Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî – 1

Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî – 1

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa),

endamê Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin

bi daxweza malpera me çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî çendekê me du gotarên zanyar çap kirin.

Îro em beşeke gotareke wî a din raberî we dikin, beşa duduyan emê sibê çap bikin,

bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ku îro bi kar tê, di salên 1930ê de hatiye amade kirin. Mercên civakî û siyasî yên amadekirina wê û armanca lêkolînerên ku xwe dabûn ber avakirina wê yek ji diyardeyên herî girîng ên plansaziya zimanî ye, ku ji tesbîtkirina tîpan ji bo notayên dengên zimanî pêk tê. Tevî hin kêmasiyên heyî û minaqeşeyên ku îro bi xwe re tînîn jî, alfabeya latînî ya adapteyî zimanê kurdî bûye serketineke nayê înkar kirin û rolekî serekî di pêşketina zimanî, di warên ewçend serekî yên weke fêrbûn, belavbûn û nivîsandina wî de dilîzê. Ev beşdariya, berî hertiştî, binêrîneke zimannasiya civakî nirxandina xebatên di çarçoveya kovara Hawarê de pêkhatine, ku armanca wan pêşniyara lihevanîna alfabeya latînî bi zimanê kurdî re ye. Weke gaveke duyê jî, ew dê derfeta nûjenkirina perspektîf û minaqeşeyên nû yên sebaret bi ji nû ve rêkxistina vê alfabeyê bide.

 

  1. Rewş û nivîsandina bi zimanê kurdî di salên 1920ê de

Heta salên 1930ê, kurdî bi tenê bi alfabeya erêbî ya adapteyî teybetmendiyên dengnasiya zimanê kurdî bûbû, bi taybetî jî bi hin îşaretên li tîpên heyî zêdekirî ji bo dengên dengdêr dihate nivîsandin. Berhemên pêşîn ên edebî yên bi kurdî, ku demeke dirêj di warê devkî de man, weke Feqiyê Teyran (sedsala 15ê), Melayê Cizîrî (ss. 16ê), Ehmedê Xanî (ss. 17ê) bi wariyantên cihê yên vê alfabeyê hatin nivîsandin.Zimanê kurdî yek ji zimanên malbata zimanên hîndo-ewrûpî ye û dikeve nav koma zimanên îrano-aryan a vê malbatê ku gellek zimanên hevdem yên weke osetî, farisî, belûcî, tacikî û hwd. di nav xwe de kom dike. Piştî şerê cîhanî yê yekê, dabeşkirina Kurdan di navbera çar dewletan (Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye) de, encamên girîng ên zimannasiyê û zimannasiya civatî di warê pêşketina zimanê kurdî de bi xwe re anîn. Zimanê kurdî yê ku li welatên kurd lê dijîn ji mafên siyasî û perwerdeyî bêpar ma, pêşketina wî li ser avasaziyeke pirzarava ku ji gelek zaravayan pêk tê û ew jî di nav xwe de gellek devokên herêmî pêk tînin pêk hat. Du zaravayên serekî yên ku bi awayekî pirr vekirî dişibin hev kurmancî (ji aliyê pirraniya Kurdên bakur, yên başûrêrojava, yên li komarên Yekîtiya Sovyet a kevn û her wiha beşekî Kurdên başûr û yên rojhilat ve tê axaftin) û kurmanciya jêrîn / soranî (ji aliyê pirraniya Kurdên başûr û rojhilat ve tê axaftin) ye. Kurmanciya ku ji aliyê % 65ê Kurdan ve tê xeberdan, ji aliyê avasaziya xwe ya dengnasî û morfolojiyê ve ji zaravayên din bêtir kevn, arkaik xuya ye. Tevî vê jî, kurmancî û kurmanciya jêrîn du zaravayên ku taybetmendiyên wan ên zimanî yên hevbeş herî pirr in. Xetên morfolojiyê ku wan ji hev cuda dikin rewşa (xweserî û tewangê), zayenda nav û cînavan û avakirina hevokê -bi cînava yek jimar a mê- ya demên borî yên lêkerên têper e.

 

1.1. Lêgerîna alfabeyeke nû

 

Piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê, ji ber parvekirina Kurdan di navbera gelek dewletên ku mafên wan nasnekirin de, rewşenbîrên kurd mecbûr man bi problemê kodkirina dengên zimanê xwe bi beramberkirina alfabeyên li wan welatan bikartên mijûl bibin. Pirbûn û belavbûna weşanan (kovar, rojname) di destpêka sedsala 20ê de, bê guman balkişandin ser problema nivîsandina ziman û ew derxistin pêş. Ji aliyê din ve, divê mirov bandora teşebusa projeya reforma alfabeya li Tirkiyeyê ku di arîfeya Şerê Yekemîn yê Cîhanê de pêk hat jî bide ber çavên xwe. Armanca vê projeyê ew bû, ku ji bo sembolizekirina dengên tirkî tîpên erebî yên jihevkirî bikar bîne û helbet hinekî jî wan biguhere. Ev yek di nav xwendekarên kurd ên ku wê demê li Stenbolê li dora komeleya “Hêvî”yê kombûbûn de jî, bû sedemê eleqeyeke germ. Organa Komeleyê, kovara “Rojî Kurd” wê demê çend gotarên bi kurdî bi wî awayî nivîsîn û belav kirin.

Bi vî awayî, doktor Evdila Cewdet, di 1913ê de, di vê kovara kurdî de gotarek nivîsî û destnîşan kir ku tîpên erebî têr nakin û ji bo wê jî pêşniyar kir, ku ji vê wêdetir, adaptekirina alfabeyeke din divê. Di gotareke din a di heman kovarê de, Salih Bedirxan destnîşan dike ku 32 tîpên alfabeya erebî ya osmanî ji bo nivîsandina zimanê kurdî têr nakin. Weke bingeha minaqeşeya bi rewşenbiran re, ew pêşniyaza zêdekirina 8 tîpên din li vê alfabeyê dike, ku ew karibe baştir bersiva kodkirina dengên kurdî bide. (Malmisanij & Lewendi, 1989, r.56).

Di 1921-1920ê de, du Kurdên bi eslê xwe ji Bitlîsê, Xelîl Xeyalî û Mihemed Emîn, li Stenbolê, bêyî ku bixwazin encamên biryardar bi dest bixin, bi tecrûbekirina guhaztina kurdî ji tîpên erebî bo tîpên latînî mijûl dibin. Di 1921ê de, rêxistineke kurdî, li Stenbolê, “Rêbereke zimanê kurdî” belav dike ku mirov dikare tê de van rêzan bixwîne: “ Mixabin ev alfabeya [erebî] têra zimanê me nake. Em xwe li hemberî pêdiviya reformeke pirr acîl û zarûrî ya tîpên alfabeya xwe dibînin. Divê ev rastî ji aliyê herkesî ve wiha bê zanîn”.

Ev hemleya di lehê alfabeyeke nû de, diyar e li astengên desthilatdarên dînî û çandî diqelibe. Bi rastî, tîpên erebî yên ku heta wê demê bikar hatine yên Quranê ne û erebî jî zimanê pîroz ê îslamê ye. Ji aliyê dîrokî ve, hemî misilman û ji ber ku Kurd jî bi pirranî misilman in, divê kêm zêde erebî zanibin û karibin bixwînin. Yek ji sedemên vê nêzîkayiya bi tîpên erebî re ew e ku ev tîp ji bo farisî, zimanê ku mervantiya wî bi kurdî re heye, bi kar tên. Her wiha, gelek berhemên li ser Kurdan, li ser dîrok, nijad, irf û adetên wan, bi vî zimanî hatine nivîsandin. Nivîsandina erebî bi dirêjiya sedsalan ji aliyê rewşenbîrên kurd ve hatiyê bikar anîn. Dîsa, beşeke girîng a nivîsên kurdî jî bi tîpên erebî hatiye çap kirin. Ji aliyekî din ve, di zimanê kurdî, bitaybetî yê zanyarî, ayînî yan edebî de jî gelek peyvên erebî û farisî hene.

 

1.2. Kêmasiya alfabeya erebî

 

Tevî vê jî, van astengan nikaribûn rê li ber lêkolînên ji bo pêkanîna alfabeyeke nû bigirta. Pêngavên ku ji aliyê nivîskar û rojnamevanên kurd ve hatin avêtin berî hertiştî serketina faktorên zimannasiyê di lêgerîna alfabeyeke nû de nîşan didin. Rojhilatnasên rojavayî jî destnîşan dikin ku alfabeya erebî li nivîsandina kurdî nayê. Çavdêriyên ku ji aliyê M. C. J. Edmonds ve di derbarê alfabeya erebî ya ji bo nivîsandina kurdî de hatibûn kirin nîşan didin, ku gava mirov fonetîka zimanê kurdî tîne ber çavên xwe bihêsanî dibîne ku heta kîjan radeyê ew têra wê nakin:

 

Çawan ku alfabeya erebî ji bo nivîsandina zimanên aryanî yên Îran û Hindistanê têr nake û pirr xirab e, her wiha jî ev alfabe ji bo derxistina dengên kurdî, perdeyên deng û kirpandina peyvên wî bi tevahî têr nake. Mirov dibêje ku mînakên pirr kêm ên kurdî ya bi tîpên erebî ku di destê me de hene ji kodkirina wî zêdetir ji xerakirina avasaziya zaravayên wî hatine çêkirin… Beriya her tiştî diviya bihata dîtin ku nivîsa erebî ji xeynî nivîsandineke nexwezayî ya pirr netemam a dengên ku di peyvên kurdî de hene pê ve bi kêrî tiştekî din nayê… Ji ber ku gelek caran heman peyv dikarin bi gelek awayên cihê bên bilêvkirin, detayên dengnasiya kurdî qet derneketine holê û dengdêr û kirpandina wan çî bigre hemî şaş in, rêbaza rojhilatî a nivîsandinê ji xeynî fikrên çewt ên di derbarê fonetîka kurdî de pê ve bi kêrî tu tiştekî din nayê.[1]

 

Têrnekirina tîpên erebî ji bo nivîsandina dengên zimanê kurdî, bi taybetî di warê nivîsandina dengdêran de diyar dibe. Nebûna hin dengdêran, aloziya mezin a di warê destnîşankirina dengdêran de jî diyar dike, ku alfabeya erebî têra derxistina dengên dengdêr ên zimanê kurdî nake.

 

  1. Ceribandinên latînîkirinê

 

Gelek teşebusên lihevanînê ji bo çareseriya pirsên dengên zimanê kurdî bi tîpên erebî re pêk hatin. Ev teşebus hemî jî ji bo destnîşankirina taybetmendiyên serekî yên dengên kurdî li ser bingeha alfabeya latînî bûn. Her çend ya herî serketî û ya ku me jî ji nêzîk ve eleqedar dike ya di derbarê xebatên kovara Hawarê yên di salên 1930ê de li Sûriyeyê pêkhatibûn be jî, divê em diyar bikin ku paralelî van xebatan, tecrûbeyên din li welatên ku Kurd, piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê li wan hatibûn parvekirin jî pêk hatin. Beriya ku em dest bi şirovekirina xebatên kovara Hawarê bikin, em dixwazin bilez bahsa van ceribandinan jî bikin ku, tevî perçebûna welatê wan jî, yekîtiya Kurdan a di warê pêdiviyên zimannasiyê yên ji bo avakirina zimanekî hevpar ê bi sistemeke nivîsandinê ya nû nîşan didin.

Her wiha, rewşenbîrên kurd ên li Iraqê jî, dizanibûn ku alfabeya erebî ya heta wê demê ji aliyê helbestvanên kurd ve dihate bikaranîn li zimanê kurdî nayê. Ji bo wê jî jimara yên ku dixwestin alfabeya latînî adapteyî kurdî bikin ne hindik bû. Ji nav gelek ceribandinên di vî warî de, mirov dikare bi taybetî navê xebatên zimannas Tewfîq Wehbî bide. Bi perspektîfeke yekir çapkirina broşureke bi navê “Xondewariy Baw” (Xwendin û nivîsandina gelerî, Bexda, 1933, 44 r.), ew alfabeyeke latînî ya 28 tîpan pêşniyaz dike: a b c d e ê f g h i j k l m n o ö p q r s t u v w x y z. Ev alfabe dê ji aliyê kovara Hawarê ve jî, bi guhertineke zêdeker bê qebûl kirin.

Tevî vê jî, ev ceribandinên latînîkirina alfabeya kurdî rastî mixalefeta nîzama sosyopolîtîk tên. Kurd bi carekê re xwe weke hevwelatiyên dewleta iraqî ya nû dibînin, dewleteke ereb ku lê naskirin û bikaranîna zimanê erebî li ser hevwelatiyên wê tê ferz kirin. Alfabeya erebî, bi pirtûka xwe ya pîroz a bi erebî û pêxemberê xwe yê ereb, nîşaneke aidiyeta şaristaniyeta misilmantiyê ye. Bi rastî jî, di stratejiyeke yekkirina neteweyî û zimanî de, karbidestên Bexdayê li hemberî hemî handanên latînîkirina alfabeya kurdî derdikevin û ev rikeberiya wan ji wê demê û heta niha dom dike. Kurdên Iraqê yên ku ji bo dev ji projeya lihevanîna alfabeya latînî berdin zor li wan hate kirin, rêkûpêkiya ku farisî di warê lihevanîna tîpên erebî ji bo dengên zimanên îranî kiribû integreyî zimanê xwe kirin. Halîhazir, alfabeya erebî hîn jî biberdewamî ji aliyê Kurdên Iraqê û Îranê ve bikar tê. Em ê paşê vegerin ser qezayên ku dikarin ji ber guherînên siyasî yên di 2003yê de li Iraqê bûn, bi ser nivîsa kurdî de bên.

Ceribandineke din a latînîkirinê li komarên kevn ên YKSS a kevn, bi taybetî li Ermenîstanê pêk hat, ku nifûseke girîng a Kurdan li wan welatan heye.

Lêkolîner û zimannasên kurd ên ku ji nasîna resmî ya ziman û îmkanên girîng ên madî yên ber destê xwe îstifade kirin, di 1927ê de alfabeyeke latînî pêk anîn ku ji sîh û heft tîpan pêk dihat. Ev alfabe tîpên hevedudanî qedexe dike, ev qedexekirin paşê ji aliyê kovara Hewarê ve tê rakirin. Hin tîpên din bi hin guhertinan hatin pejirandin: ‘c’ya binxêzkirî, ‘k’ya binuxtik, ‘p’ya binuxtik, ‘t’ya binuxtik, ‘q’ya teriya wê jihevkirî, ‘z’ya binxêzkirî, ‘e’ya serserkî û ‘o’ya binxêzkirî, guherankariyên nû bûn. Tîpên mayî bi forma xwe û bidengê xwe ji alfabeya latînî bêguhartin hatin wergirtin.

Ev alfabe beriya Şerê Cîhanî yê Duyê hate terikandin û li şûna wê alfabeya kîrîlî ya ku bi îşaretinan hin tîpên wê hatibûn guhartin hate bikar anîn da ku dengên kurdî yên taybetî ji bo Kurdên Sovyetê yên bi edebiyatê mijûl dibin nîşan bikin.

 

(dûmayîk heye)

 

[1]C.J .Edmonds, “Suggestions for the use of latin character in the writing of Kurdish”, Journal of the Royal Asiatic Society, Janvier 1931, r.55

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev