Pirsa we û bersîva me – 153

Pirsa we û bersîva me – 153

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malperê bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Kadrîya Miko û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Di nava kurdan da gotina ”hespê erebî” pir belavbûyî ye. Gelo ew bi rastî hespên erebî ne an ”hespên kurdî” ne, ku di rûyê bêdewletbûnê da ew jî ji dest me girtine?

 

Bersiv: Me bersîva pirsa we di nivîsa Qewad Reş (ku herwiha bi navê Keremê Reş jî tê naskirin) ya bi sernavê ”Qehremanên şeran” da dît, ku di pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” da çap bûye. Ev pirtûka delal şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye. Ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Mêze bikin ka çawa Keremê Reş îzbat dike, ku gotina ”hespên erebî” gotineke çêkirî ye û di esilê xwe da ew “hespên kurdî” ne. 

 

-Di belgeyên kevinare yên sedsala XIV da kesên ku erdeka hespan diajotin wa dihatine binavkirinê. Di sala 1296an Barî Zayînê da li ser çemê Orontê li Asorestanê di navbera leşkerên Hîttîtîyan yên qiral Muwetallu û leşkerên Misirê yên bi serokatîya firawin Ramsesê II şerekî mezin qewimî. Wî çaxî dengê şêr kete guhê firawin, ew ji konê xwe derket, hahanga bi lez ebayê xwe yê hesinî avîte ser milên xwe, xwe avîte firxûnê û berê xwe da şêr. Di şerê li rex Kadeşê di bin hukumê Muwetalluyê hîttîtî 2500 şervanên siyarî hebûn, lê jimara şervanên Ramsesê II ne kêmtir bû. Ew şerê siyarîyan yê herî mezin bû di dîrokê da.

Di dema Kadeşê da siyarî dihatine hesibandin wek leşkerên çîna torinî yên pêşin. Eşîreta Salhedînê efsaneyî, serketîyê himberî xaçgiran, dihate binavkirin wek ”Rewandî”, ango ”siyarkêşî”. Meriv nikare nimûneyeke din a torinîya şervanyê ya ewqas bêhempa bîne. Bidine ber çavan, ku di navbera Kadeş û şerên bi xaçgiran ra hezar û pêncsed sal hene.

Bi vê yekê ra girêdayî gerekê wê rola kurdan destnîşan bikin, ku wana kirîye nava karê ku hesp bûne heywanên malê. Rêzeçiyayên Zagrosê ji Behra Wanê destpê dibe heta digihîje Devtenga Farizistanê. Ew bûye sîmvola pêşîyên kurdan. Zagros warê xuliqîna nebatên çandinîyê yên pêşin e di dewrana Neolitikîyê da. Berpalên Zagrosê têne hesibandin wek war-colanga dîyarbûna gulan, xaşxaşkan, beybûnan û nefelan. Lê ya here sereke, deşt û bestên Zagrosê yên bêhejmar pir bi qîvarê va dagirtî ne, ku bo hespan gîhayê herî hezkirî ye, aşûrîyên qedîm ji wê nebatê ra “gîhayê Mîdîyayî” gotine.

Hela dîrokzanê Yûnanistana kevinare Herodot derheqa hespên di cihanê da herî baş da nivîsîye, ku ji herêmeke Mîdîyayê bûne. Lê ew nayê wê maneyê ku cisnê Mîdîyayî yê herî navdar li cihanê û Herodot di eynî wextî da xuliqîne. Besta Nîsayê hezar û pênsed sal berî dewrana Herodot êdî ekindar bûye, îzbata wê jî di berhema Kikkuli (sedsala XIV Berî Zayînê) da ye, ku li wir behsa hespên Mîtanîyan yên esîl dike. Pernsesa Mîtanîyan a sêzdeh salî, ku wek Nefertiti tê naskirin, û hevalbend û hemfikirên wê bi xwe ra ne tenê Yekxwedêtî anîne Misirê, lê ji Mîdîyayê herwiha hespên Nîsayê yên herî esîl li cihanê anîn. Miletê Parthi, ku miorvên xwînî yên Mîdîyayî ne, cîguhastî Xorasanê bûn û bo bîranîna besta Nîsayê nave paytetxê xwe danîn Nîsa. Hespên Ahaltekîyê (Ahal-teke aty) ji cisnê hespên Nîcayê yê Mîdîyayî ne.

Em dixwezin bi taybet destnîşan bikin, ku kurdên pêşîyên wan Mîdîya kevinare bûye, tu caran bi qamçîlêdanê hespên xwe biçûk nexistine û tu caran ew bo qazanca xwe bi kar neanîne. Ewana qumîs venaxwin, û eger ji birçîna bimirin jî, goştê hespan naxwin.

Peyhatîyên Aleksandrê Makedonê, bazîlêyên Selevkîdan, hespên ji Mîdîyayê birine Antiochîyê, Selevkîyê û Êpîfanîyê (Sûrîya) û li wir karxaneyên hespan yên mezin vekirin. Ereban, ku Sûrî zevt kirin, ew karxaneyên hespan yên bazîlîyan xistin destê xwe, û di paşdemê da awropîyan ew hesp bi nav kirin wek cisnê “erebî”. Em wê jî bêjin, ku li tu deman hespên erebî li ser rûyê erdê tunebûne. Erebistan bo ji hev zêdekirina hespan dest nade, lê li wê nîvgiravê şertên herî baş hene bo ji hev zêdekirina ”gemîyên qûmistanan” – deveyan.

Bi kurtî, hemû hespên cihanê yên esîl, heta yên Orlovê û Îngilîs jî esilê wan yek e. Û ew ji Mîdîyayê derketine, li besta Nîsayê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev