Destpêka serhildana bi serokatîya Mistefa Barzanî

Destpêka serhildana bi serokatîya Mistefa Barzanî

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine.Îro me bona we beşa bi sernavê ”Kurdistan di salên 1960-1970î da” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 203an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye. 

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 203

 

Piştî serketina şoreşa 14ê temûzê sala 1958a li Îraqê aktîvîya sîyasî bi carekê va zêde bû. Ew pêvajo xwesma ji bo gelê kurd giring bû, ji ber ku ewê firsend sitend bi aktîvî tevî şerkarîya dêmokratîyê bibe û armanceke kurda ya sereke di wê pêvajoyê da bidestxistina otonomîya miletîyê bû li Îraqê. Aktîvbûna şervanîya bona mafên miletîyê û civakî li Kurdistana Îraqê tesîra xwe li ser zêdebûna şarkarîya kurda li perçên Kurdistanê yên mayîn da kir. Him li Îraqê, him jî li Tirkîyê û Îranê derketine dijî otonomîya kurda li Kurdistana Îraqê. Tirkîya û Îran bi her cûra zor li hukumeta Qasim dikirin, ku ew bi awakî berk derkeve himberî naskirina otonomîya kurda, ku dikare pêk bê, û bi wê yekê va ew herdu welat ji wê bela ku dikaribû bihata serê wan jî, xilaz dibûn.

Ji nîveka duda ya sala 1959a hukumeta Qasim bere-bere ji sozdayînên xwe, ku dabû kurda, paşda vedikişîya. “Sîyaseta balanskirinê” (dema hey bi hêzên çepê ra helekarîya dikin, hey bi hêzên rastê ra) di rastîyê da taktîk bû, ku hukumeta Qasim dixwest bi destî wê yekê xwe ji riya pêşketina dêmokratî dagerîne û derbazî sîyaseta têrorê bibe û li dû hêzên pêşverû bigere, xwesma welatparêzên kurd, ku şerê ji bo sitendina mafê xwe dikirin.

Em çi jî bêjin, rola hêzên dêmokrat yên ereb û kurd di jîyana Komara Îraqê da, ku bi saya şoreşê xuliqî bû, di qedera pêşdaçûyîna welêt da, di nav wê da otonomîya ji bo kurda jî, pir e. Gelek tişt bi wê yekê va girêdayî bû, ku komên eskerî-nasyonalîstîyê wê xwe li kîjan rêyê bigrin, ji ber ku hukum di dest wan da bû. Dudilîya hukumeta Îraqê di pirsa derheqa wekehevtîya kurda û ereba tiştekî text-bext (tesedûf) nîbû. Paşverûyên hundur û der zor lê dikirin. Li Îraqê bi xwe da hêzên nasyonalîstên rastê derdiketine dijî naskirina mafê kurda, yên ku ser wê bawerîyê bûn, ku otonomîya kurda wê lekê bîne li ser “yekîtîya wetenê ereba”. Welatên cînar jî ji wê yekê ditirsîyan, ku bûyerên li Kurdistana Îraqê wê hukumî li ser kurdên bal wan bike.

Bi vî awayî, li Îraqê bîna şerê di navbera hêzên kurda yên dêmokratîk û desthilatdarîya Qasim da dihat. Li ser rûpelên prêssa resmî destbi kampanîya dijî kurda bû. Di dawîya sala 1960î sîyaseta hukumetê ya dijî kurda zêdetir bû.

Hukumeta Qasim eşkere dixwest bikeve qirka hêzên kurda yên dêmokratîk. Rojnama fermî “As-Saûre” dinivîsî, ku “gerekê terka lîstikên bi kurda ra bidin” û “miletê kurd di nav ereba da bihelînin”. Ew kesên, ku bi eslê xwe va kurd, ereb, an ermenîne, lê di welatekî ereba da dimînin,- di miqelê da dihate gotinê,- di rastîya xwe da ereb in”(1). Rojnama kurdî “Xebat” bersîva wan nivîsa û herweha yên mayîn jî, ha dida: “Gelê kurd gazîyên derheqa helandinê û asîmîlekirinê da ji xwe ra bêhurmetîyê dibîne û ser wê bawerîyê ye, ku ew bona wê yekê têne kirinê, ku kurda û Kurdistanê ji holê rakin… Kurd nikarin wê yekîtîyê bixwezin, ku wê tu tiştekî nede wan, xênji qûltîyê, hêsîrtîyê, rebenîyê, perîşanîyê û înkarkirina miletê wan, xênji agir-alavê, şûr û qeyd-zincîra”(2).

Qasim, ku bi hêzên kurda yên miletîyê ra ketibû nava dijberîyê, hêvîya xwe danîbû him li ser Tirkîyê û Îranê, ku bi xwe jî bi desthilatdarîya Qasim ra ne razî bûn, lê di karê hilanîna “bela ji kurda”, ku dikaribû bihata serê wan, li hev dikirin. Baylozê Tirkîyê li Îraqê Fûad Bayramoxlî dema 10ê tebaxê sala 1960î ji Bexdadê hate Enqerê, elam kir: “Qasim hewl dide derkeve dijî komûnîsta û yekîtîya Îraqê biparêze. Bona pêkanîna wê yekê jê ra alîkarîya me lazim e”(3).

Kampanîya dijî kurda ji alîyê Qasim û hukumeta wî da dihate ruhdarkirinê û helandayînê. Hukumetê ew daxaza PDKê, ku nerazîbûna kûrtir nekin, û derheqa wê yekê da di kongrêya partîyê ya gulana sala 1961ê da hatibû gotinê, qebûl ne dikir.

Di adara sala 1961ê bi fermana wezîrê karên der yê Îraqê organa PDKê – rojnama “Xebat” hate girtinê, lê paşê jî serdazêdekirina wê – kovara “Kurdistan” hate girtinê. Dîwana Îraqê biryara bona girtina serekên PDKê Îbrahîm Ahmed û Celal Telebanî derxist. Hukumeta Qasim herweha biryar da, ku rêxistinên PDKê yên li Kîrkûkê û Mûsilê jî dadin, lê dûra jî yên di bajarên mayîn da. Hukumetê sîyaseta zordarîyê hindava gelê kurd derbaz dikir û pêşî karê rêxistinên sendîkayan, gencan, mamostayan û jinan li Kurdistanê da sînorkirinê, lê dû ra jî lap da hilanînê. Di xeberdaneke xwe ya bahara sala 1961ê da Qasim got: “Îraq berê jî, paşdemê da jî, welatê ereba ye”(4). Hêzên kurda ji vê rewşê gelek ber xwe diketin û ji ber wê jî karê xwe kirin bona pêşîgirtina diha sertbûna rewşê li Kurdistanê. Bona wê armancê di hezîrana sala 1961ê da ji rêxistinên kurda yên dêmokratîk dêlêgasyonek hate amadekirinê, ya ku dixwest rastî Qasim bê û daxazên gelê kurd di çend pirsa da ber wî raxe.Tiştekî balkêş e, ku di nav wan daxaza da pirsên derheqa aborî da jî hebûn, wek guhartina buhayên li ser titûnê, ku piranîya kara gundîyên kurd ji wê yekê dihat, derbazkirina rêformên agrarîyê bi hesabhildana xusûsîyetên Kurdistanê, qedexekirina mihacirbûna ereba li ser axa kurda. Dêlêgasyon hate Bexdadê, lê Qasim ew qebûl nekir. Hukumet, ku haziraya xwe didît tevgera kurda bifetisîne, destpê kir bi her awayî alî geşkirina nasyonalîzma ereba kir û ne tenê di welêt da, lê herweha der va jî, sîyaseta dijî Îzrayêlê da xurtkirinê û destpê kir bi awakî eşkere dewa Kuweytê kir, ku zûda çevê wê li ser bû, lê eva dawî ji alîyê geleka da nehate qebûlkirinê.

PDKê, hêzên gelê kurd hewldanên xwe yên bona pêşîgirtina pevçûna berdewam dikirin. Polîtbyûroya PDKê çend cara berê xwe da Qasim bona pirsa derheqa sertbûna rewşê li Kurdistanê. PDKê di mêmorandûma xwe ya 30ê hezîranê sala 1961ê da sebebên sertbûna rewşê yên sereke destnîşan kiribû û pêşnîyarên konkrêt dikirin bona hilanîna kêmanîyên rûdayî. Armanca ewê mêmorandûmê ew bû, ku dest ji “dema derbazbûnê” bikişînin û careke din azayên dêmokratîyê bikine dewrê û di wan azaya da gerekê heqê Kurdistanê hebe mafê otonomîyê bistîne. Bona pêşîgirtina şerê bajarvanîyê di mêmorandûmên PDKê yên mayîn da jî pêşnîyarên konkrêt hebûn.

Qasim herweha hewl dida dijberîyên di navbera eşîran da heyî, bi kar bîne bona şerê tevgera kurda ya dêmokratîk bike. Şêxên kurda Reşîd Lolan û Mehmûd Zîbarî ji hukumetê çek û cebirxane sitendin û hewl dan ji heq-hesabên dêmokratên kurda bêne der. Lê desteyên Barzanî di demeke kurt da bela wan danê. Rewş li Kurdistanê her diçû serttir dibû. Di çend navçan da – Helebçê, Çemçemalê, Ekrayê, Amadîyê, Dihokê û Zaxo kurd radibûne himberî dîwanên cî. Qasim biryar kir derbeke xedar bighîne hêzên kurda yên dêmokratîk.

Di destpêkê hukumetê ferman da alaya duda ya ordîya Îraqê, ku li Kîrkûkê bû, berbi navça Barzan bilive, ji bo “dasekinandina qeyde-qanûna”. 7ê îlona sala 1961ê hêzên Îraqê yên eskerî-hewayê navça Barzan dane ber bomba. 11ê îlonê balafirên hukumetê diha pir bombebaran dikirin. Ew roj tê hesibandinê destpêka şerê azadarîyê li Kurdistana Îraqê. Di navçeyên kurda yên cuda-cuda da ji gundîya desteyên xweparastinê yên çekdar dihatine amadekirinê, yên ku himberî şerê eskerên hukumetê bi mêranî ber xwe didan. 15ê îlonê sala 1961ê ordî û hêzên Îraqê yên eskerî-hewayê li her dera êrîş birine ser taxbûrên PDKê û desteyên xweparastinê. Radyo û prêssa Bexdadê wê rojê cara pêşin derheqa wê yekê da elam kirin, ku “li bakûr destbi tevgerê bûye”, û bi bawerî dihate gotin, ku “wê di navbera çend roja da şervana bikine ser çoka”.

Di dawîya îlonê – destpêka çirîya pêşin sala 1961ê Hêzên Îraqê yên Eskerî-Hewayê (HEH) carek din navçeyên Amadîyê, Dihokê, Ekrayê û Derbendîxanê dane ber bomba. Hêzên hukumetê yên reşayê (eskerên peya) destpê kirin bi awakî hovîtî ji heq-hesabê kurda bêne der. Wana gunehê xwe ne zara, ne jî kal û pîra ne dianîn, ew bi bêwijdanî dikuştin, talan dikirin. Gorî salixên dîwana Îraqê yên resmî, “tevrabûna li bakûr ew kirê destê împêrîyalîsta ye”, yên ku wê di nav rojekê-duda da bêne qirê, emê koka wan bînin. Lê bûyerên li Kurdistanê diha sert bûn û demeke dirêj kişandin.

Di çileya pêşin sala 1961ê li civîna KN PDK da riya partîyê ya nû di şertên nû da bi vî awayî hatine kivşkirinê: “Serhildana, ku me 11ê îlonê destpê kirîye, ew berxwedaneke sade nîne himberî zordestîyên eskerên hukumetê. Şerê me diha mezin e û ew perçekî şerê ji bo dêmokratîyê ya temamîya gelê Îraqê ye. Şoreşa me ew şerê Kurdistanê ye dijî zordestîyê û êrîşkarîyê, bona mafên dêmokratîk yên gelên Îraqê û mafên gelê kurd yên miletîyê (otonomîya Kurdistanê di goveka Îraqa yekgirtî da)”.

Di destpêka sala 1962a Qasim mecbûr bû bi resmî li xwe mukur bê, ku “serhildana kurda gurr dibe”. Dîwana Îraqê dît, ku bi çeka nikare hêzên gelê kurd bîne rayê, hewl da Barzanî bikuje, lê nikaribû. Hewldanên usa gelek cara hatine kirinê.

Gelek sîyasetmedarên Îraqê derketine dijî destpêka şêr li Kurdistanê. Serekê partîya Miletîyê-Dêmokratîyê Kamil Çaderçî got: “Kurd ne sêparatîst in, lê her tenê dewa mafên xwe dikin, û em mecbûr in mafên wana nas bikin”. 11 sîyasetmedarên Îraqê yên bi nav û deng jî fikrên usa gotin, di nav wan da wezîrên berê Îbrahîm Kubba û Mustefa Elî.

Di gulana sala 1962a nûnerên PDKê li Beyrûtê elametîya Barzanî bela kirin, ku ji bo mexlûqetîya navnetewî nivîsîbû. Di wê da dihate gotinê: “Em hêvîya piştgirîyê ji we dikin, bona pêşîgirtina emelên hêzên Îraqê yên çekdar, ku gundên kurda didine ber bomba, çandinîya dişewitînin, dewara qir dikin… Kurd naxwezin dijî ereba şer bikin, lê her tenê himberî zordarîya Ebdil Kerîm Qasim ber xwe didin û dixwezin hukumeteke konstîtûsyon bê sazkirinê, ku di goveka Îraqa yekgirtî da mafên kurda ji bo otonomîyê bêne naskirinê”. Barzanî berbirî Koma Mileta, Komîtêya parastina mafên mirova û rêxistinên navnetewî yên mayîn bû û hîvî ji wan kir komîsyonekê bişînin bona dîna xwe bidne rewşa kurda û pêşîya şêr bigrin.

Bahar û havîna sala 1962a şer li Kurdistanê xurttir bû. Li hinek cîyan desteyên kurda zora hêzên Îraqê yên çekdar birin. Êrîşa ordîya Îraqê jê ra tenê zirar dianî. Kurd ne tenê bi mêranî ber xwe didan, lê herweha hin cara jimara navçeyên bin kontrola xwe da zêde dikirin. Piştî ku eskerên hukumetê Rêwandûz kirine nava hesarê (dor lê girtin), Barzanî wargê jîyînê li besta Xoşnavê xiste bin destê xwe, paşê jî berê xwe da Selah-ed-Dînê û çiyayên Safînê. Gundîyên kurd hovîtîya dewletê ber çevê xwe didîtin û bi rezadilî kom bi kom diketine nava desteyên şoreşgerên kurd. PDKê û rêxistinên pêşverû yên mayîn di çend bajarên Îraqê da komîtêyên ji bo alîkarîdayîna şoreşê teşkîl kirin.

Di îlona sala 1962a hukumetê biryar qebûl kir bona temamîya Kurdistanê bikine nava sengerê (dorgirtinê). Kesên, ku piştgirîya tevgera kurda bikirana, an jî di hindava wê da bêxem bûna, wê cezayên mezin bixwerana. Gelê aşûrî jî kete ber derba wê sîyasetê. Qasim çek dane destê kurdên xwefiroş – caşa, û ew şandine ser gundên aşûrîya yên di navbera Mûsilê û Amadîyê da bona ji heq-hesabên gundîya bêne der. HEH Îraqê Amadîya bombebaran kirin, piştî wê desteyên Mehmûd Zîbar ketine bajêr û binecîyên kurd û aşûrî zêrandin. PDKê ne tenê li navçeyên kurda, lê herweha yên ereba da jî xebata şirovekirinê derbaz dikir. “PDK,- dîtindarê fransiz Jan Pradyê nivîsîye,- ne tenê parastvana gelê kurd e, lê herweha yê ereba, ermenîya, aşûrîya û turkmena ye jî… Bal şoreşgerên kurd teşkîldarî (organîzebûn) gihîştîye wê derecê, ku ordîya Îraqê, ku tê hesabê yeke here ciddî li temamîya Rohilata Nêzîk, nikaribû berxwedana kurda bişkênanda”(5).Tevgera li Kurdistana Îraqê ji welatên cînar ra, xwesma ji Tirkîyê û Îranê ra, kul û xem anîbû, yên ku bi awakî eşkere xemkêşîya xwe dîyar dikirin, ku ew yek dikare derbazî ser perçên Kurdistanê yên Îranê û Tirkîyê jî bibe. Di rûyê wê yekê da Tirkîyê “parastina sînorên xwe” da qewînkirinê bona pêşîya “qezîya (xetera) kurda” bigre. Li Kurdistana Tirkîyê çend kes girtin. Dîwana Îranê jî di wê hêlê da çev da wê. Di çirîya pêşin sala 1962a hukumeta Sûrîyê li Demişqê (Şamê) bi serokên kurda ra rasthatinek da teşkîlkirinê û li wir serokên kurda gotin, ku ew di hindava hukumetê da loyal in.

Sîyaseta Qasim ya dûrnedîtî welêt li qulç hasê kir. Di dawîya sala 1962a şer hinekî betilî. Ordîya Îraqê ditirsîya, ku ew bajarên Kurdistanê, ku bin destê wê da nin, dikarin ji bin hukumê wê derên. Îdî tu kesî bawerîya xwe bi gotinên hukumeta Qasim nedianîn, ku “zûtirekê wê şoreşa kurda ji kokê va rakin”. Qasim hema bêje bi tenê mabû. Ewî hevalbendên xwe yên amin unda kirin û yên nû peyda nekirin. Rewşeke sext û ne bêlî hatibû sazkirinê û di wan şerta da hela hêvî hebû, ku bona rastkirina rewşê gerekê welêt bi riya dêmokratîyê pêşda bibin, mafên gelê kurd bidne razîkirinê, him jî dikaribû usa biqewimîya, ku sîyaset bihata berkkirinê û ew sîyaset diha bi xurtî derketa dijî tevgera kurda û pêvajoya dêmokratîk di temamîya welêt da. Gerekê bê kivşkirinê, ku hêzên dêmokratîk bi xurtî derdiketine himberî zordarîyên hindava xwe da û hêza wan hela têrê dikir, ku li ser bûyerên sîyaseta hundur tesîr bikin. Ew yek dikaribû tenê wî çaxî tam bi ser keta, eger tevgera kurda bigihîşta armanca xwe ya sereke – otonomîya ji bo kurda. Ew tevger ji bo hêzên dêmokratîk yên Îraqê bû serkanîya nemiçiqî, yên ku dew dikirin, ku sozdayînên şoreşa 14ê temûzê di jîyanê da bêne pêkanînê.

Opozîsyona rastê bernama xwe ya ji bo guhartina rewşa welêt amade kiribû. Ewê hewl dida riya hêzên dêmokrat berbend bike, nehêle ku warguhastinên dêmokratîk û naskirina mafên kurda bi hev ra bimeşin, bi serkevin. Opozîsyonê hukumeta Qasim rexne dikir, ku ew nikare dawîya pirsa kurda bîne. Nasyonalîstên bi bîr û bawerîyên rastê bi desthilatdarîya qiralîyetê ya ji ser text ketî û hêzên dijî Qasim yên mayîn ra tevayî haziraya welgerandina dewletê didît, ku 8ê sibatê sala 1963a bi ser ket. Ebdil Kerîm Qasim û çend hevalbendên wî bê dadkirin (mehkemekirin) hatine gullekirinê.

Gelo serokên tevgera kurda ya miletîyê bi van bûyera ra girêdayî xwe li çi rê girtibûn? Piştî 17 mehên şer, şoreşgera piranîya axa Kurdistana Îraqê xistibûne bin destê xwe, xênji bajara. Jimara şoreşgera digihîşte 30 hezarî. Di çileya pêşin sala 1962a serokên, ku welgerandina dewletê amade kiribûn, bi serokên tevgera kurda ra ketine nava pêwendîyan û ji wan ra hate gotinê, ku eger kurd loyal bin, desthilatdarîya nû wê otonomîyê bide kurda. Serokekî derbeya dewletê Tahir Yahya bi zar soz da, ku wê çend kurdên ku Barzanî pêşnîyar bike, bikine wezîrên hukumeta dûwerojê. Bûyerên paşerojê nîşan dan, ku hêvîyên danîbûne li ser desthilatdarîya nû, ku ewê pirsa kurda çareser bike, bi ser neketin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev