HAK-PAR: Divê Tirkiye li gorî peymana mafên zarokan tevbigere

HAK-PAR: Divê Tirkiye li gorî peymana mafên zarokan tevbigere

Nûçeyek girîng ji malpera dengekurdistan.nu 

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di 20ê Mijdara 1989an de Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî qebûl kir. Peyman di 2 yê Îlona 1990 an de hat sepandin. Tirkîye jî di nav da ye, 193 dewlet-endam ên Neteweyên Yekbûyî ev Peyman qebûl kir. Hejmara dewletên qebûlkirî, rekorek bû.

Gava Tirkiyeyê peyman navîş kir, xalên 17, 29 û 30 yên Peymana Mafên Zarokan qebûl nekirin. Tevî vê yekê, peyman di 27ê Çileya 1995an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi vê yeke re hat sepandin.

Saziyên navneteweyî dixwazin bi vê peymanê mafên zarokan biparêzin û zorê bidin dewletên navîşkirî da ku li gorî peymanê qanûnan derxînin.

Wekî ku me li jorê jî gotî, Tirkiyeyê hin xalên Peymana Mafên Zarokan qebûl nekiribû. Ji bo vê yekê jî wek hincet Peymana Lozanê nîşan dabû û gotibû; tu mafê Kurdan ê wisa tûne ye. Çimkî Kurd wek hiqûqî ne kêmderfet in (minority); Kurd komeke eslî ye, Kurd li vê dewletê welatiyên eslî ne û ji ber vê yeke jî li hemberî qanûnan wekhev in. Bi van hincetan jî sê xalên peymanê qebûl nekiribû û îmze avêtibû.

Gotina ”Kurd ne kêmderfet in” rast e. Lê ev yek nayê maneya ku tu mafê Kurdan tuneye. Li gorî pisporan; heke li ser erdnîgariyeke dîyar, di nav civakê de wek dîrokî û derûnî têkîlî hebe û di nav însanên herêmê de ziman û devokên hevpar hebin, ev koma însanan wek ”Gel ” tê bi navkirin. Kurd jî ji bo vê yeke gelê vê herêmê ye.

Tirkiye ji ber ku wek qanûnî Kurdan nas nake, hin xalên peymanên navneteweyî jî qebûl nake.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan bang li Tirkiyê dikin ku demildest hemû xalên Peymana Mafên Zarokan û peymanên din qebûl bike û qanûnên xwe li gorî peymanên navneteweyî verast bike. Divê Tirkiye mafê perwerdeya zimanê zikmakî bide zarokên Kurd. Lê wekî ku tê zanîn, qanûnên Tirkiyê destûr nadin vê yeke. Ji ber vê yekê jî divê ewilî Tirkiye van xalên li dijî demokrasiyê jî ji qanûnan derxîne.

Peymana navneteweyî mafê zarokan dîyar kiriye. Divê hikûmeta Tirkiyê jî derfet bide zarokên me ku van mafên xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê qanûnan derxîne.

BUROYA ÇAPEMENIYÊ YA PARTIYA MAF Û AZADIYAN 

http://www.dengekurdistan.nu/details.aspx?an=27484&fbclid=IwAR3p5xo2jXhv95y6L25jzmTITc29trJMbUUfC7I2WrhbTmFZCysJ-Gnw0EU

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *