
Nûçeyeke diltazîn ji malpera Rojevakurd û Rudaw Tv
Ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyê, li Başûrê Kurdistanê 25 gundên sînorê navçeya Zaxoyê hatine valakirin. Bombebaranên berdewam ên Tirkiyê jî bûne sedem ku jiyan li deverê raweste, cotkarên herêmê dest ji zeviyên xwe berdane û nikarin çandiniyê bikin.
Rêveberê bajarokê Derkarê, Zêrevan Mûsa ji Rûdawê re ragihand: “Şerê Tirkiyê û PKKê zirareke mezin gihandiye devera me û bi taybetî jî zirar li sektora çandiniyê daye.”
Zêrevan Mûsa diyar kir, ji ber şerê Tirkiyê û PKKê sala bihorî “nêzîkî 2 milyar dînar” zirar gihîştiye navçeya wan û xelkê tekez kir, ji ber sedemên ewlehiyê wan nekariye biçin hin cihan da ku ziraran texmîn bikin.
Tirkiye bi hinceta hebûna binke û barêgehên PKKê, gelek caran êrîşên esmanî û operasyonên bejayî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk tîne.
Li bajarokê Derkarê ku dikeve rojhilatê qezaya Zaxoyê, 63 gund hene.
Ji wan 25 gundan, 20 gund yên Kurdan û 5 gund jî yên Krîstiyanan in.
Li gor amareke Rêveberiya bajarokê Derkarê, di sala bihorî de 600 caran sînorê vî bajarokî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin û rêyên 20 gundan jî hatine girtin.
Gundê Şeranşê yek ji wan 5 gundên Krîstiyanan e ku li sînorê bajarokê Derkarê ji ber pevçûnên navbera PKKê û artêşa Tirkiyê hatiye valakirin. Li Şeranşê ti kes najî û mal vala ne, xelkê ji tirsa canê xwe dest ji milk, mal û zeviyên xwe berdane.
Minar Hebîb ku mixtarê gundê Şeranşê ye, ji Rûdawê re dibêje: “Berhemên rez û baxên min hemû hişk bûne û bê mifa bûne û nayên bikaranîn.”
Minar Hebîb tekez dike: “Ew yek bi sedema bombebaranên Tirkiyê û hatina PKKê bo nav milk û malê me ye.”
Welatiyekî xelkê gundê Şeranşê, Hanî Tomar jî dibêje: “Tirkiye derdora malên me bombebaran dike û balafirên şer ên Tirkiyê li esmanê gund difirin.”
Hanî Tomar herwiha destnîşan dike: “Xelkê gundê me hemû reviyane. Gund niha vala ye.”
Çavkanî: rojevakurd.com û Rudaw tv
Riataza