HEVDÎTINEKE PAYEBILIND DI DEMEKE HESAS Û GIRÎNG DE…

HEVDÎTINEKE PAYEBILIND DI DEMEKE HESAS Û GIRÎNG DE…

Ji van hevdîtinan re dibêjin “çavpêketinên tîtalekî” (important summits).

 

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

 

Kesayetê duyemin yê DYA ji nîşka ve tê Hewlêrê. Serdana leşkerên welatê xwe dike, di gotara xwe de pesnê karê wan dide û wan jiber kuştina teroristekî xedar pîroz dike.

Piştre berê xwe dide Baregehê Serokatiya Kurdistanê, li wê derê bi du rêvebirên Herêma Kurdistanê re hevdîtinekê pêktîne. Girîngiya hevpeymaniya DYA û Herêma Kurdistanê radigihîne.

Nakokî û keftûreftên navdewletî yên herî girîng vê kêliyê li Rojhilata Naverast diqewimin.
Cîhgirê Serok Mike Pence “ji nîşka ve” tê Hewlêrê.

Em hêvîdar in, ji vê derfetê, ji vê serdana “ji nîşka” ve, bi taybet encamên praktîkî derên û tevgera neteweyî-niştîmanî li başurê Kurdistanê, û her wesa li rojavayê û rojhilatê Kurdistanê jê sûdê werbigre.

Tiştên li Rojhilata Naverast diqewimin, aktorên vê derê yên biryarder DYA û Rusya ne. Bê lihevkirina van herdu dewletên zilhêz (herî bi hêz) li Rojhilata Navîn ti pêvejoeyeke siyasî bi pêş nakeve, bernameyeke siyasî ya careseriyê bi ser nakeve.

Hêzên niştîmanperwerên Kurdistanî, mecbûr in projeyên xwe yên maqûl bi piştevaniya dewletên zilhêz cîbecîh bikin.

Jiber van bîr û hizran û nirxandinan, em dibêjin, em hêvîdar in M. Pence bi herdu rêvebirên Kurdistanê re hin biryarên erênî dabe.

Lê divê mirov, di vê mijarê de hesas be, dewletên mezin re siyaseteke lihevhatî bimeşîne. Eger nameşe jî, bi şefafiyet xwe ji hevdîtinên ne sûdwar dûr bixe, hêviyên nû yên ku nikaribin serbigrin, li nav xelkê me belav neke.
Em hêvîdar in, li Hewlêrê rojeke xweş bûye ji bo her sê parçeyên welatê me ku di rojeva siyaseta cîhanî de ne. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev