Êzdîyekî Almanîyayê mîlyonek euro wek alîkarî daye kurdên Rojava

Êzdîyekî Almanîyayê mîlyonek euro wek alîkarî daye kurdên Rojava

Bernameya taybet a “Sterk Tv” behsa dilovanî û welatparêzîya Kurdekî Êzdî dike

 

Di vê bernameya taybet da dengbêj û zaneyê folklora kurdî ya di hêla stiranbêjîyê da û xudanê 2 cildeyên stiranên Radyoya Rewanê yên bi nota Cewad Merwanî behsa karsazekî kurdê êzdî dike, ku mîlyonek euro alîkarî ji bo birîndarên Rojavayê Kurdistanê şandîye.

Ew karsazê Kurdê Ezî (Êzdî) ji Almanîyayê 🇩🇪 ye û nexwestîye ku navê wî bê dayîn. Lê ji xwe ev bername îzbata wê ye, ku ew pere hatine şandin. Hûn bi xwe jî dikarin bala xwe bidine bernameyê.

Malpera me wî camerî nas dike û zane ku wî berî vê alîkarîyê herwiha alîkarîya mezin daye kurdên Şengalê, Kobanîyê û beşeke Ziyareta Lalişa Nûranî nûjen kirîye. Lê ji ber ku ew camêr bi xwe naxweze nave wî ne di bernameya taybet da, ne jî di malpera me da bê dayîn, em navê wî eşkere nakin.

Dema nûçegihanê malpera me jê pirsî sebeb çi ye ku tu naxwezî navê te bê dayîn, bersîva wî ha bû:

-A pêşin, kesê ku alîkarîya ji dil bike, ne hewce ye navê wî bê dayîn. A duduyan jî, min ev alîkarî ne ji navê xwe, lê ji navê hemû êzdîyan daye.

Ev jî nimûneyeke yekîtîya miletê me, hevgirtina me ye. Îzbata wê yekê ye, ku em pêşî kurd in, dû ra êzdî ne, musulman in, xaçparêz in, elewî ne, kakayî ne, yarsanî ne an cihû ne.

Dawîyê karsazê meyî welatparêz ji Almanîyayê ji malpera me ra got, ku hatîye plankirinê bi heyeteke almanî ra tevayî herin seredana Kurdistana Rojava û Şengala Kurdistanê bikin, herwiha li rewşa êzdîyên Efrînê û Cizîrê bihesin, ku ji gundên xwe derketine û li kampan dijîn û gorî wê jî alîkarî bikin.

Karsazê meyî dilovanê Êzdîxanê û tevaya Kurdistanê herwiha pêşnîyar kir, ku karmendên malpera RÎATAZA jî bikevine nava wê heyetê. Me daxweza wî bi dilxweşî pejirand.

 

 

 

http://sterktv.net/2019/11/24/2100-bernama-taybet-24-11-2019/?fbclid=IwAR2yfuyELILNwsdxaTpzL9vWbvVFehhrpJHmcNpTS0jU26KRa2IelazHtrw

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev