Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî – 2

Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî  – 2

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa), endamê Koma KURMANCÎ

ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin bi daxweza malpera me

çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî çendekê me sê gotarên zanyar çap kirin.

Îro em berdewama gotareke wî raberî we dikin, dûmayîka wê emê piştî çendekê çap bikin,

bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

2.1. Xebatên kovara Hawarê

 

Bi van ceribandinên latînîkirinê re di heman demê de, komek ji rewşenbîrên kurd ên Tirkiyeyê yên sirgûnî Sûriyeyê bûyî dest bi xebata avakirina alfabeyeke nû kirin. Ev kom ji mîr Celadet Bedirxan, alîkar û birayên wî Sureya û Kamiran û çend hevkarên wan ên din pêk dihat. Di encama xebata wan de, di 1931ê de alfabeyeke latînî ya bi şiklê xwe yê dawîn, di stûnên kovara Hawarê de ku li Şamê çap dibû belav bû. Kovar berî bi alfabeya erebî û latînî (ji jimara 1ê ya gulana 1932yê heta jimara 23yê ya tîrmeha 1933yê), paşê bi tenê bi tîpên latînî (ji jimara 24ê ya nîsana 1934ê heta jimara 57ê ya tebaxa 1943yê) çap bû. Gotarên tê de bi kurdî û fransî dihatin nivîsandin: mercên civakî û siyasî yên wê demê (Sûriyeya di bin hîmayeya fransî de) nîşan didin, ku weke Roger Lescot, gelek Fransiyên din xwe didin kar û xebata kovarê. Prensîbên bingehîn ên ku rêberiya amadekirina alfabeya nû dikin, di jimarên 1 û 2yê de tên weşandin. Jimara wan 6 e:

 

I- Ji wan niktan pêve qo xasê denganîya zmanê qurdî ne, di şiql û dengên herfan de, herçend heye, xwe li elfabêya tirqan nîzing xistin û je nedûrqetin.

Armanca elfabè seqinandina dengan li ser qaxezê bi şiqlan e, şiql bi herfan tên nîşan qirin, û herf kebalewî û bihemd in. Ji lewre nîşanqirina dengê (dj) bi (c) û yê (tch) bi (ç) û bi hevguhartin û cihguhastina wan weqhev û bêferk e.

Lê bi vî awayî qurdên welatê jorîn û heçî qo elfabêya tirqî dinasin dê biqarin bê dişwarî ya qurdî hîn bibin û qomel û qitêbên me bihêsanîtî bixwînin.

II – Herçend dibe, ewçend dengên herfên latînî en adetî qo di zmanên din de nas in, di elfabêya qurdî de hilanîn û neguhartin.

Bi vî awayî qurd dê biqarin elfabêya biyanîyan û biyanî ya me bi bêsanîtî fêr bibin .

Bê şiq e qo hînbûn, xwendin, nivîsandin û lêqdana herfên serxwe ji yen hevedudani hêsanitir e.

III. Nîşanqirina her dengî bi herfeqe serxwe û ji awayê herfên hevedudanî xwe dûr xistin.

IV- Her dengî bi herfeqe cihê nîşanqirin, yanî ji awayê nîşanqirina çend dengan bi herfeqê an dengeqî bi çend herfan, xwe dan alî.

Ev awa ji fiqra çêqirina elfabêqê bi hindiq herfan an ji kesda kenc liserseqinandina denganîyê diqare bizê.

Lê pê her du jî naqevin dest û di zmanî de bila sebeb pirsinên di şiqlî de ciyoq peyda dibin û di nivisandinê de tevlîhevîqe mezin berpê dibe.

Ji xwe di tu zmanî de denganî û nivîsandin ne lêvên yeq in, û nivîsandin niqare bi tevahî li denganîya wî zmani bê. Lewra qo qitqit û rengên denganîyê bi elfabeyê nayin nîşan qirin û li ser qaxezê seqinandin. Welê bûwa divîya bû elfabêya her zimanî ji (50-60) herfan hevedudanî bibe,

V – Herçend heye, ji barqirina herfan bi nişanên nû, xwe dan alî.

Nîşan ji hêleqê di nivisandinê de bi vegera kelemê wextî dide winda qirin. Ji hêla din bi jibîrqirina nîşanê herf vedigerin ser şiqlên xwe ên eslî, bênîşan, û tevlî-hev dibin.

Pejirandina çend nîşanan bi hev re ev jî dişwarîqe din e.

Ji lewre ji bona tevayiya herfên binîşan me ev (^) pejirand, û bilindeq nav lê qir. Ji ber qo dengèn herfan hem diguhêrîne hem bilind diqe, û ji nîşanên weq (.-,-’) kenc têt veketandin.

Ji xwe boş bûna nîşanan nivisandinê qirêt diqe.

VI- Herfên welê bijartin qo di şiqlên xwe de li hev bên û biqevin hev.

Ji lewre divîya bû qo em di nav herfên latînî de bimînin û ji elfabeyên din weq yûnanî û rûsî herfan megirin.

Me jî welê qir û elfabêya xwe bi hindiq guhartina dengên herfên latînî û bi barqirina binan bi bilindeqê çêqir,

Bi vî avayî û gora destûrên jorîn me elfabêye xwe bi sih û yeq herfan hevedudanîye. Herweqî di despêqê de me da zanîn. (Hawar, jimar 2, r.5-6, 1932, Damas)

Ev prensîp sê tesbîtan ferz dikin: ya yekê daxwaza pêkanîna alfabeyeke nêzîkî ya tirkî ya latînî ye, ku di 1928ê de hatiye qebûl kirin. Ji ber ku derdikeve holê ku zaravayê ji bo bingeha alfabeyê hatiye hilbijartin kurmancî ye, ku ji aliyê pirraniya Kurdên Tirkiyê ve tê axaftin. Ew her wiha bi tirkî perwerde dibin, perwerde û weşana bi zimanê kurdî ya wê demê, li Tirkiyê bi tevahî qedexe bû. Ji ber vê, diyar dibe ku amadekarên alfabeya nû di alfabeya latînî ya tirkî de riyeke xwegîhandin û belavkirina alfabeya nû ya kurdî dibînin, ku di destpêkê de bi kêrî kurmancîaxêvan bê.

Tesbîta duyê, peywendiya wê bi tercîha tîpên latînî yên alfabeya nû ya kurdî re heye. Heke ev tercîh bi têrnekirina alfabeya erebî ji bo dengên kurdî bê şirove kirin jî, rê li ber nêrîna ku qebûlkirina alfabeya latînî gaveke ber bi hevdembûnê ve ye nagire û li ber çavên reformxwazan jî weke nûjeniyeke ku dê gelek avantajan bi xwe re bîne: danûstandinên bi Ewrûpayê û jimareke pirr mezin a welatên ku alfabeya latînî bikartînîn re wê hêsantir bike, derfeta bikaranîna malzemeyê teknîkî (metbae, makîneya nivîsandinê, tesîsatên telefonî û hwd.) bêtir bike ku li ser bingeha alfabeya latînî hatiye avakirin, rê li ber belavbûna zimanê kurdî bi aweyekî berfireh veke û hvd. Lê diyar e ev aliyên teknîkî ji ber wateya çandî ya ku têkiliya wê bi bikaranîna alfabeya latînî re heye pirr piçûk dimîne: “Helbet, em kurd jî dixwazin xwe nûjen bikin, qebûlkirina alfabeya latînî jî îsbata vê ye”. (Hawar, n°1, r.10, 1932). Bi vî awayî, bikaranîna alfabeya latînî weke tercîheke siyasî xuya ye ji bo rêlibervekirina nirxên gerdûnî ku ev alfabe temsîl dike. Tesbîta dawîn di derbarê hêsanbûna wê û biryardariya prensîbên ji bo tercîha dengan hatine takîb kirin de ye, ku bi awayekî girîng karê tercîha tîpan ê reformxwazên koma Hawarê hêsan dike. Alfabeya latînî ya normal çî bigre têra dengên zimanê kurdî dike. Ji bo wê jî, dê pêdivî ne bi jêgirtina tîpan ji alfabeyên biyanî, ne bi afirandina îşaretên din, ne jî bi serîlêdana grafîkan hebe. Bi tenê dê bikaranîna çend işaretên li ser tîpan têra vê pirsê bikin. Ji işaretên aksanî bi tenê ya kumikî tê qebûl kirin, ku li ser ‘ê’yê, li ser ‘î’yê û li ser ‘û’yê ye. Ew van tîpan ji binî ve, ji tîpên ‘e’, ‘i’ û ‘u’yê diguhere û dengan her dirêjtir dike. Ew ji aksanê duxalî yê li ser ‘¨h’ û ‘¨x’yê -li gor daxwazê- jî cihê ye, dikare li ser ‘ë’ û ‘ö’yê be, ji bo nuansên bilêvkirinên biyanî û herêmî derxe holê.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev