”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 9

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 9

Malpera me bi awayê rêzenivîsê berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî çap dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Îro em beşek ji berdewama berhema zanyarî ya bi sernavê ”Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê” çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

V. Vêrtyayêv

M. Rewandî-Fedaî

 

Sala 1854an, tam piştî destpêka şerê Rohilatê (Qrîmê), ku Rûsîya ne li bendê bû,  450 malbetên kurd bûne hemwelatîyên Împêratorîya Rûsîyayê, ku bi pez û dewarên xwe derbazî ser axa wê bûn: bi 52 hezar pezan, 6 hezar serî dewarên gir û hezar hespan va.

 

Wek ji çavkanîyên rûsan xuya dibe, hema wê sala 1854an ”tevrabûneke mezin dijî tirkan destpê kir, weke 100 hezar kes serî hildabûn”, rêberê wan birazîyê Mîr Bedirxan – Yêzdanşîr bû. Bi bawerîya dîrokzanê leşkerî P. Î. Averyanov, artêşa Rûsîyayê wê firsendê bi kar neanî, ku dikaribû piştgirîya Yêzdanşîr di şerê sala 1855an dijî Împêratorîya Osmanîyê bi kar banîya, ku yek ji serekên navdar yê Botanê bû û wî ”bi artêşa 70 hezar kesan va ji çiyê daket û di nava 3 mehan da Mesopotamîya ji tirkan paqij kir”17. Di encamê da axeke pir mezin – hema bêje ji Bexdayê girtî heta behra Wanê kete bin destê wan. Yêzdanşîr dor li keleha Wanê girt û ji paşayê wir daxwez kir, ku ”desthilatdarîya tirkan terka bajêr bide, ji ber ku ser wê bawerîyê ye, ku hewce nake tirk li wan deran bin, ku tenê kurd û ermenî lê dijîn”18. Lê leşkerên rûs bi heqî ditirsîyan, ku serketina Yêzdanşîr wê pêwendîyên wan bi ermenîyan ra bide xirabkirinê, wek nimûne qirkirina aşûrîyan bîr anî, ku berî çend salan Bedirxanê apê Yêzdanşîr pêk anîbû.

Yêzdanşîr sala 1854an pênc caran name ji barêgeha leşkerî ya Kavkazê li ser navê general Mûravyev nivîsî, lê ew name ne gihîştine xwedî. Gorî çend malûmatîyan, ew ji alîyê casûsên sultan da hatine desteserkirin. Yêzdanşîr gelek lez diket serhildanê destpê bike: rêyên gelek waran bi berfê va hatibûn girtin, û firsenda leşkerên rûs tunebû xwe bigihînine şervanên kurd. Ev yek di nameyên qumandarîya rûsan bo Yêzdanşîr da xuya dibin, ku di arşîvên Barêgeha sereke ya Împêratorîya Rûsîyayê da têne parastin.

Sala 1855an yûnan û beşeke eşîretên ereban xwe gîhandine Yêzdanşîr, û jimara leşkerên wî gihîşte 60 heta 100 hezar kesî. Lê piştî wê yekê, ku Yêzdanşîr ji alîyê casûsên sultan hate desteserkirin, serhildan destxweda hate sekinandin. Piştî lêhûrbûna li ser namenivîsarên dîplomatî fikireke wisa saz dibe, ku karmendên rûsan di serhildanên Bedirxan, Yêzdanşîr, lê dû ra jî ya Şêx Ubeydullah da ji tevgera miletîyê-azadarîyê zêdetir ya navxweyî didîtin. Piştî ku sala 1875an destbi serhildana Dêrsimê bû, yek ji karmendên leşkerî yê Rûsîyayê nivîsî: “Kurdên Botanê musulmanên sunî ne, lê rêberên Xelîfatê ne Osmanîyan, lê Abbasîdan dihesibînin”19. Ewana li Mesopotamîyayê jî hukumê wî nas dikin, û behs bela bûne, ku xudêgiravî zureta wî li çiyayên Kurdistanê xwe vedişêre û alaya Abbasîdan ya reş hema li wir e”20. Em li raporên leşker û dîplomatên Rûsîyayê yên wê demê yên din da jî rastî behsên derheqa ”bawermendîya kurdan ya di hindava Abbasîdan da” tên. Karmendên rûs herwiha li ser wê bawerîyê bûn, ku hukumê Farizistanê li ser kurdan ji ya Împêratorîya Osmanîyê pirtir bû. Ew bi wê yekê va dihate şirovekirin, ku sala 1501ê binemala Sefewîyan li Farizistanê hate ser hukum, û wek ku ji nivîsên dîplomatîk yên Rûsîyayê xuya dibe, kurd di hindava wan da zêde milahîm bûn û zêde bawerî bi wan dianîn.

 

* * *

Beşeke kurdan di dema şerê Rohilatê (Qrîmê) sala 1853-1856an ji alîyê Rûsîyayê şer dikir û vê yekê di hêla moralî da leşkerên rûsan di pêşenîya Qersê da dilbaristan dikir. Ew du alayên kurdan bûn ji paşalixên Êrîvanê û Qersê. Qumandarê kurdên Êrîvanê Cefer axa bû. Di dema şerê Rohilatê (Qrîmê) di dawîya meha cotmehê sala 1854an da di navbera Artêşa Rûsîyayê û wan kurdan da çend pevçûn çê bûn, ku bi leşerên tirkan ra tevayî dijî me şer dikirin. Ango, kurdên di leşkerîya Rûsîyayê da mecbûr bûn dijî wan kurdên cînarên xwe şer bikin, ku piştgirîya sultan dikirin, ew jî wê demê, ku li pêşenîya Êrîvanê bi serokatîya Cefer axa di artêşa rûsan da serhevdu 125 siyarîyên kurdan hebûn, lê di desteya generalê tirkan Selîm paşa da pênc hezar kurd hebûn. Gelek kurd hewil didan bi birayên xwe ra nekevine nava şêr. Kazak û leşkerên Rûsîyayê ser wê bawerîyê bûn, ku kurd dibaxşandine nûnerên miletê xwe û berê gulleyên xwe nedidane wan.

Di dema şerê Rohilatê (Qrîmê) çend sed kurdên ku di artêşa tirkan da bûn, ji alîyê rûsan da dîl hatine girtin. Gelek ji wan şandine Smolênskê û Roslavlê, li wir lêkolînerê rûs P. Î. Lêrx cara pêşin di zanyarîya Rûsîyayê da behsa zaravayê zaza kir. Gorî bîranînên kesên wê demê, kurdên dîlgirtî ku hatibûne Roslavlê pir feqîr û belengaz xuya dikirin. Lê di dawîya havîna sala 1855an ewana bi cî û war bûn, reng û rûyê wan geş bûn, wisa ku nedihatine naskirin: gelek ji wana kurtikên sor yên bi destê xwe rêsayî û çêkirî li xwe kiribûn, kofîyên rengorengî nexşkirî dabûne serê xwe. Di navbera binecîyên Roslavlê û leşkerên kurd yên dîlgirtî da danûsitendinên qenc saz bûn. Ew pêwendî piştî wê yekê qewîntir bûn, dema kurd ji hemûyan baştir tevî temirandina agirê ku li bajêr ketibû, bûn û heta nimûşên mizgeftê yên pir giranbuha ji nav agir-alavê derxistin, ji şewatê xilaz kirin. Beşeke biçûk ji wan kurdan venegerîyan û li Rûsîyayê man.

Hema dû şerê Rohilatê (Qrîmê) li Rûsîyayê daxweza ku bi zanyarî ser xuliqandin û çanda kurdan lêkolînan bikin, bi carekê va zêde bû. Îzbata wê yekê ne tenê lêkolînên P. Î. Lêrx in, lê herwiha xebata bêwestan ya konsûlê Rûsîyayê A. D. Jabayê bi esilê xwe va polonî bû, yê ku dema li Erzurumê bû, bi alîkarîya zaneyên kurdên wir berhemên kurdî yên lîteratûrî peyda kirin û berev kirin. Di destpêka sedsala 20î zabitê Barêgeha sereke ya Rûsîyayê A. V. Bênzêngr di raporên xwe da qîmetekî ha daye kurdan: ”kurd xwedî ruhekî qenc, rûgeş, bi sidqê qenc, xeberxweş e, di pêwendîyan da pir sade û pir mêvanhiz e. Maqûlîya kurdan tam eksî helekarî û şalûzîya sexte ya hinkûfî miletên din yên Rohilatê ye, di xeysetê kurdan da her tişt xwezayî ye, ew pir berbihêr in, eger carina rûyê kurdekî hinek tirş dibe jî, meriv dibêje qey tiştek ne bi dilê wî ye, lê dema ji nêzîk va wî nas dikî, tu fêm dikî, ku ew dilvekirî ye, dostanîya bi wî ra bê qelp û paqij e. Kurd xeberxweş in, wek farisan qure û kubar nînin; piranîya kurdan zêde xeber nadin, kurd dikare gotineke ewqas kûrfikir bêje, ku der û dor zendegirtî bimîne, henekên kurdan jî bê zirar û kûrfikir in. Ew fikira belavbûyî ji bingehê va şaş e û dûrî aqilan e, ku Kurdistan xudêgiravî welatê hovan e, kurd wehş in, şivan û qaçaxên xwînxur in”21.

 

Sala 1980î, wek ku ji rapora konsûlê li Diyarbekirê M. Yakîmênko xuya dibe, li Kurdistanê serhildaneke mezin tevrabû. Li ser dîroka wê serhildanê bi saya serê wê yekê lêkolînên kûr û heralî hatine kirin, ku mîsyonên Rûsîyayê û Anglîyayê yên dîplomatîk wan deman di navbenda serhildanê da bûne û wana di wextê da raporên hûrgilî û pêbawer dane derheqa hal û wextê serhildanê û paşmayînên wê da. Wek em zanin serhildana Şêx Ubeydullah serhildana kurdan ya miletîyê ya pêşin bû, ku li ser axa du welatên cînar diqewimî: Farizistanê û Tirkîyê.

 

Wek ku konsûlê Rûsîyayê li Erzurumê Îvanov destnîşan dike, ne Ubeydullah bi xwe, ne kalikê wî Şêx Huseyn, ne jî bavê wî Şêx Tahir tu caran di hindava rûsan da dijminatî nekirine û herdem himberî desthilata Merkezî ya Tirkîyê di opozîsyonê da bûne. Şêxê serhildêr dema sala 1880î di şêr da têk çû, bi riya nûnerê xwe Elî Qasim axa behs şande konsûlxaneya Rûsîyayê ya li Wanê û daxweza piştgirîya serhildana kurdan kir. Wek ku di rapora ji Wanê sitendî da tê gotin, “Şêx Ubeydullah wek serekê kurdan, piştgirîya Rûsîyayê dixweze bona şerê zûtirekê yê bi Tirkîyê ra. Ubeydullah soz da, ku ewê serhildana berfireh neke, eger Rûsîya destûra wê yekê nede. ”Ew ne tenê alîkarî dixweze, lê hêvîya wî ew e, ku bi serhildana tevayî tirkan ji wilayetên Hekkarîyê, Wanê û Bîtlîsê raqetînin, bona piştî wê kurdên hemwelatîya Rûsîyayê qebûl bikin, ji ber kurd di bin desthilata rûsan da wê gulvedin û pêş bikevin. Şêx herwiha amade ye bi destûra hukumeta me kurdan cîguhastî Rûsîyayê an jî Farizistanê bike”22.

Lê, haya hukumeta Rûsîyayê ji pêwendîyên biratîyê yên berê yên Neqişbendîyan bi Îmam Şamil ra hebû, lema jî Rûsîya dudil bû bona piştgirîkirina serhildanê. Konsûlê berê yê Rûsîyayê li Wanê dinivîse: ”Min ji baylozxaneyê sipartin sitendibû ku bi Ubeydullah ra nekevime nava pêwendîyan, lema jî min bersiva pêşnîyarên wî nedan. Lê dema min telegrama dawî sitend, ez hatime ser wê bawerîyê ku destûra min heye şêwrê bidime Şêx bi şert wek daxweza hukumeta xwe bike”23.

Zanyarê kurd yê Sovyetî Celîlê Celîl di arşîvên Rûsîyayê da karekî mezin û kêrhatî kirîye derheqa serhildana bi serokatîya Şêx Ubeydullah, ku xudanê pirtûka ”Serhildana kurdan ya sala 1880î” ye, ku sala 1966an bi rûsî çap bûye û hatîye wergerandin ser zimanê kurdî.

 

Rast e, raporên hûrgilî hene derheqa jîyan û erf-edetên dînî yên kurdan da, lê dîsa jî karmendên leşkerî yên Rûsîyayê di sedsala 20î da di pirsa kurdan da hinek pirs piş guhê xwe va avîtine. Lê dîsa jî çavkanîyên giranbuha û raporên dayîreyên casûsîyê yên têr û tije hene bona lêkolîna jîyana kurdan, ku wê bo lêkolîneran balkêş û kêrhatî bin.

 

Xerîteya bi hûrgilîyan ya warên jîyana kurdên li Tirkîyê û Farizistanê di destpêka sedsala 20î da ji alîyê serhingê Barêgeha sereke ya Rûsîyayê V. A. Karsêv da hatîye amadekirinê, ku herwiha xudanê pirtûka ”Malûmatîyên derheqa kurdan da” ne (1896). Di ”Navnîşa malûmatîyên derheqa welatên ser sînor da, ku bi riya casûsîyê hatine peydakirinê” ya barêgeha leşkerî ya devera Rûsîyayê Kavkazê (Tîflîs, 1912) raporên casûsên rûs yên surî hene derheqa çend serokên kurdan da: ”Selîm paşayê ji eşîreta Zîlan. Têra xwe xwendî ye, rûsî zane, lê berk e, dikare dijminatîyê bike. Bi dijminahî berê xwe dide ermenîyan… Xan Baba beg. Ji eşîreta Saraçli. Li Rûsîyayê xwendîye. Rûsî, tirkî, farisî, ermenî zane. Biaqil e, êpêce henekçî ye, hertim di nava civatê da ye, ji şeravê hez dike”24. Casûsîya Rûsîyayê ya leşkerî kurd bi vî awahî qîmet kirine, ku bizanibe ka dema Rûsîya bi Împêratorîya Osmanîyê ra bikeve nava şêr, çiqasî dikare hêvîya xwe dayne ser kurdan. Ji van raporan em gelek tişên balkêş pê dihesin derheqa jîyan û deba şêxên kurdan da, ji bo nimûne, ”xanîyên hinek serekeşîran dişibin xanîyên Awropayê”, lê di mala serekê eşîreta Takorî da ”aspêjekî baş heye, xizmetkarî jî bi cûrê Awropayê tê kirin”25 и h.w.d.

Di raporên çawîşê Barêgeha sereke Bênzêgr da malûmatîyên bi hûrgilî hene derheqa çend eşîretên kurdan da, ku wan deman li Rûsîyayê zêde nedihatine naskirinê, yên wisa wek Caf, ku ”eşîreteke mezin e li Rohilata Kurdistanê”. Bi bawerîya Bênzêngr, wê eşîretê ji hemûyan baştir jîyana koçerîyê û erf-edetên miletîyê parastîye: Caf havîna cîguhastî Farizistanê dibin, lê zivistanan li derdorê Mûsilê jîyaneke koçerîyê derbaz dikin. Kesên ji serokatîya eşîretê dişibine serokên polonîyan yên sedsalên navîn: ew gelek malbetên torinan bûn, ku hemû jî ji kokekê, ji binemalekê ne”26. Bênzêngr di raporên xwe da ”hemû goranan û beşeke eşîreta lûran yên herêmên Zohabê û Qesra Şêrîn ser elî-heqan dihejmêre”27. Ew di raporên xwe da herwiha behsa eşîreta şirnax dike, ”yên ku li nêzîkî Stû-Sihêran diman: Wana ew riya koçeran kontrol dikirin, ku ew jê derbaz dibûn, diçûne zozanan. Wê eşîretê herdem pere ji wan kesan hildida, ku ji wê rê ra derbaz dibûn û lema jî bi wê li Kurdistanê deng dabûn. Bi wan pereyan li gundê Şirnaxê kelayên ji agûran (kelpîç) çê kirin û li wir çek û cebirxane bi cî dikirin”28.

Di raporên Bênzêngr da ”Kurdistana rasteqîn” Suleymanî, Senendec, Bane û Seqqiz in, ango Kurdistana Rohilatê, û Bênzêngr wan waran bi nav dike wek navbenda medenîyeta kurdan: ”…hema li wir ew eşîreta kurdan rind hatîye parastin, û bi saya serê ewledên xwe yên navdar dikare kurdan li tevaya cihanê bi erênî bide naskirin. Ji vir çiqasî ber bi bakur û başûr diçî, dibînî ku kurd bi gelek miletên din ra dijîn, ew milet bi neyênî tesîr li ser wan kirine û meriv texmîn dike, ku ji wê tesîrê kurd jîyaneke paşketî, a di demên buhurî yên kevinare dijîn”29.

 

Di destpêka sedsala 20î gelek konsûlên Rûsîyayê destnîşan kirine, ku tevgera kurdan ya miletîyê her diçe xurttir dibe.

Wek ku ji rapora konsûlê li Bîtlîsê ya sala 1931ê xuya dibe, li vir rojnameya kurdî a bi sernavê ”Ev xulî – xulîya me ye” derdiket. Dijberîyên di navbera desthilata cantirkan, serekên kurdan û şoreşgerên ermenîyan da bûne sebebê wê yekê, ku beşeke eşîretên kurdan hewil dan ji Qiralîyeta Rûsîyayê piştgirî bistînin, û bo wê armancê bi konsûlê Rûsîyayê li Erzurumê Ştrîtter ra ketine nava hevraxeberdanan. Di salên 1912-1914an da konsûlên Rûsîyayê ji serokatîya xwe ra gelek name nivîsîn, di wan da destnîşan dikirin ku kurdên Împêratorîya Osmanîyê hazirîya serhildanê dibînin û serekên wan heyîrîne, ka helwesta Împêratorîya Rûsîyayê di hindava kurdan da wê çawa be.

Gorî raporên ji mîsyonên dîplomatîk yên Rûsîyayê, sala 1912an li Împêratorîya Osmanîyê li du cîyan berxwedanên kurdan destpê bûn. Yek li besta Xîzanê, nêzîkî Bîtlîsê, ya din jî li warê bûyîna Şêx Ebdul Selam Barzanî, yê ku sala 1908an daxwezname ji Stembolê ra şandibû bona otonomîya berfireh bidine Kurdistanê. Anegorî rapora ji dîplomatên Rûsîyayê, Ebdul Selam Barzanî xwe bi nav dikir wek karmendê mîsyona dîplomatîyê ya yek ji otonomîstên kurdan, ku ne tenê şerê desthilata cantirkan dikir, lê herwiha li bakur bi serekên kurdan ra di nava dijberîyê da bû, li başûr jî bi serekên ereban ra. Awa, sala 1912an Şêx Ebdul Selam Barzanî (ew nuxurîyê Mustefa Barzanî bû) hema bêje tevaya wilayeta Mûsilê kire bin destê xwe, lê pêwendîyên wî bi eşîreta Zîbarî û herwiha bi Şêx Seîdê ji Xîzanê ne zêde xweş bûn. Desthilata cantirkan derkete dijî Şêx Barzanî û desthilata wî îlan kir wek a neqanûnî. Bo dîplomatên Rûsîyayê eşkere bû, ku dema Barzanî ji Rûsîyayê alîkarî dixweze, daxweza wî ew e, ku dijberîya Rûsîyayê û Brîtanîya Mezin li herêmê bi kar bîne, bona bikaribe desthilata xwe biparêze: ”Şêxê devera Barzanê ji eşîreta Dîwan, ku di navbera Akrayê û Amedîyê da ne, ser wê bawerîyê ye, ku rûs dixwezin Kurdistana Bakur zevt bikin, lê îngilîs jî Îranê. Û kurdên Mûsilê jî wê xwe li tu alîyan negirin, bona bikaribin di paşdemê da otonomîya xwe saz bikin”30.

Bi bawerîya karmendên Rûsîyayê, şikberîya Şêx di hindava Rûsîyayê da wî mecbûr kir du lîstikan bilîze. Desthilata Rûsîyayê bi heqî ditirsîya, ku eger serhildana kurdan tevrabe, ewê bibe sebebê qira ermenîyan, lema jî Rûsîya di destpêkê da hewil da xwe ji alîkarîya bona Şêxê kurdan, herwiha tevaya tevgera kurdan ya miletîyê di hundurê Împêratorîya Osmanîyê da dûr bixe. Navbenda duduyan ku li wir serhildaneke din li Kurdistanê bi germî dihate amadekirinê, besta Xîzanê bû, nêzîkî Bîtlîsê. Ji navê kurdên Xîzanê (barêgeha wan li gundê Kûmaçê bû) Heyreddîn beg Beradî bi Rûsîyayê ra kete nava hevraxeberdanan, yê ku digot, ku ew “serokê duduyan e li komîtêya” teşkîlkirina serhildana kurdên Erzurumê, Bîtlîsê, Bazîdê û Mûşê.

Konsûlê Rûsîyayê P. Şîrkov di rapora xwe ya ji Bîtlîsê di nîsana sala 1913an nivîsî, ku pirsa serhildana kurdan  – ew pirsa demên nêzîk e: “Kurdan li tu cîyan serxwebûna xwe îlan nekirine, lê bê şik, di nava kurdên Bîtlîsê û Diyarbekirê û xwesma di nav wê beşa gelê kurd da, ku Bedirxan serokê wan bû, êdî bawerî çê bûbû, ku anaha firsendeke here baş çê bûye bona rabine dijî desthilatên tirkan û serokên deveran”31.

Di eynî wextê da nûnerên binemala Bedirxanan (di raporan da paşnavê wî bi awayekî din hatîye nivîsar – Bêdirxan) terefdarê wê yekê bûn, ku gerekê ”bi şûrên destê rûsan” Kurdistana serbixwe damezirînin. Pêwendîyên baş bi Rûsîyayê ra Ebdurezaq û Kamil beg saz kiribûn.

Lê karmendên rûs ser wê bawerîyê bûn, ku îdêya damezirandina Kurdistana serbixwe hela tam ji hiş û sewdê piranîya kurdan derneketîye. Di ser da jî desthilata Qiralîyetê ser wê bawerîyê bû, ku bawerî bi hevkarîya bi xaçparêzan ra – bi ermenîyan û aşûrîyan ra – pirtir heye, yên ku ji herêma Hekkarîyê derbazî deverên Îranê yên Xoyê û Ûrmîyê bûbûn, ku di bin kontrola Rûsîyayê da bûn.

 

Çavkanî:

17) Averyanov P. Î. Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra sedsala 19an da: Rewşa sîyasî ya nû ya kurdên Tirkîyê, Farizistanê û Rûsîyayê. Tîflîs, 1900. Rûpel 149.

18) Averyanov P. Î. Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra sedsala 19an da: Rewşa sîyasî ya nû ya kurdên Tirkîyê, Farizistanê û Rûsîyayê. Tîflîs, 1900. Rûpel 150.

19) Ebbasî (di sedsalên 8-16an berî Zayînê) – binemal-dînastîya ereban a duduyan, zuretên Muhemmed pêxember. Di dema Ebbasîyan da xelîfata ereban bû împêratorîyeke tevaya musulmanan, lê musulmanên bi esil û esesê xwe va ji hev cuda, bûn xwedî mafên wekehev.

20) Arşîva Barêgha leşkerî ya herêma Kavkazê. Deftera 1489an ya barêgeha leşkerî ya desteya Êrîvanê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê da.

21) Bênzêngr A. Notên derheqa Kurdistanê da // Berevoka nivîsên erdnîgarî, topografî û statîstîkî derheqa Asîyayê da. Çap 84. SPb., 1911. Rûpel 14-15.

22) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Konstantînopolê”. Hejmar 1568. Lîste 34.

23) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Konstantînopolê”. Hejmar 1568. Lîste 34.

24) Raporên malûmatîyan derheqa welatên cînar, ku bi riya rêçgerîyê ji 1ê îlonê heta 1ê cotmehê sala 1911ê hatine bidestxistin. №7–8. Tîflîs, 1912. Rûpel 1.

25) Dîsa li wir. Rûpel 4.

26) Bênzêngr A. Notên derheqa Kurdistanê da // Berevoka nivîsên erdnîgarî, topografî û statîstîkî derheqa Asîyayê da. Çap 84. SPb., 1911. Rûpel 8.

27) Dîsa li wir. Rûpel 13.

28) Raporên malûmatîyan derheqa welatên cînar, ku bi riya rêçgerîyê ji 1ê îlonê heta 1ê cotmehê sala 1911ê hatine bidestxistin. № 11–12. Tîflîs, 1912. Rûpel 15.

29) Bênzêngr A. Notên derheqa Kurdistanê da // Berevoka nivîsên erdnîgarî, topografî û statîstîkî derheqa Asîyayê da. Çap 84. SPb., 1911. Rûpel 3.

30) Raporên malûmatîyan derheqa welatên cînar, ku bi riya rêçgerîyê ji 1ê îlonê heta 1ê cotmehê sala 1911ê hatine bidestxistin. №57. Tîflîs, 1913. Rûpel 16.

31) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Bîtlîsê”. Hejmar 48 ya 08.04.1913.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev