jî bêy ku ji evîndara xwe dûr bikeve, diçe cem yeke din. A ecêb jî, haya me herduyan jî ji vê meselê heye û em herdu jî kumreşîyê nakin.

 

¤¤¤

– ….Tu çi dikî?
– Ez nizanim çi dikim, lê zanim ku ne betal im. Baş e, ku tu dikarî guh bidî sohbetên dervayî min û te. Ez nikarim. Tu rind rehet bûyî? Ne westîyayî ne wisa? Îro neweste cana min. Ji evîna min ra bêje ERÊ. Ew jî referenduma min û te ye.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev