Ilmê kerê

Ilmê kerê

Nivîseke xweş ji nivîskarê malpera me

 

Devliken Kelogirî

 

Rojekê ji rojan Padîşah û jina xwe ji xew şiyar dibin, radibin ser xwe, taştêya xwe dixwin û piştî taştê, Padîşah dişîne pey zilamê xwe.

Zilamê wî berpirsê hewayê ye; kar û wezîfeya wî tenê rewşa hewayê ye.

Zilamê wî tê nig wî, ji zilamê xwe re dibêje:

-Ez û jina xwe dixwazin herin ser golê masiyan bigirin. Ka bibêje îro rewşa hewayê çi ye.

Zilamê wî li wî dinere, li esmên dinere, dîsa difitile ser wî, dibêje:

-Îro hewa çiksayî ye. Ji bo çûna ser golê tu problemek tune ye, Padîşahê min.

Padîşah û jina xwe bi rûyekî şad xwe didin tengala hev û ber bi golê ve dimeşin. Di rê de li Rîhspîyekî rast tên. Silavê didin hev, li hal û ehwalên hevdu dipirsin û pê ve Padîşah û jina xwe hewl didin bimeşin, Rîhspî dibêje:

-Hûn ê bi ku de herin Padîşahê rêzdar?

Padîşah dikene, dibêje:

-Em ê herin ser golê ji xwe re masiyan bigirin.

Rîhspî li kera xwe dinere, li esmên dinere, difitile ser Padîşah:

-Nerin, baran ê bibare, hûn ê şil û pil bibin, Padîşahê rêzdar.

Padîşah di ser xwe re li esmên dinere, dibişire, dibêje:

-De here lo, tu şaş i. Min ji wezîfedarê xwe yê hawayê pirsî, got hewa xweş e. Ji bo vê wezîfeyê ez her meh bi telîsan pere didimê.

Piştî vê kurtesohbetê, Padîşah û jina xwe fîkafîka xwe avêtin ser teqleyan û ber bi golê ve çûn. Piştî kêliyekê hîn tam şûna qûna xwe xweş nekiribûn, xumînî bi baranê dikeve, şil û pil dibin.
Wexta vedigerin dîsa li Rîhspî rast tên. Rîhspî li wan dinere, lê bi xwe re dixeyide, nakene. Padîşah difitile ser wî, dibêje:

-Te çawa zanîbû baran ê bibare? Ji nuha şûn de wezîfedarê hewayê tu yî. Ez ê te têxim şûna zilamê xwe yê wezîfedar.

Rîhspî bi bişirîneke metirsdar, dibêje:

-Weleh Padîşahê rêzdar, ev ne ilmê min e. Ez li kera xwe dinerim. Wexta guhên wê berjêr bin, baran dibare, wexta guhên wê berjor bin, dinya çiksayî xweş e. Min li guhên wê nerî, berjêr bûn, min got baran e. Yanî ev ne ilmê min e, ev ilmê kerê ye.

Padîşah bera zilamê xwe dide, ker dixe şûna zilamê xwe; ker dike wezîfedarê hewayê.

Ew roj ev roj e, li seranserê dinyayê wezîfe dikeve destê keran û kesên ehmeq partiyan, rêxistinan, civakan, netewan, dewletan bi rê ve dibin, mixabin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev