Li Îranê serhildana civakî û rola Kurdan

Li Îranê serhildana civakî û rola Kurdan

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Li Rojhelata Navîn  serhildanên civakî û şerê hûndir dom dikin. Li Îranê û li Iraqê û li Lubnanê serhildanên civakî; li Sûriyeyê şerê hûndir dom dikin. Li Îran û Sûriyeyê ji bona ku rejîm û sîstem bên guhertin têkoşînek heye. Lê li Iraqê ji bona ku hikûmet bê guhertin, sîstema federal bi her awayî cî bi cî bibe, makezagon pêk bê, gendelî û faqirî ji holê rabe, li welêt xizmet bê kirin; serhildan dom dike.

Di van serhildanan de hîç şik tune ye ku sedemên hûndirî, esasî û stratejîk in. Lê li cem van sedeman jî, sedemên derve jî hene. Bi taybetî jî destwerdana Emerîkayê jî heye.

Hîç şik tune ku dema li Dewleta Tirk, Îranê, Iraqê, Sûriyeyê bûyerek biqewime, raste rast neteweya kurd eleqedar dike. Lewra Kurdistan, koloniya van dewletan û ji aliyê van dewletan de hatiye dagir kirin.

Loma jî em her dem raste rast bûyerén li wan dewletan û welatan diqewimin girîng dibînin, dişopînin, dinivîsînin û şirove dikin.

Ezê di vê nivîsa xwe de li ser serhildana civakî ya li Îranê û li Rojhelata Kurdistanê rawestim.

 

DÛHO Û ÎRO YA ÎRANÊ…

İran wek tê zanîn, berdewamiya Împeratoriya Faris e. Li Rojhelata Navîn dewleteke xurt, di herêmê de plançêker e.

Îranê, demeke dirêj di bin dîktatoriya Şah de jiyana xwe domand. Bi Emerîkayê re girêdayî bû. Wek qereqola Emerîkayê bû li Rojhelata Navîn.

 

Dîktatoriya Şah di sala 1979 an de encama serhildana gelan hat rûxandin. Piştî rûxandina Dîktatoriya Şah, hemû gelên Îranê li bendê bûn ku dewleteke federal û demokrat dê ava bibe. Lê wusa nebû. Dîktatoriyek û komareke îslamî ava bû.

 

Îran, di vê qonaxê de dewleteke kolonyalîst, teokratîk, totalîter û îslamî ye. Piştî ku rejîm û dîktatoriya Şah hat rûxandin, Dewleta Îranê ji bona ku “Împeratoriyeke Îslamî” ava bibe xebat dike. Loma jî li hemû dewletên îslamî destwerdanê bi grubên terorîst pêk tîne.

İran, piştî ku bû komara îslamî, li dijî Emerîkayê û Ewrûpayê û İsraîlê û heta li hemberî dewletên îslamî jî şer îlan kir û domand. Şerê mezin jî li hemberî Iraqê 10 salan domand.

 

Di vê qonaxê de li Îranê feqîriyeke gelek mezin heye. Dîktatoriya Îslamî, dewlemendî bi gelan re jî parve nake. Gel roj bi roj feqîrtir dibin.Enflasyon pirr bilind e. Devaluasyoneke daîmî heye. Qiymeta tumenên ÎRANê nemaye.

 

Dewlemandiya Îranê di destê elîta dewletê de, di destê “pasdarên şoreşê”, berpirsên savakê,  elîta teokrat û siyasî de ye.

 

Di heman dem de di bin ambargoya Emerîkayê û Ewrûpayê de ye. Emerîka her dem dixwaze ku li Îranê guhertina rejîmê pêk bîne. Lê heta nûha nikarî vê yekê pêk bîne.

Hîç şik tune ye ku Îran di vê statuyê de her demê ji bona serhildanan amade ye. Ji bona vê midaxeleyeke biçûk ya derve jî, ji bona pêketina agir bes e.

Wek tê zanîn di 2009 û 28.12.2017an de gelên İranê li bajarekî dest bi serhildana civakî kirin. Di demek kurt de ev serhildanên civakî li hemû bajarên Îranê belav bûn. Li gelek eyaletên Îranê jî, serhildanên neteweyên bindest dest pê kir. Kurd jî li Kurdistanê rabûn ser piyan. Mafên xwe yên milî û demokratîk daxwaz kirin.

Dewleta Îranê, di demeke kurt de ev serhildanan manîpule kir, got ku ev serhildanan ji aliyê Emerîkayê û Ewrupayê û Başûrê Kurdistanê û Îsraîlê ve texrîk bûn. Loma jî  ev serhildanên civakî bi hêsanî şikand.

Lê hîç şik tune bû ku li Îranê şertên serhildanên civakî, gor qerekteera rejîmê û neheqiyên heyî her dem hene.

Loma jî di 15.11.2019an de serhildanên civakî ji nûve dest pê kir. Ew serhildanan  dom dikin. Heta nûha 100 kesî zêdetir kûştin hene. Piraniya wan jî kurd in.

Îran beriya ku guh bide daxwazên xwepêşendar/serhildaranên civakî, dîsa dibêje ku ji van serhildanên civakî, Emerîka û welatên Ewrûpayê  û Îsraîl berpirsiyar in. 

ÎRAN ZÎNDANA NETEWEYAN E…

 

Her kes dipejîrine ku Îran zîndana neteweyan e. Li Îranê, neteweya kurd, Ereb, Azerî, Belûcî jiyana xwe didomînin. Ev hemû netewe di statuya kolonî de ne. Ji hemû mafên xwe yên milî û civakî û siyasî û aborî  bê par in.  Welatên wan hatiye dagir kirin û ilxak kirin.

 

Ew neteweyan, desthilatdarî û serweriyê li Îranê parve nakin.

 

Dema ku neteweyan mafên xwe daxwaz dikin û ji bona mafên xwe dikevin nav xebat û têkoşînekê, bersîva wan kûştin, îdam, talan, zûlum e.

 

Li Îranê sedema serhildanên civakî, ew rewşa neteweyên bindest û kolonî ye jî.

 

ROLA NETEWEYA KURD DI GUHERTINA ÎRANÊ DE… 

Neteweya kurd ji bona ku rejîma îslamî li Îranê bê guhertin û dewlet bibe dewleta hemû neteweyan û dewleteke hevbeş ya federal ava bibe xebat dike.

Loma jî neteweya kurd di guhertina Îranê de aktoreke serekê ye.

Neteweya kurd ji bona ku azadî û serxwebûna xwe qezenç bike sed sala ku li Îranê (him nûha û him jî di dema Împeratorî de) têkoşîn dimeşîne.

 

Di dema serhildana Şêx Ûbeydullah Nehrî û Axa Simko de demekê jî bûn desthilatdar. Leşkerên Dewlet û Împeratoriya Farisî ji Kurdistanê hatin dûr xistin.

 

Piştî Şerê 2emîn yê Cîhanê jî, kurdan dewleta xwe ava kirin. Jiyana dewleta Kurdistanê dirêj nebû. Serokomarê Kurdistanê û hevalên wî hatin îdam kirin.

 

Piştî têkçûna dewleta Kurdistanê, di sala 1968an de jî, ji bona ku sîstem û dewleta Îranê bê guhertin, kurdan Şoreşa Milî û Demokrat bi darxistin.

 

Kurdan di rûxandina Dîktatoriya Şah de rolekî mezin lêhistin. Hêvî ew bû ku li Îranê demokrasî û li Kurdistanê otonomî ava bibe.

 

Beriya rûxandina Dîktatoriya Şah jî, di navbeyna hêzên Kurdistanê û bi taybetî jî di navbeyna PDK a Îranê û Hêza Xûmeynî de tîfaqa bê nivîski hebû ku sîstem bê guhertin. Kurd jî mafên xwe yên milî û desthiltdarî qezenç bikin.

 

Piştî dîktatoriya Şah hat rûxandin jî, kurd li Kurdistanê de facto bûn desthilatdar. 

Hezar mixabin piştî ku îslamiyan lingên xwe dan erdê û dewlet xistin bin bandora xwe, êrişî Kurdistanê kirin. Kurd jî mecbûr bûn ku dest bi têkoşîna pêşmergetî bikin.

 

Lê piştî demekê têkoşîn û hêza pêşmergetî darbeyeke mezin xwar. Li Rojhelata Kurdistanê dîsa xebata veşartî dest pê kir. Hîn jî dom dike.

 

Dema ku  dîroka kurdan ji çav derbas bibe, gelek vekirî derdikeve holê ku, di guhertina Îranê de neteweya kurd û têkoşîna kurdan potansiyeleke mezin û aktîf e.

 

Di serhildanên civakî yên dom dikin de jî, hîç şik tune ye xebat û têkoşîna kurdan xwediyê rolekî mezin e.

 

Divê kurd her dem qezençkirina mafên xwe yên milî û dewleteke federal li Îranê bidin berçav, gorî wê têkoşîna xwe bimeşînin.

 

Divê şaşiyên li Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, li Rojhelata Kurdistanê nebin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev