Têmûrê Xelîl: Tenê zimanê me em parastin

Têmûrê Xelîl: Tenê zimanê me em parastin

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşenbîrê Kurd Têmûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Sowyetê de dibêje, tevî ku ew neçar bûn çend zimanan fêr bibin jî, wan zimanê xwe parast û bi saya ziman wan hebûna xwe parast. Li ser cihê Radyoya Êrîvanê di nav civaka Kurdan de jî ew rewşenbîr dibêje: “Radyoya Êrîvanê roleke mezin hebû di hişyarkirina Kurdan de.”

Rojnamevan, nivîskar, zimanzan, lêkolîner û rewşenbîrê Kurd Têmûrê Xelîl bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya “Nûrojî Dostan” a Rûdawê û behsa Kurdên Sowyetê, serpêhatî û jiyana wan, xweparastina wan di warê çand û hunerî de, kar û xebatên wan û herwiha Radyoya Êvîvanê û rola wê ya di nav civaka Kurdan kir.

Têmûrê Xelîl ku piştî 44-45 salan bo cara yekem hat Kurdistanê, dibêje, “Ji bo Kurdên Sowyetê dîtina Kurdistanê xewnek bû, xewneke xweş bû, baweriya me tunebû ku dê rê vebin em xwe bigihînin Kurdistanê jî. Ji ber ku Sowyetê rê nedida ku tu ji welatê xwe derkevî û eger rê hatiba dayîn jî pêwîst bû tu biçî welatî li ser bîr û baweriya wan. Welatekî weke Kurdistanê jî rê nebû ku em bên bibînin. Lê rê vebû.”

Derbarê jiyana penaberî û sirgûniyê de jî dibêje: “Dema ku tu li welatekî bî ku mafên te tên naskirin, her tiştên te dane weke radyo, rojname, akademî, dersên zimanê Kurdî, mirov wê derê weke welatê xwe dibîne. Ez dikarim bibêjim welatê me Sowyete jî, ez li wir mezin bûme. Lêbelê xwîna bav û kalan ewqas xurt e ku mirov ber bi welat ve dikişîne.”

Li ser pirsa, “Gelo tu Kurdistanê weke welatê xwe dibînî an Sowyetê?” ew rewşenbîrê Kurd dibêje: “Niha ew Sowyet nemaye, me pêşbînî dikir, piştî hilweşîna Sowyetê jî ka bi çi çavî li me dinêrin, ew welat hêdî hêdî li ber çavên me reş dibin. Lê dema mafên te dan û tu hest bi azadiyê dikî… Ermensitan ne welatekî weke Azerbaycanê ye, kes nabêje, ”asîmîle bibin”, lê li Azerbaycanê dibêjin û dikin jî. Bo nimûne, li Azerbaycanê zoriyek heye ku divê tu biçî ser dînê wan, lê li Ermenistanê vê yekê nabêjin. Navbera me û Ermeniyan gelek baş bû. Herwiha ev hemû wisa dikin ku mirov li ser bingeha xwe mezin bibe, ji rê dernekeve. Kurdên Azerbaycanê 10 caran ji me zêdetir bûn, lê neman.”

Li ser helwest û nêzîkbûna xelkê Ermenistanê li hemberî Kurdan piştî komkujiya bi serê wan de hat ji aliyê Tirkiyê ve ku hinek alî Kurdan jî tohmetbar dikin, Têmûrê Xelîl radigihîne: “Tiştek heye divê bê gotin; Dewleta Ermenistanê ti caran bi awayekî fermî negotiye ”Kurdan Ermenî qirr kirine”. Kesên ku vê yekê dibêjin, ”Kurd in”. Heta pirtûkek jî ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve hatiye belavkirin, di wê de tê gotin ku ”Kurdan Ermenî qirr kirine”. Baş e dema ku Ehmed Turk ji Ermeniyan re dibêje, ”li me biborin, me jî hinek tişt kirine, me jî Ermenî kuştine”, lêbelê ti caran bîr bi wê nake ku di wê qirra Ermeniyan de gelek Kurdên Êzidî jî rastî qirrkirinê hatine. Bo nimûne; Ez çima li Ermenistanê me? Di qirra Ermeniyan de Êzidî bi Ermeniyan re reviyan hatin. Ango ew qirkirina ku Tirkan bi serê Ermeniyan de anîne, ew yekser qirrkirina Êzidiyan e jî.”

Rewşenbîrê Kurd dibêje, eger lêkolînek bê kirin dibe ku Êzidî zêdetir hatibin qirrkirin û diyar dike, “Lewma Ermenî nabêjin, lê Kurd bi xwe ji wan re dibêjin ”hinek Kurd tevlî wê qirrê bûnê”, lê heman ew kes nabêjin ku gelek Kurdan Ermenî parastine li welat. Li malên xwe de… Aramê Tîgran bi xwe dibêje, ”Kurdan em parastine û em man”. Karapetê Xaço ji xwe rihê wî Kurdî bû, li mala me bi xwe got: ”em hatine Ermenistanê, em jî bûne Ermenî” yanî ewqas… Ew bi xwe eslê wan Ermenî ne lê weke dengbêjî, ew dengbêjên Kurdan e, dengbêjên me ne. Hinek caran ez li vir jî rastî hezkirîyên kilamên Îbo têm, lê ti eleqeya Îbrahîm Tatlises bi kurdan û Kurdistanê re tune ye. Ferqeke din jî heye, Karapetê Xaço û Aramê Tîgran xiyanet li miletê xwe nekirine û stranên Ermenî ne kirine Kurdî, lê Îbrahîm Tatlises kilamên Kurdî kirine Tirkî. Malê me hatiye dizîn û dane miletekî din ku qirra me aniye.”

Têmûrê Xelîl behsa serdana Mele Mistefa Barzanî ya ji bo radyoya Êrîvanê jî dike û dibêje, “Qanatê Kurdo weke henek jê pirsiye, ‘Tu kilaman dizanî’, gotiye ”na”, ”reqasê dizanî” gotiye ”na”, wî jî gotiye ”êdî tu çi Kurd î?”. Li ba me ew çanda strangotinê heye. Bo nimûne, ez ne dengbêj im, lê 3-4 kilamên min di radyoya Êrîvanê de belav bûne. Ew jî ji bo wê bû ku ew strana ser ”Barzaniyê Mezin” dane Aram, Aram jî got ez nastirêm bo ku nebêjin, ”tu Ermenî yî û pesnê Kurdan didî”. Ji ber hindê min ew strana li ser Barzaniyê Mezin got ku yek ji 3-4 kilamên min e.”

Li ser Radyoya Êrîvanê jî Têmûrê Xelîl meseleyekê vedibêje û tekez dike ku rola Radyoya Êrîvanê di hişyarkirina Kurdan gelek zêde heye û gotinên xwe wiha didomîne, “Dihat gotin dema ku Diyarbekiriyan radyo kirîban, wê dema weşana radyoya Êrîvanê diçûn bo ku bicerîbînin ka dikişe û dema ku dikişa jî wan digot, ”ev radyo baş e, ez dê bikirim”. Rojekê Kendal Nezan hate radyoya Êrîvanê ji bavê min re got, ”ez rojekê çûme zozanan, min guhdariya radyoya we dikir û dema ku weşan bi dawî hat, min jî xwest lê binêrim ka li dinyayê çi heye. Lê xwediyê malê dîn bû got, ”te radyoya min xerab kir”, ji ber ku min frekans guhertibû”.

Rola Radyoya Êrîvanê di hişyarkirina Kurdan de pir e. Niha  ew radyo û rojname di rewşeke pir xirab da nin. Ji ber ku kesek nema, kadro neman, ji Moskowê dihat fînansekirin, ew êdî nemaye, antena ku Kurdistan guhdarî dikir, rakirine. Ermenistan jî nikare fînanse bike, ne tenê ya Kurdan a hemûyan, ji ber ku rewşa aborî xerab e. Ji me re dibêjin, ”Kurdistana we çêbûye, herin pere bînin, hûn dixwazin 24 demjimêran weşanê bikin”, ango behsa Başurê Kurdistanê dikin. Bo rojnameyê jî dîsa, dibêjin, ”Bila Kurdistan alîkariya we bike, hûn dixwazin her roj derxin”. Radyo û rojname niha jî hene, lê ne yên berê ne.”

Têmûrê Xelîl derbarê astengiyên li pêş xebata li Radyoya Êrîvanê û herwiha rola jinan di wê radyoyê de dibêje, “Zehmetî hebûn, bo nimûne, jin nedihatin, hevjîn û bavê wan nedihiştin ku jin bên radyoyê û stranan bêjin. Me bi veşartî dianîn, dengê wan qeyd dikir û paşê me navê wan diguhert. Bo ku hevjînên wan nezanin. Îcar dema ku di radyoyê de ev stran dihatin belavkirin, hevjînên wan digotin, ”ev jin çi xweş distirê”.

Derbarê arşîva Radyoya Êrîvanê de jî Têmûrê Xelîl diyar dike, “Arşîv heye, ew hemû bûye milkê gelê Kurd. Pêşiyê Kendal Nezan hat beşek bir, Reşo Zîlan hat beşek bir, wan pêşiyê belav kirin. Piştre Komkara Kolnê ew jî hatin û beşek birin. Yanî weke diyarî me dida wan. Niha êdî li her cihî ew arşîv heye, ew milkê ku radyoya Kurdî belav kiriye di nav zêdetir 50 salan de, êdî gihiştiye miletê me.”

Rewşenbîrê Kurd Têmûrê Xelîl derbarê xweparastina Kurdên Soywetê de ku li gelek welatan belav bûbûn, dibêje, “Tenê zimanê me em parastin. Tiştekî din tune ye. Hinek kes li ser peyîvîna bi tirkî li Bakur dibêjin: ”Li Bakur bo ku bixwînin, kar bikin divê tirkî bizanin”. Li gel me tiştekî wiha tune bû. Eger li bal wan tenê tirkî ba, li gel me pêwîst bû me du ziman zanîban; Ermenî û Rûsî. Ji ber ku herdu jî fermî bûn û ji bo kar û xwendinê jî zanîna wan neçarî bû. Ez li Êrîvanê mezin bûme, hema bêje li wir Kurd tune ne, li gund û navçeyan dimînin. Li malê me tenê bi Kurdî dipeyîvî. Min pirsek bi Ermenî bikira, dayika min bersiva min nedida. Yanî em her bi kurdî diaxivîn. Govend, stran, urf û adet, çûn û hatin, şîn û şahî, van em parastine. Ez ji dayik û bavên xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûme. Dema bavê min li radyoyê kar dikir, dihat malê jî kar dikir, dinivîsand, min jî lê dinêrî û bi wî awayî ez fêr bûm.”

Li ser serdana Kurdan bo wan jî Têmûrê Xelîl dibêje, “Hinek grûp dihatin me dibirin gundan, zarokan jî destê xwe didan destê wan bo ku bibêjin, ”destê min bi destê kesekî ji Kurdistanê hatiye ketiye”. Yanî ew hesreta welat û milet tim di dilê me de bû. Ji xwe ew ji kilaman jî derbasî me bû.”

Têmûrê Xelîl/PORTRE

Têmûrê Xelîl, sala 1949an li Êrîvana paytexta Ermenistanê ji dayîk bûye, piştî heyameke mamostetiya dersên bîrkariyê bo xwendekarên Kurd li Ermenistanê, li heman welatî di rojnameya ”Rya teze” de weke edîtor, peyamnêr û serokê beşa rewşenbîriyê û herwiha li Radyoya Êrîvanê jî weke redaktor û li radyoya kurdî ya Moskvayê jî kar kiriye. Têmûrê Xelîl çend salan endamê Komîteya Komela Xwendkarên Kurd û Sekreterê Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê bûye, niha jî Sekreterê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê ye.

Jibilî hejmareke hevpeyvînên ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên weke Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî di nav de hene, kurteçîrokeke bi navê “Dengê Xwînê” nivîsandiye û 18 berhem ji zimanên Rûsî û Ermenî wergerandine û li zimanê Kurdî zêde kirine. Herwiha hejmareke kilamên wî jî di wê radyoya Kurdî de belav bûne ku yek ji wan a bi navê ”Mêrê Mêrxas” a li ser Mele Mistefa Barzanî ye.

Dayika Têmûrê Xelîl, Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê, 1955-1982) bêjera Radyoyaya Êrîvanê bûye û bavê wî Xelîlê Çaçan jî 24 salan (1957-1981) serok û rêveberê Radyoya Êrîvanê bûye.

P.S. Kesên bixwezin vê hevpeyvînê bi zimanê tirkî jî bixwînin, dikarin li ser vê linkê bitikînin: 

https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/221120195?fbclid=IwAR1aRCtJnLyn5yKMYGkm8f4JTDjADfbZRxftU5IY-cFWBNRzuRl2U7YQLcw

records Source:https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/211120198?fbclid=IwAR3rTlHgH7i38PKiFbqGb4MVhl9mQJvEbFrzK9DMrq5o5XKqCsZ-7lZDJas

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev